DÎROKA MÊTINGERIYÊ Û CIVAKA ÇÎNDAR
Tê xwestin ku di şert û mercên giran ên kedxwariyeke ekonomîk a giran de rêxistinbûna civakî ya Kurdistanê ku li ser zilm û zoreke mezin heye, were belavkirin; li şuna wê bi neteweya hakim ve were yekirin. Ev yeka toreke diyardeyên (olgu) civakî ya kompleks a wiha derdixe meydanê ku pêwîstiya wê bi îzahkirinê heye. Bêyî ku ev diyarde werin aşkerekirin, di mijara rastiya civakî de xwe gihandina nêrînên ber bi çav, li ber ronahiya van nêrînan di riya rizgariya civakî û neteweyî de birêxistinbûn û dest bi têkoşînê kirin ne mumkîn e. Cuda ji vê, bêyî ku were dîtin ku hem û ev diyardeyên civakî di dîrokê de çawa çêbûne, di kîjan merhaleyan re derbas bûne, di navberê de têkîliyên bi çi şiklî çêbûne, bêyî ku were nîşandan da ku ev diyardeyên civakî di roja me ya îro de di encama têkîliyên ber bi çav ên bi kîjan dorhêlên (ortam) biyanî re şikil girtine, ji bo rewşa wan a îro, agahiyeke têrê dike dayin ne mumkîn e. Ev rêbaz dike ku em hê ji nêz ve berê xwe bidin peresana (evrim) civaka mirovahiyê, di vê peresanê de pêşketina mêtingeriyê û têkoşînên serxwebûnê yên li dijî vê pêşketinê; dîsa, neçardike ku li ber ronahiya vê peresanê dîroka me ya welat û gel were lêkolînkirin.
I– Civata komînal a seretayî
Civak, şiklê hebûna mirov e. Diyardeya civakê, ji kêliya ku qirika mirov ji bo derxistina deng hatiye asteke destdayî û mejî gihiştiye qebîliyeta fikirînê pê de dest bi pêkhatinê kiriye. Di destpêkê de dinavbera mirov û curên heywanan ên ku nêzî wan e de zêde cudahî nîne. Tiştê li xwezayê amade dîtiye xwariye, li ser daran û di berqefan de bi şiklekî bê rêxistin jiyaye. Lê qezenckirina qebîliyeta fikirîn û axaftinê, bûye sedem ku di mijarên wekî komkirina tiştên xwerinê, parastina xwe ya li hemberê heywanên din û ji karasatên (afet) xwezayî parastinê de hin amûrên seretayî û hevkariya bi mirovên din rewere pêş xistin. Heya vê qonaxê, hikuma qanûnên peresanê yên biyolojiyê ku di nav heywanan de derbas dibûn berdewam dikirin.
Bi çêbûna şiklê yekemîn ê rêxistinbûna civakî re, di navbera mirovan de qanûnên civakî ketin dewreyê. Ev jî di esasê xwe de qanûna di navbera hêzên hilberînê û têkîliyên hilberînê deye ku dipêvajoya hilberînê de mirovan bi hev re çêkiriye. Rêxistinbûna civakî ya her pêvajoyê, çarçove û berfirehiya vê rêxistinbûnê, bi pêşketina ku di hêzên hilberînê de derdikeve meydanê re girêdaye. Mirovên di sîstema civata komînal a seretayî de dijiyan, bi komkirinê û nêçîrvaniyê debara xwe dikirin. Kevir û şivên bi vê armancê bi kar anîne, bûn sedem da ku lingên pêş wekî destan pêş bikevin. Ji ber ku nêçîra heywanên mezin û ji heywanên dirende xwe parastin hêza takekes (birey) derbas dikir, bi şiklê civat jiyîn hêsaniyên mezin afirand. Pêwîstiya ji hev fêm kirinê, bû sedem da ku hin dengên ji qirikê derdikevin bi şiklê peyv werin fêrbûn.
Bi vî awayî şikla herî seretayî ya zimên derket meydanê. Ziman û civak yekparetiyeke wisa ye ku, her du jî ji bo hebûnê neçarî hev in û bêyî ku yek hebe jiyîna ya din jîne mumkîn e. Dîroka ziman, bi qasî dîroka civakê kevin e. Pêşketina ziman û li pey hev pêşketina şiklên civakî bi hev re dimeşe. Ziman, ne saziyeke serxan (üst yapı) e, ji bo her civak û ji bo her çîna civakê, amûreke birêxistinbûnêya jêneger e. Hem û diyardeyên civakî, bêyî bikaranîna amûra ziman çawa ku nikarin xwe birêxistin bikin, nikarin bibin rastiyekê jî. Li beranberê vê, cur bi cur bûna diyardeyên civakî û pêşketina diyardeyên civakî dibe sedema dewlemendbûna zimên. Belavkirina civakekê û ew ji bo kedxwariyêanîn warê herî vekirî, bi tinekirin û bêkêrkirina zimanê wê civakê dibe.
Bi ziman re qebiliyeta fikirînê ya mejî jî ji rewşa bûn hêzeke potansiyel derketiye û bûye rastiyekê. Fikir, bêyî hebûna ziman nikare pêk were.
Diyardeyek ku di civata komînal a seretayî de derketiye holê jî ked e. Bi civakîbûnê re parçeyeke girîng ji xebata mirov dibe ked. Ji bo ku xebeta serasera bibe ked, pêwîst e mejî plan çêbike û di çarçoveya vê planê de jî organên laş bikevin nav hewldanê. Dîroka kedê jî, li gel dîroka civakê dest pê kiriye. Xebata kedê ya mirov, bingeha pêşketina civakî ya bi her şiklê pêk tîne. Di maneyekê de, dîroka peresana (evrim) mirov bi dîroka kedê re wekhev e.
Di civata komînal a seratayî de di encama tesîra li ser hev a ziman, fikir û kedê de yekeya (birim) rêxistinbûnê ya civakî ku destpêkê derdikeve meydanê klan e. Yekeya klanê, berhema dorhêleke (ortam) pir sînordar e. Di civatên klanan de hem û endam, bi navginiya têkîliyên xwînê bi hev ve girêdayîbûn û tenê karbeşiyeke li ser esasê cinsiyetê hebû. Civatên klan ku xwe dispartin zewaca komî, ji hev qut bûn. Ne di nava klanê bi xwe de û ne jî di navbera klanên cuda de derfetên kedxwariyê nebûn. Mirovan, tenê dikarîbûn ku tiştên pê jiyana xwe bidomînin kom bikin. Hê jî asta kedê ya hilberînê negihîştibû asta berhema zêde. Ax, hê nebi bû amûreke (araç-gereç) hilberînê. Li cihekî diyar bicihbûna klanan jî, ne mijara axaftinê bû.
Van taybetmendiyên civaka komînal a seretayî, derfetên li ser hev serdestî çêkirinê yên klanan jî ji holê radikirin. Divê, çêkirina hakîmiyetê, nirxekê bide qezenckirin û sûd û feydeyekê bide. Lêbelê yekeyan (birim) nedikarîn ku berhema zêde kom bikin. Ji bo ku li ser klanan hakîmiyet bihata çêkirin, tenê yek rê dima: bê par hîştina klanan ji amûrên jiyanî. Ji bo vê jî pêwîst bû ku di aliyê fîzîkî de bi temamî ji holê bihatana rakirin. Klanan, ji ber vê yekê ne hakîmiyeta biyanî li ser xwe nas kirin û ne jî li ser klanên din û endamên wan hakîmiyeta xwe çêkirin. Klanek tinekirin mumkun bû, lê ji azadiya wê kirin ti car ne mumkun bû.
Beşeke mezin a civaka komînal a seretayî, bi sîstema hovitiyê borî. Ev serdema ku bi komkirin û neçîrvaniyê tê karekterîzekirin, dema ku şuna amûrên ji kevirên verotî û keritandî hatiye çêkirin girt, bi dawî bû. Pêşketina di amûran de çêbûye di aliyê pêşketina hilberînê de jî tesîra xwe nîşan da. Bi kedîkirina heywanan û çandina şînatiyan re, berhemdariya keda mirov zêde bû. Ekonomiya şivantî û zîraetê ku ketiye şuna ekonomiya komkirinê û nêçîrvaniyê, di dîroka mirovahiyê de tesîreke mezin a şoreşgerî çêkir. Komên mirovan, li pey keriyên hewyanan û li ser axên berhemdar derbasî sîstemeke civakî ya hê pêşketî bûn. Bi hatina gel hev û yekbûna klanan, yekeyên (birim) eşîr û qebîleyên ku hem di aliyê çendanî û hem jî di aliyê çawaniyê de hê cuda û pêşketî bûn çêbûn.
Asteke diyar a di pêşketina amûrên hilberînê de bû sedem ku ji bo rêxistinbûna yekeyên qebîle û eşîran, derfet peyda bin. Ekonomiya şivantî û çandiniyê, li şuna klanan, pêwîstiya bi yekeyên mirovan ên hê berfireh derdixist pêş. Di vê merhaleya ku jê re sîstema barbartiyê ya civata komînal a seretayî tê gotin de jî derfetên kedxwariyê nebûn. Di navbera eşîrên şivan û bi çandiniyê re mijul dibin de, her çiqas kêm be jî, karbeşiyek derketibû holê. Her çiqas di astek ku bi demên borî ve neyê beranberê hev kirin de zêdebûneke hilberîne jî hebû, şêniya zêde dibû derfet nedida ku berhema zêde çêbe.
Ji ber ku yekeyên qebîle û eşîran di nava xwe bi xwe û navbera xwe de ji bo kedxwariyê derfet nas nekirine, di vê qonaxê de jî derfet peyda nebûn da ku di navbera komên mirovan de têkîliyên serdestiyê çêbin. Hê ji ber ku berhemeke zêde ya xwe dispêre axê derneketibû holê, ji bo ku qadên civak lê bi cih dibe were dagirkirin zemîn ne amadebû. Komên mirovan ên zêde dibûn, koçî qadên vala dikir û li wan deran dibûn sedem da ku ekonomiya şivantî û çandiniyê hê jî zêde pêş bikeve. Di vê qonaxê de belavbûn û berfirebûneke bi şiklê, axên vala ji bo hilberîne vekirin hebû ku vê zordestî û kedxwarî nedihewand. Di navbera civatên qebîle û eşîran de serxwebûneke temam hebû. Kes, di vê serdemê de bi şiklekî pir şidiyayî bi civatê ve girêdayî bû û koletî çiye nedizanî. Disa, di vê serdemê de dibe ku yekeyên qebîle û eşîran bihatana tinekirin lê ti car nedikarîbû ku dîl bihatana girtin.
Heya dawiya civata komînal a seretayî, tesbîtkirina belavbûna komên mirovan, di nav dem û cih de hema bêje ne mumkîn e. Hê zêde, di vê serdemê de belavbûn û dîroka grubên nijadan ên mezin ku di encama faktorên coxrafîk de çêbûne, bi xetên xwe yê stûr diyar e.
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER