MÊTINGEHKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Bi peymana 1921’an a Enqereyê, beşek ji Başûrê Kurdistanê ket para Franseyê. Di wan salan de gelê Ereb di navbera gelek dewletan de nehatibû parçekirin. Franseyê, Sûriye û Lubnan bi rejîma mandeyeke şîrîk bi rêve dibir. Burjuwaziya komprador a Erebû Xiristiyan, di hakîmiyeta Fransî ku heya 1946’an berdewam kiribû de çêbû. Beyrut, di vê pêvajoyêde bi roleke merkezî rabû. Rêveberiya Fransî ku li ser bingeheke zeîf hatibû avakirin, berjewendiya hin gelên di hegomonyaya xwe de li ber çav digirt. Tevî ku Erebû Xiristiyan di qada siyasî de pêş diketin, ev derfet ji bo Kurdan nedihat naskirin. Dîsa jî, tesîra hakîmiyeta Fransî li ser Kurdan kêm çêbû. Ereban, ji ber ku hê ew bi xwe di hegomonyaya rejîmên mêtinger de dijîn, nedikarîn li ser Kurdan çewisandinê (baskı) pêş bixin. Partiya BAAS ku bi pêşengiya hin burjuwayên biçûk ên Ereb hat avakirin, weke berdevkê siyasî yê burjuwaziya Ereb, li dijî hegomonyaya Fransî têkoşîn pêş xist. Dema ku di vê pêvajoyê de zehmetiya pratîzekirina mêtingeriya klasîk li vê zêde bû, Fransî, ku Sûriye û Lubnan bi şiklê du dewletên cuda ji hev qetandibûn, neçar man di rêveberiyên van dewletan de nokerên (işbirlikçi) xwe bi cih bikin û paşde bikişin. Fransiyan, ji beriya ku paş de bikişe Hatay’a ku beşeke mezin ji şêniya wê Ereb bû û ya mayî jî Kurd, Tirk, Çerkez bû bi dagiriya Kemalîstan re rû bi rû hiştibûn.
Bi paşde kişîna Fransiyan re, di nav dewleta Sûriyê de Ereb bûn neteweya hakim. Bi xurtbûna burjuwaziya Ereb re zilm û zora li ser Kurdan dest bi zêdebûnê kir.
Bi hatina ser îqtîdarê ya Baas’ê Şovenîst re “dişibiya CHP’ya li Tirkiyê,” planên weke ji kedxwariya Ereb re vekirina Kurdistanê, bi darê zorê bi cih kirina Kurdan li Başûrê Suriyeyê, projeya “kembera Ereb” û asîmilasyona kûr û giran hat pêşxistin. Kurd bi girêdana welatiyê (vatandaşlık) ne girêdayî dewletê bûn û weke kêmneteweyan lê dihate nêrîn. Partiya Komînîst a Revîzyonîst ya Suriye û Partiya Baas a Sûriyeyê ku îro bi hev re li ser desthilatdariyê ne, ji ber nakokiyên weke parvekirina ava Firatê, pirsgirêka Filîstin û Lubnanê, hin tewîz didin Kurdan û wan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin.
Di encama peymanên 1923 Lozan, 1926 Bruksel ku Tirkiyê û Îngilîzîstanê di navbera xwe de çêkiribûn de, beşeke mezin a rojhilata Başûrê Kurdistanê ket kontrola (manda) Îngilîzîstanê. Hegomonyaya Îngilîzan, demeke dirêj li ser Îraqê berdewam kir. Îngilîzan di vê pêvajoya demdirêj de li ser Kurd û Ereban polîtîkayên cuda meşandin. Tevî ku Ereb derdixistin pêş, ji bo ku tesîra tevgerên rizgariyê yên Ereban kêm bikin “weke li Tirkiyê bûye” li gorî berjewendiyên xwe di cih de dîtin ku qasî bi ser nekevin, pirsgireka Kurd zindî bigirin û alîkarî bidinê polîtîkayeke taybet (karekterîstîk) hegomonyaya xwe meşandin.
Potansiyela şoreşger a Kurdistanê, di ti pêvajoyên dîrokê de bi berjewendiyên Îngilîzan re li hev nekir. Îngilîzan pir baş dizanîn ku Kurdistaneke serbixwe, ji bo berjewendiyên Îngilîzan ên li Rojhilata Navîn wê bibe xetereyeke pir mezin. Kurdistana serbixwe, ku bi berjewendiyên çînên feodal û kompradoran ve li hev nake û ji ber vê yekê ji xwe gihandina pêkhateyeke demokratîk cudatir ti riyên wê yên din nîne, ji bo hem û polîtîkayên emperyalîzmê yên li Rojhilata Navîn jî xetereya herî mezin e.Kurdistanekku parçe parçe bûyî, dema ku emperyalîzm bixwazibe ji nokerên (işbirlikçi) xwe hê zêde tewîz bistîne û wan bike maşikên xwe, bikaribe Kurdistana ku weke amûreke şantajê bi kar bîne, ji bo berjewendiyên emperyalîzmê Kurdistana herî îdeal e. Dostaniya bi Kurdan reya dûr û ya çapemeniya emperyalîst jî, di rastiyê de xwe dispêre polîtîkayeke wiha.
Aliyê ku di bin hegomonyaya rejîma mandeyê ya Îngilîzan de timî tesîra wan dihat zêdekirin, Erebên feodal-komprador bûn. Îngilîz û beşên heya dawiyê bi wan ve girêdayî, çewisîn û kedxwariya xwe li ser Kurdistanê qederekê zêde kirin. Hê ji destpêkê dê berxwedanên ku di pêşengiya feodal û reîsên eşîrên Kurdan de li dijî vê çewisîn û kedxwariyê hatine pêşxistin bi şîrîkatiya van hêzan hat tepisandin. Ev berxwedanên ku wê li dijî Ereban bi hêsanî bi ser biketana, ji aliyê hêzên hewayî yên Îngilîzan ve bêtesîr dihatin kirin.
Piştî Şerê Parvekirinê Yê II.Yê Emperyalîst di asta cîhanê de ketina planê duyemîn a Îngilîzan, tesîra her ku zêde dibe ya welatên sosyalîst û tevgerên rizgariya neteweyî, di hundir de avabûna partiya Baas a Ereb û Partiya Demokrat A Kurdistanê, Partiya Komînîst A Îraqê Ya Şoreger ku berê hatibû avakirin, bû sedem da ku li Îraqê tevgera şoreşgerî dest bi pêşketinê bike. Wekî berhema destpêkê ya vê têkoşînê; Nûrî Seîd Paşa’yê ku di rewşa ajanê Îngilîzan de bû ji aliyê gel ve hat lînçkirin, Îraq gihîşt serxwebûna xwe û hikumetekî hê demokratîk hat sazkirin. Hikumeta Îraqê, ji Pakta Bexdayê ku bi armanca tepisandina têkoşînên rizgariya neteweyî ya gelên Rojhilata Navîn hatibû avakirin (CENTO’ya niha) veqetiya, ji Kurdan re jî soza hin mafên neteweyî û demokratîk da. Lê belê karektera şoven a burjuwaziya biçûka Ereban û berê xwe dayina dîkdatoriyê ya serokwezîr Qasim ku temsîla burjuwaziya Ereb dikir, bû sedem ku demokratîzebûna Îraqê asteng be û sozên ku hatibûn dayin Kurdan werin binpêkirin. Têkoşîna pêş diket a PDK, PKÎ û Partiya Baas’ê di sala 1968’an de dîsa bû sedem ku hikumetekî di aliyê şiklî de demokrat derkeve meydanê. Lê vê carê jî tesîra zêde a Baas’ê ya di nav îqtîdarê de, kir ku dîsa “ şiyara Îraqa demokratîk, Kurdistana xweser” neyê pêkanîn. Karektera reformîst, nîv-burjuwa û nîv-feodal a PDK’ya Îraqê, dibû asteng ku ew berê xwe bide serxwebûnê û dibû sedem ku şiyara “Kurdistana serbixwe” hatiye rewşa ku eger ji bo wê şer were kirin dikare were qezenckirin paşguh were kirin. Ji van firsendên ku ji dest derketine şun de sedemên wekî, pînebûna bi emperyalîzmê ve ya PDK’ya Îraqê û bi riya tewîzdayina ji bo emperyalîzmê, cihê xwe qeyîmkirina Baas’ê, bû sedem ku di sala 1974’an de Kurd bi binkeftineke giran re rû bi rû bimînin. Heya ku pêkhateya eşîrî-feodal, ku reformîzm xwe dispêrê, bi emperyalîzm û mêtingeriyê re di rewşa lihevkirinê de dimîne “wê bimîne jî” ne mumkîn e ku ti encamên din werin girtin.
Di roja me ya îro de, dîktaya Baas ku Partiya Komînîst a lraqê ya revîzyonîst bûye dûvikê wê, li Kurdistanê dagiriya xwe berdewam dike, Kurdan bi darê zorê koçberê Başûrê lraqê dike, hewl dide projeya “kembera Ereban” pêk bîne û di serî de petrol, dewlemendiyên Kurdistanê talan dike. Di bin van şert û mercan de ji bo gelê li vî parçeyî pirsgirêka bingehîn, ne ku bi şiyara “ji bo lraqê demokrasî û ji bo Kurdistanê otonomî” ku di pratîkê de bi caran îflas kiriye û bûye sedema zererên mezin şer bike;” ji bo hilweşandina bi her şiklê têkiliyên ekonomîk, çandî, leşkerî û siyasî yên li gel komara Ereb a Îraqê ji bo “Kurdistana serbixwe şer kirin, û xebatên îdeolojîk, rêxistinî, siyasî û leşkerî ku ev şer ferz dike bilez kirine.
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER