C-DI NAV SÎSTEMA EMPERYALÎST DE KURDISTAN
1)Şerê Parvekirinê Yê I. Ê Emperyalîst û Ji Nû Ve Parçekirina Kurdistanê
Emperyalîzma Alman, paşê, girêdayî bi zagona pêşketina newekhev a kapîtalîzmê ve pêşketineke mezin çêkiriye: li gorî asta hêza xwe ji nû ve parvekirina cîhanê xistiye rojevê. Lê, Fransa û Îngilîzîstan ku beriya vê di navbera xwe de beşeke mezin a cîhanê parve kiribûn li dijî vê yekê der derketin. Yekane amûra parvekirinê, şer bû.
Beriya ji şer bloka ku pêşkeşiya wê Îngilizîstanê dikir, ji bo parvekirina împaratoriyên Îran û Osmanî ku her kêliyê belavbûna wan mumkîn bû, planên parvekirinê pêş xistin. Li gorî van planan, Kurdistan di navbera Îngilîzîstan û Fransayê de wê bihatana parvekirin. Ji bo Ermenîstana ku avakirina wê hatibû plankirin jî, beşeke girîng ê herêma bakur hatibû veqetandin.
Tirkan, di şer de li gel Almanan cih girtin. Sedema vê, têkiliyên ekonomîk “mînak riya trenê ya Haydar paşa-Bexda kudi seranserê Kurdistanê re derbas dibû” ku beriya vê li gel Almanyayê hatibûn pêşxistin, û ya herî girîng jî ew bû ku, doktrîna Turanîzmê ya pêşengên Îttîhat ve Terakîyê ku berdevkê burjuwaziya Tirk a burokrat, komprador bû û nû dewlet bi dest xistibûn, ji aliyê Almanyayê ve dihate teşwîqkirin. Li gel ku împaratorî wê ji aliyê Almanyayê ve bihatana parastin, dihate plankirin ku heya Asyaya Navîn hemûTirkên li cîhanê di bin siwana yek dewletê de werin komkirin jî.
Şerê Parvekirinê Yê I. ê Emperyalîstê ku hem û gelên cîhanê xistiye bin tesîra xwe û bûye sedema şiyarbûn û berxwedana gelan û bûyereke wekî Şoreşa Cotmehê ku di asta cîhanê de xwediyê girîngiyeke mezin e derxistiye meydanê, bi binkeftina Almanyayê bi dawî bû. Împaratoriyên weke Rus, Alman Awûsturya Osmanî, Îran jî ji ser dîka dîrokê daketin. Bi şun de ew dima ku, li gorî xwestekên bloka ku pêşkeşiya wê Îngilîzîstanê dikir cîhan ji nû ve were parvekirin.
Pevçûn û xwe li hev rakişandina li ser Kurdistanê, ku ji aliyê împaratoriya Osmanî ve mîras hatibû hiştin, piştî şer jî berdewam kir. Tirkên ku ji nû ve dest bi şerekî rizgariya neteweyî kiribûn, bi xwe spartina mekanîzmaya dewletê ku ji împaratoriyê weke bermayî mayibû, hewl didan beşeke mezin a Kurdistanê di dest xwe de bigirin û di heman demê de Îngilîz jî li Başurê Kurdistanê ku di aliyê petrol de zengîn bû bi cih bûn. Fransiyan jî dest pê kirin derdora herêmên Dîlok, Riha, Mereş dagir bikin. Reîsên eşîran ên xayin û axayên feodal ku ji sed salan e vir de xizmetkarî û ajantî ketibû nav xwîna wan, jixwe nedifikirîn ku ji van mercên zêde zêde destdayî yên navdewletî feyde bistînin.Ji berdevkên neteweparêziya zeîf a Kurdan bû ku bi serhejmar girtinê (nüfus sayımı) û nexşe çêkirin û pêşkeşî emperyalîstan kirinê, wê karibin mafên gel bi dest bixin. Pêkhateya civaka feodal ku di halê xwe de mayî bû, derfet nedayibû ku çînek ku ji Şoreşa Cotmehê bi tesîr be bi pêş keve. Di van mercan de, jênerev bû, Kurdistan, ji aliyê dewletên mêtingerên empeytalîst ve li gorî asta qeweta wan were parvekirin.
Pêwîst e ev rewşa Kurdistanê ya ji nû ve hatin parvekirinê, bi aliyê sedem û encamên xwe ve hê bi şiklekî kûrani were lêkolîn kirin. BurjuwaziyaTirk di pêvajoya mêtingehbûna împaratoriya Osamanî de derket meydanê.
Di îxraca metayên ku piştî şoreşa sanayiyê li Ewrupayê zêde bûye de Kêm neteweyên Xiristiyan weke xeleka navberê hatin bikaranîn. Ev bû sedem ku, tîcaret, di nav gelên Misilman de paş bikeve û bi destê kêm neteweyên Ermen û Rûm bikeve. Tîcaretê, ji ber ku bi vî şiklî bi destê kêm neteweyan diket, ji bo ku burjuwaziya Tirk pêş bikeve hewce dikir xwe bisparta dewletê. Sultan, ku dixwestin împaratoriya li ser esasên feodal paş dikeve xelas bikin jî, neçar man di jora saziyên civakî de nûbûnê pêş bixin. Hin dibistanên leşkerî û tibî vebûn. Ev curê sazî di Împaratoriya ku bi peymana di 1840’an de bi Îngilîzîstanê re hatibû mohrkirin ketibû pêvajoya mêtingehbûnê de, dest bi zêdebûnê kirin.
Li aliyê din, burokratên alîgirên Rojava, bi ruşwet û komisyon wergirtinê her ku diçe mezin bûn û di pêşketina kapîtalîzma burokratîk de pêşengî kirin. Di vê pêvajoyê ku ji nîviya duyemîn a sedsala XIX. pê de bilêz bûye de, hêdî hêdî burjuwaziyekî Tirk derket meydanê.
Îdeolojiya neteweperest a burjuwaziya Tirk ku di nav dewletê de her ku diçe tesîra xwe zêde dikir jî, di vê pêvajoyê de derket meydanê û şikil girt. Ev îdeolojî ku di hembêza dewletê de mezin bibû, wê bi şiklekî xwezayî berê wê li parastina dewletê bûya. Neteweperestiya Tirk, ji beriya ku gelên Xiristiyan bi şiklê dewletên serbixwe xwe rêxistin bikirana, bi şiklê Osmanîperestî (Osmanlıcılık) derket. Bi vê feraseta (anlayış) neteweperestiyê ku ji aliyê wêjevanên (edebiyatçı) weke Namık Kemal, Şinasi, Ziya Paşa ve dihat temsîlkirin, hedef dihat kirin ku rewşa xwediyê ferq û cewazî ya bûn neteweyaTirk were berdewamkirin. Di vê pêvajoya ku gel bilêz şiyar bûn û dest bi têkoşîna serxwebûnê kirine de, vê neteweperestiya ku xwe dispart ferasetekê bê bingeh a weke “neteweya Osmanî”, bihêsanî deşîfre bû û şuna xwe ji şiklekî din ê neteweperestiyê re berda.
Çînên hakimên Tirk ku gelên Xiristiyan wenda dikirin, ji bo ku qet nebe gelên Misilman di destê xwe de bigirin, şiklekî neteweperestiya ku di bin kilifê “panîslamîzmê” de xwe vedişart afrandin. Hewl hat dayin ku bi taybet di dema Abdulhamîtê II.de ev neteweperestî were berbelavkirin. Lê, dema ku gelên Misilman jî serî hildan, vê îdeolojiyê îflas kir û vê carê dest pê kir neteweperestiyeke Tirk a nijadperestî şoven mezin bû. Ev neteweperestî ku di qada ekonomiyê de li gel biquwetbûna burjuwaziyê re mezin bûye, di nav Îttîhat ve Terakî Cemiyetî de bi şiklê rêxistinî îfadeya xwe dît.
Li pey hev binkeftin û timî erd wendakirina împaratoriyê, neçar hişt ku burjuwaziya burukrat û rewşenbîrên ciwan ên Tirk ji bo xwe warekî peyda bikin û sînorên vê diyar bikin. Burjuwayên burokrat û rewşenbîrên ku fêm kiribûn dema dewlet jî ji dest biçe wê bi temamî tine bibin, zûka li dewletê xwedî derketin û ji bo ku qet nebe li ser erdên maye neteweyeke Tirk biafirînin, bi qasî ji dest wan hat neteweperestiya nijadperest-şoven pêş xistin. Îttîhat ve Terakkî Cemiyetî, bû berdevkê siyasî yê vê neteweperestiyê. Îttîhat ve Terakkî Cemiyetî ku di salên ber bi Şerê ParvekirinêYê I. Yê Emperyalîst ve diç û de, bi çend derbeyan dewlet bi dest xist û bi teşwîqên emperyalîzma Alman jî, bi îdeolojiya neteweperest nijadperest-şovena ku şikla “Panturanîzmê” girtibû ket nav xiyalên hedefên emperyalîst. Îtîhat ve Terakkiyê ji pêşketina neteweperestiya Kurdan ku her çendî zeîf be jî di van salan de çêbibû re, heqê jiyanê nas nekir. Di salên şer de 600 hezar Kurd bi darê zorê kir koçber. “piraniya wan li Torosan mirin” Dîsa, Ermen di tevkujiyeke mezin re derbas kir.
Piştî ku şer xelas bû rewşenbîrên Tirkên leşker-sivîl ên ku dîtin împaratorî ji hev dikeve û belav dibe, vê carê berê xwe dan neteweperestiyek ku pêşengiya wê Mustafa Kemal dikir. Ev neteweperestiya Tirk a ku bi navê “Kemalîzmê” tê zanîn li gorî “turanîzmê” hê realîst e. Vê neteweperestiyê dizanî ku ji bo ku erdên di şer de hatine wenda kirin ji nû ve wergire, wê quweta wê têrê neke; tenê dikare qadên ku artêşa Tirk hakim e biparêze û hêza wê têrê dike ku li ser vê qada ku jêre “mîsak-ı milî” tê gotin neteweyeke Tirk biafirîne. Ev neteweperestî, di heman demê de jî zemîna îdeolojîk a hakîmiyeta leşkerî, siyasî, çandî û ekonomîka ku li ser Kurdistanê bihatana pêşxistine.
Kemalîstên ku berdevkên burjuwaziya tîcarêtê ya milî bûn, bi pêşketina dagiriya Yewnan re, wexta fikirîn ku wê Anatoliya ku şêniyaTirk lê zêde ye jî wenda bikin, bilez xwe birêxistin kirin. Rêxistinên bi navê Doğu ve Batı Anadolu Müdafa-ı Hukuk Cemiyetleri ku ji bo parastina berjewendiyên herêmî li dijî kêmneteweyên Ermen û Rûm hatibû avakirin, bûn şiklê yekemîn ê rêxistinbûnên Kemalîst. Ev cemiyetên ku di kongreyên Sêwas û Erzeromê de bûne yek, li Ankarayê meclîseke bi navê “BMM” kom kirin û biryar girtin ku li dijî dagiriya Yewnan tewdîr werin pêşxistin û di vê navê de hikumetek ku xwe bisipêre vê meclîsê were avakirin. Berxwedana di pêşengiya vê hikumetê de li aliyekî li dijî sultanê li İstenbolê û li aliyekê jî li dijî dagiriya Yewnanê, bi şiklê rizgariya neteweya Tirk pêş ket. Kemalîstên ku destpêkê bi taybet ji bo kişandina reîs û şexên eşîrên Kurdan ev karektera xwe veşartibûn, dema ku serkeftin qezenc kirin nasnameya xwe bi temamîaşkere kirin. Helwesta Kurdan li beranberê şerê rizgariya neteweyaTirk, -li aliyekê dagiriya Fransî, li aliyê din ji ber hê jî ji bîrnekirina xetereya Rûs û Ermen- bi şiklê alîkarî dayinê bû. Nasnameya şelo ya Kemalîstan, dîsa propagandayên wan ên bi şiklê “hikumeta her du gelan” jî di dayina vê alikariyê de rol lîst.
Wexta ku tevgera rizgariya neteweyî ya Tirk ku li dijî dagiriya Yewnan serkeftin qezenc kiribû ji bo ku serkeftina xwe bi qada navdewletî bida qebûlkirin berdevkên xwe şandin Lozanê, pirsgirêka Kurd ji nû ve dikeve rojevê. Li pêşberê wê, Îngilîzîstan û Fransaya ku rasterast dest werdabûn pirsgirêka Kurd hebû. Van her du dewletan, di salên şer de di asteke girîng de hêza xwe xelas kiribûn, di hundir de ji ber tevgera çîna karker pirsgirêkan wan zêde dibûn; dîsa ew quwet bi xwe re nedidîtinda ku leşkerên xwe yên li ser erdên berfireh ên mêtingehan radigirin bixin nav şerekî nû. YKSS’ê (Sovyetler Birliği), li beranberê Ewrûpayê alîkarî didaTirkiyê. Dema ku mercên navdewletî yên destdayî, bi awantajeke weke li hundir serkeftin qezenckirinê re bû yek, di têkiliyên dîplomatîk de qederekê destêTirkan xurt dibe. Herî zêde ji ber pirsgirêka Misûlê, bi Îngilîzan re pêvçûn derdikeve. Îngilîzên ku çav berdabûn rezervên petrolên dewlemend ên li vir, di têkoşîna li dijî Tirkan de heya dawiyê bi biryar bûn.Weke lîstokeke klasîk a Tirk û Îngilîzan, Kurd û Kurdistan, di navbera van her du hêzan de wekî piyonekî tê bikaranîn. Îngilîz, Kurdên di bin dagiriyaTirkan de û Tirk jî Kurdên di bin dagiriya Îngilîzan de li beranberê hev bi kar tînin, Kurdistanê pêşkeşê hev dikin û encax heya bi salên 1926’an li ser sînorên îro yên Kurdistanê li hev dikin. Bi vî şiklî parçebûna axên herî berhemdar ên Kurdistanê, li Lozanê tê tasdîqkirin û ev rewş heya roja me ya îro hatiye berdewam kirin. Tirk, li Lozanê bi vî şiklî xwe bi hem û neteweyên cîhanê didin nasîn û Kurdan û warê wan ku di şerê xwe yê rizgariya neteweyî de ji wan alîkariyên ji nêz ve girtine, li gel emperyalîstan di navbera hev de parve kirine.
Ji vê dîroka ku Kurdistan dabeşê çar parçayan bûye pê de heya roja me ya îro, li ser her parçeyê Kurdistanê mêtingerî bi dagirî, tevkujî û talanê hatiye meşandin. Dîroka Kurdistanê ya vê pêvajoyê, ji dîroka mêtingerîyê pêve netiştekî din e.
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER