ÇÎNA KARKER Û KOMÎNÎST
Rewşa di nava tevgerên rizgariya neteweyî, çîna karker û komînîst de
Dîrok pêş me dike ku di her pêvajoya ku meylên şoreşgerî pêş ketine de yên ku berjewendiyên wan ketine xetereyê, hewl dane ku van meylên nikarîne bi darê zorê pêşî lê bigirin ji nav birizînin, ji rêderxin û weke ku dixwazin bi kar bînin. Li pey her pêvajoya bi heyecan a pêşketina meylên şoreşger, bi piranî, pêvajoyeke zeîfbûnê ya ku ji rê derketin (sapma) dibin sedem tê. Di qedera her doktrîna mezin de ev rastî heye. Di Îslamiyet, Xiristiyanî û îdeolojiyên burjuwa de û di sosyalîzme de jî rewş ne cudatir e. Cewhera doxtrînan a rastîn û zindî, şoreşan diafirîne lê demogojiya wan ku ji aliyê oportunîzm û revîzyonîzmê ve tê kirin jî ji ji rê derketinan (di Tirkî de weke ‘döneklik’ derbas dibe) re dibe sedem.
Sosyalîzma zanistî ku yekane meyla durust a şoreşger a serdema me ye, bi taybet piştî rabûna mezin a ku tevgera sosyalîst di pey Şerê Parvekirinê yê Duyemîn ê Emperyalîstde nîşan daye, bi xirabûn û guherînên mezin re rû bi rû ma û dimîne. Ji ber ku li welatên ku şoreş bi serkeftinê bi encam bûye ji vî karî re pêşengî hatiye kirin, destpêkê, dibe ku ji mirov re ecêb were. Lê eger dîroka sosyalîzmê were lêkolînkirin, wê derkeve meydanê ku rewş qet ne ewqas jî ecêb e. Rewşeke asayî ye kuli cîhên têkoşîna şoreşgerî pêşketiye, li cihên ku şoreşmezin bûye û bi cih bûye ji rê derketin (sapma) derkeve meydanê. Li deverên ku şoreş û tevgera şoreşgerî nîne, ma çi karê ji rê derketinan heye?
Ne tesaduf e ku revîzyonîzma Bernstein li Almanyaya ku cara yekemîn sosyalîzma zanistî û tevgera çîna karker li wirbûye yek pêş ketiye, û di pey re jî oportunîzma Enternasyonala II. pêş ketiye: ji ber ku di vê pêvajoyê de Almanya merkeza şoreşê ye. Ne teseduf e ku di Şerê Parvekirinê yê I. ê Emperyalîst de sosyal şovenîzma Enternasyonala I. bi hewara burjuwaziya emperyalîst de çûye; ji ber ku şer hem û Ewrûpa anîbû arefeya şoreşê. Ne tesaduf e ku li YKSS’ê Troçkîzm derketiye û ji bo dewletên emperyalîst bi rola ajantiya rabûye jî; ji ber ku avakirina sosyalîzmê bibû rastiyekê. Ev rewşa ku emperyalîzm dîn û har kiribû, eger Troçkî nebûna jî wê Troçkiyek biafiranda.
Di roja me ya îro de revîzyonîzma modernli welatên sosyalîst ên herî bihêz derdikeve; ev rewş jî ne tesedufek e. Kapîtalîzm, li van welatan weke ku careke din bi ser xwe ve neyê di kûraniya dîrokê de hatiye binax kirin û civaka çîndar ji aliyê sosyalîzmê ve hatiye serûbin kirin. Li aliyê din, li van welatan zemîna madî ya bermayiyên civaka çîndar ji bo ji rê derketinan bûye zemîn. Ji ber vê yekê, pêşketin û derketina meydanê ya ji rê derketinan a li van welatan, wê helbet bihatana jiyîn. Keştiya şoreşê di deryayên berfireh de di ba û bagerên mezin de bi rê ve diçe; helbet hin wê derkevin da ku xwe bigihînin peravan.
LENÎZM’a ku marksîzma serdema şoreşên proletaryayê ye û rastbûna wê ji aliyê pratîka şoreger a cîhanê ve bi xwîna sed hezaran hatiye îsbatkirin, ne dikare ji aliyê têzen weke “pêşketina civakî”, “derbasbûna aştîane”, “riya ne kapîtalîst” (Ya ku li vir tê xwestin were gotin, ne ew têza Lenînîst a bi şiklê “li welatên paşde mayî, di encama şoreşa gel a demokratîk a neteweyî de di riya ku ne kapîtalîst e Ya ku li vir tê xwestin were gotin, ne ew têza Lenînîst a bi şiklê “li welatên paşde mayî, di encama şoreşa gel a demokratîk a neteweyî de di riya ku ne kapîtalîst e) ku di rastiyê de teoriya ji burjuwaziyê re xulamtî kirinê ye û pêşniyara li gel burjuwaziyê desthilatî parvekirinê dikin, û ne jîdikare bi derewên “du dewletên super”, “cîhana sêyemîn”, û “sîstema ekonomîk a nû ya navdewletî” ku teoriya xulamtiya herî girêdayî ya bi emperyalîzm û paşverûtiya wê ve ye, ji bo gelên cîhanê ji rewşa bûn rênîşandêr û rêberê çalakvaniyê were dûrxistin.
Arîstokrasiya karkeran ku bi taybet bi nirxa zêde ya ku emperyalîzmê ji mêtingehan bi desxistiye bi xwedî kiriye, îro li welatên pêşketî yên kapîtalîst di êrîşa li dijî Lenînîzmê de burjuwaziyê jî derbas dike. Qedera vê meyla ku îro weke “euro-komînîzm” tê binavkirin û di partiyên kevin ên komînîst de derketiye meydanê, ku partiyên desthilat ên ku emperyalîzm herî zêde baweriya xwe bi wan tîne ev in, ji niha de dişibe aqubeta partiyên sosyal demokrat. Çîna karker a welatên emperyalîst ku hê nekariye partiyaxwe ya şoreşger ava bike, heya ku maskeyê vê meylê neaniye xwerê, wê alikariyeke cidî yawê ne bigihe gelên mêtingehan û ne jîbigihe wê bi xwe.Beyî ku derfeta kişandina nirxa zêde ji mêtingehan ji holê were rakirin jî, mirov nekare bi temamî li benda pêkhatina wezîfeyeke wiha bisekine.
Ji dema ku tevgerên rizgariya neteweyî bûn meylên sereke yên şoreşger ên serdema me pê de, em dibînin ku li vê qadê jî jirêderketinên cur bi cur xwe didin der. Ev meylên ku di cewher de çavkaniya xwe ji şert û mercên madî yên girêdayî bi emperyalîzm, mêtingerî û paşverûtiya herêmî digirin û her ku diçe karektereke reformîst, lihevker, paşver û nîşan didin, îro di hembêza revîzyonîzma modern de tên bixwedîkirin. Bi temamî deşîfrebûna îdeolojiyên burjuwa û ji aliyê gel ve bi germahî pêşwazî nekirina wan, neçar dihele ku ev meyl hema di aliyê şiklî de bibin sosyalîst.
Taybetmendiya diyar a reforman di pêvajoya emperyalîst de ew e ku, ji bo ku têkoşîna gelan a di riya azadiya tam de ye were astengkirin weke amûrekê rol lîstiye. Heya ku tevgerên rizgariya neteweyî berê xwe bidin serxwebûna tam, rastiyek ku ji aliyê pratîka roja me ya îro ve bi sedan car hatiye îsbatkirine, ku emperyalîzm û mêtinger nokerên xwe ji bin de ji bin dedixin tevgerê, hewl didin ku bi hin reform xistin rojevê girseyan pasîfîze bikin. Bo mînak; li Filîstin û Rodezyayê rewş bi vî şiklî ye. Lê ew jî rast e ku şoreşgeran ti car guh nedaye reforman.
Reform, eger di nav têkoşîna germ de û di riya ku diçe serxwebûna tam de weke berhemeke rex a têkoşînê derkevin meydanê maneyekê hildigirin.
Di tevgerên rizgariya neteweyî de, ji derveyê diyardeya serxwebûnê hem û meyl reformîst in. Her meyla reformîst jî, meyla yên ku di cewhera xwe de bi têkîliyên madî bi emperyalîzm, mêtingerî û paşverûtiya herêmî ve girêdayîne ye.
Di roja me ya îro de, ji rê derketinên (sapma) reformîst ên di nav tevgerên rizgariya neteweyî de û ji rê derketinên çep û rastgerên di nav tevgera komînîst û çîna karker de, wê nekaribin pêşketina tevgera şoreşgerî ya cîhanê asteng bikin. Marksîzm-Lenînîzm ku di têkoşîna li dijî emperyalîzmê de heya roja me ya îro bi gelên cîhanê gelek tişt daye qezenckirin, wê ji vê şun de jî bi gelên cîhanê gelektişt dan qezenckirinê bidomîne.
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER