ZİMANEK
Amed, paytexta Kurdistanê ku di bin xencera dagirkeran de gelek destan lê hatiye nivîsîn, xaka wê ya avgîz bi qasî ji gelelk çîrokên êşbar re mazûvantî kiriye, ji gelek çîrokên rengîn jî lê bûne mêvan. Sûr (xançepek), bi struktura xwe ya kozmopolît, wek bajarekî mezin Kurd, Ermen û Siryanî li vir cîraniya hev dikin. Di vê çîrokê de, vî gewrebajarî bi tehrîbata ji ber karîgeriya polîtîkayên asîmîlasyonê, bi atmosferek xweserî xwe û têra xwe qerfok zimanek, zimanê kuçeyê empozeyî gel kir. Di vê kelîyê de li van kuçeyên tirsbar de ku ew di heman katê de dibin malzaroka çîrok û êşên mezin jî çîroka têkoşîna keçeke bicûk dibişkive, keçek ku bi awayekî qirîxkî mezin dibe ku ew bi xwe jî yek ji yetamê vê têkoşînê ye.
Çîroka pêkan ya ku em qal dikin ne ya Robin Hoodê Amedê ye, ne çîroka evîndariyê ya qirixekî ye ku bi satorê xwe re avakiriye. Ne ya serhildêrekî sergerm e ku qesetûreyê şimelşikestî di ber de sermest, li kuçeyan digere. Ne jî çîroka xortêkî dilzîz e ku hesabê tu giregirên bajêr nake.
Vî bajarê mîna dawûdêlê etekê danskerekî tangoyê bi keviran pêçayî, gîyanê berxwedêr yê çîroka Herekol Azîzan ku di Kovara hewarê de nivîsandî, dide şêniyên xwe. Kitekitek vê çîrokê, di çîrokeke din de bi rengekî ciyawaz derdikeve pêşberî me. Li serê wan kuçeyan sîluetek xuya dibe paşê hêlhêlek tariye vediqelêşe. Neheqî û zordestî wek qiyametê hindurê wê parçe dike. Wekî serhildanek xwînrij dibelişe çarenûsê. Bajar ji bo wê bedbext ew ji bo bajêr rêbir e. Derba mirinê li hev didin.
Zilamek û zimanek qala Elyêzerê Yahûdî dike ku ew hemû jiyana xwe bo vejîna zimanê xwe, zimanê Îbranî terxan kiriye. Çîroka Elyêzerê lawê Yehûda, di sala 1877 an li Ûrisê, li sirgûnê dest pê dike û li welatê wî Filîstînê bi dawî dibe. Elyêzer ji destpêkê heta Filîstînê her ji bo zîmanê xwe vejîne û wî bike zimanekî zindî yê mayinde dixebite.
Ev keça biçûk ku di hindirê mijarê de dibe mijar, di rêyên bi sere xwe keşfkirî re, bi giyanekî di legana xwe de hilnayê, li hember famkorî û hemû dogmayên elatewş, bi giyanekî rê li ber nayê girtin, kuçeyên Sûrê yên efsûnî gav dikir û ber bi mala dapîra xwe ve diçû. Jixwe ew zarokên sewtberz li van kuçeyên pişta xwe didan Sûrên qedîm, bi dilsoziyeke bêhemapa hêj wê deme de serî hildidan.
Wexta ji bo li doqika derî bixe bi derî ve radipelikî û cardin xwe bi deste rakêşa bera erde dida ji kelecana dîtina dapîra xwe nedidebitî. Lê wê rojê deng ji hindur nedihat. Dapîra wê bi leçeka xwe ya spî û bi kirasê xwe yê gulgulî derî lê venekiribû. Çavên xwe heta dawîtirîn niqteya korerêya mala dapîra xwe, gerand. Na, nexuya bû. Ne di nav jinên li derve rûniştî jî bû. Venegeriya, ber bi jinan ve çû, berî ew bipirse cîrana wan Xaltîka Dilberê jê re got, dapîra wê çûye “şîn”ê. Keçika biçûk sere xwe bera ber xwe da. Wexta ku Xaltîka Dilberê jê pirsî, “Te fam kir?” wê jî bêyî ku sere xwe rake got, “He, anladım.” Û rêya malê girt. Dêya wê bi şaşwazî jê pirs kir ka çima zû vegeriyaye. Got dapîra min çûbû dawetê (Şahîyê) û ji bo guhdariya radyoyê bike ji medbexê ber bi hêwanê ve meşiya. Lê dêya wê bi şaşwazî û bi deng ji xwe re got, “Hella hela! Roj li nîvro, dêya min bêyî min çûye kîjan dawetê?” Dêya wê pir kêm diçû dawetan. Roja dîtir cardin bi dêya xwe re çûn mala dapîra xwe. Wexta ku dêya wê ji Xalltika Dilberê dipirsî, ka çima ji keça wê re ji dêlava beje dapîra te çûye Şînê, gotiye çûye dawetê;
têgihîşt ku “şîn” ne şahîye û tiştekî tehl e. Keça biçûk, pir fedî kir. Lê peyva “şîn”ê bi wê pir şêrîn dihat, ji bo vê keçika biçûk, rengê şîn tiştekî bikêf bû, govend û şahî bû. Ji bo wê bêtir hêsteke xwezayî bû ku merev nêzîkî jiyînê dikir û di xwe de tiştekî bi êşê ve têkildar nedihewand.
Mezinan li malê bi hev re bi tirkî, bi zarokan re jî bi kurdî dipeyivîn. Ma ne divê yên ji dêlava keça biçûk, li ber xwe bikevin mezinên wê bûn. Wan ev rewşa sosret bi hizra xwedêgiravî ji bo zarok li dibistanê ne wek lalan bin, rave dikirin.
Herekol Azîzan di gotara xwe ya bi navê Zilamek û Zîmanek de wexta qala Elyêzerê lawê Yehûda dike, dibêje wî bi zarokên li Filîstînê ji dayikbûyî, ji bilî zimanê Îbranî bi tu zimanên din nepeyivî. "Zaroyên Yehûda hetanî bûne xort ji ibraniyê pê ve bi tû zimanî ne dizanin û ji lewre di nav xelkê de lâl dihatine hesêb. Lê bi vê laliyê miletê cîhê wek miletine din bû xwediyê zimanekî, xwediyê zimaneki xweser.
Piştî gelek salan hêmaya zarokatiyê û jîyînê bi salên xortaniyê re tevî hêmayên ciwanîyê dibin. Zimanê keça biçûk yê qirixkî ber bi zimanê jinek kemilî ve dihere. Derdora civakî, hizrên îdolojîk û cîhana nivîsînê nas dike, li Stenbolê tevlî civîna kovarekê dibe. Piştî çend kesan dora peyvê tê wê, tevî ku tirkînivîsîna wê gelekî pêşketiye jî, ji ber bi Kurdî difikire û bi Tirkî dipeyive, axaftina wê ji aliye çend kesan ve tê sererastkirin. Rûyê wê sor dibe lê ji ber aksana xwe fedî nake. Deftera ber xwe ya ku notên wê yên axaftinê tê de ne, digire û wan rexne dike, “Zimanê tirkî ji aliye serdestan ve li ser me hatiye ferzkirin. Vî zimanê Amedê yê qirixkî li hember vê sîstema serdest, zimanê qerfok yê protestoyê ye. Kurdî ne wisa ye. Ew zordestiyê li ser tu zimanan nake,û helbet bindestiya tu zimanan nas nake. Ew bi teqil li xwe zede dike û her bilind dibe. Her tiştê bi jiyanê ve têkildar, hembêz dike, dihundirîne. Carcaran bi hêmayan jiyanî, qaliban dişkîne û qadek fireh û kurdewar ava dike. Heger ji dêleva min ingilîzek bi tirkî bipeyiviya, we yê cardin bertekek bi rengî bidaya? Ne bawerim ku wê bidaya.” Yên li civînê şaş dimînin û baş guh lê didêrin. “ Ez ê wek we, ango wek merivek di jiyana xwe de xwedî pirsgirêk, ji pozê xwe emeliyatkirî ku bi zorê deng jê derdikeve, nikarim/nikaribim dev û pozê xwe xwar bikim û bi “şildim bildim” bipeyivim.
Li gora wê mezintirîn pirsgirêka wê ya niha ew bû ku, cihê wê di her du ziman de jî tunebû. Dema ku bi kurdî dipeyivî jî axaftina wê dihat sererastkirin lê we ev yek ji xwe re nedikir derd, tu bertek nedida. Belkî ew birînek bû, kulek bû di dile wê de û her xwîn jê dihat. Belkî jî wê jirêzebûn, ango bêedaletî teşhîr dikir.
Jina ciwan wexta ku rêya sirgunê jê re xuya dike pir nexweş e. Bedena wê ya ji berê de nazik, piştî ceza û iskenceyan, di ser de jî zimanekî nuh, pir diweste… Paşê rehet dibe, fêrî vî zimanê nuh dibe lê bi aksana xwe hertim yeka biyanî ye. Ji ber derbên li iskencexaneyan xwariye, nikare ducanî bibe lê bi tedawîyek dûvdirêj, dibe dêya du zarokan. Tevî kêmaniyên xwe jî ew ê karibe zimanê dayikê, zimanê xwe kurdî, ferî zarokên xwe bike.
Herekol Azizan di gotara xwe qala biryereke Elyêzer dike, "Gava pê li erdê pêşiyan kirin, Yehûda gote jina xwe, ji niho û pê de em ê bi tenê bi İbranî xeber bidin. İbraniya jinikê gelek hindik bû. Jinikê kir nekir lê mêrê wê ji qerara xwe negeriya." Elyêzer vê birayara di rêya vegera welatê bav û kalan de dide. Naverok û Hêmayên vê çîrokê yên têra xwe îronîk, komik û trajik piştî gelek salan dê bibe navenda hêmaya jinek ciwan, dê bibe hemaya nîvîskarek di navenda bûyeran de. Jinê li ser hemû jîyîn û serpêhatinên xwe wek ku rêyek, qenalek ku bi ser helbestên Allen Ginsberg vedibe, keşf kiribe; li girîngiya zimanê xwe yê zikmakî wardiqile. ji ber ku ewên hewl didin ji bo zimanên ewropîyan fêr bibin, mîna qirixên Amedê bi zimanê dayika xwe dipeyivin. Bi salane gelek kurdên li diasporayê ji xeynî zimanê kuçeyê yê welatên ku lê ne pê ve tiştek li xwe zêde nekiribûn. Baş fêrî zimanê kuçê jî nebûbûn gelek ji wan. Nehatibû bîra wê, nefikirî bû ku ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê ji ber zordestiya serdestan, bi qirixkî dipeyivîn. Bi zimanekî difikirîn û bi zimanekî din peyv û hevok rêz dikirin. Tevî vê rastiyê, pedîatir, zimanzan û perwerdekarên Ewropayê bi israr ji malbata dixwestin ku li malê bi zarokên xw re bi zimanê xwe yê zikmakî bipeyivin. Li vir ya girîng ew e ku merev hay ji polîtîkaya rêk û pêk ya asîmîlasyonê hebe û li hember wê bertekan nîşan bide û li gora vê yekê tevbigere.
Ji ber vê yeke Jina Amedî ya ku edî bûye xwedî zarok divê edî bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyive û li hember wan serî hilbide. Kurdî Zimanekî Hind- Ewropî bû û bi qasî Latînî kûr û dewlemend bû. Celadet ku wek bavê Zimanê Kurdî ye, ji ber ku lingekî wî li ewropayê ye bi zanîn û ilma ewropîyan bi rêya Hawarê Kurd şîyar kirine û bûye lehengê çîroka esasî.
Belê Herekol Azîzanê hêja! Vebêjerê çîrokê! Hêvî, xeyal, serkeftin û hemû hêstên ji dil yên vê çîroka bêhempa, wek ku te jî bi çavê dil û bi deve serlehêngê mêr Elyêzerê lawê Yehûda ji me re gotî,'' Gava ji derve tên mal, herwekî cilên xwe ji xwe dikin û wan bi cilên malê diguhêrinin, zimanê xwe jî welê biguhêrinin û bi zimanê kûçê di nav malê de naxêvin û zimanê malê, zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin.”
Ev çîrok serboriya wê keça biçûk e ku di kuçeyên sûrê yê teng û dişibin labîrentan de bi teytokê dilîst. Ev çîrok bi dûketina keçeke biçûk ya xeyalên zarokatiya xwe ye ku hê jî qarwar û dengen zarokatiyê di guhên wê de olan didin. Çîrok û serpêhatiyên navborî jixweveqetîn û lixwevegera civakekê ye ku hêj jî didome. Ev çîrok romanek vjîanê ya civakî ye ku di jiyana keçeke biçûk de hatiye honandin. Çîroka efsaneya gelekî ye ku mîna teyrê sîmurg xwe ji xweliya xwe vedijîne. Çîroka li hember derketina asimilasyon û zordetiyê ye ku bi giyanekî berxwedêr wek bertek li hember gramera zordest ya serdestan, ji dil û bi xweber di dilê hemû endamên civakêkê de peyda bûye.
Rengîn KARDELEN
YORUM GÖNDER