ROJEV
Di van çend rojên dawî de qada siyasetê bihevdu re ketine pêşbirkekê. Wey li wî kesî ku xwe wekî nûnertiya Kurdan nîşan bide. Hema kî derdikeve ber mîkrefonê, hela ev mîkrofon ku li Kurdistanê bê, heta dikarin pif dikinê! Wisa dibe ku êdî li ber teqandinê ye balon! Birastî ez nizanim; pê bigirîm an pê bikenim! Rewşeke trajîkomîk e em têde ne. Yek jê; ji xwe dibêje ‘min ew pirsgirêka ku hûn bilêv dikin çareser kiriye’ ew berê bû. Niha êdî ew derfet ji destê we derketiye dibêje û dibêje… Yekî din radibe dibêje; ez ê çareser bikim , ev pirsgirêka min e. Li ser şeref û heysiyetê, bi namûs û bexdenûsê ez çareser dikim! Ew jî dibêje û dibêje… Yekî din radibe dibêje; wey bê wijdanan, wey hûn bê îman in wey hûn ew qas ji rê derketine! Ma mirov ew qas jî dike! Ez ê vana teva ji wan bipirsim ev pirsgirêka min e! Dibêje û dibêje… Yekî din; derdikeve, wekî ku serê wî heta niha di binê xweliyê de be tiştekî nedîtiye, ew bi xwe ne desthilatdar bûye radibe ereşanan dike, dide meydanan hespê xwe û bi awakî şermokî be jî carna dizerqitîne desthelatdariyê û navê mamosteyê xwe yê serkar bilêv dike û wî bi bêwijdaniyê rexne dike. Hela derbarê ziman de, bêguman ew jî ji xala Olî de weke hestiyarî û gunehkarî derdixe pêş û xwedêgiravî mafê zimanê zikmakî ji nû ve keşif dike; ‘çawa dibe di Tirkiyê de herî zêde pê bê axaftin û di rêza duyem de be, bi milyonan mirov bi wî zimanî biaxivin, di vî welatî de bijîn ew ziman ji nedîtî ve were dîtin? Ev tenê bêwijdanî nîne ev rasterast bê exlaqî ye jî. Di meclisê de mafê wergeriyê didin Japon, Çîn, Fransiz û Înglîzî, lê di Tirkiyê de zimanê duyemîn yê Kurdî tê de cih nagire! Ev sosret e! De başe hey malxerab tu nû hê ev bîst milyonî dibînî, tu hê nû bi zimanê Kurdî dihesî? ‘Roj baş’ ji te re! Ma heta niha tu bi xwe di vê meclisê de ne peywirdarbûyî, di asta wezaretiyê de, heta Serokwezîrtî te nedikir? Gelo çi bû çi qewimî ku îro dilê te bi Kurdan dişewite? Ger derew nine tu çima tecrîta li ser Îmraliyê nabêjî? Ev bîst û sê sal in ku di wê şaneya kor û tena bi serê xwe ji hemû derfetên însanî, dinyayî jiyanî bêpar dijî. Tu bi xwe jî baş dizanî ku kilîta hemû pirsgirêkan, hemû çaresrîyên qutiya Pandorayê, çaresrîyên hemû derd û kulan bi wî şexsî, ango bi Rêberê Serdemê, Serokê Gelê Kurd Abdullah OCELAN bi xwe ye…. Hela yek jî ji wan heye ku birastî jî gava mirov navê wê dibihîze çavên mirov lê beloq dibe, devê mirov ji hevdu vekirî dimîne! Ew çend ku mirov pê şaşopaşo dibe, matmayî dimine. Ez qala ‘Asenayê’ dikim. Qaşo navê partiya wê jî ‘Partiya Baş’ e! Hûn dizanin ji xwe heta ji vir du sê sal berê jî di bin sîwana Partiya xwe ya rasteqîn ya nijadperest, MHP de bû. Niha jê qetiya ye, lê di her derfetî de dîsa ji wê partiya ku jê veqetiye pirtir ‘welatperwer’iya xwe belav dike û hê ji wan zêdetir ‘netewperst im’ dibêje.. Ew jî radibe weke ku ji xwe re selahiyetekê, payeyeke pir bilind ya di asta Noteriyê de ristekê hildide ser xwe û dibêje “HDP partiyeke legal e! Ew jî dikare bibe mixetabê kêşeyan û hwd. Min mijarê pir zêde belav kir bawerim! Divê ez hinek komî serhevdu bikim. Destpêkê ez vêna bibêjim, di derbarê meşrûbûna, ango rewabûn û ne rewabûna partiyeke siyasî hedê kesekî û mirovekê/ê nîne ku ew diyar bike, bibêje viya rewa ye viya ne rewa ye û hwd. Ev şerm û bêrûmetiyeke herî mezin e. ji hedê xwe derketin e.Ya herî girîng jî ev gotin bi serê xwe,ji gelê Kurd re heqaretî ye. Ev dişibe liv û tevgerên salên 70yan ku tekoşîna wê demê bi piranî li ser esasê “Kurd heye-tune ye” bû! Li ser wan deman de gelek av herikî êdî bi berdêlên giran bê jî ew hatiye misogerkirin. Ku di vî welatî kê li ser erdnîgariya xwe bi deh hezaran sal e xwedan û nişteciyê vê xakê ye. ev nîqaş bi vê awayî hetiye girtin. Lê hinek ku vêna napejirînin radibin ji nû ve dixwazin avê şêlo bikin, dixin rojeva xwe û dikin mijara nîqaşan! Serde jî qaşo weke ku tiştekî pir mezin bike, mafekî jiyanî bide me Kurdan bi wê hawî xwe dinepixîne û dibêje! Yanê dixwaze bibêje “binêrin, ez êdî ne ew Dêlegur im! Ez ji koma Gurên Boz qetiyame, wekî wan nafikirim Ji ber vê, divê hûn min jî wekî hevalbendên xwe bibînin da ku em di hilbijartinan de biserkevin û vê desthilatdariyê têk bibin…” ya rastî ji xwe pir zelal e ku dibêje; bibînin, ez Dêlegureke rasteqîn im, lê aha hûn jî bibînin ez ji bo vê tifaqa me ya ‘milî’ ku em dixwazin vê desthilatdariyê biqelibînin, daxînin min îro postê miyê kişandiye serê xwe! Ez ne Gurê Boz, ez Miyeke qerqaş im….!’ Dibêje û dibêje… Başe, ev şagirtê ku heta duh bi vê necamêr ê ser kar re bû, ji wî zêdetir kiryarên nelirê pêk anî fermanê reysê xwe yeko yeko bi cih dianî. Te qey rojekî qala vê rewşa kambax nedikir, qey birastî jî te nedidîtin? Yê din ku bi navê xwe jî qaşo ‘Babacan’ e! Derbarê zimanê Kurdî de û li ser Oldariyê dixwaze hinek peyvan bike! De başe tu hê nû dibî misilman? Em werin ser partiya sazûmankarê vê komara zilmê ya ku navê ‘Komara Gel’ li xwe kiriye. Niha hinek tişt hene ku ji neçarî bi mirov didin erêkirin. Ev jî bi ya min nefs û berjewendiya kariyeriyê ye. Hema bêj nêzîkî pêncî sala ye ku ev partî, ango CHP nebûye desthilatdar. Berovajî vê her ku diçe dihelişe û ji dengên xwe yê esasî jî êdî kêm dike. Ev rewş li gor nav û karîzma vê partiyê kêmasiyeke pir cidî ye. Ligel ew qas guherîn û veguherîna civakî, bêguman ev birdoziya sedsalî ya statukoparêzî û ya li ser sê xalên avakariya komarê ku hatiye avakirin re jî êdî guherîn ferz dibe. Lê sedmixabin ku ev guherînên wisa heta bêjî bi êş û bi jan e. Ji ber ku heta niha xwe li ser vê birdoziya yekrengî, nijadperestiya dewletparêziyê ragirtiye, lê êdî ew birdozî serdema xwe derbaz kiriye. Ew di roja îro de nayê pejirandin. Maye ku xwe kêm be jî wek çepgir û demokrat nîşan dide! Ev feraset û ev nav qet lihevdu nakin. Xala herî girîng jî, ku yek ji avakarê vê Komarê bû, gelê Kurd, hema piştî avakirina meclisa vê Komarê ji 1924an vir de ev gel hatiye înkar kirin û hê ji vê zêdetir jî fermana tunekirina vî gelî bi destê vê partiyê bi xwe hatiye ragihandin û ew roj û ev roj e gelê Kurd li hember vê têgihaya înkarker û feraseta qirker liber xwe dide û bi tunekirinê re rû bi rû maye. Di ser vê birdozî û rejima înkarker û tuneker re nêzîkî sed sal zeman derbas bû, lê hê jî nefsa wan bar nade ku bibêjin; “me neheqî li gelê Kurd kiriye, ew ji komkujiyan re buhartiye û em li pêşiya wan asteng in û hwd”. Niha em nêzîkî sedsaliya Komarê dibin, di vê hilbijartina pêşiya me de ger CHP nebe desthilatdar êdî dê di dîrokê de wenda bibe biçe! Ji bo ku bibe desthilatdar jî neçar e bi HDPê, ku vîna gelê Kurd temsîl dike re hevalbendiyê, hevkariyê, ango tifaqeke ke stratejîk pêk bîne. Ya rast, ev ne tenê ji bo CHPê, ji bo hemû partiyên ku bixwazin bibin desthilatdar re jî derbasdar e. Loma ku îro bi awayeke şermok be jî dibêje “HDP jî mixetabê pirsgirêkê ye!” ango di çareserkirina kêşeya Kurd de dikarin bi HDP re jî hevdîtinan bikin! Bêguman di vê pêvajoya ku HDP li ber girtinê ye ku li benda biryara dadgehê ye; were girtin an na! dê çi bibe nediyar e, ev gotin û ev helwest girîng e. Başe, wisa dibêje lê hê jî newêre ligel parlamenter û wekîlê HDP poz bide derkeve ber medyayê. Hem ev CHP û hem yên din ku qaşo alîgirên çareseriya demokratîk û aştîxwaz in, ger birastî jî ji dil bin qe hewce nakê li kêleka HDP wêne bikşînin û werin Kurdistanê bigerin, gotinên qelew serf bikin! Bila bi awayeke yekpare ev qaşo hêzên aştîxwaz ligelhevdu derkevin ber çapameniyê daxwiyaniyeke hevpar bidin bibêjin “bila operasyon di cih de bisekine. Hem li hundir hem li derva pêvîstî bi kuştin û mirinê nîne, ew mesrefa li van deran dibe bila ji civakê re di warê tendurustiyê, di warê perwerdehiyê de were xerckirin. Em dikarin bibin kefîl ku ji kîja alî ve êrîş were em singê xwe didin ber û hwd. Bila li dijî ev wehşetên li ser girtiyan tên kirin bidawî bikin, bila nexweşên ku li ber mirinê ne bidin berdan, bila girtiyên siyasî ku cezayên xwe qedandine û bi bafikên vikî vala, kêfî ew digrin bernadin, dawî li van pêkanînên kêfî bînin. Bila li ser hukumetê zextan bikin da ku neçar bimîne pêk bîne. Em dev ji vana jî berdin bila ji vê teskere ya qaşo ji bo ewlekariya komarê re ku ew jî baş pê dizanin çi eleqeya vê teskereyê û ewlehiya dewletê pê nîne! Tenî ji bo ev hukumet temenê xwe dirêj bikê û di şer de îsrar bikê da ku rantxurên vî qlîka şer jê qezenc bikin ji xwe re serî li van rêbazên welê xwînî dide, bila di meclisê de bibêje “Na ji bo teskereya şerê derveyê welêt”. Ev li gor min derfetek bû, tew wek azmûnek bû li pêşiya van qaşo aştîxwaz û demokratan. Lê di vê azmûnê de dîsa derket holê ku tenê ji bo paldankê meclisê bidest bixin û ew jî heman ferasetê bi destê xwe bikar bînin. Na xwe tu cudatiya wan ji vê desthilatdariya heyî, hukumetê nîne. Tenê cudatiyek derket holê, têr nekê jî helwestek derket ev ji bo pêşeroj ê girîng e. Tenê ji bo hilbijartina muhtemel ku di vê sala pêşiya me de pêk were na, dikarin heta wê demê jî, gelek tiştan bikin. Her çende ji meclisê bi piraniya dengan destûra şer derketibe jî di kiryarê de ev hêzên mixalif ku dengê NA dan, dikarin gelek tiştan bikin û li pêş şerê derveyê welêt herî kêm bisekinin. Ev bi çi dibe; bêguman bi çalakî û dengvedanên civakî, demokratîk dibe. Maye ku ji bilî şer û zext û pêkutiyên li ser girtiyan, doza Kurdan, gelek sedem û amûrên ku girse pê rabin , serhildan bikin heye. Hema her roja ku zem çênebe tune ye. ev nangiranî , buhayî tenê dikare bibe sedemê ruxandina hukumetê. Bes bila mixalefeteke ji dil û wêrek hebe ku hewl bidin… Adil QAZÎ |
YORUM GÖNDER