DAR Lİ SER KOKA XWE MEZİN DİBE
Ev gotineke pêşîyan e. Gotineke pir balkêş û giranbiha.
Di demekê de meseleyek tê serê camêrekî. Wî ji min re behs û qal kiribû. Ji bona xebatê ev camêr diçe bajarekî herema Behra Sipî. Bajarekî hewa wê şilî û kam e. Ew bi xwe jî ji bajarekî rojhelat bû. Wekî tê zanîn, hewa bajarên rojhelat ziwa ye. Havîna me pir germ û hişkayî; zivistana me jî sar û seqem e. Dema camêr li bajarê herema Behra Sipî dixebite, li baxçeyê kargehê kulîlkekî bala wî dikişîne. Ev kulîlk hem bi bêhna xwe hem jî bi rengê xwe pir li xweşa wî diçe. Dixwaze şaxekî ji vê dara kulîlkê bigre ba xwe û bîne di baxçê xwe de bi çiklîne.
Dema vegerê tê û ev camêr ji xwedîyê baxçe destûrê dixwaze û şaxekî digre ba xwe. Vedigere mala xwe û şaxa kulîlkê diçiklîne baxçê xwe. Av dide, lê dinihêre, der û dora wê di kole û di ‘edilîne. Meh û sal di serê de derbas dibe lê şaxa kulîlkê venake û bi xwe ve nayê. Camêrê me ferq dike ku tiştekî ne li rê heye û diçe ba merivekî zana û gîyanas. Ev merivê zana ji camêr re meselê dibêje:
Ax û av û hewa me, li kulîlkê nayê. Lewra ev kulîlk li gorî hewa, şilî û nerm hatiye xuluqandin, hewa û axeke din lê nayê. Mesele ev e.
Derd û kulê me Kurdan wekî meseleya kulîlkê ye. Dema ji erd û axa xwe veqetîya, bi xwe ve nayê. Ya rastî mesele ne mesela me tenê ye. Xweda Te’ala me li ser axekî, ji qewmekî xuluqandiye. Xulqiyeta însanekî bi qewmê wî bi me’ne dibe. Hemdê Xweda be, bîr û bawerîya me, me ji fikr û ramanên xerab dûr xistiye. Em ne qewmîyetperest in, ne neyarên qewm û gelan in. Bewarîya me bi me daye hînkirin ku li ser kîjan erd û axê bin jî, musluman birayê hev in. Lê carnan em biratîyê û qewmîyetîyê bi hevdû şaş dikin. Xwedayê ku ev bawerî lutfê me kiriye, me ji qewmekî xuluqandiye. Lewra di ayeta mubîn de ev heqiqet bi me daye zanîn. Di sûreyê Hucûrat Ayeta 13an de wiha ferman dike:
“Gelî mirovan! Bê guman me ji mêr û pîrekekî we xuluqandîye. Jibo hevdû nasînê me we wek qewm û ‘eşîretan ji hevdû qetand. Li ba Ellah bi qîmettirînê we, kesê herî zêde xwe ji bê ‘îtaetê dûr dike ye. Ellah her tiştî bi heqîqî dizane, ji her tiştî hayîdar e.”
Piştî ku ev fermana Rebbê me ye, divê em guhdarî li vê ayetê bikin. Em wek milletê Kurd, wekî tevê milletan qewmek in. Madem ku Xweda me ji vî qewmî xuluqandiye, li gor çand û kultura vî qewmî heqqê jîyana me heye. Di serê çand û kultura qewmekî de zimanê wî tê. Lewra însan bi zimanê xwe têkilî bi însanên din re dike. Zimanê ku însan pê herî baş û xweş xwe dikare îfade bike, zimanê dayîkê ye.
Mixabin halê ku îro zarokên Kurdan tê de ne, ne hal e. Lewra sistema ku li ser asasê xerbê hatiye avakirin, nijadperestîyeke hişk daye ber xwe û xezeba xwe bi ser milletê Kurd ve barandîye. Bi kuştinê, bi neqebûlkirinê, bi talan kirinê û bi zordarîyê temamê heq û mafên Kurdan binpê kirine. Nêzî 80-90 salî darê zorê ji ser serê Kurdan kêm nebûye. Di 15 salê dawî de karbidestên dewletê hinek tiştan qebûl kir û xwestin ku hinek xebatan bikin. Bi rastî hinek xebat û pişterastî çêbûn jî. Lê ev ne bes in. Bi vekirina qenalekî, bi dersa bijarte zarokên Kurd zimanê xwe hîn nabin, çand û kultura xwe najîn. Lewra sibê heta êvarê bi sedan qenal bi zimanê Tirkî weşanan dikin, li mekteban zimanê Tirkî tê xeberdan, li kuçe û kolanan zimanê Tirkî tê xeberdan… Ka wê zarokên me li kê derê hînî zimanê xwe bibin, li kê derê zimanê xwe nas bikin.
Di hînkirina ziman û jîyana çand û kulturê de qebehetê mezin yê sîstemê ye, evêya qebûlê me ye. Lê qebahetê dê û bavan jî ne hindik e. Xwezgînîyekî me tim û daîm bi zimanê Tirk heye. Em carnan fedî dikin ku bi zimanê Kurdî xeber bidin. Kesê sê gotinan bi Kurdî biaxife gotina çaran wê vegere zimanê Tirkî. Ev yek pirsgirêkeke gelekî mezin e. Ev xeter û talûkeyek gelek mezin e. Lewra hindik ma. Ger rewşa me ev be, di navbeyna 15-20 salan de wê zimanê Kurdî hunda bibe. Tenê hinek kal û pîrê me wê pê zanibin. Îro dê û bavên me bi zarokên me re nizanin xeber bidin. Ji hevdû fehm nakin, ev ji bo me tevan ‘eyba reş e.
FATİH ŞEXDODİ
YORUM GÖNDER