II- CIVAKA BAKURÊ KURDISTANÊ PÊKHATEYA EKONOMÎK
Ekonomiya feodal a Kurdistanê di dema Osmaniyan de bi temamî ket pêvajoya sekinîn û di halê xwe de mayinê. Di bin zilm û zora her ku diçe ji aliyê Sultan û derebegên herêmî ve dihate zêdekirin de ne mumkun bû ku hêzên hilberînê pêş bikevin. Şert û mercên giran ên leşkerî û vergiyê, pişt li gundiyan şikenandi bû.
Îxraca meta ku piştî şoreşa sanayiyê berfireh bibû, zeneatkariya li Kurdistanê heye têkbiribû. Kurdistan ku heya salên 1850’an xwediyê ekonomiyek ku têra xwe bi xwe bû, ji vê dîrokê bi şun de serxwebûna xwe ya di qada ekonomiyê de wenda kir. Ji ber ku li şuna zeneatkariya ku ji holê rabibû, hilberîna manîfaktor û febrîqeyê pêş neketibû, ekonomiya feodal ku xwe dispêra çoltereyê cihê xwe hê jî qeyîmtir kir. Di îxraca metayan de wekî xeleka navber bikaranîna kêmneteweyên Xiristiyan, pêşî li pêşketina tebeqeyeke komprador girt. Li aliyê din, qutkirina têkîliya di navbera zeneatkariya li bajaran û ekonomiya feodal ku di bin kedxwariya du qatî ya Siltanên Tirkên Osmanî û begên Kurdan de bêkêr bibû, derfetên ku bi dînamîkên navxweyî kapîtalîzmeke neteweyî pêş bikeve ji holê rakir. Piştî 1850’an kompradorên ji kêmneteweyan pêk dihatin, tîcareta hundirîn û ji derve bi dest xistin. Vê yekê kir ku bi tesîra kapîtalîzma Rojavaya Ewrûpayê, pêşketineke kapîtalîst mumkun nebe.
Burjuwaziya Tirk ku di demên destpêkê yên komarê de tîcareta di destê kompradorên kêmneteweyan de bi dest xist û di qadên kar ên weke tîcaret, sanayî û malî de hakîmiyeta xwe ava kir û di heman qadên karan de li Kurdistanê (beşa Kurdistanê ya bakur) jî hegomonyaya xwe ava kir. Burjuwaziya Tirk ku di sînorên komarê de di qadên sanayî, tîcarî û malî de bi temamî bi feraseteke neteweyî – tekdest tevger kiriye, di qadên sanayî, malî û tîcarî de ji bo pêşketineke herî biçûk derfet neda. Tenê, li herêmên navîn ên Kurdistanê ku nikarîbû xwe bigihînê, her çendî pir sînordar jî be karîbû bi destên hin beşên Kurdan tîcaret pêş bikeve. Ji xwe, di dorpêça tecrîda giran a leşkerî, siyasî û çandî (kültürel) de li benda pêşketineke kapîtalîst a ku xwediyê karektera neteweyî ye bûn bi temamî xiyalperestî ye.
Burjuwaziya Tirk ku di qada xwe ya herêmî de ne karibûye di bin kontrola emperyalîzmê de pêşketineke kapîtalîst a neteweyî pêk bîne, li Kurdistana ku di bin hakîmiyeta xwe ya mitleq de digirt wê kapîtalîzm pêş nexistana. Ji ber van sedeman, heya 1950’an li Kurdistanê hê jî ekonomiyeke feodal a di halê xwe de sekiniye hakim bû. Burjuwaziya Tirk, ji hevketin û hilweşîna vê ekonomiyê, ji ber sedemên siyasî dereng xist. Berdevkên burjuwaziya Kemalîst pir baş dizanîn ku parçebûna ekonomiya feodal wê bibe sedema pêşketina şert û mercên madî yên rizgariya neteweyî, ji bo berjewendiyên xwe hê di cih de didîtin ku vê pêvajoyê qasî ji dest wan were dereng bixin.
Ji ber ku welatên sosyalîst zêde dibûn, tevgerên rizgariya neteweyî her ku diçe zêde dibûn û pêş diketin, pêdiviyên tekdestên (tekel) navdewletî bi bazar û madeyên xav zêde bûn, tekdestên navdewletî pêwîstî pê dîtin ku bazarên di destên xwe de bi kûrahî pêş bixin. Ji ber heman sedeman, li Tirkiyeya ku di dema Partiya Demokrat de di navbera salên 1950-1960’an de bi temamî ketiye bin kontrola emperyalîzmê, di qadên zîraet û sanayiya montajê de lêza pêşketina kapîtalîzmê zêde bû. Di vê pêvajoyê de, li gorî emperyalîzmê bilêzbûna pêşketineke kapîtalîst a bi vî şiklî neçariyek bû.
Kapîtalîzma ku li Tirkiyê di encama hevkariya bi tekdestên navdewletî de hatiye pêşxistin, ne mumkun bû ku li ser pêkhateya civaka feodal a Kurdistanê ku bi sedan sal di dorpêçeke tecrîda giran de hatiye razandin bi tesîr nebe. Pêdiwiya her ku diçe zêde dibû ya tekdestên navdewletî û burjuwaziya Tirk bi bazar, madeyên xav, quweta kar a erzan, berhemên ziraî û heywanî, neçar dihîşt ku welatekî wekî Kurdistanê yê fireh û dewlemend, bikeve xizmeta sermayeya wan. Dîsa, feodalên Kurdan ên ku kedxwariya sînordar a heyî kêm didîtin û dixwestin bibin hevkarên kapîtalîzma biyanî û herwiha para xwe ya di kedxwariyê de zêde bikin jî, pêşketineke bi vî şiklî dixwestin. Li Kurdistanê, ku xwediyê coxrafyayeke bi Tirkiyê re cîran e, ji beriya vê di bin kontrola tîcarî û malî ya burjuwaziya Tirk de bû, di serî de kapîtalîzmaTirk li gorî berjewendiyên tekdestênnavdewletî û feodalên Kurd, bi taybet ji 1960’an pêde pêvajoyeke pêşketina kapîtalîst hat bilez kirin. Nedikarîbû hêvî bihata kirin da ku pêşketineke kapîtalîst a bi vî şiklî xwediyê karektereke neteweyî be. Di van şert û mercên kapîtalîzmê ku tekdestên navdewletî, burjuwaziya Tirk û feodalên Kurdên ku bi rola kompradoriyê rabibûn pêş xistibûn de, pêşketineke ekonomîk a serbixwe ya herî biçûk ne mumkun bû. Ekonomiyeke serbixwe, dikare di şert û mercên ku ji derve dest werdaneke emperyalîst nebe û li hundir jî yekîtiya siyasî heye de pêş bikeve. Bi sedan sal e ku li Kurdistanê şert û mercên bi vî şiklî pêk nehatine, û herwiha jî di roja me ya îro de pêkhatina van şert û mercan tenê bi têkoşîneke rizagariya neteweyî ku bi serkkefftinê encam bibe gengaz e.
Bi kurtasî, pêkhateya (yapı) ekonomîk a Kurdistanê ku cihê wê yê navdewletî, dîroka wê û çarçoveya wê ya siyasî bi kurtasî hatiye diyarkirin û îro hê bêhtir ji aliyê kapîtalîzma biyanî ve tê manîplekirin, xwediyê van taybetmendiyan e:
a) Burjuwaziya Tirk, dest datîne ser beşa herî mezin a berhema zêde ya ku di şert û mercên pêşketina kapîtalîzmê de derdikeve meydanê. Tevî ku dezgehên taybet jîhene, dezgehên dewletê ku berjewendiyên çînên hegomon ên Tirk digihîne hev, berê xwe dayê dewlenmendiyên ser erd û bin erd, û ekonomiyeke talanê ya temam bi rêxistin kiriye. Ev hem û dezgehên ku girêdayî tekdestên (tekel) dewletê ne, di serî de petol, di qadên wekî çem, erd (toprak), kansazî (madencilik), berhemên ji heywanan tê bidestxistin, sanayiya çîmentoyê û tîcaretê de hatine avakirin. Dezgeh û saziyên wekî TPAO (şîrîkatiya petrolên Tirkiye), TMO (ofîsa berhemên Tirkiye), TEK (saziya elektrîkê ya Tirkiyê), TKİ (dezgehên komirê yên Tirkiye), Türkiye Çimento Sanayî Anonim Şirketi, Etibank, Sümerbank, Çukobirlik, TEKEL, banka, çiflikên çandiniyê yên dewletê, kombîneyên goşt û hwd.ku bi temamî milkê dewleta mêtinger a Tirk in, aliyê (taraf) ekonomiya Kurdistanê diyar dikin û ji bo gelê Kurd pareke herî biçûk jî nahêlin. Di van dezgehan de tevî ku para tekdestên navdewletî heye, parake herî biçûk a kes û derûdorên Kurd tineye. Wexta ku dewlemendiyên welêt ji binî de tê birin, ji bo faktorên herêmî pareke komisyonê jî nayê hiştin. Sedema feqîrbûn û pêşneketina bi sedan sal, bi taybet jî di roja me ya îro de, bingeha xwe dispêre vê ekonomiya talanê. Ev sîstema talanê, ku ji bo ku gelê Kurd karibe bi azadî pêş bixe qadeke herî biçûk nehiştiye, ji bo pêşneketina hêzên hilberînker, bêkariyê, feqîrtiyê, xirabûna exlaqî, înkara neteweyî û bi her şiklê paşverûtiyê re bûye zemîn.
b) Ji bo ku ev ekonomiya talanêku li welatên din ên mêtingeh nayê dîtin û burjuwaziya Tirk bi destê xwe çêkiriyewere meşandin, hewl tê dayin li Kurdistanê şebekeya riyên bejahî, trên û hewayî were pêşxistin. Li şuna ku Kurdistan wekî yekparetiyeke (bütün) ekonomîkwere dîtin û li gorî wê sîstema riyan were pêşxistin, bi temamî sîstemek ku girêdana bi Tirkiyê re zêde dike, dike hedef ku xwe bigihîne dewlemendiyên welêt, dike armanc da ku berhema zêde ya li gund, hêza kar a erzan û derfetên berfireh ên bazarê ji bo derve veke, polîtîkayeke sîstema riyên ku tevgera leşkerî û ekonomîkwekî yekparetiyekê difikire tê pêşxistin. Ev rê, wekî damarên mûyîn ên organîzmayekê, kanalên ku hem û çavkaniyên jiyanê yên welêt, keda wî, mejiyê wî vediguhezin Tirkiyeyê ne. Bi navbeynkariya van riyan, bajar bi bajar, navçe bi navçe, gund bi gund Kurdistan li Tirkiyê hatiye girêdan. Bi vî şiklî, di asta bajaran de, di asta herêman de û herwiha di asta hemû welêt de rêxistinbûna li dora bazareke şîrîk wê bê anîn rewşeke nemumkun. Jixwe, nabe ku mirov hêvî bike ku li ser esasê ekonomiya talanê li Kurdistanê bazareke şîrîk, yekitiyeke li ser esasê bazarê çêbibe. Çawa ku polîtîkaya riyan ji vê taybetmendiya ekonomiya mêtingeriyê tê, rê jî pêkhateyeke (yapı) bi vî şiklî qeyîmtir dikin.
c) Li Kurdistanê maliyeya Tirk hakim e. Sîstema pere ya Tirkan, xebata benqeyan, sîstema vergiyê (vergi), bi temamî di destê burjuwaziya mêtinger de ye û ev jî riyeke din a ku nirxa zêde pê tê transferkirin e.
d) Hemû tîcareta ji derve û beşeke mezin a tîcareta ji hundir ve ya li Kurdistanê, di destê burjuwaziya Tirk a mêtinger de ye. Burjuwaziya Tirk, îthalat û îxracata li Kurdistanê di kontrola xwe de digire û bi vê, talanên mezin pêk tîne. Para burjuwaziya mêtinger di tîcareta hundir de jî mezin e. Tîcareta goşt, şîr, tutun, pembo, tirî, fistiq û hwd û dezgehên TMO, Çuko birlik, Fisko birlik, Et ve Balık Kurumu, TEKEL febrîqayên şîr û rûn, ku her yek jê tekdestekî dewletê yê tîcaretê ye û tenê tê de para burjuwaziyaTirkheye, di dest xwe de digire. Ji ber vê sedemê ye ku li Kurdistanê jî bujuwaziyeke tîcaretê pêk nehatiye. Eger di asteke girîng de tîcaret di destê Kurdistaniyan de bibûna, wê pêşketina welêt hê zêde bileztir bûya.
e) Kapîtalîzma komprador û tîcaretê, di qadên ku burjuwaziya Tirk xwe negihandiyê de sînordar jî be bi destê beşên eleqadar ên Kurd pêş dikeve. Kapîtalîzma ku ji ber sedemên coxrafîk, ekonomîk, siyasî û çandî di van qadên ku burjuwaziya Tirk nekariye xwe bigihînê û dewletê jî bi destxistina van qadan li gorî berjewendiya xwe nedîtiye de pêş dikeve, aliyê wê yê komprador li pêş e. Kapîtalîzma tîcarî ya neteweyî, di qadên weke neqliyat, avahîsazî, tîcareta hundirîn de beriya ku derfeta pêşketinê peyda bike, di bin çewisandina kapîtalîzma mêtinger û komprador de tê perçiqandin. Kapîtalîzma komprador a Kurd, bi kapîtalîzma Tirk ve girêdayî ye û tenêdikare di asta ku bi kapîtalîzma Tirk re dibe yek, xwe bigihîne kapîtalîzma navdewletî. Kapîtalîzma Tirk ku tîcareta bi derve li gorî pêdiviyên xwe pêk tîne, dîsa li gorî pêdiviyên xwe destûr dide ku li Kurdistanê xelekeke navberê derkeve meydanê. Kompradorên Kurd, bi burjuwaziya Tirk a hevkar û komprador ve girêdayî ne û bi roleke kompradoriyê ya di asta duyemîn de radibe.
f) Di zîraetê de kedxwariya feodal û kapîtalîst di zikhev de tên meşandin û hê zêdetir ji aliyê heman beşan ve tê pêkanîn. Di çandiniyê de ji ber ku kedxwariya feodal li gel kedxwariya kapîtalîst lewaz dimîne, neçar dihêle ku axayên xwedan erd ên feodal di qada zîraetê de kapîtalîzmê bi pêş bixin. Lê, ji ber ku di zîraetê de hatin û lêçûnên (gelir-gider) malî ji aliyê burjuwaziya Tirk ve tê kontrolkirin, ev pêvajo hêdîtir dimeşe. Di kapîtalîzma zîraetêde ku bi şiklê axayên xwedan erd ên feodal vediguhezin axayên xwedan erd ên kapîtalîst pêş dikeve, dibe ku faktorên neteweyî jî derkevin holê. Girêdayî bi sedemên cur bi cur ên dîrokî û siyasî, li ser erdên Kurdistanê ku çînên hakimên Tirkan karîne pir kêm bi dest bixin, di aliyê milk de hê zêde hakîmiyeta axayên Kurd ên xwediyêax heye. Bi şiklê parçekirina axên mezin û yekirina axên biçûk, erdên di mezinahiya navîn detên pêşxistin. Ev, qadên ku herî zêde îro ji kapîtalîzmê re tên vekirin û cihên herî nêzî kapîtalîzma neteweyî ne. Ekonomiya feodal ku di bin hegomonya û hevkariya kapîtalîzma Tirk de bi şiklê kapîtalîstbûna axayên axê yên feodal ên Kurd ji hev dikeve, hêbi temamî ji tesfiyebûnê dûr e. Di bin hegomonyaya mêtinger-feodal de veguherîna civaka feodal, tenê dikare nîv bi nîv pêk were. Tasfiyeya temam a feodalîzmê, di qada siyasî, civakî, çandî û ekonomîk de bi lidarxistina şoreşê mumkun e.
g) Hêza kar ku wekî encama xwezayî ya kapîtalîzma mêtinger-komprador ji axê qût bûye, ji bo ku mezin be nikare li Kurdistanê cih peyda bike û bi şiklê bêkariyê bêkêr dibe. Eger derfet peyda bin li ser esasê ku xizmeta kapîtalîzma Tirk û emperyalîzmê bike, bi koçberiyeke zêde ya girseyî koçî Tirkiyê û Ewrûpayê dike û li van deveran di karên herî zehmet, herî giran de bi maaşeke kêm tê xebitandin. Ev rewşa keda mirov ku çavkaniya herî mezin a dewlemendiyê ya Kurdistanê ye, sedema bingehîn a feqîrtî û pêşneketina şexs a li Kurdistanê ye. Kapîtalîzma mêtinger-komprodor, derfetên xebitînê çênake û quweta mirovan a karkirinê bi koçberiyê re rû bi rû dihêle, encameke herî nebaş a vê jî di qada hêza karkirinê de xwe nîşan dide.
h) Kapîtalîzma Tirk, li ser bazara Kurdistanê ya ku girêdayî bi bazara wê ya neteweyî ya hakim ve ye kontroleke temam çêkiriye;ji bo daneheva (birikim) sermayeya li Kurdistanê derfet nas nake. Li aliyekî nirxên ku tekdestên dewletê dest danîne ser, li aliyê din nirxên di destê komprador û kapîtalîstên ku di bin kontrola xwe de digirin, timî vedihuhezînin Tirkiyê, li wir dikin sermaye û berê vê sermayeyê didin razandinên ekonomîk. Hêza ku herî zêde dikare li Kurdistanê razandinên (yatırım) ekonomîk bike û dike dewlet e.Ya ku dewlet dike jî, ne ku razandineke têra xwe bi xwe dike û dewlemendiyên welêt li welêt xerc dike ye; berevajî, razandinên ku hem û dewlemendiyên welêt talan dike ye. Karsaziya taybet (özel girişimcilik), berê xwe dide qadên ku feydeya (kâr) wan zêde çêdibe û neteweya Tirk lê zêde dijîn. Nirxa ku li Kurdistanê li gel karsazên taybet kom dibe, ji derveyê avahîsaziyê (inşaatcılık), hê bêhtir berê xwe dide Tirkiyê. Qadên ku lê zêde feyde heye, ji bo kapîtalîzmê weke kabeya wê ne. Her sermayedar dibeze wê derê.
Raserî (üstünlük) û kontrola misoger ku burjuwaziya Tirk di qadên sanayî, malî û tîcarî de ava kiriye, derfetê nade ku madeyê xav, hêza kar û nirxa zêde ya ku li Kurdistanê derdikeve meydanê li welêt bimîne, madeyên xav jî, nirxa zêde jî hê zêde li Tirkiyê kombibin. Di bingeha hem û pirsgirêkên Kurdistanê de ev rastiya heye.
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER