MÊTINGEHKIRINA KURDISTANÊ JI ALIYÊ KOMARA TIRKIYÊ VE
Berdevkên ciwan ên burjuwaziya Tirkpiştî ku serkeftina li dijî Yewnan qezenc kirine li Lozanê bi qada navdewletî jî dan qebûlkirin, weke şiklê rêxistinbûna siyasî komar îlan kirin. Di bin banê rejîma komarê de, ji bo ku burjuwaziya Tirk pêş bikeve bi her şiklî tewdîr hatin wergirtin. Tîcareta ku ji aliyê kemneteweyên Ermen û Rûm ve dihat meşandin hat bidestxistin. Hem û xwestekên karker û gundiyan bi darê zorê hat tepisandin. Karektera şoven a rejîma nû, aşkere nîşan da ku; çi xwestekên ku mafên kêmneteweyan û çi jî xwestekên ku mafên Kurdan tinîn ziman, hem û wê bi darê zorê werin çewisandin. Tevî hem û van tewdîran, burjuwaziya neteweyî ya Tirkçawa ku zede peş neket, bi ser de jî her ku çûyî karektera xwe ya neteweyî jî wenda kir.
Tişta sereke ku bûye sedema pêşneketina burjuwaziya neteweyî ya Tirk, hegomonyaya emperyalîst e. Di navbera her du şerên emperyalîst de xwe lihevrakişandina hundirîna dewletên emperyalîst, alîkariya ekonomîk ya YKSS’ê, di sala 1929’an de krîza mezin a kapîtalîzma cîhanî, polîtîkaya dewletperest a ku dihat pêkanîn, her çendî ji bo pêşketina kapîtalîzmeke Tirk a serbixwe hinekê derfet afirandibe jî, tirsa ji Şoreşa Cotmehê û dijminahiya ji bo karker û gundiyan, bû sedem ku burjuwaziya Tirk bilez û bez teslîmî emperyalîzmê bibe. Li welatekî ku ne serbixwe ye, derfetên pêşketina burwaziya neteweyî kêm in. Her çendî KomaraTirkiyê di nav pevçûna bi emperyalîzmêre de ava bûyibe jî, nekaribû heya bi serxwebûna temam ji emperyalîzmê ev pevçûn bihata berdewamkirin.
Bi taybet ber bi dawiya salên 1930’î cîhan ji nûve ber bi şerekî mezin ve hat rakişandin. Vê yekê, kapîtalîzma Tirk ji binî de dehfand gel emperyalîzmê. KomaraTirk ku polîtîkaya xwe ya dostaniya li gel Yekitiya Sovyetan ji mêj ve terikandibû di navbera Almanyaya Nazî û Îngilîzîstanê de hat û çû, hat û çû, di encam de pê karîbû da ku di Şerê Parvekirinê Yê II. Yê Emperyalîst de ji derveyê şer bimîne. Burjuwaziya ku bi bahaneya tewdîrên ji bo şer bi talanên ku rakiriye bi ser xwe ve hatibû, li beranberê nakokiya kûrbûyî ya di navbera sosyalîzm û kapîtalîzmê de, ji ketina bin tesîr û kontrola emperyalîzmê dudiliyeke herî biçûk jî nîşan neda. Li pêşberê avakirina sosyalîzmê û tevgerên rizgariyê yên neteweyî ku di asta cîhanî de pêş diketin, ji bo burjuwaziya Tirk, ji bûn nobedarê emperyalîzmê yê li Rojhilata Navîn cudatir ti riyê din nebûn. Leşker şandina wê ya li dijî gelê Koreyê, ketina wê ya NATO’yê, alîkariya Marshall’ê û peymanên bi DYE’yê re, belgeyên aşkerene ku teslîmî emperyalîzmêbûna wê nîşan didin. Peşverûtiya sînordar a komara Tirkiyê ya di salên avabûnê de, di hundir deji dijminahiya bi karker û gundiyan, û li dijî gelê Kurd pêkanînên heya bi tevkujiyan diçin re cihê xwe berdaye; li derve jî ji şerê li dijî sosyalîzma bi pêşengiya YKSS’ê û di tepisandina (bastırma) têkoşînên rizgariyê yên neteweyî yên gelên cîhanê de, ji bûn hevkarê herî baş ê emperyalîzmê re cihê xwe berdaye. Komara Tirkiyê, bi van taybetmendiyên xwe yên heya rojame ya îro nehatine guherîn dewleteke paşver û ye.
Li Tirkiyê, ku piştî şerê emperyalîst ê II. bûye mêtingeha nû ya DYE’yê,(dewletên Yekgirtî yê Emerikayê) kapîtalîzma sanayiyê ya girêdayî emperyalîzmê–bi taybet sanayiya montaj, tekstîl û qut (gıda)- ya noker-tekdest dest bi pêşketinê kir. Ev pêşketina kapîtalîst ku bi derbeyên hikumetê yên 1960 û 1971’î hê jî bilez bûye, roja me ya îro li Tirkiyê ji krîzeke temama welê re rê vekiriye ku bi ti awayî nikare ji nav derkeve.
Îro, şiklê siyasî yê Kapîtalîzma Tirk, ku ji çêbûna xwe heya bi roja me ya îro girêdayî bi emperyalîzmê re pêşketiye, dewleta olîgarşîk e. Ev şiklê dewletê, ji îtifaqa burjuwaziya tekdest a noker, burjuwaziya burokratîk û xwedan erdên mezin, di qadên sanayî û malî de dewlemendên herî mezin–li gorî asta quweta wan- ku parlementarîzma burjuwa dike maske û hikumetên “lîberal” û faşîst weke maske bi kar tîne çêbûye. Em, li ser van pêşketinên ku di pêvajoya KomaraTirkiyê de di qada ekonomîk û siyasî de çêbûne disekinin; ji ber ku ev pêşketin ji nêzîk ve bi hegomonyaya Tirk ku li Kurdistanê pêş dikeve ve eleqadar in.
Armanca neteweperestiya Kemalîst, ku esasên avakirina komarê daniye ew bû; di nav sînorên “mîsak-ı milî” de neteweyeke Tirk ku “bi welat û neteweya xwe veyekpare ye û nayê parçekirin” biafirîne. Netewe û kêmneteweyên cur bi cur ê di vê çarçoveyê de di nav tevgera netewebûnaTirk de werin asîmilekirin û tinekirin. Komara Tirkiyê bi vê îdeolojiya xwe ku di aliyêçarçove ya dîrokî, siyasî û civakî de dişibiya siyonîzma Îsraîl, nijadperestiya Başûrê Afrîka û Rodezyayê, ji ber zeîfbûna ekonomiya xwe, neçar ma ku beriya pêşîn di qada leşkerî de dest bi pêkanînên xwe yên li ser Kurdistanê bike.
Burjuwaziya Tirk di wê zanebûnê de bû ku; bêyî ku li ser Kurdistanê dagiriyeke leşkerî ya şidayî pêk bîne, nikare di qada siyasî, çandî û ekonomîk de mêtingeriyê pêş bixe. Ji ber vê yekê ye ku bi artêşa komarê ya nû ava kiriye, di navbera salên 1925-1940’an de dest bi tevgereke dagiriyê ya leşkerî ya xurt kir. Dema Kurd li bendê bûn Kemalîst wê soza xwe ya di salên şerê rizgariyê de dabûn pêk bînin, pêşketina vê rewşê, bû sedem ku li Kurdistanê reaksiyonên mezin werin nîşandayin . Ev tevgera dagiriyê ku ji bilî zêdekirina kedxwarî, şovenîzm û zilm û zorê ti encamên din nedaye, hewl hat dayin ku weke “ tevgera şaristaniyê ya komarê ku li dijî Kurdên hov dimeşîne” were nîşandayin. Giregirên feodal ên eşîran, ku tevgera berxwedanê ya mafdar a gelê Kurd ji bo berjewendiya xwe bi kar dianîn, ji aliyê Kemalîstan ve, ji bo ku îdîaya xwe îsbat bikin weke delîlekê hatin nîşandayin. Xwe dispêre kîjan sedemê bila bispêrê, tevgerek ku îmhaya ziman, çand û heta hebûna fîzîkî ya gelekî dike armanca xwe, ne tevgereke şaristaniyê ye, encax dikare bibe tevgereke hovane.
Rêxistinbûna feodal-eşîrî ya Kurdan, zêde nekarî li beranberê rêxistinbûna artêşa modern a burjuwaziya Tirk xwe ragire û nedikarî ku xwe ragire jî. Tevî ku berxwedanên 1925’an ên Palo-Genç-Hanî, 1930 Agirî, 1938 Dêrsimê xwe gihandin astên bilind, nekarîbûn ji binkeftinê xwe xelas bikin.nSedemeke van binkeftinan jî ew bû ku, şert û mercên objektîf bi qasî ku tevgereke modern a rizgariya neteweyî pêş bikeve kamil nebibûn. Tirkan, ku YKSS’ê ji ber berjewendiyên giştî yên sosyalîzmê alîkariya wan dikir, ber bi 1940’an ve tevgera dagiriyê temam kirin. Şerê Parvekirinê Yê .ê Emperyalîst ku li hem û cîhanê bibû sedema pêşketina tevgerên rizgariya neteweyî, ji bilî Mehabadê li ser Kurdistanê bitesîr nebû. Tecrîda ku Komara Tirkiyêli ser Kurdistanê danîbû, ji bo pêşketina ekonomîk derfeteke herî biçûk nas nekirin û neketina wê ya şer, di derketina meydanê ya encameke bi vî şiklî de bi roleke bingehîn rabû.
Ji bo DYE’ê (Dewletên Yekgirtî Yê Emerika) ku piştî şer mêtingeriya nû li cîhanê pêş dixist, diviyabû ku Tirkiye û Kurdistan ji bo mêtingeriya nû bihatana vekirin. Mayina Kurdistanê di bin destê Tirkan de, li gel berjewendiyên DYE’ê ne nakok bû. Artêşa Tirk ku Kurdistan di destê xwe de digirt, di maneyekê de berjewendiyên DYE’ê jî diparast. DYE’ê ku li pişta gelek artêşên kukla bû, ji ber ku dikariya van artêşan ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne, pêwîstî pê nedidît ku artêşa xwe ji bo mêtingeriyeke klasîk bi kar bîne. Ev, li gorî polîtîkaya mêtingeriya nû jî di cih de bû. Ji ber van sedeman; DYE’ê ku weke hevkarê herî nêzî xwe burjuwaziya Tirk hilbijartibû, di nav sînorên Komara Tirkiyê de mêtingeriya nû pêş dixist. Ji ber vê yekê, ji aliyê burjuwaziya Tirk ve jî pêşxistina mêtingeriya klasîk li Kurdistanê, bi hev re ne nakok e; berevajî hev temam dikin. Di vê pêvajoyê de, ekonomiyên bihêz mêtingeriya nû pêş dixistin û ekonomiyên girêdayî bi emperyalîzmêrejîtenê dikarîn mêtingeriya klasîk bidin jiyîn. Mînak, Portekîzê, ji ber ku ekonomiya wê bi emperyalîzmê ve girêdayibû, ji polîtîkaya xwe ya mêtingeriya klasîk dest bernedida.
Qada razandinê (yatırım alanı) ya zêde dibû û hewcedariya tekdestên navdewletîbi bazar û madeyên xav, hewcadariya ku di şert û mercên mêtingeha nû de hê jî pêş diket a kapîtalîzma Tirk a komprador-tekdest bi keda erzan, madeyên xav, bazar, berhemên heywan û zîraetê, dema ku bi talebên beşdarbûna kedxwariya kapîtalîst a feodalên Kurd re bû yek ji salên 1960’an pê de di Kurdistanê de pêvajoya pêşketina kapîtalîzma biyanî bilez bû. Kapîtalîzma ku li Kurdistanê bi vî awayî pêş diket, li ser pêkhateya çandî (kültürel yapı) û civakî guherînên girîng çêkir. Îro, li Navîna Rojavayê Bakurê Kurdistanê ev guherînên ekonomîk, civakî û siyasî di bin şert û mercên giran ên asimilasyonê de pêk tên. Ji beriya ku em dest bi lêkolîna van bikin, emê bi xetên stûr mêtingeriya ku li ser parçeyên din ên Kurdistanê pêş dikeve lêkolîn bikin.
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER