REWŞA MÊTINGEH Û TEVGERÊN RIZGARIYA NETEWEYÎ
Bi emperyalîzm û Şoreşa Cotmehê re pirsgirêka neteweyî bi pirgirêka giştî ya mêtingehan re ketiye zikhev. Ji ber vê yekê ne tesaduf e ku mêtingeh bi xwestina têkoşîna li dijî emperyalîzmê, pirsgirêka xwe ya neteweyî çareser bikin; yanî serxwebûna xwe ya neteweyî bi dest bixin. Di vê qonaxê de, şert û mercên objektîf û subjektîf dest bi pêşketinê kirine.
Îxraca sermayeyê li ser welatên mêtingeh, dibe sedem ku li van welatan kapîtalîzm pêş bikeve û pêkhateya (yapı) civakî were guherîn. Ev rewş ku di navbera du şerên cîhanê de pêş ketiye, piştî şerê cîhanê yê duyemîn jî bi lezbûnê dewam kir. Ji ber ku ji sisêyan yekê cîhanê berê xwe dabû avakirina sosyalîzmê, serkeftinên her zêde dibin yên tevgerên rizgariya neteweyî, ji bo kapîtalîzmê bû sedema pirsgirêka madeyên xav (ham madde) û bazarê. Bazara ku ji ber sedemên siyasî hejmara wê nedihat zêdekirin, tenê dikarîbû ku bi şiklê kûranî bihata pêşxistin. Vê jî, neçar hişt ku dewletên emperyalîst ne tenê meta bifiroşin mêtingehan, li gel pere-sermayeyê febrîqe jî îxraç bikin. Bi taybet di mêtingehan de qadên weke tekstîl, qut û endustriyên sivik (hafif sanayî) hatin bicihkirin. Çengên sanayiya giran ên weke elektronîk, balafir û hwd. ji xwe re hiştin . Evnîşan dide ku, ji ber pêşketina faktorên teknolojîk û siyasî, têkiliya metropol-mêtingehan li ser bingeheke madî ya pêşketî ji nû ve tê avakirin.
Hewl tê dayin ku; ev mêtingeriya ku bi taybetxwe bi sipartina ekonomiya xwe ya xurt ji aliyê DYE’ê tê pêşxistin, li piraniya cîhanê hakim bibe da ku sîstema emperyalîst li beranberê welatên sosyalîst xwe ragire, tevgerên rizgariya neteweyîberê xwe nedin serxwebûna ekonomîk û pirsgirêka kapîtalîzmê ya bazarê li ser bengeheke hê pêşketîtir a zanistî û teknolojîk were çareserkirin. Ev mêtingeriya nû, ne li dijî mêtingeriya klasîk e. Hewl tê dayin ku xetereyên dibe ku ji aliyê mêtingeriya klasîk ve werin afirandin, bi şiklê vê mêtingeriyê were tinekirin. Aliyên ku li ser mêtingehan hakim in (emperyalîst û quwetên noker) berjewendiya xwe ya şîrîk hê girîng dibînin û li şuna ku mêtingeh bi temamî ji dest wan derkevin, li ser rê û rêbazek ku her du aliyan jîberê lihev kiriye gihiştine encamekê. Ne pevçûnê, hewl didin rewşa hevsengiyê (denge) biparêzin. Hewceye, ku rewşa ecêb a mêtingehên klasîka ku hê jî bi şiklê bermayî hebûna xwe didomîne di vê maneyê de were nirxandin.
Bi kurtahî, kapîtalîzma ku ji ber van sedeman li welatên mêtingeh hatiye pêşxistin, di pêkhateya (yapı) civakî ya van welatan de bû sedema guherînên girîng. Dema ku beşên komprador û feodal di nav çinên hakim de, quweta xwe wenda kirin, li aliyê din jî burjuwaziya noker-tekdest (işbirlikçi-tekelci) ku di qadên sanayiya sivik ên weke montaj, qut, tekstîl û hwd. de dihate pêşxistin, girîngî qezenc kir. Heman şert û mercê, di bûyera qutbûna ji axê ya gundiyan û pêşketina çîna karker de tesîra xwe nîşan da. Derketina meydanê ya tebeqeyeke her ku zêde dibe ya rewşanbîran jî, encameke pêşketina vê eknomiyê ye.
Di encama van peşketinên sosyo-ekonomîk de, dixwaze bi şiklê mêtingeriya nû di nav amûra dewleteke cuda de be û dixwaze jî di mêtingehên klasîk de di nav rêveberiya mêtingehê ku bi komprador û feodalan re di nav têkiliyên noker de be, şiklê rêveberiyê yê derbasker, dîktatoriyên mîlîtarîst in ku li pişta saziyên civaka sivîlên wekî maske tên bikaranîn û bi emperyalîzmê ve girêdayîne xwe vedişêrin.
Ev pêkhateya (yapı) welatên mêtingeh ku piştî şerê parvekirinêyê duyemîn diyar bûye, nîşan dide ku ji bo şoreşên rizgariya neteweyî şert û mercên ebjektîf çiqas kemilîne. Ev şert û merc eşkere xuya dikin ku; di şoreşên mêtingehî de bi pêşengiya burjuwa bawerî nabe û bi quwetên dijber re xwediyê karektereke lihevker (uzlaşıcı) e û di heman demê de pêşengiya proletarya ku xwe dispêre girseyên kedkar jî, bi serxwebûna temam encam dibe. Di nav tevgera rizgariyê ya neteweyî de bi her şiklê meyilên noker û teslîmkar, xwe dispêrin emperyalîzm û metingeriyê, tevî vê rewşê meyla serxwebûna neteweyî ya temam, xwe dispêre proletarya û hezên kedkar ên din kuji emperyalîzm û mêtingeriyê zerer dibînin. Ev şert û mercên navxweyî ku li mêtingehên girêdayî emperyalîzmêne û ji bo şoreşê heya asta dawiyê di cih de ne pêk hatine, dema kuji ber mercên şer û piştî şerbi bêquwet ketina emperyalîzmê û li beranberê vêbi alîkariya aktîf a welatên sosyalîst re bûn yek, tevgerên rizgariya neteweyî bûn mêylên sereke yên ku emperyalîzmê paş dixin.
Tevgerên rizgariya neteweyî, destpêkê li mêtingehên îngilîzîstan û Franseyê ku kapîtalîzma mêtinger cara yekemîn li vir pêş ketibû, gihîştin serkeftinê. Ev gelên mêtingehan ku beriya ji vê serî rakiribûn, ji şert û mercên destdayî jî feyde girtin û berê xwe dan serxwebûna siyasî. Têkoşîna serxwebûnê ku li Hinda Çînê û Nîv Girava Hindê li gorî cihên din hêsantir bi ser ketibû, dema ku li Vîetnamê, bi pêşengiya komînîstan zivirî têkoşîna ji sîstema emperyalîst qutbûnê, DYE’ê, Fransa û nokerên navxweyî dest bi tevgereke mezin a dij-şoreşê kirin. Tabetmendiya cuda ya şoreşa Vîetnamê ji şoreşên din, tenê bi sûd wergirtina ji demên şer ku emperyalîzm zeîfbû nema û nîşan da ku welatekî biçûk di şert û mercên ku şerekî cîhanî nîne de bi xwe rêxistinkirina li dijî çend welatên emperyalîst û nokerên wan, dikare bişiklekî serkeftî li ber xwe bide û bi ser bikeve.
Şoreşa Çînêku di nav têkoşîna li dijî emperyalîzma Japon de di encama şerê berxwedanê de pêş ketiye û berê xwe daye kapîtalîzma komprador-burokrat û feodalîzmê bi avabûna şoreşa gel encam bibû, darbeyeke din a mezin li sîstema emperyalîst daye. Rizgarbûna Endonezyayê ji hakîmiyeta Holanda, bi serkeftinatam encambûnatêkoşînên gelên Kore, Laos û Kamboçya, Rojhilata dûr kir herêmek ku emperyalîzm lê zeîf ketiye.
Têkoşînên li Afrîkayê dihatin pêşxistin jî, mînaka serkeftî ya şoreşa Vîetnamê şopandin û serkeftinên mezin bi dest xistin. Li mêtingehên Fransî û Îngilîzan, bi destxistina serxwebûna siyasî bi piranî hêsan bû;lê li mêtingehên Portekîzê ku kapîtaîzma mêtinger kêm pêşketibû, encax ev pêşketin piştî 1950’an bilez bûye û têkoşînên rizgariya neteweyî hê radîkal û zehmetir pêş ketine. Li Afrîkayê, kêmahiyeke (azınlık) ji nijadê sipî ku girêdayî bi emperyalîzmê ve ye hewldide ku mêtingeriya di rewşa bermayi de ye bide jiyîn. Li aliyê din, emperyalîstên Fransî, Alman û DYE’ê hewl didin mêtingeriya nû pêş bixin. Gelên Afrîkayê bi hev re têkoşîna xwe pêş dixin û ev têkoşîn berê xwe dide mêtingeriya nû jî. Ne mumkîn e ku emperyalîzm û nokerên wê li hemberê vê xwe ragirin. Emperyalîst, ji bo ku tevgerên rizgariya neteweyî bisekinin hewl didin ku rêveberiyên qukla xurt bikin.
Tevgerên şoreşger ên Başûrê Amarîka ku hewl didin mînaka serkeftî ya şoreşa Kubayê ya li dijî mêtingeriya nû bişopînin, hê bi zehmetî pêş dikevin. Têra wê amade nekirina şert û mercên subjektîf, tesîra Troçkîst a di nav tevgeran de û dîktatoriyên harbûyî yênaskerî-faşîst, sedemên bi zehmetî pêşketinê ne.
Emperyalîzma ku piraniya mêtingehên xwe wenda kiriye û ji bo ku yên di destêxwe ye de biparêze ketiye rewşeke zehmet, ji ber cihê wê yê stratejîk û coxrafîk û çavkaniyên dewlemendên ku bêyî wan nabe, bi hem û hêza xwe êrîşî welatên Rojhilata Navin dike; rêûrêbazen mêtingeriya klasîk, mêtingeriya nû û leşkerî di zikhev de bi kar tîne û bi navgîniya (aracı) nokerên xwe yên wan deveran hewl dide ku van welatan bi rêve bibe.
Emperyalîzm, li gorî berjewendiyên mêtingerî û feodalan parçebûna gelên Rojhilata Navîn, têkoşînên rizgariyê bi zehmet dixe. Weke ku parçebûyina eşîrî-feodal a li Kurdistanê têrê nekiribe, ji aliyê çar welatan ve bi şiklekî herî paşver û mêtingehkirina wê, ji ber vê yekê demeke dirêj ji bo kapîtalîzmê venebûna wê, dibe sedem ku tekoşîna rizgariya Kurdistanê di asteke herî paşketî de bimîne.
Ji bo berjewendiyên emperyalist û feodalan, gelên Ereb xistin bin kontrola gelek dewletên noker astenga herî mezin e li ber yekîtî û serkeftina tevgera rizgariya neteweya Ereb. Îsraîl ku li Rojhilata Navîn weke hêzeke mîlîtarîst rola ‘hespê Truwa’ dilîze, wekî ku derxistina gelê Filîstînê ji welatê wan têrê nekiribe, dem bi dem bi kirinên tevkujiyê hewl dide vî gelî tine bike. Berxwedana Filîstînê, ji aliyêemperyalîzm û paşverûtiya herêmîve tê xwestin ku were tesfiye kirin.
ArtêşênTirk û Îranê rola cendermetiya emperyalîzmê girtine ser xwe. Mêtingeriya nû ku li van her du welatan hatiye pêşxistin, neçar dibîne ku tevgerên şoreşgerî bi şiklekî herî hovane were têkbirin. Ev faktor hemû, li ber çavan rêdixin ku têkoşîna şoreşgerî ya gelên Rojhilata Navîn ji ber çi neçariyeke û ev tevgerên gel ên li Rojhilata Navîn wê derbeyeke mirinê jî bide emperyalîzmê.
Hêza emperyalîzmê, di asteke bilind de li Asya û Afrîkayê têkçûye; dema li Rojhilata Navîn jî, ku di navbera van her du parzemîn (kıta) û YKSS’ê de herêmeke pir girîng e, derbeyeke mezin bigire wê bikeve merhaleya dawî ya belavbûnê.
Meyla sosyalîst ku ji aliyê welatên sosyalîst, tevgerên rizgariya neteweyî û çîna karker ve temsîla xwe dibîne, tevî astengiya meylên ji rê derketî yên cur bi cur emperyalîzmê gav bi gav paş dixe, û ji bo serxwebûn, demokrasî û sosyalîzmêji bo ku gelê herî biçûk jî –eger biwêrin şer bikin- xwe bigihînin serkeftinê, ji her demê zêdetir şert û merc diafrîne.
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER