CEJNA VEJÎNÊ Lİ ME TEVA PÎROZ BE!
“Romaneke ku hê dawî lê nehatiye ye ….!” Dibêje afirîner û sazûmankarê vê Tevgera Azadiyê; Serokê Netewî Abdullah OCALAN!
Bi awayeke fermî çil û çar salê xwe qedan dikeve çil û pênc saliya xwe PKK. Ji bilî vê mêjûya nivîskî, ango berî 27ê Mijdara 78 an jî pêvajoyeke heye ku esas bizirê vê Tevgerê ji wan rojan ve hatiye avêtin. Ku em ji wir bihesibînin jî tam dibe pêncî sal ev Tevger derketiye rê!
Heta em hinek dî jî lê bihizirin hê wê durustir û rasteqîntir be. Lewra pênaseyek heye ku; her Tevger bi Rêberek dest pê dike. Hela ew Rêber ku jidayîkbûna xwe, ango ji zayîna ewilî ve di nav hizr û ramanên Azadiyê de be! Yanê bi awayekî jî mêjûya vê Tevgerê digîje heftê û sê salan. (bi gotina Serokatiyê) nefes bi nefes heta vê rojê hatiye ev Tevger. Qet navber nedaye û em li ser vê esasî dikarin bibêjin nêzîkî qirneke Tekoşîn bênavber didome. Loma ku Serok Apo dibêje “Romaneke dawî lênehatî, helbestek e… berî nivîsê peyv hat gotin…” Di vira de jî ez dikarim bibêjim mêjûya Tevgerê vedibêje Serokatî. Yanê 27ê Mijdarê 1978 an de avabûna Partiyê, tenê îlankirina ew sê tîpên Efsûn û zêrîn P K K ê ye. Lê belê heta digîje vê merheleyê jî serdemek derbas dibe. Dîsa bi peyvên afirînerê vê Tevgerê Abdullah OCALAN; “weke di nava kevirê mermer de gul biçînî” aha bi vî awayî PKK vejiya û bû xwedî nav û nasname.
Dîsa divê ez bibîr bixim ku berî vê Tevgerê jî bi navên cûr bi cûr û li gelêk herêm û deverên Kurdistanê liv û lebat hebû. Tevger hebû. Serhildan hebûn Tekoşînên bêhempa hebûne. Loma ku rejima dagirker her dem wek benîştê deva “bîst û heşt serhildan çêbûn tev têk çûn. Ev jî ya bîst û nehan e…” dibêje. Ango tenê bi avabûna Komara Tirk re heta sala hezar nehsed û heftêyan 28 caran Kurdan hewl daye xwe û xwestine dawî li wê jiyana kambax bînin. Lê sedmixabin her yek ji wan serhildan û raperînan herî zêde salek-du sal ajotibû. Piştî dîlgirtin an qetilkirina Serokê serhildanê ew serhildan bi giştî têk çûn! Dîsa di her raperîn û serhildanê de herî kêm bi sedhezaran Kurd hatin qetilkirin. Bi hezaran gund wêran bûn. Bi hezaran mirov ji warê xwe koç bûn… Êdî wisa bû ku Komara xwînmij bi xwe jî bawer kiribû ku di çiyayê Agiriyê de tirbeke temsîlî çêdike û li ser wê tirba betonî de wiha dinivsîne ‘Muhayel Kurdistan Burada Meftundur!’ Ango; Kurdistana ku hûn xeyal dikin di vira de noqî erdê bûye! Ser wê hatiye betonkirin û ew xeyal jî qediya-tune bû! Dibêje.
Ji wê rojê û vir de navê Kurd bû; “Şaqî, minafiq, wehşî, kesên bi dûvik, zîndewarên li şikeftan dijîn” û hwd. Ji xwe Kurdistan bi sînorên sûnî, wekî; Rêya hesinî, yanê xeta Trênê ji Almanya heta bi Îraqê hat kişandin di nîvê Kurdistanê de ev xet derbas dibe. Êdî navê wir bû binê xetê û yê vî alî jî bûn serê xetê! Li derên dina jî weke deriyê Bacê ya nav welatan hat sazkirin û aliyekî bû Îraq, aliyek bû Îran. Binê Xetê jî ango Sûrî. Yê Bakûr jî bû Tirkiye. Yanê bi navekî din; çawa ku Kurdistan hat perçekirin û her perçeyek radestî dagirkerekî heremê hat kirin, pê re navê Kurd jî ji holê hat rakirin. Qedexe bû kî vê peyvê bikar bîne ew diviyabû ji serê xwe jî derbas bibûna. Ew çend xeternak bû vê peyva Kurd û Kurdistan! Tenê di zagon û makezagonan de na! Di jiyana rojane de jî wan zagonên bi navê ‘Şerq Îslahat Kanunu’ dest bi tehcir û telkînê kirin. Pê re yê mayî jî qişle û qaşo dibistanên Leylî ava kirin ku Kurdan di van sazî û dezgeyan de bihelînin. Bipişêfin. Tenê bi helandin û pişaftinê jî bimana dîsa baş bû! Ew kirin tekane heskiriyê welatê Tirkiyê. Wisa ku hebûn û bextewariya xwe di Tirkbûniyê de dibine. Ji bo wê Tirkbûnê jî bûn fedaî. Ango êdî kujerê Kurdên serhildêr dê tenê unîformayên Tirk nebe. Ligel wan û heta di pêşiya wan de ev kesên ji xweza û nifşa xwe hatine dûrxistin, ango xayînê Kurd bera Kurdên serhildêran bidin û bi vê hawî ew politikaya wan a ‘Se bi Seyî xeniqandin’ dan destpêkirin! Di dîroka Me de du xet ligel hevdu têdikoşin. Lê belê heta vê qirnê dawî, derketina Tevgera Azadiyê her tim xeta xiyanetê biser ketiye. Aha ji ber vê bêkesayetiyê ye ku xayînên wek Qaso û Reyberan, Yezdanşêr û hwd derketin û xeta Berxwedanê têk çû! Belasebe nehatiye gotin ji destiyê Bivir nebe Bivir nikare dasiyek jî bişkêne! Ango “ji kurmê darê nebe dar narize”.
Di çaryeka dawî ya qirnê bîstan de, êdî wisa bûbû ku Kurd ji xwe nefret dikir! Hema her roj mirina xwe dixwest! Poşman bûbû ku Wekî Kurdekî xwedê ew daye. An jî ji bo xwe bişibîne serdestê xwe diket her qalibî. Li ser yek lingekî çil teqle didan. Bes bila bikeve çav wî serdestê xwe! Loma ku felsefeyek welê afirandine û xistine dev û dilê me (bav-kal) ku dibêjin “li jor xwedê li jêr jî dewlet” ango dewlet çi bêje rast e. Çi bike mafdar e. Dewlet dikare keroşkê bi erebê bigire, dewlet xwedî artêş, tang û topan e û hwd. Dîsa wisa kirine ku êdî naxwazin bibin şêrê azad, berdayî lê dixwazin bibin psîk an jî tûleyê girêdayî ber derê dewletê! Ji ber vê jî dewletê tu cara kotek-ço li ser vî xelqî kêm nekir. Her ku çû zilma xwe hê dijwartir kir. Welê bûbû ku êdî ji xwe bawer nedikir. Ango ew tu tiştekî jî nîne. Tenê amûreke ku dewlet ew bikar bîne ye. Hêviya wî ya jiyanê êdî nemaye. Naxwaze qet vêna bihizire jî. Lewra her ku hêvî kiribû ew hêvî di gewriya wê de mabû. Di xwîna xwe de hatibû fetisandin…
Digel vê zilm û zextên dijwar, bayeke şoreşgerî ya ji şoreşên Emerîka ya Latîn teyîsîne dihejiya. Li Kurdistanê weke xweliya mirinê were reşandin, hewayeke kambax hebû. Bêyî destûra dewletê-leşkeriya dewletê pel ji darê nayê xwarê. Çawa ku di warê Olî de tê gotin “bêyî emrê xwedê pel ji darê naweşe” Îro di roja me de dewlet ketiye dewsa xwedê! Ew çend ku zilim kûrtir bûye. Rastiyek jî heye derê ku zilm û zext wehşet pêşkeve, kûrtir dijwartir bibe li wan dera bertek jî çêdibe. Di encam de ew zext çewisandin hovîtiya dewletê kevirê sebrê jî teqand! Loma ku li Tirkiyê û li Kurdistanê roj bi roj hêz derketin rêxistin çêbûn, fraksiyonên cûr bi cûr çêbûn. Welê tê gotin ku 93 fraksiyon rêxistinên çep û rast, derketin holê. Piştî darbeya 1960 î ew çend rewşenbîrên Kurd, şoreşgerên Tirk kêmek serê xwe bilind kirin lê ew teva pir zû tepisandin. Vê carê hê xwirtir bertek derketin. Deh sal şûn de dîsa hewce bû ku darbeyek din pêk bînin. Di 71 î dîsa sîxurme çêbû. Gel di bin postalên leşkerên rejimê de hat pelçixandin. Her roj her şev di berbangê de bi dehan maşîneyên leşkeri tije leşker konvoy didan dû hev û berê xwe didan gund û mezreyê Kurdistanê. Wisa ku weke Kurdistan ji nû ve dihat dagirkirin. Ew çend wehşetên dirindehî pêk hatine. Ji xwe mirov dikare bibêje ku dîroka Komara Tirk Komara darbeyan e. Her deh salan carekê darbeyek pêk hatiye. Nehîştiye ku civak ber xwe bibîne…
Di nava Tirkiyê-Kurdistanê de bi navê şoreşgerî Çepên Tirk-Kurd gelêk rêxistin derketin. Wekî mînak; THKO, DHKP-C, DDKD, Rizgarî, KUK û hwd. Di pêşengiya Mahîr Çayan Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan de ÇepênTirk pêngaveke dest pê kirin. Bêguman çepên Kurda jî her roj xwe bi rêxistin kirin. Her ku çû gur û geştir bû. Li her der karkeran xwe bi rêxistin kirin. Tenê duruşmeyek wan çepê Tirka hebû “her tişt ji bo Tirkiyeke Serbixwe” Ango wan jî ferq kiribû ku Tirkiye herçende ji xwe re serbixwe me bibêje jî ne wisa ye. Ji navokê ve girêdayî mêtingeriya Emerîkayê ye. Li ser vê xwe bi rêxistin kirin û tenê Antî Emperyalîzim ji xwe re kirin şiyar.
Çepên Kurdan, ango ew rêxistin û fraksiyonê Kurdan çi dixwestin? Wan çi dikir divê hinek qala wan jê bê kirin. Berî ku ez qala rewşa wan rêxistin, fraksiyonan bikim ku bi dehan rêxistinên Kurd û Kurdîstanî hebû. Di nav wan de Komek ji pên-şeş kes an jî, ji tiliyê destekê derbas nedibû jî hebû. Wan jî hê nav li xwe nekiribû lê di nav gel de “APOCΔ dihat zanîn. (ji ber ku sazûmankar û pêşengê wê Komê bi navê Abdullah OCALAN bû jê re Apo digotin) Di nav gel de Apocî dihatin binavkirin.
Ji bilî Apogeran, ew rêxistin û fraksiyonên Kurdan jî daxwaza wan “Doguya Yol Su Elektrik” Ango navê Kurdistanê jî nikarin, newêrane bilêv bikin wek zimanê dewletê dibêjin ‘Dogu’ ji Doguyê re av, rê û kareba dixwazin. Bila rêyên gundê me çêbibe. Bila av û elektrîk were gundê me jî em di tariyê de ne. Bila dibistan were û hwd. Li ser vê daxwaz û stratejiya wan di nava gel de ji wan hîzban re ‘Reformîst’ an jî ‘Tirşikçî’ dihat gotin.
Başe wê Koma biçûk, Koma Apogeran çi dixwestin; pir nakevin kitekitan. (lewra ew dikare bibe mijara bi cildan pirtûkan. Û ji xwe têra xwe li ser hatiye nivîsandin û hê jî tê nivîsandin ku Serok Apo dibêje ‘Sonu gelmeyen Roman, bîr şîîr, bir turku …”) Li welêt bi tevî qaşo Şoreşger û pêşengan, ku nav li xwe kirine şoreşger newêrane nav li vê rewşa kambax bikin. Ji xwe gel hatiye çewisandin. Bi zimanê xwe nikare bistire, an bigirî jî. Straneke Kurdî dikare bibe sedemê kuştina wan kesan. Her roj li malekî, her roj ji gundekî dûxana agirê artêşa dagirker bilind dibe, hildikişe. Agir berdidin malan… Lê ew şoreşgerên me qaşo dê bibin Rizgarkerê Kurdistanê çi dikin çi dixwazin?
Cara ewil sazûmankarê vê komê rêzdar Abdullah OCALAN di sala 1973yan de, li Enqerê di dibistana bilind (SBF)-Fakulteya Zanistî û Siyasî de di nava mejiyê dagirkeriyê de rewşa Kurdistanê wek şîmaqekî tûnd li rûyê Rejîmê dixe. Dibêje “Kurdistran Mêtingeh e”! Divê teqez ji bin vê mêtingeriyê rizgar bibe. Karê şoreşgeran jî divê ev be… Axaftineke weke vê dike. A wê gavê êdî qiyamet qiyamet radibe! Qaşo yên doza şoreşê dikin, hela ew qaşo şoreşgerên Kurd û Kurdistanê çawa li hember vê helwesta APO derdikevin! Ev wek sosret êdî rûyê wan teva deşifre dibe rûpoşa wan dikeve.
Koma Apogeran hê nebûye Partî an Tevger. Lê stratejiya wan diyar e. Duruşmeya wan eşkere ye û hedefa wan zelal e. Strateji Azadî û Serbixweya Kurdistaneke yekpare ye. Duruşme; “bimre dagirkerî, mêtingerî û her cureyî paşverûtî, bijî Azadî û Serxwebûna Kurdistanê ye. Hedef jî hemû hêz û sazî û dezgeyên rejimê ligel hevkarên dewletê Axa û kompradorên Kurdên hevkar in. Ji xwe bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê, ango Partîbûna wê Koma Şoreşger-Apogeran re; di 27ê Mijdara 1978an de ava dibe û şûn de hema di bihara 79an de berê xwe didin hêza hevkar û lingê dagirkeriyê, Axayên xwînmij û zilimkar. Li Siwêreg û Hîlwana Rihayê Partîbûniya xwe bi çalakiyeke wisa Îlan dike.
Çawa ku Apogeran Partîbûna xwe, ango avabûna PKK îlan kirin û şûn de ji her aliyan ve êrîşên tûnd çêbûn li ser Partiyê. Ev êrîş tenê ji aliyê rejimê ve na. Piraniya êrîşan ji aliyê qaşo wan hêzên Kurd û şoreşger hatin kirin. Van hêzan dev ji mêtinger û dagirkeran jî berdane tam bûne tajî û tûle li pey nêçîra Apogeran dikevin. Ji dewletê pirtir ew har û dîn dibin ku pêşengî ji destê wan derdikeve û esas daxwaz û mebesta wan eşkere dibe. Ji xwe her fraksiyonên ku me li jor çend heba nav dabû ew tev bi awayeke fermî sazî û komele vedikin. Ji bo dewletê xeternak nîne ku dewlet jî çavên xwe ji wan re digire. Heta piştgirî dide wan ku ew bera PKKeyiyan bide. Hê berî ku Koma şoreşger ya Apogeran nebûye Partî di 77an de yek ji pêşengê Komê Heqî Karer li Dîlokê bi awayeke bêbext qetil dikin. Ji xwe bi vê êrîşa xwe ya kirêt van qaşo şoreşgerên Kurdan ruyê xwe teşîr kirin û xwe avêtin hemêza rejîmê. Tew ji xwe re navê ‘Pênc Perçeciyan’ li xwe kiribû! Xwedîgravî angaşt dikin ku ‘Kurdistan pênc perçe’ ye! Ew koma kontra ya bi navê Stêrka Sor an jî Pênc Perçecî, endamekî wan bi navê Alatîn Kapan Heqî Karer di Dîlokê de din ava nîqaşeke birdozî de bi awayeke bêbext ji para ve ew qetil dike. Bêguman Apogeran di cî da heyfa wî stendin wî kujerî jî kuştin. Lê bi qetilkirina Heqî Karer êdî koma şoreşger gihêşt wê encamê ku divê neçarin xwe bi rêxistin bikin. Ev rêxistin jî bi navekî ango bi bername plansazî, bi rêk û pêk xwedî strateji û berî her tiştî jî disiplin ferz dibe. Ev jî encax bi Partiyeke birêk û pêk gengaz e. Loma ku êdî dikevin nav hewldanên rêxistinî. Pir bi dorfirehî Kurdistanê lêdikolin. Lêgerîn dikin. Rewşa gelê heremê nas dikin. Dil û hestên gelê heremê oxilme dikin û li her bajarê Kurdistanê nebe jî di çend navendan de wekî; Çewlîk, Dîlok, Riha, Xarpêt, Semsûr, Dêrsim, Êlih Agirî û bêguman Amedê de xwe bi rêxistin dikin. Ew koma ku bi qasî tiliyê destan bû neh komên bijare. Ango neh kom, Kadro û pêşengên Tevgera azadiyê. Bi vê xebateke hûr û kûr berfireh dibe. Bi gotina Serokatiyê dibêje “êdî zarok bi papûlikan dikare bimeşe”. Hêdî hêdî bi ser piya dikeve û gavên xwe li gor hêza xwe diavêje. Bi vê bîr û bawerî û ferasetê di 27ê Mijdara 1978an de li gundê Fîsê ya Licê kom dibe, Kongreya xwe ya ewilî bi 25 kesan pêk tîne. Rêveberî, Sekreterî lijneyên xwe, peywirdarî tev bi awayeke rêk û pêk diyar kirin û her yek li ser peywirê xwe ve meşiyan. Divê tiştek jî baş were fêmkirin ku ev kom ji kom û tevger û rêxistinên din û yên berî wê serdemê jî pir cuda bû. Yanê ev PKK ji Serokê wê bigir heta endamê wê yê herî dawî tev jî; ne yek Axa bû, ne jî ji malên Axa an began, ne ji Eşîreke klasik bû. Tev jî xwendekar, ji malbatên xizan û ji nava gel bi xwe bû. Lê wek tê zanîn yên berê hema bêje tev jî an Axayeke navdar, yan ji malbateke navdar, An şêxek, yan jî Eşîreke xurt bû serokê wan tevgerên. Berê…
Ya diduya jî ev Partî an jî Tevger, ango PKK xwedî birdoziyeke herî modern, pêşverû û rasteqîn dibjêre. Wê ji xwe re esas digire û bi wê bawer e. Yanê Sosyalîzma Zanistî ji xwe re dike rehber. Wisa ku şiyara esasî jî “Di Sosyalîzmê de Îsrar di Mirovbûnê de Îsrar e”! Bi vê şiar û baweriyê dikeve rê…
Rewşa Tirkiyê û Kurdistanê ya kambax her ku diçû şêlotir û kambaxtir dibû. Rojê herî kêm bi dehan ciwan dihatin kuştin, qetilkirin. Rejim li aliyekî dikuje ev hevkarê wî qaşo şoreşgerên welêt jî li hêla din êrîşî Apogeran dikin. Êdî wisa bûye ku ji xwe re weke deverên rizgarkirî îlan dikin û nedihîşt Apoger bikevin wan deran! Di vê rewşa welê de darbeya 12 Îlonê pêk hat. Ji xwe deh salên xwe hê neqedandibû dîsa darbeyek hê tûndtir dest pê kir. Ev darbe bêguman Faşîzmeke xedar û heta bêjî hovane bû. Bi sedhezaran gel hat girtin. Bi hezaran ciwan hatin qetilkirin… Wek silindireke qerase di ser gel re hat gerandin. Zêdetirî jî li ser Kurdistanê û bêguman li hember Apogeran ev darbe pêk hat. Ango wek bersivdayîna PKKê ye ev darbeya 12 ê Îlonê ya 1980.
Çawa ku bi qetilkirina Heqî Karer Partî-Tevger hat avakirin. Hema li hember wê jî rejîmê di 24ê berfambara 78an de qetlîama Gurgum-Mereş û Sêwazê li ser Elewiyên Kurd pêş xist… ji xwe hema pê re 12 îlona 1980 yî rû da!
Di wê darbeya 12ê Îlonê de bi dehan kadro û pêşengên PKKê dîl hatin girtin û bi eşkenceyên hovane re rû bi rû man. Wisa ku li hember wan wehşetan dîsa di wan şert û mercên herî teng de PKKyiyan serê berxwedanê kişand. Pêşeng û kadroyên PKKê ala berxwedanê di zindanan de jî bilind kir û tavîz nedan dagirkeran. Bêguman bedelên pir giran dan! Lê bersiva wan bedêlan Gelêkî ji nû ve, ji xweliya xwe hat afirandin û rabû ser piyê xwe. Serê xwe bilind kir û xwedî li wan Kadro û pêşengên xwe yên berxwedêr derketin. Ala wan cangoriyan nexistin erdê. Di serî de li çiyan li her derê welêt ala berxwedan û azadiyê bilindtir bû
Bi şehadeta Pêşengên Partiyê wek Mezlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhad û hevalên wan 15ê Tebaxê 1984an de pêngaveke nû ku di dîroka Kurdistanê de yekem car e pêk tê, dest pê kir. Starta şerê Gêrîlatî bi çalakiya Dih-Eruh Û Şemzînan hat dayîn. Ev pêngav, wek Guleya Yekemîn jî di nava rayagiştî ya gelemperî û gel de jî tê binavkirin. Ji xwe ew roj û ev roj e lûleyên tivingan sar nebûye. Çalaki li dû çalakiyan tê lidarxistin. Yek jî; ev Tevger ne tenê li heremekê, perçeyekê Kurdistanê li çar aliyê Tirkiyê, Kurdistanê heta bi awayeke em dikarin bibêjin îro belavî hemû Rojhelatanavîn jî bûye. Ev tekoşîn di warê rêxistinî û siyasî dîplomasiyê de jî hema bêje di tevayê cîhanê de xwe bi rêxistin kiriye. Dîplomasiya xwe dimeşîne û êdî bi wê Guleya yekem re deng vedye cîhanê…
Gotineke pêşiyên me Kurdan heye “Mêr di rojên teng de diyar dibe!” Yanê şoreşgerî û pêşengiya gelan, antî Emperyalîstî û li dijî dagirkeriyê sekin di rêjên teng de kifş e. Her çi qas darbeya 12 îlonê faşîzmeke xedar be jî, ji bo şoreşgeran jî bû azmûneke cidî û misoger. Kî ji vê azmûnê derbas bibana encax ew dikare bibe pêşeng û hemû qedir, qîmet û rûmet jî mafê wê ye. Serokatî û pêşengî jî li wan kesan pîroz e.
Çawa ku 12ê Îlonê rû da ew qaşo şoreşgerên Kurd di serî de, yên Tirk jî hema bêje li Kurdistan û Tirkiyê de yek fraksiyon û tevger neman. Halbû heta wê rojê bi kêmasî 93 Fraksiyon rêxistin hebû! Tev jî qaşo doza şoreşê dikirin. Serê wan rêxistin û Tevgeran bere xwe dan Ewrûpa. Lê sempatîzanên wan, gelê reben jî di bin eşkencexaneyan de man an jî di malen xwe de bê ser û sermiyan man! Heta ku dîsa PKK di 15ê Tebaxa 84an de hemleya şerê çekdarî da destpêkirin. Heta wê rojê ji xwe çi liv û lebatekê li ciyekê tunebû. Hemû şereşger revîne Ewrûpa. Tenê Apogeran hê dengê lingê Cûnta ya Faşîst dihat Serokatî ewlehiya xwe girt. Berê xwe da nava şerê herî germ –Filistînê. Da ku li wir xwe perwerde bikin û ji nû ve vegerin welêt doza xwe li ciyê mayî bidomînin. Ji xwe 15ê Tebaxê ji Lubnan- Bekayê ango ji nava şerê germ yê Filistîn û Îsraîl tercube girtin. Xwe perwerde kirin û hatin welêt.
Balkêş e bi teqîna vê guleya yekem-ewil re ji rejîmê pirtir ew tirşikçiyên ku revîbû Ewrûpa li hember derketin. Bertek nîşan dan! Ji xwe hêzeke wan ya leşkeri tune bû vê carê bi zimanê xwe li ciyê germ li ser maseyên penaberiyê weke koroya mizikaciyên Bremenê deng derxistin! Bû ewça ewça wan. Lewra rehetiya wan xera dibe! Ji xwe dawiya dawî ew xwefiroşên ku revîbû Ewrûpayê piştî 20-30 salan nihêrîn ku li Ewrûpayê zêde nikarin ji dagirkeran re bibin palpişt vê carê jî xwe avêtin Enqerê. Ji nêzîk de ji bo Tevgera Azadiyê têk bibin bûn wek pêlav û ketin piyê dijmin wek tûleyan li dû kadro û pêşengên Tevgerê digerin û hundirê xwe vedireşin. Ji bo ku şoreşgeran reş bikin çi ji dest wan tê dikin û hê jî wê kirêtiya xwe didomînin.
Me gotibû ku di dîroka Kurdistanê de di her tevgerê de du xet ligel hevdu têdikoşin. Yek berxwedan e ya din jî xiyanet e. Heta vê serdema dawî xeta xiyanetê biser ketibû. Di vê serdemê de jî xayîn û xiyanetî kêm nebûn. Tew hê pir zêdetir derketin. Yên xwe bi kartolekî, makaronekî an bi tasek şorbeyek an jî bi mûçeyek xwe firotin pir derketin. Hem di rojên herî teng û dijwar de jî derketin. Dem dema li gor xwe mesafe jî girtin. Wek 15 Reşemiya 99an de ew xayîn û xwefiroşên der û hundir tev li herem û li cihanê bextreşan bûn yek û wê Komploya 15ê Sibatê pêk anîn! Xwestin ku roja Kurd bi carekê tarî bikin. Eqba ew Serhildanên berê dubare bikin. çawa ku di pêsîra Seyîd Riza de Reyberek derket, di pêsîra Rêber Apo de jî Brûtûs Osman, ango hê nêzîktirê wî derket hemberî wî! Ji xwe ji nava Tevgerê bi dehan bi sedan belkî kurmê darê derketin hê jî derdikevin. Bes van xayîn û Kurman di vê Tevgerê de bi ser neketin û dê tu car jî bi ser nekevin. Lewra ev Tevger naşibe yên berî xwe. Ji teva ders derxistiye ji xwe re kiriye mînak û ew wergerandiya hêz û baweriyê. Yek jî ev Tevger ji roja derketiye heta roja îro di serî de ji xwe, ji hêza xwe bawer kiriye. Xwe nespartiye tu hêzeke biyanî. An dewletekî hegemon. An jî Axayeke xwedî eşîr Malbateke dewlemend. Ji bîr û baweriya xwe hêz girtiye, ji xwe bawer kiriye. Lewra di rêya rast de ye û heta bêjî mafdar e. Li gor dem û cih rêbazên cuda cuda û ne tenê li derekê, heremekê li her dever û ciyan xwe bi rêxistin kiriye. Ango ev Tevger bi qasî ku bi hêza xwe tevdigere ew qas jî bi aqil û bi zanatî tevdigere. Perwerdekirî ye. Dizane sibe dê çi bibe berî wê ewlehiya xwe digire.
Arêmanc û mebesta vê tevgerê ne mirin û kuştin e. Berovajiyê wê jyankirin û hezkirin e. Yanê Felsefe ev e; hemû dinya bibe yek û bi ser me de were jî dê ji ya xwe neyê xwarê. Ji miroviya xwe tawîz nede. Teslîm nebe. Berovajî vê; hêza me ya ku hemû dinyayê jî bikaribe têk bibe hebe jî, bê sedem êrîşî çi alî û kesa nake. Ye. Loma ku ev tam nîv qirneke ango pêncî sal e bê navber tekoşînek, şerek bêhempa didome, digel vê yekê li dora 70 hezar mirov şehîd bûne, jiyana xwe jidest dane! Ango wendahî çêbûne. Lê ew me li jor jî gotibû ku serhildanên berê de ku temenê wan herî zêde salek du sal ajotin jî herî kêm di her yekê de sed hezar mirov şehîd bûne, hatine qetilkirin. Wendahî heye. Ev jî bi me dide nişandan ku armanc ne kuştin û wêrankirin e. Arman pêşîlêgirtin e. Bêyî ku were kuştin û bikuje, rejimê bîne xeta rast ya çareseriyê. Wekî mirovan ligel hevdu her yek li gor dilê xwe di bin heman sîwanê de. Lê her yek bi navê xwe, bi rengê xwe bi vîn û keda xwe, xwe bi xwe birêve bibe. Û bi awayeke demokratik, bi hezkirin û serbilind bijîn. Ango Xweseriya Demokratîk tê xwestin. Armanc ev e. Ev jî tiştê ku pêk neyê nîne. Ji her demê jî guncavtir e ku pêk were. Lewra ji bo vê gelek bedelên granbuha hatiye dayîn.
Bi hêviya ku êdî xwîn neyê rêtin, dil û can neyêşe. Rondikên dilsoj na, bila rondikên ji kêfa êdî werin xwarê. Salvegera vê Destana Azadiyê, damezrandina PKKê di serî de; li sazûmankarê wê Rêber APO, li hemû cangorî û milîtanên wê li gelê Kurd, li hemû gelên herema Rojhelatanavîn û li tevahiya Mirovahiyê pîroz be!
ADİL QAZÎ
YORUM GÖNDER