IV-CIVAKA KAPÎTALÎST, MÊTINGERÎ Û SERXWEBÛNA NETEWEYÎ
Rawesteka herî dawî ya civaka çîndar kapîtalîzm e. Civaka kapîtalîst ku li ser esasê belav û berfirehbûna ekonomiya meta çêbûye, di nav xwe de du çînên bingehîn dihewîne: Kapîtalîstên ku hem û amûrên hilberînê xesp dikin û ji xwe re dikin sermaye, proletarên ku hêza xwe ya kar bêyî ku bi astengiyekê re rû bi rû bimînin difiroşin.
Kapîtalîzm ku yekeyên ekonomîk ên civaka feodal ên ku girtîbûn û tenê têra xwe dikirin, parçe kir û ji pêşketina ekonomiyeke di asta neteweyî re rê vekir, di serî de di pêşketina amûrên hilberînê, zanist, teknîk û çandê de bi roleke girîng rabû. Burjuwaziya ku li dijî feodalîzmê weke çîneke şoreşger derket meydanê, piştî ku li ser civakê serdestiya xwe çêkir, her tiştê ku li dijî berjewendiyên wê yên çînî bû da ber xwe û tine kir hem û nirxên mirovî, kirin mijara kirîn-firotinê. Di çarçoveya neteweyî de û bi şiklê ku berjewendiyên wê di asteke herî baş de biparêze ekonomî, ziman, çand, pêkhateya siyasî ji nû ve bi rêxistin kir.
Rêjîmên qraltiyê, ku di merhaleya dawî ya civaka feodal de bibûn navendî û dawî li pevçûna timî ya di navbera yekeyên ku civakê bi kaoseke temam re rû bi rû dihêlan anîbûn, dema li ber pêşketina bujuwazî bûn asteng hatin hilweşandin. Burjuwaziya ku îqtîdara siyasî bi dest xistibû û ev ji bo kedxwariya hundir û derve gihandibû astekî kamil, pêşketina civaka çîndar gihand sînorê herî dawî. Piştî kapîtalîzmê, afirandina şiklekî hilberînê yê ku civaka çîndar bidomîne û pêş bixene mumkîn e. Divê, civaka kapîtalîst û mêtingeriya ku xwe dispêre vê civakê, ji ber taybetmendiyên xwe yên cuda cuda bi şiklê du pêvajoyên cuda were lêkolîn kirin.
Pêvajoya Danehevê Ya Sermayeya Seretayî û Mêtingerî Zeneatkariya ku civaka feodal di rêxistinbûna loncayan de pêşketina wê asteng kiribû, dema ku berê bi şiklê sanayiya malan û paşê jî bi şiklê manîfaktor ji bo pêşxistina kapîtalîzmê ji nû ve hat bi rêxîstinkirin, hilberîna metayê pêş ket. Pere, ku di ekonomiya feodal de kêm pêwîstî pê dihat dîtin, ji bo ekonomiya kapîtalîst naverokeke her tê bikaranîn û destjênabe (vazgeçilmez) qezenc kir. Dema ku ji bo tacirên faîzxwur hêrsa bi destxistina pere û zêr û zîv, ku çavkaniya van pereyan e, li gel firotina metayên ku hê erzantir tên bidestxistin bû yek zêr û zîvê ku piraniya wê bi darê zorê dihat bidestxistin herikî Rojavayê Ewrûpayê, pêşketin û berbelavbûna hilberîna kapîtalîst bilez bû.
Burjuwaziya ku di hundir de jin û zarok jî di nav de girseyeke mezin di manîfaktoran de li yek kom kir û heya bi heyjde saetan da xebitandin, di aliyê amûrên (araç-gereç) hilberînê kirin sermaye û quweta karkirinê kirin meta de serkeftineke mezin bi dest xist. Her ku çûyî tesîra xwe ya li ser civak û dewletê zêde kir, ji bo ku karê (feyde) herî zêde bi dest bixe her amûr ceriband. Ji van amûran a herî kêrhatî jî mêtingerî bû.
Derketina holê ya hilberîna kapîtalîst, weke goşt û neynûk bi mêtingeriya ku pêş xistiye ve girêdayi ye. Kifşên ku hê di sedsala XV. de destpêkiribûn, aliyê belavbûnê yê mêtingeriya kapîtalîst jî derxist meydanê. Ji bo burjuwaziya Rojawaya Ewrûpayê ku xwe sipartiye bingeheke ekonomîk a hê pêşketî û hêzeke dewletê ya ku li ser vê bingeha bi çekên nû hatiye xemilandin, hezeke din a ku wê ji vegirtina cîhanê sar bike û jê re bibe asteng nebû.
Ji bo pêşketina mêtingeriya kapîtalîst, şert û merc heya asta dawiyê destdayî bûn. Li aliyekî gelên ku di serdema koledarî û hegomonyaya feodal de ji azweriya (tutku) azadiyê hatine dûrxistin û ji bo çewisîn (baskı) û kedxwariyê hatibûn amadekirin, li aliyê din bingeheke ekonomîk ku metayên erzan hildibirîne û burjuwaziyek ku xwe dispêre arteşek ku li ser vê bingehê pêş dikeve, hebûn.
Mêtingeriya dema derketina kapîtalîzmê, xwe dispêre pêwîstiyên wê demê. Bilezbûna ekonomiya pereyan, hê zêde taleba zêr û zîv texrîk kiriye û hilberîna meta ku pêş diket pêwîstiya bi madeyê xav (ham madde) zêde kir. Dîsa, ji bo çiftlikên mezin ên ku li parzemîna Emerîkaya ku nû hatibû kifşkirin, keda koleyan bû tiştekî destjê nayê berdan. Di vê rewşê de, tekdestên tekel) tîcaretê ku malbatên mezin ên Ewrûpayê ew ava kiribûn, li çar aliyên cîhanê xwe bi cih kirin. Tekdestan, bi temamî bi rêbazên dagirkeriyê yên wekî îstîla û nijadkujiyê, kole, zêr, zîv, madeyên xav û hwd çi peyda kirin talan kirin. Di talanê de pevguherîna li pêşberê hev pir kêm rol lîst. Di vê pêvajoyê de, berxwedana gelan bi komkujiyeke temam hat çewisandin. Fetihkarên kapîtalîst, mirov û civaka parzemînên Amerîka, Afrîka û Awûstûralyayê ku rêxistinbûna konfederasyona eşîrî derbas nekiribûn an tine kirin an jî bi temamî ji kesayetiya wan dûr xistin û ji dîrokê rakirin. Li ser gelên ku hatine merhaleya civaka çîndar jî, bingehên ekonomîk û leşkerî yên rêveberiya mêtingehê danîn. Serdema gelên cîhanê yapêkhateya xwe ya civakî bi şiklekî serbixwe pêşxistin û pêşde birinê, ji serdema li kapîtalîzma Ewrûpayê hatin girêdan û hatin avêtine derveyê dîrokêre an jî ji mêtingehbûnê re cihê xwe berda. Êdî ji bo gelên cîhanêji bo demeke dirêj ji kapîtalîzmê re bûn zemîn cûdatir reyeke din nebû.
Kapîtalîzmê di vêpêvajoyê de, li cihên ku çûye wê derê, çawa ku peresana (evrim) şiklên hilberînên ji beriya xwe asteng kiriye û xwestiye bide sekinandin, herwiha jî ji bo ku şiklê hilberîna xwe bi cih bike neket nav ti hewldanan. Civakên ku bi pêvajoya mêtingehbûnê re rû bi rû hiştiye, weke bûyî bi halê wan berda. Heta ekonomiyên wan civakên ku têra wan dikirin xist bin tesîra xwe, hevsengiya (denge) di navbera zeneatkariya li bajêr û yekeyên zîraetê yên li gundan xirab kir, ji metayên erzan ên ku hilberandiye bazar tijî kir û bi vî şiklî zeneatkariya bajaran hilweşand. Bi vê riyê ekonomiyên ku li kapîtalîzma Ewrûpayê hatine girêdayin, neçar hatin hiştin ku madeyên xav û berhemen çandiniyê yên din biafirînin û temena şiklên hilberînê yên beriya ji kapîtalîzmê hat dirêjkirin.
Tekdestên (tekel) tîcaretê ku firotina metayan rasterast bi rêve dibirin, di vê pêvajoyê de derfet nedan da ku çîneke burjuwa ya komprador, weke xeleka navgîniyê çêbibe. Hê zêdetir hin feodal û serok eşîr, di pêşberê diyariyên biçûk de hatin kirîn û hatin kirin xeleka navgînî (piştre van hêzan wê rola ajanên mêtingeran bigirtana ser xwe û tebeqeyeke noker û xaîn pêk anîbana).
Mêtingerî ku di pêvajoya daneheva sermayeya seretayî de hê bêhtir di qada ekonomî û bi awayeke sînordar jî di qada çandî û leşkerî de hatibû pêşxistin, di pêvajoyeke amadekariyê re derbas bû û pêşketina xwe ya bingehîn jî wê di merhaleyên dahatuyê yên kapîtalîzmê de nîşan bida.
Kombûna sermayeyê ku ji ber di kedxwariya bêrehm a hundir de li ser kedê hatiye avakirin û talana li ser gelanpir mezin bibû, di nîviya dawî ya sed sala XVII. de bi şoreşa sanayiyê bi dawî bû. Dema ku kapîtalîzma sanayiyê bû sereke, kapîtalîzma tîcaretê ket asta duyemîn.
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER