PERWERDE Û PÊKHATEYA ÇANDÎ
Perwerde û çanda ku li Kurdistanê hakim e, perwerde û çanda mêtinger a ku di xizmeta berjewendiyên neteweya Tirk de ye. Polîtîkaya perwerde û çandê ya mêtingeriya Tirk ku di çarçoveya neteweperestiya Tirk a şoven de hatiye pêşxistin, dike armanc ku rastiya neteweyî ya Kurdistanê tine bike; şexs li pêşberê ked, gel û welatê wê/î biyanî dike, li Kurdistanê xwediyê derfetên berfireh ên malî, kadro û dezgehî ye û li ser beşa civakî ku difikire hegomonyaya xwe hema bêje ava kiriye. Ev polîtîka di cewhera xwe de xwe dispêre di aliyê mejî û helwestan de temamkirina mêtingeriya civakî, ekonomîk û polîtîk, yanî xwe dispêre temamkirina mêtingeriya li ser mejî. Şerê rizgariya neteweyî li gelek welatan ji aliyê kulmeke rewşenbîran ve hatiye destpêkirin. Lê, li gel me tevî bi sed hezaran rewşenbîr nehatiye destpêkirin. Yek ji sedemên vê jî, mêtingerîya li ser mejî ya li gel me ye.
Mêtingeriya ku di qada ekonomîk, civakî û siyasî de tê pêşxistin, eger di qada subjektîf de bi rewşenbîr û kesên ku difikirin wekî sîstemeke rewa û dikare were qebûlkirin were nîşandan, ti quwetên li cîhanênikarin vê mêtingeriyê hilweşînin. Vayê, li Kurdistanê, rastiya ku polîtîkaya perwerde û çanda Tirk li pey wê dibeze ev e.
Çanda Kurdan, tevî ku li ser mîrateya çandî ya gelek gelandi pêvajoyeke dûrûdirêjde bi şiklekî bihêz pêk hatiye, ji ber ku nekariye xwe bispêre destekeke ekonomîk û dezgehî (kurumsal), wekî şînatiyek ku li çiyayên asê bê av mayî, li ber ba û bahozên dijwar û germahiyên sotîner maye û ji ber vê yekê nekariye bişgoj (tomurcuk) bide, mezin nebûye, çîçek nedaye û di halê xwe de maye.Wekî ku di her qadê de bûye, Tirkan, di qada çandî de jîji çanda Kurdan sûd girtine û wekî materyal bi kar anîne. Netewebûna Tirk a ku xwe spartiye dewlemendiya çandî ya Kurdan jî, ji bo ku bi azadîpêş bikeve rê nedaye çanda Kurdan, di vê qadê de gelek tişt deyndarê vê çandê ye. Li pêşberî vê, ji ber ku di qadên siyasî û ekonomîk de zêde hatibûn zeîfkirin, Tirkandi qada çandî de jî hegomonyaya xwe bi hêsanî li ser Kurdan ava kirin. Herwiha di encam de karektereke Kurdê ku serxwebûna siyasî, ekonomîk û îdeolojîk çiye nizane, li ked û neteweya xwe bûye biyanî, hema bêje bûye heywan çêkirin. Mohra ‘Kurdê hov’ li vê karekterê dan û avêtin meydanê.Karektera rastîn a Kurd ku di nav dîrokê de di şert û mercên dewlemend ên çanda mirovahiyê de û di şerekî bêaman ê li dijî xweza û dagirkeran de çêbibû, diviyabû evqas nehatibûya xistin.
Em vê pêvajoyê hineke din zelaltir bikin.
Ji bo ku hedefa di nav sînorên ‘mîsak-ı milî’ de “yek netewe-yek ziman” were pêkanîn, hewl tê dayin ku Kurd ji dibistana seretayî pêde dîrok, ziman û hunera Tirkan fêr bibin û qebûl bikin. “saziyên perwerdeyê”, bi gotineke din “saziyên bêkesayet kirinê” ku li mêtingehên din, mêtingehên neteweyên dewlemend ên wekî Îngilîz û Fransiyan jî nayên dîtin, lêbelê li Kurdistanê zêde zêde û cur bi cur in ji ber vê sedemê hatine vekirin. Eger bi vê armancê re nakok bikevin, ev dibistan êdi rojekê de werin girtin. Wekî ku di vê encamê de jî diyar dibe, armanc ne perwerdekirina gel e, gel kirin Tirk û kirin xizmetkar e.
Ev mêtingeriya perwerde û çandê ku bi zimanê Tirkî tê kirin, li ser ziman û çanda Kurdî çewisîneke bêrehm ava kiriye. Bi Kurdî xwendin û nivîsandin, dîrok, wêje û hunera Kurdan lêkolîn kirin û berbelav kirin ji binî de qedexe ye. Ev çavkaniyên me yên muzîk û folklorê yên ku nirxên bi hezaran sal ên dîroka gelê me ne, ji aliyê gelên cîhanê ve jî tên ecibandin. Di rewşa heyî de, tevî ku li van xwedî derdikevin, derfeteke herî biçûk tineye da ku bi Kurdî weşanên muzîkê were kirin. Bi hem û zimanan weşanên muzîkê tên kirin, lê destûr nayê dayin da ku 15 milyon mirov bi zimanê xwe, hunera xwe bigirin dest. Ev rastîbi me didin zanîn ku mêtingeriya çandî, ji ya tê fikirîn jî hê kûrtir e.
Divê, têkoşîna li dijî mêtingeriya çandî me negihîne encamên şaş. Ferasetên îdîa dikin ku bêyî ku rizgariya neteweyî pêk were, dikare ziman û çand rizgar be û bi vê armancê alîgiriya perwerdeya bi zimanê Kurdî ya di çarçoveya Komara Tirkiyê de dikin, reformîst û paşver û ne. Tenê xiyalperestên ku ji taybetmendiyên mêtingeriyê fêm nakin, dikarin li pey planên bi vî şiklî bibezin. Ya rast jî ew e ku; ji bo ku zimanêKurdî di çarçoveya sîstemê de pêş bikeve û bibe zimanekî xwendin û nivîsandinê derfet tineyeku dibistaneke seretayî were çekirin. Lê tevî vê, divê têkoşîna fêrbûn û kirin zimanekî xwendin û nivîsandinê ya Kurdî, di asta ferdî de be jî were dayin, divê bi taybet bi gundiyan re bi Kurdî were axifîn. Bi Kurdî fêrbûn û ew anîn asta zimanê xwendin û nivîsandinê ne şaş e; ya şaş, nêrînên teslîmkar û reformîst ên wekî “di çarçoveya vê sîstemê de perwerdeya bi Kurdî” ye. Divê li gel vê jî, ji ber ku zimanê mêtingeran e, Tirkî biçûk neyê dîtin; divê, ji bo ku nirxên çandî yên gelên cîhanê werin gihandin gelê me, wekî amûrekê were bikaranîn. Divê, derfetên teng ên bi Kurdî fikirînê, ji bo niha bi zimanêTirkî were pêşwazîkirin. Dema ku me serxwebûna xwe ya neteweyî bi dest xwe xist, vayê wê demê Kurdî wê bibe xwediyê derfetên malî, saziyî (kurumsal) û kadroyî û bilez bi pêş bikeve, bibe amûra esasîya ragihandin û danûstandinê û di nav zimanên cîhanê de cihê ku layiq e wê bigire. Îro gelek mêtingehên ku serbixwe ne, hê jî zimanê mêtingeran bi kar tînin û zimanê xwe yê neteweyî nû nû pêş dixin.
Dema li dijî siyaseta perwerde û çanda mêtingeriyêtêkoşîn tê meşandin, pêwîst e ev xelekên esasî werin fêm kirin: hilweşandina fikra ku înkara neteweyî dike; tecrîdkirina neteweperestiya reformîst a burjuwaziya biçûk ku dixwaze mêtingeriyê wekî sîstemek ku mirov dikare pêre bijî û dikare bi hin reforman sererast bike nîşan dide; li şuna fêrbûna dîroka feodal û reîsên eşîran, lêkolînkirin, fêrbûyin û fêrkirina dîroka berxwedanê ya gelê me;li beranberê çanda jiyana dejenerebûyî ya ku burjuwaziya mêtinger bi riya televîzyon, sînema, sporê belav dikexwedî derketina li çanda pêşver û ya gelên cîhanê û gelê me.
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER