PÊKHATEYA (YAPI) CIVAKÎ
Pêşketina mêtingeriyê, di qada ekonomîk de li ser pêkhateya neteweyî û çînî ya Kurdistanê dibe sedema guherînên mezin. Pêkhateya civakîya ku axayên feodal û reîsên eşîran û gundiyên ku xizmetkarên wan in, di şert û mercên civaka girtî de pêk anîne, îro hatiye parçekirin. Li aliyekê gundiyên ji ser erdan tên qewitandin, ji têkiliyên xwe yên feodal û eşîrî dest berdidin û dibin proletar; li aliyê din axayên feodal û reîsên eşîran, dibin kapîtalîstên axê û burjuwayên komprador. Dezgehên dewleta mêtinger, zêde zêde kadroyên burokrat digihîne hev û kêm netewe, di astên girîng ên ekonomiyê de di wezîfeyên bi îmtiyaz de tên bicihkirin. Girseyeke mezin a xwendevanan di saziyên perwerdeyê ku bi armanca asîmilasyonê hatine avakirin de kom bûne.
Ji van ên herî serkeftî di saziyên dewletê de tên bikaranîn. Ev pêkhateya civakî ya nû ku di encama tesîra kapîtalîzma biyanî ya li ser pêkhateya civakî ya feodal pêk aniye de çêbûye, li gorî taybetmendiyên xwe dabeşî van beşan dibin:
Maketa li kurdistanê ya burjuwaziya tirk a dagirker:
Ji ber ku bi armanc û terzên cuda hatiye metingehkirin, Li Kurdistanê, tebeqeyek ku li mêtingehên din nayê dîtinderketiye meydanê. Burjuwaziya Tirk ji ber ku Kurdistanê ne tenê weke mêtingeh dibîne, di heman demê de ji bo neteweya xwe weke qada lê bicihbûne dibîne, weke quweteke ji herême ye tevger dike û hewl dide ku li Kurdistanê karîkatora xwe çêbike. Bi taybet li bajarên Kurdistanê yên bi Tirkiyê re sînor, tebeqaya hegomon ji van pêk tê. Ev tebeqaya ku hê di dema Osmaniyan de ji begên Tirkên li Kurdistanê bi cih bibûn, di dema komarê de ji kêmneteweyan, ji giregirên rêveberiya mêtinger û ji Kurdên xayin ku Tirkbûn li gorî berjewendiya çîna xwe hê destdayî dîtine pêk hatiye, li Kurdistanê palpişta civakî ya herî girîng a burjuwaziya Tirk e.
Ev tebeqeya ku di qada sanayî û tîcaretê de raseriya (üstünlük) wê heyî û li gel kapîtalîzmê di zikhev de dimeşe, ajanê birjuwaziya Tirkê li metropolan e. Ji bo ku mêtingeriya Tirk were rewakirin û ji bo ku rastiya Kurd were înkarkirin, bi rola sereke radibe: Weke ku ne li Kurdistanê, li Tirkiyê bijî tevger dike. Ev tebeqe ku dizane, tenê dikare bi tinekirina rastiya Kurd ji bo xwe mafa jiyanê ya heta heta peyda bike. Tevgera rizgariya Kurdistanê, wê bi temamî vê tebeqaya kumeylên şoven, sosyal-şoven û neteweperestên Tirkên faşîst jî bi xwedî dike ji holê rabike.
Çîna komprador-feodal:
Ev beş, ku wexta ku pêkhateya civaka feodal-eşîrî ji jora xwe ve û bi şiklekî paşver û hat ji hevxistin di encama têkîliya şidayî ya kapîtalîzma Tirk de derketiye meydanê, ji axayên axê yên kapîtalîst ku di şexsê xwe de temsîla kedxwariya feodal dikin û mutehît û acenteyên mezin pêk tê. Ev beşa ku berê axayên axê yên feodal bûn û bi xwe re burjuwabûn pêş xistiye, mutefîqeke sediq a mêtingeriya Tirk e. Vê çînêdi dema komarê de rola xizmetkariyêku ji Serdema Navîn pê de pê rabûye, hê jî qeyîmtir kiriye û nirxa zêde ya ku bi dest xistiye rojane veguhestiye Tirkiyê.Pirsgrêkeke wê ya weke serxwebûn û pêşxistina sanayiya welêt tineye. Cihê vê çîna ku ji bo bireve Tirkiyêji mejda cihê xwe amade kiriye, li Kurdistanê tineye. Di nav partiyên burjuwaziya mêtinger de xwe rêxistin kirine û pêşketina xwe, pirsgirêkên xwe, rizgariya xwe ji burjuwaziya Tirk cuda nagirin dest. Weke ku parazvanê berjewendiya wan a çînî be, li dewleta mêtinger dinêrin û li hemberê wê, daxwaza heqekî herî biçûk a siyasî nakin. Hin caran ji bo ku rûyê xwe yê xayin veşêrin, hewl didin da ku xwe neteweperest nîşan bidin, berevajî, li gel mêtingeriya Tirkan di mijara berjewendiyan de ti nakokiyên wan ên cidî tineye. Ev beşa ku tenê karibe bibe xizmetkarê neteweperestiya Tirk, di nav hedefên tevgera rizgariya Kurdistanê de ye.
Burjuwaziya biçûk a bajaran:
Piştî ku mêtingerî di qada ekonomîk de pêş ket, tevgereke bajarbûnê ya sûnî (lihevçêkirî) pêşket. Li bajarên ku ne li ser esasê sanayiyê hê bêhtir bi şiklekî lihevçêkirî ji kombûna zêde şêniyê pêk hatine, ji pîşeyên wekî terzî, berber, xwediyên dukanên biçûk, saziyên biçûk ên erebayên bi anîn û birinê (taşımacılık) re mijul dibin tebeqeyeke burjuwaziya biçûk a bajaran pêş dikeve.
Ev tebeqe jî, ji sîstema mêtinger û feodal –komprador zerereke mezin dibîne. Berjewendiyên wan bi yên sîstemê re nakok in lê timî bi tirsa ku wê karê xwe wenda bikin, hewl didin wekî ku sernerm in xwe nîşanî sîstemê bidin. Pêşketineke kapîtalîst a neteweyî ku ev tebeqa li ser navê wê siyasetê bike, tevgereke serxwebûnê ya bihêz ku proletarya jê re pêşengî dike, û ji vê tebeqayê beşeke girîng ê tevlî bibe, tineye. Ji ber van sedeman e ku ev tebeqa bi neçarî dibe zemîna madî ya nêrînên reformîstên ku pasîfîzma civakî weke rêbazeke têkoşînê qebûl dikin, xizmeta lîberalîzekirina sîstema mêtinger û hineke din zêdekirina berjewendiyên wan ên çînî dikin.
Beşa jor a vê tebeqeyê ku kenê xwe bi dozên giranbiha yên weke serxwebûn û demokrasiyê dike û xwe wekî siyastmedarê herî biaqil dihesibîne, pirî caran hewl dide sîstema mêtinger û feodal-komprador ku bi têkîliyên madî pêre girêdayî ye, rewa bike. Bi taybet di pêvajoyên çewisîn û şîdetê de, ev beşa vê tebaqeyê bi temamî dibe xizmetkar û ajanê sîstemê.
Tevî vê, dibe ku ji nav vê tebeqayê hem di aliyê hejmar de hem jî di alîyê cewher de beşeke bihêz a welatparêz jî derkeve. Eger bi rêbazên îknakirinê nêzîkatî li wan were çêkirin, ev tebeqa ji tesîra reformîzmê xelas kirin û tevlî hêzên têkoşîna rizgariya neteweyî kirin mumkun e.
Gundîtî:
Gundîtî, ku îskeletê şêniya Kurdistanê pêk tîne û di seranserê dîrokê de bi çewisînên herî mezin re rû bi rû maye bingeha neteweya Kurde jî. Kurdîtî û gundîtî ji hev veqetandin ne mumkun e. Ji ber ku heya roja me ya îro li bajaran meyleke înkara neteweyî li pêş bûye, rastiya Kurdan bi gundîtiyê sînordar maye. Gundîtî ji homejenbûnê dûr e. Wexta li ser axê kapîtalîzm pêş ket, gundîtî jî ji hev cuda bû; piranîya axayên feodal ên axê gundîtiya dewlemend pêk anîn, beşek ji van jî axên xwe wenda dikin û gundîtiya navîn pêk tînin. Gundiyên zengîn bi piranî li bajaran bi cih dibin û bi navbeynkariya kesekî alîkar, dîsa serfên xwe yên kevin bi şiklê nîv serf, nîv proletar bi xwe ve girêdide û keda wan dixwe. Gundîtiya navîn, bi xwe li ser axên xwe disekine, hê bêhtir hewl dide bi keda xwe debara xwe bike û kêm caran karkeran dixebitîne.
Gundîtiya feqîr, beşeke mezin a gundîtiyê pêk tîne. Gundîtiya feqîr a ku pir kêm derfeta wê heye da ku li bajaran ji xwe re kar peyda bike, bi temamî di hembêza bêkarî û feqîrtiyê de ye. Ev beş, ji sîstema mêtinger û feodal-komprador zerara herî mezin dibîne. Pêşneketina hêzên hilberînê di bin çewisîna mêtinger û feodal de, herî zêde li welat li ser gundîtiyê tesîra xwe nîşan dide. Beşa navîn û feqîr a gundîtiyê ku di nav tarîtiya Serdema Navînde ye, nikare ku ji berhemên zîraetê sûd wergire û naçar dimîne bi erzanî hilberîna bi dest xistiye bi destê dewlet û kompradoran ve berde. Di bin zilm û zora mêtinger û feodal de pêşneketina hêzên hilberînê li welêt, dibe sedem ku gundîtî jî pêş nekeve. Têkoşîna serxwebûn û demokrasiyê ya welêt, ji ber ku di heman demê de wê gundîtiyê jî rizgar bike, gundîtiya navîn û feqîr dikevin nav çarçoveya hêzên esasîyên têkoşîna rizgariya neteweyî. Gundîtî ku hêza wê ya pêkhateyeke (yapı) îdeolojîk-rêxistinî ya serbixwe avakirinê tineye, tenê dikare di bin pêşengiya îdeolojîka rêxistinî ya proletaryayê de were gel hev. Gundîtî ku meylên cur bi cur ên reformîst ên burjuwazî û burjuwaziya biçûk dixwazin bixin bin tesîra xwe, ji ber cih û şert û mercên ku ew niha di nav de ye bi reformîzmê re li hev nake. Hêza wê ku di şert û mercên îro de di encame têkîliyên eşîrî-feodal de bi navbeynkariya feodal-kompradoran di navbera partiyên burjuwazî de hatiye parçekirin, di pêşengiya proletaryayê de di nav têkoşîna rizgariya neteweyî de anîn gel hev, yek ji erkên herî girîng ê şoreşgerên proletar e.
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER