PÊŞWAZİYA XERAB
Di dirokê de pêşketina lêhûrbûna bîra civakî bi pêşketina diroka devikî re giredayî ye. Dîrokzanên devikî awa yên diroka fermî ji ber kû reng û dengê kesên bindest şember nake û nade xûya kirin şas dibinin û bingeha xwe ji fikrê kû dirokek bi dan û standina devikî a bi kesên nav civakê re were avakirin di girêdayî nav van kesan de jin u penaber derdikevin pêş. Caxe bi sedam a xebatên diroka devikî bi hin kesan re hevpeyvîn hat li darxistin û çiroka jiyana wan hat guhdar kirin her mijar û bûyer rûyeki xwe ye cûda nîşanî mirov dike.
Ew taybetmendiya van xebatan bala zanyarên civakî kişande ser bîra civakî, sedsala 20. de tesîra dagirker ya li ser mirov û civak qade ke lehûrbûneke mezin avakir. Bêguman diroka devikû û bîra civakî hev û du mezinkirin û peşxistin. Li cihanê komkûjiya yahûdîyan, zilma başûrê afrîka û emerîka di van xebatan de derket peş, li rojhilata navîn û Kurdîstanê ji wek her mijara ku zilm û bindestî derbas dibe di ve mijarê de ji kurd derketin peş.
Hîn behtir ji darbeya leşkerî ya sala 1980’ê ye û di virde bûyerên ku pêk hatine bûn mijara van xebatan, bi armanca ku kuştinên faîlên meçhûl û qirkirinên wê demê nayên ji bir kirin û kujerûn wan werin ditin bi gelek kesen ku merivên xwe winda kirine re hevdîtîn hatin li darxistin û arşîvekê girîng hat avakirin. Dema ew xebat dihatin meşandin ji ber ku rêvebir ê dagirker guheribû zêde astengî dernexistin. Le belê rêvebirê dagirker werin guhertin ji qirkirinên kurdan bi dawî nabin û her roj bûyereke ku bibe mijara xebatan te jiyankirin.
Ne dûr, salên 2015-2016 an virde qirkirinek bêdawi didome. Her mirov dema xebateke dimêzîne awayekî ku bê berdel be hildibijêre mirov vê armancê fêhm dike. Ji ber ve armancê jî dema hin mirovên berçav dixwazin balê bikişînin ser kuştina kurdan ji delwa kuştinen îro ve minakan ji salen 90 didin xebaten xwe ji ber ku behtir li ser wê demê dimeşinîn. Xebatên ku li ser dema xweseriyê tên meşandin ji behtir yan ji girtigehan an jî ji Avrupa têne meşandin. Ev nêzikatî ji hineki te fêhm kirin.
Le belê di van demên dawî de mijarek bal kişand ser xwe ku mirov nikare ji tu avayi fêhm bike. Kes ê bi nave Ahmet Güneştekin pêşkeşiya xwe a bi nave “odeya bîranîne” li bircên amede lidarxist. Berhemek wilo derket holê ku mirov ji ku ve bigire di destê mirovde dimîne ez bawerim ev kar bu minakekê şember ji hevoka serokatî a ku dibeje “tiştê ku ne etîk be, nikare estetik be jî” mirov çawa eş û kulê gelekî deyne meydane û destûr bide berpirsyarê van eşan ku werin û di nav birînen te de bi gerin û bi kenin govendê bigirin.
Ew kesên ku kolanên bakûrê Kurdîstanê di nav xwînêde bûn xwe ker û lâl dikirin îro disa bi hinceta peşxistina hin kuştine werin li kolanên Kurdistanê bi kêf û coş bigerin û di nav êşên gele Kurd de bi rûkenî suretan bigirin. Ev êdi henek pêkirina eşa ye.
Çawa Picasso di derheqê tabloya xwe Guernîca a ku li ser İspanya xez kiriye de dibeje “ev tablo ne min, we çekiriye”, di pêşkêşiya amede de jî Ahmet Güneştekin birînên gele Kurd qurbana çanda populîst kiriye û ji delva ku wek hunermende kî hesabê berhemên dirokî yê Kurdistanê ku wek Surê û Heskeyfê tên talankirin bi pirsê ji bo ku dilê serdesten îro û rewşenbirên Stenbolê yê rû reş nehêle çavê xwe li kuştina ciwanên kurd yê beriya çend sala digire û deriyê birîne gelê kurd ji bo nav û dengê xwe ji wan kesen rû reş re vedike, piştî qetilkirina Haci Lokman Birlik, Taybet ana, Cemile Cagirga, Ekin wan u laşên ciwanên ku li Nisebînê bin daran ve hatin daliqandin û şewitandin ev ji bû minakeke nû ji bo peyva Hannah Arendt ku dibeje ji rezebûna xerabiye. Ez bawerim caxe Hannah Arnedt ev peyv xiste literatûra zanistiya civaki de minaka xerabiye yê bi vî avayî neditibûn.
DORŞİN
YORUM GÖNDER