HAKÎ KARER SEMBOLA FEDAKARÎ Û KEDÊ YE
Bê guman ji bo azadiyê xebat û têkoşîn pêwîste. Tenê xwestin nabe. Xwestina azadiyê û têkoşîna ji bo armancê bingeha diyarkirina pêşerojê ye. Dema koma Apoyî di sala 1977’an de ji bo gihiştina armanca xwe biryara ketina Kurdistanê digirin êdî gavên yekemîn ên ji bo azadiya welat tên avêjtin. Êdî gava welat hatibû avêtin û ji vê veger tune bû. Lewre êdî dewletê jî ev kom dizanîbû. Rêber Apo ji Agiriyê heta Dîlokê civînan li dar dixe. Ev meşa dirêj a Rêber Apo ye. Kesên ku tev li van civînan dibûn dibin kadro û tev li tevgerê dibûn. Piştî civîna Dîlokê vedigere Enqereyê. Hêj sê roj derbas dibe Hakî Karer li Dîlokê bi destê kontrayên ‘Stêrka Sor’ tê şehîdxistin.
Şehadeta Hakî Karer ji bo Tevgerê peyamek bû yan dê rawestiyana yan jî dê berdewam bikirana. Hakî Karer ji aliyê Alaattîn Kapan ve hatibû qetilkirin. Ev kes ji doza THKD’ê ve dikeve zindanê û derdikeve û dibe sîxur. Piştre rêxistineke bi navê ‘Beş Parcacilar’ ava dike. Ev rêxistineke ji THKD, PDK û Kawaciyan pêk dihat. Piştre navê xwe dike Stêrka Sor. Tevger li Îskenderûnê Alaattîn Kapan dikuje. Piştre jî hemû rêxistina wî tasfiye dike. Lewre ev Tevger tiştekî bêhesab nahêle.
Piştî şehadeta Hakî Karer Rêber Apo bi hestên xwe yên tolhîldanî û hêrsa ku têde ye vê axaftinê ji hevalên xwe yên komê re dike: “Hêzên mêtinger, paşverû yên xwecihî û kujerên kirêkirî di wê baweriyê de ne ku dibêjin qey ji holê rakirina şoreşgeran dê têkoşîna gelê me yê welatparêz a pêş dikeve asteng bikin. Lê xwe dixapînin, xwîna her şoreşgerekî ku tê kuştin dê dara serxwebûnê şîn bike û dê bîranên wan azîma têkoşîna me xurt bike û dê bibe hêzeke mezin. Em werin ser kesên bi hêviyeke bêaqilane ku şoreşgeran qetil dikin yên wekî ku dixwazin dîrokê rawestînin, ew niha ji miriyekî zêdetir mirî ne.”
Hakî Karer di nav Tevgera Azadiyê de cihekî xwe yê taybet heye. Dema Hakî Karer tê gotin ked û fedakarî tê hişê mirov. Bêguman jiyana azad bêyî ked û fedakariyê ava nabe. Yek ji endamê koma Apoyî yê ku ji bo hevalên xwe, ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê çentê xwe girtiye û çûye li Edeneyê hemaltî kiriye, xebitiye. Li aliyekî li zanîngehan, dibistanan, li taxan, di nav karkeran de xebatên rêxistinî dimeşîne, li aliyê din jî dixebite, ji xwarina xwe kêm dike û ji hevalên xwe yên li Enqereyê re pereyan dişîne.
Rêberê Apo, dema Hakî Karer şehîd dikeve, wiha dibêje; “Mîna ku di ser serê me de ava kelandî hatibe rijandin şewitîm.” Rêber Apo her tim gotiye; PKK ji ber bîranîna Hakî Karer bûye rêxistin û berxwedana dewam dike jî bûye çalakiya tolhildana vê û tevahiya qetliyaman. Tê zanîn ku Hakî Karer hêman û pîvanên rêxistin û jiyana Tevgera Azadiya Kurdistanê, destnîşan dike. Gelekî aşkera ye ku di Hakî Karer de kûrbûna birdozî û pîvanê tarzê tevgerê esas bû. Jiyana mitewazî û bilindkirina pîvana nirxan ji bo xwe esas girtibû. Di vegotina wî de mirov dibîne ku li cem wî rêhevaltî esas e, li cem wî bêmoralî, bêbiryarî û bêbawerî nehatiye jiyîn. Li cihekî xeteriyek hebûya beriya hevalê xwe diçe ser. Şênber bûyîna milîtan û şoreşgerekî di jiyana wî de xwe daye der.
Li ser nirx û kesayetiyê Rêber Apo bi avakirina PKK’ê, Hakî Karer nemir kir û dibêje; “Heval Hakî nemir e, ispata vê jî PKK ye.” Her wiha PKK wekî partiya şehîdan û bi şehadeta Hakî Karer a di 18’ê Gulana 1977’an de jî meha gulanê wekî Meha Şehîdan hat ragihandin. Li ser vê bingehê van hêman û pîvanan gelek kesan xwe perwerde kirin û bi dehezaran militanên azadiyê derketin holê. Bi dehezaran şehîdên qehreman ên berxwedana azadiyê li ser hêman û pîvanên jiyana azad têkoşiyane. Bêguman van şehîdan, temsîla Hakiyan dikin.
Dema mirov li kesayeta Hakî Karer dinêre û nas dike dibîne ku kesayeteke çiqasî mezin e. Di çêbûn û pêşketina Tevgerê de cihekî taybet digire. Ji ber vê yekê ye ku Tevgera Azadiya Kurdistanê vêya tu carî ji bîr nake. Rêber Apo ji bo Hakî Karer dibêje; “ew ruhê min ê veşartî bû”, bêguman ev ne gotineke ji rêzê ye. Encax ji bo şoreşger û têkoşerê jiyana watedar armanc dike, were bikaranîn. Wateya jiyana bi şêwazeke herî xweşik were jiyîn, avakirina ruhê hevbeş e. Ruhê Hakî Karer bi xwe re wek aliyekî veşartî famkirin, çalakiya xwe wek birîqeya ruhê wî hesibandin, ew herikandina enerjiyê û dinyaya wî ya watedayinê bi xwe re pêkanîn, jiyaneke nû afirandine. Ji ber vê yekê lazim e mirov li ser vê gotina Rêber Apo ya ji bo Hakî Karer hatiye gotin baş bifikire, wateyê bidê û fam bike. Lewre Rêber Apo ye ku ji bo bi milyonan mirovan bû çira, hêza sekna li dijî dewletê da bi hezaran mirovan, hêza xwe ji sedhezaran re kir îlham û mirov ber bi azadiya wan ve birin, ew gotina wî ya ji bo Hekî Karer dibêje; “ew ruhê min ê veşartî bû”, gelo çi dide diyarkirin? Heqîqat têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bi xwe dide diyarkirin.
Ji bo fêhmkirina kûrahiya vê heqîqetê ma pêwistî bi hin pirsan tune ye? Dema ku Rêber Apo dibêje ‘ruhê min ê veşartî’, kîjan pevçûnan dijî û di kîjan deryaya wateyan de melevanî dike? Di kîjan bahoza wateyê de xwe dişo? Heta îro di kîjan rêyan re derbas bûye û li kîjan rawestgehê sekiniye ku xwe gihandiye lûtkeya îro? Gelo ew ruhê veşartî hînê jî veşartî ye? Gelo ew ruhê veşartî derketiye holê û aşkera bûye? Hizirîna mirov a van pirsan dê bersiveke çawa bide? Bersiva rast bi xwe dê ji bo me kurdan bi be rêya teqez a azadiyê?
Watedayîna jiyanê û jiyana azad ji bo mirov û civakan gelekî girîng e. Mirovê ku bikare vê yekê bi ser bixe, dema ku ber bi azadkirina gerdûnê ve gav diavêje, wê demê dikare merheleya mirovbûyinê bi dawî bike. Di herikîna jiyanê de gelek êş û azar dertên pêşiya mirov. Bêguman bedelê jiyana azad gelekî giranbûha ye. Ked, fedakarî, wêrekî, dilsozî û beriya her tiştî bawerî pêwîst e. Mirovê van taybetmendiyan di kesayeta xwe de dihebîne û li ser vê bingehê ji bo jiyana azad têdikoşe; azad dibe, azadiyê tîne. Di heman demê de ji bo têkoşînê jî pêşengiyê dike. Mirovê bi fikir û ramana azadiya civakê tevbigere ne tenê ji bo azadiya kesayetiya xwe dê ji bo azadiya civak û gelan têbikoşe. Lewre ‘azadiya kes di azadiya civakê de derbas dibe’ û encax di civakeke azad de kes azad be.
Ji bo jiyana azad jî pêwîstiya herî bingehîn têkoşîn û berxwedan e. Ev ruhê berxwedêr ê li Rojhilata Navîn bi xwe re berxwedaniya bê hempa ya Îbrahîm Kaypakkayayan, biryarbûna şerê gerîlatiyê yê Sînan Cemgîlan a li Nurhaqan û ruhê têkoşînê ê ciwanên mezopotamyayî derxist holê. Rêber Apo ji lehengên wekî Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan ên ku di têkoşîna azadî û sosyalîzmê de xwe feda kirin îlham û hêz girt. Hakî Karer jî yek ji wan nirxên wê demê ye. Lewre Hakî Karer sembola fedakarî û kedê ye. Zaniye ku wateyê bi dilopên xwêdanê biafirîne û bi vî awayî dinyaya xwe a ruhî têkûz kiriye. Ji ber vê yekê ye ku di ser şehadeta Hakî Karer re 45 sal derbas bûbe jî her tim bi şêwazekî heta roja me ya îro bi hemû bandora xwe ve hatiye. Ew ruhê veşartî yê Rêber Apo, îro bi şahîdiya milyonan veguheriye biryara jiyana azad û rizgariyê. Dibe ku aşkerabûna ruhê veşartî ev yek be! Îro berxwedana li Şengal, Mexmûr, Zap, Metîna û Avaşîn li ser vê bingehê pêş dikeve.
ZEYNEL BULUT
YORUM GÖNDER