PKK GEL E, GEL NAYÊ DARIZANDIN!
Merheba rêhevalên gelê kurd ên binirx
Em weke Komuna Ramanê ji dil û can û bi hestên şoreşgerî we silav dikin!
Em dikarin mizgîniyê bidin ku em salvegera 44emîn a têkoşîna azadî û demokrasiyê ya kurdan a bi pêşengiya PKKê, bi şoreşa gelan a demokratîk pêşwazî dikin!
Îro roj, bîrdoziya PKKê ya exlaqê humanîst her diçe ji aliyê gelan ve tê destekkirin, berfireh dibe û guhertinên civakî yên mezin pêk tîne. Ji ber ku PKK tovê heqîqetê ye.
Ev exlaqê PKKê, di Şoreşa Rojava de û li Şingalê li dijî DAIŞê bi ser ket û ji Rojhilata Navîn li tevahiya dinyayê belav bû. Bi hezaran enternasyonalîstên ku ev bangewazî di ruhê xwe de hîs kirin berê xwe dan şoreşê û herikîn Rojava. Gelek mirovên ji welatên cuda, ji netewe û dînên cuda canê xwe ji bo vê şoreşa gerdûnî ya exlaqî dan. Ev teqez e ku PKK bi ruhê Apoger xeta şoreş û berxwedanê dibe her derê û vê rastiyê li dinyayê belav dike.
Ev berxwedana exlaqê humanîst a ji aliyê Rêberê Gelan Birêz Adullah Ocalan ve hatiye afirandin û di paradîgmaya PKKê de dijî, hemû mirovên xwedî wijdan vedixwîne berxwedana bênavber û serhildanê. Ev pêngav destwerdaneke şoreşgerî ye li rojevên dûrî heqîqetê. Her wiha armanca vê pêngavê ew e ku faşîzma li zindan, kolan û li her qada jiyanê bişikîne û şerê gel ê şoreşgerî bibe serkeftinê. Di pêvajoyên wiha girîng de pêşengên gel derdikevin pêş û bi pratîkên xwe dîrokê dinivîsin. PKK rehbera herî mezin e ku pêşengên gel jê sûdê werdigirin.
Em ê şanaz bibin, heger hûn di vê demê de ku dîroka mirovahiyê ji nû ve tê nivîsandin tevlî têkoşîna me ya li dijî qedexeya li ser PKK'ê bibin. Em we vedixwînin ku hûn jî tevlî vê xebata me ya li dijî qedexeya li ser PKKê ya dîrokî bibin.
Bi silav û rêzên şoreşgerî
KOMUNA RAMANÊ
YORUM GÖNDER