MÊTINGERÎ Û PÊVAJOYA KAPÎTALÎZMÊ YA REKABETA SERBEST
Hilberîna manîfaktorê ku xwe dispart keda dest, bi karanîna mekîneyan re cihê xwe ji hilberîna febrîkayê re berda.Weke çavkaniyeke nû ya enerjiyê hilm bikaranîn û mekîne pê xebitandin, hilberîna metayêhem zêde erzan kir û hem jî kir hilberîneke girseyî. Burjuwaziya ku şoreşa sanayiyê pêk anîbû, feodalîzma ku tenê di qada siyasî de tesîra xwe di nav civakê de didomand bi şoreşan ji dewletê dûr xist û bû yekane hêza hakima civakê. Burjuwazî, ku di têkoşîna li dijî feodalîzmê de alîkariya karker û gundiyan girtibû, piştî ku amûra dewletê bi dest xwe xist, êdî ji bo pêşketina xwe ya bêdawî ev amûra çewisînê bi kar anî. Sînorên feodal ji holê rakir û bi şiklekî azad pêşketina civaka metayê pêk anî. Di çêbûna ziman, çand û dîroka neteweyî de rola sereke lîst. Di qada siyasî de bi pêkanîna dewleta neteweyî, netewebûn temam kir. Dîsa di pêşketina zanist û teknolojiyê de, serkeftinek ku heya wê rojê nehatiyê dîtin çêkir.
Lê ev pêşketinên erênî ku burjuwazî pêk anîbûn, ti car li mêtingehan nehatin bikaranîn. Ji hem û nîmetên kapîtalîzmê kulmeke neteweyên “şaraza”(uygar) yên Ewrûpayê sûd wergirtin. Di pêvajoya rekabetkar de, civakên ku di encama dînamîkên navxweyî de kapîtalîzm pêş xistine bi xwe re netewebûn çêkirin, lêbelê ji ber mercên çewisîn û kedxwariyê ku her diçe hê jî zêde dibû, mêtingeh, ji taybetmendiyên xwe yên neteweyî her ku çûyî hatine dûrxistin.
Mêtingeriya pêvajoya kapîtalîzma rekabeta serbest, li gorî pêdiviyên vê pêvajoyê pêş ket. Zêde hilberîna metayê pêwîstî bi hê zêde madeyê xav û sûkan didît. Vê rewşê neçar hişt ku li mêtingehan, li şuna xesp û talana vekirî û eşkere, sîstemeke ekonomîk ku rêgeza (ilke) pevguherîna serbest têde hakime û xwe dispêre hilgirtina (taşima) tiştên zîraî û madenan were avakirin. Civakên ku bi temamî hatin kirin yedekên kapîtalizmê, bi şiklekî yek alî û girêdayî ji der ve çewt hatin pêşxistin, serxwebûna xwe ya ji hundir ve wenda kirin û bûn pêyk (uydu). Di van civakan de, beşên nêzî çanda Ewrûpa û ji bo ajanbûnê destdayî, di çarçoveya pevguherîna serbest de weke quwetên navgîn (aracı) lêhatin kirin û weke çîneke burjuwa ya komprador a herêmî hatin pêşxistin. Ev tebeqaya ku ji aliyê kapîtalîzma Ewrûpayê ve hatiyê pêkanîn, ji bo ku bi şiklekî herî hilweşîner tesîra kapîtalîzmêli ser mêtingehan çêbibe bi rola ajantiyê rabû û li ber berxwedana neteweyî bû astengeke girîng. Ji nav begên feodal û serok eşîran bi zêdebûnê hin derdor û faktor jî, tevlî vê tebeqeyê bûn.
Kapitalîzma Ewrûpayê ku dabû pey feydeyê, herî zêde li mêtingehan ev derfet peyda kir. Ev rewşa mêtingehan a bûn çavkaniya feydeya zêde, sedema esasî ya çewisîn û kedxwariya ku her diçe li ser mêtingehanzêde dibeye. Mêtingeriya di pêvajoya daneheva seretayî de di qada ekonomîk û leşkerî de hatiye pêşxistin, di vê pêvajoyê de li ser bingeheke çandî, civakî û leşkerî hate rûnîşkandin û weke sîstemekê hat dîzaynkirin.
Gelên ku pêşketinên wan ên siyasî sînordar, hatin kirin mêtingeh û împaratoriyên feodal ên bihêz jîhatin kirin nîv-mêtingeh. Îxraca metayê hat gihandin deverên herî dûr ên cîhanê û herwiha sûkeke cîhanî hat pêkanîn. Bi vî şiklî, dîroka gelan weke dîrokek ku bi hezar tayê bi kapîtalîzma Ewrûpayê ve girêdayî û li jiyanên xwe yên neteweyî biyanî ye hat kirin. Dest pê kir li çend navendên Ewrûpayê siyaseta cîhanê were çêkirin û were manîpulekirin.
Di bin mêtingeriya vê pêvajoya kapîtalîzma ku seransera sed sala XIX. de pêşketî, rewşa aram û bi halê xwe mayî ya civakên mêtingehan berdewam kir. Têkiliyên feodal, wekî bûyî, bi halê xwe hatin hiştin. Li cîhanê, hema bêje hem û qadên ku karibe werin mêtingehkirin hatin fetihkirin. Mêtingeriya ku bi firehî hatiye temam kirin, hewl hat dan da ku bi kûranî jî were pêşxistin. Berxwedana civakên ku bi eşîr, gel û dewletê dihatin temsîlkirin hat çewisandin û serdema zerîn a rejîmên mêtingehên klasîk hat avakirin. Mêtingehên ku di nav tarîtiyeke mezin de hatine hiştin, karê xwe yê têrkirinakapîtalîzma çilek (obur) domandin. Berxwedanên ku tevî vê rewşê pêş ketine, di lîberalîzebûn û nermbûna rejîmên mêtingehan de bi tesîr bûn.
Wexta ku li beşeke mezin a cîhanê rewş bi vî şiklî pêş diket, li Rojhilatê Ewrûpayê, bi şiklekî sînordar jî be di civakên ku kapîtalîzm bi dînamîkên navxweyî pêşketiye de, rewş hê cudatir pêş ket. Împaratoriyên xanedaniyê yên ku berêli dijî îstîlayê li van deveran hatine avakirin, li ber pêşketina kapîtalîzma neteweyî bûn asteng. Burjuwaziyên tîcarî yên neteweyî, ji bo ku li ser sûkên xwe serdestiya xwe çêbikin û berê xwe bidin kapîtalîzma senayiyê, avakirina dewletên xwe yên neteweyî weke neçarî dîtin. Ev nakokiya ku bû sedem di navbera burjuwayên hakim û bindest de şerekî bazarê derkeve, tevî ku pirsgirêka neteweyî bi temamî çareser nekir jî hin serkeftin bidest xwe xistin.
Diyardeyeke (olgu) din a giring ku di pêvajoya kapîtalîzma rêkabeta serbest de derketiye meydanê jî, çîna karker pêş ket û xwe gihand doktrîneke zanistî. Sosyalîzma zanistî ku ji aliyê K. Marks û F. Engels ve weke paradîgmayeke bi sîstem hat sererastkirin, sentezeke herî li pêş a aliyên erênî yên çanda mirovahiyê yên heya wê rojê hatiye pêşxistin e. Ev doktrîn ku çavkaniya kedxwariyê ya civaka kapîtalist derxistiye meydanê, bi meşîna li ser vê reçê çavkaniya kedxwariyê ya hem û civakên çîndar derxistiye holê û neçarbûna sosyalîzmê îsbat kiriye, ji bo rizgarbûna çîna karker û gelên cîhanê rê nîşandêreke çalakiyê ya bi quwet e. Kapîtalîzma rekabeta serbest ku pirsgirêkên wekî mêtingeh kirina hem û cîhanê, li rojava û rojhilatê Ewrûpayê pirsgirêkên neteweyî yên nehatine çareserkirin û tevgera çîna karker ku bibû xwediyê doktorîna sosyalîst li pey xwe hişt, cihê xwe terkî emperyalîzmê kir.
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER