HEVAL Û HIRÇ
Em di aliyê Zurava de dihatin dinya hîn venebibû, Besta jî hemû dolikin û ave, em jî di kêleka avê de kêlek kêlek dihatin. Ava Zurava jî wisa dewam dikir û diçû. Ne şaşbim Bihara 96’an bû, em komek heval çûbûn gorevê pêşengê koma me jî heval Xişman ê ku li Kato şehîd ketibû. Wê demê ez hîn nû nû tevlî gorevê dibûm, ji ber wê min pir dixwest biçim gorevê. Min hertim dixwest li pişt hevalê ku pêşenktî ji komê re dikir bim, kijan hevalbûya ferq nedikir, ji bo ez bikaribim meşa xwe jî xwirt bikim ez li pêş dimeşiyam. Welhasil em çûbûn gorevê em ji Besta çûn aliyê Avyan me yê erzaq banibûya, jixwe em şev ji nokteya Besta çûbûn. Me erzaqê xwe girt em vedigeriyan, tê bîra min di rê de heval Xişman li pêşiya min bû û hevalên din jî li paş min dihatin, di rê de em pir westiyabûn. Me ji bo tabûrê erzaq anîbû, barê me jî ar, şekir û weke van bû ji bo wê barê me gelek giran bû. Em di rêde pir westiyane heval jî nerazane me êvarî erzaqê xwe girt û em rêketine em her di meşin, barê me ji ber ku girane jî lê em her tim dimeşin. Pişta hevalan ji ber baran hemû qofbûye, ber sibeh bû lê dinya zêde ne vebibû em hinekî pêşde diçûn.
Heval Xişman got li wir bisekine, dema hevalên din hatin bêje bila li vir bisekinin. Sirtekî li pêşiya me bû got ezê biçim vê sirtê wan derdoran kontirol bikim. Ji ber ku gelek caran cerdevanên Husyan dihatin aliyê Çeqçeqo wan deran pisu didanînîn. Ji ber wê heval Xişman got ez biçim serê vê sirtê dûrbûnekî bavêjim wan deran, hîn dinya baş ne vebibû lê got ezê biçim hinekî wan derdoran guhdar bikim û piştre xwe berdim jêr û emê biçin.
Hevalên ku dihatin min jî ji wan re digot heval Xişman gotiye ezê biçim keşfekê bikim û werim emê nû biçin. Jixwe heval hemû pir westiyabûn bi rastî li hêviya bêhndanek wisa bû. Hemû heval li wir rûniştin bêhndana xwe dikir wek dibêjin ya xewa mirîşkan dikir. Dema mirov pişta xwe dide çante û diraze bi rastî jî ew xew pir xweşe. Dinya jî ber sihar bû, hunik bû heval hemû razan lê divê ez ne razim, ji ber ku heval Xişman gotibû dema ez hatim emê biçin. Jixwe em hemû bi hevre razin jî nebaşe, ber sihare jî welhasil ez şiyarmam. Jixwe xewa min jî nedihat û ez zêde ne diruniştim jî, sebra min ne dihat. Di meşan de jî piranî li ser piyan bûm zêde nediruniştim, çend deqe derbazbû em man benda heval Xişman, heval Xişman nehat qederek derbazbû lê hêjî nehatibû dinya jî her ku diçû vedibe.
Min carekê meyze kir heval Xişman xwe berda, lê ne di aliyê me de hinekî pişt sirtê de xwe berda hat ser pratîka û li ser patikayê dewam kir. Min jî heval hemû hişyar kir min got, rabin rabin heval Xişman hat. Ez jî ketim patika lê heval Xişman pir lez diçû, dinya ji tariye pir ne vebûye heval jî li pişt min tên em hemû westiyane, çav lixewin, di wê patîkayê de bilez di meşim ez carek du caran din jî di wê patîkê de çûbûn û hatibûm. Welhasil min patîka berdewam kir ez qederekê meşiyam heval jî li pişt min dimeşin tiştekê jî pirsyar nekir em qederekê meşiyan, me mêze kir heval Xişman berê xwe nedida patîkayê berê xwe dida avê. Avekî mezin di wir re derbaz dibû heval Xişman da wê avê derbazbû çû wî alî, ez ji xwe re li wir sekinîm min got yarebî mane va patîka me li vire, çima heval Xişman da avê çû wî alî? Welhasil hêjî ez wisa sekinîme, li wî meyze dikim, li hevalan meyze dikim, biçim yan neçim, çima li wire.
Minê bigtiba heval Xişman tu çima çûyî wî alî? Min dît li pişt min dengek hat got, heval Niştiman çima hûn li benda min ne sekinîn, çima hûn wirde çûn? Ala ala! dengê heval Xişman li pişt me tê, qîre qîra wî ye li pişt me tê. Normalde me ji ber dijmin ti caran şev qîr nedikir. Neçar mabû dikire qîre qîr û di got çima hûn wir de çûne, ma min ne gotibû tevger nekin heta ez keşfê bikim û têm em bihevre biçin. Ala ala! pitpita hevalane ew jî xwe bi ser min de aciz dikirin. Dibêjin te çima got heval Xişman hat û tû li pey kî dimeşî, tû çima çûyî? Mane heval Xişman li jorê ye. Min got wele heval nizanim mane heval Xişman hat li pêşiya min çû.
Gotin eger yê jor heval Xişmabe ev kiye?
Ez şaş mam ez êdî çi bêjim yê ku gazî dike heval Xişmane ez navberê de mam êdî ez hetikîbûm. Lê min bixwe dît yekê xwe pêşiya min berda, dinya tarîbû navbera me de çend metre hebû hat ser patîkayê û patîkayê berdewam kir. Piştî ku ji patîkayê derket û rasterast xwe li erazî da û di avê re derbazî wî alî bû, ez ketim gumanan lê ev kiye? Tenê heval Xişman çûbû wê sirtê û gotiye dema ez hatim emê biçin, welhasil ez li wir sekinîm ez hem pir ber xwe ketime hem jî gurura min şikestiye û hem jî şaşmam e. Ez ji xwe re dibêjim eger ew heval Xişmanbe yê din kiye, çibû hat ber me re derbaz bû? Welhasil ez berxwe ketime ez şerm dikim, heval jî acizbûne dibêjin te çima wisa li me kir mane heval Xişman ji te re gotibû neçe heta ez têm. Min ji got wele nizanim min dît hema yekê xwe berda xwarê, hinek hevalan henekên xwe li min dikir, hinekan xwe li min aciz dikir ji ber ku min xewa wan herimandibû, westiyabûn û heqlî jî bûn.
Em wisa paşpaşkî çûn, heval Xişman jî xwe berda xarê pir aciz bibû. Heval Xişman zû bi zû xwe aciz nedikir, lê wê demê pir aciz bibû, nedixwest xwe zêde bi min re jî aciz bike, lê got ma min ji te re ne gotibû eger tû li pişt pêşengê komê bî, divê tû quralan dîqat bikî, ma min ne gotibû li vir bisekine û ji hevalan re jî bêje bila li vir bisekinin dema ez hatim emê bihevre biçin? Min got belê, got êêê tû çima tinê çûyî, tû ne di erazî de hakimî û ne jî zêde patîkan nasdikî. Min got wele min dît tû hatî pêşiya min, min jî tû şopandî. Hinek sekinî eynî wisa ji min re got; ‘yaw yazıklar olsun heval Niştîman.’ Got; ‘dema ez çûyîm pişt wê sirtê de, hirçekî xwe ji pêşiya min bi rev avêt ser patîkayê.’ Em li vî aliyê sirtê ne û heval Xişman jî çûbû pişt sirtê ji bo keşifê, got; tehsufederim, yazıklar olsun te min şibandiye hirçê,’ got; ‘hirç li kuderê ez li kuderê, dema ez çûyîm pişt sirtê nav wan deviyan de, min dît hirçek xwe ji wir avêt û ber bi we ve hat min jî got teqez hûnê bizanin ku ew hirçe. Te çawa ez û hirç tevlihev kiriye te ez çawa şibandime hirçê.’ Îca heval Xişman her tişt ji bîr kiribû tenê ketibû pey çima te ez şibandime hirçê wis li ber xwe diket.
Dema gotî ‘yazıklar olsun te çima ez şibandime hirçê’ dinya ber sihar bû, lê hêjî dinya baş ne vebibû birastî kenekî hevalan girt hemû zik û pişt bûn. Îca hemûyan henekê xwe li min dikirin, di gotin te di bin hişê xwe de (bilinçaltı) hirç şibandiye heval Xişman. Heval Xişman çûye keşfê û tû jî ketî pey hirçê. Ji min re digotin başbû heval Xişman zû hat, an teyê em bibira şikefta hirçê. Bi rastî jî min ne zanî hirçe ew ji wisa girz û bejnek li ser bû, heval Xişman jî hem bilind bû hem jî maşallah li ser xwe bû, ê çanta jî li pişta heval Xişman bû wisa girs xuya dikir. Ê wele diyare ez jî pir çavlixewbûm û dinya jî tarî bû ji ber wê jî çawa bû nizanim. Min dît yekê xwe berda bi rastî jî ez ne li benda hirçê bûm û ez fêrî hirçan jî ne bibûm ku di erazî de hene û derdikevin pêşiya hevalan. Ji ber wê çawa min dît yek derket pêşiya min, ne wisa nêz jî bû hema hat ser patîkayê di cihê ku heval Xişman çûyî pişt sirtê de ew jî li pişt sirtê de hat ser patîkayê û patîka berdewam kir. Min jî got encax ev heval Xişmane be, ji ber ku hîç hirç nedihat bîra min ji bo wê min banî hevalan jî kir min got rabin heval Xişman çû em bidin pey. Em çend deqeyan li peyde çûn piştî ku li erazi xist, hindik mabû dîsa ez bidim pey lê başbû di wê kêliyê de heval Xişman tên em ne li cihê xwe ne, gazî dike.
Jixwe heval Xişman got ez pir tirsiyam got min got qey tiştek bihistine, mane min gotibûn neçin heta ez werim. Helbet hevalan pir moral ji girt, têr henekên xwe jî li min kirin û têra xwe keniyan jî. Lê heval Xişman jî heta dawiya payîza 98’an ango heta li Katoyê şehîd ketî, em bi hevre bûn. Em di heman bolûkê de bûn, heta em pir caran bi hevre diçûn gorevê jî, her tim di got; ‘heval Niştîman tû li pişt min na meşî, tûwê dîsa hevalan bibî cihekî re derbixî. Jixwe te ji min re gotiye tû dişibî hirçê ez ti carî efû nakim.’ Bi rastî jî min pir nirx didayê û jê hezdikir, wî jî her tim henekê xwe bi min dikir.
Heta payîza direngî jî beriya ku şehîd bikeve dema em bi hevre diçûn gorevê me bi hevre sohbet dikir digot; ‘erê herê heval Niştîman te ez şibandime hirçê û li pey hirçê çûyî,’ her tim di got; ‘te çawan ez şibandim hirçê?’ Îca henek dikir digot; ‘ev bejna min ya zirav te çawan min şibandiye hirçê?’ Welhasil her diçû û dihat henekên xwe li min dikir. Helbet hevalên me yên yekîneyê jî hertim behsa hirçan dikir ji ber ku mînakên hirçê li Botanê pirin, ji ber wê dema hevalan bîranînên xwe yên hirçan digotin, îca ji min re ji digotin heval Niştîman tuxwidê ka bîranîna xwe û heval Xişman ya bi hirçê re bêje. Helbet dema min behs dikir pir li zora heval Xişman diçû û di got; ‘te çawa min şibandiye hirçê?’ Lê min car caran ji hevalan re behs dikir ku min çawa hirç şibandiye heval Xişman û çawan ez pey ketime îca ne bi tenê, min hemû heval jî li gel xwe biriye heta cihekê, heta ku heval Xişman gazî min kirî. Bîranînek me û heval Xişman ya bi hirçê re carekê derketibû ji bo wê min xwest ez bi hevalan re jî parve bikim.
NİŞTÎMAN SORXWÎN
pajk.org
YORUM GÖNDER