PROLETARYA
Li Kurdistanê, li gel pêşketina kapîtalîzma Tirk, proletaryayeke Kurd jî dest bi pêşketinê kir. Proletaryaya Kurd, di encama nakokiyên bi burjuwaziya Kurd re de pêş neket. Hê bêhtir di kargehên (işletme) dewleta Tirkên li Kurdistanê ne de çêbû. Ne di şert û mercên kapîtalîzma Kurd de, di şert û mercên kapîtalîzma dewleta Tirk ya mêtinger de derket meydanê. Ji ber vê yekê, proletaryaya Kurd, hem ji burjuwayên Kurd zûtir çêbû û hem jî di aliyê hejmar û cewher de hê bihêztir e.
Girêdayî bi kapîtalîzma Tirkiyê re, wexta ku li Kurdistanê di qada zîraetê de kapîtalîstbûn dest pê kir proletarbûn jî li gorî vê hê bileztir bû. Di qada zîraetê de bikaranîna makîneyan, bû sedem da ku hêza kar di asteke bilind de azad be. Kargehên dewletê ku dikarin beşeke pir biçûk ê hêza kar a ku azadbûyî bi kar bîne, nikare ku hêza kar a azad a ku bi şûn de mayî bixebitîne. Ji ber ku ti car derfet peyda nebûye ku di qada sanayiyê de kapîtalîzm pêş bikeve, arteşeke mezin a bêkaran çêbûye.
Hêz û quweta kar a azad a li Kurdistanê, weke encameke xwezayî ya sîstema mêtingeh û feodal-komprador, ji bo metropolên kapîtalîzma biyanî, xizmeta depoyeke hêza kar a erzan pêk tîne. Bi milyonan karker, di demsalên (mevsim) wê de diçin Tirkiyê û li wir di karên herî giran û kirêt ên kapîtalîzmê de bi maaşeke kêm dixebitin. Stûneke kapîtalîzma Tirk, li ser dewlemendiyên ser erd û bin erd ên Kurdistanê hatiye avakirin û stûna din jî li ser keda Kurdistanê hatiye avakirin.
Kedkarên Kurdistanê, ku pirsgirêkên wan ên weke perwerde nedîtinê, şert û mercên nebaş ên tendirustiyê, pirsgirêkên qet ti car nayên çareserkirin ên wekî avahiyên ku xwe tê de bisitirînin û hwd. hene, nikarin bi temamî xwe ji gund jî qut bikin. Wexta ku li bajêr karekî demdirêj diajo nabînin, ji vegera gund cudatir ti rê li ber wan namîne. Bêkarî, dibe sedem ku beşeke mezin a lumpenan çêbe; ev jî, dibe çavkaniya bi her şiklê xirabûn û bê exlaqiyê. Ev kesên ku meyldarê şîdetê ne, eger werin perweredekirin çawa ku dikarin di nav refên şoreşê de şer bikin, herwiha jî dikare bi pir erzanî werin kirîn û ji bo dij-şoreşê bibin maşik û alet. Jixwe, îro ji aliyê tevgerên paşverû, sosyal-şoven û bi taybet jîji aliyêtevgerên faşîst ve di asteke girîng de tên bikaranîn.
Proletaryaya Kurd, ji mêtingeriya Tirk a ku girêdayî bi emperyalîzmê ve ye û ji nokerên wê yên ku sîstema feodal-komprador pêk tînin, zerera herî mezin dibîne. Proletarya ku hema bêje fêrî jiyana koçberiyê hatiye kirin û ji bo siberojê (gelecek) ewlehiyeke wê ya herî biçûk a civakî tineye, di têkoşîna ji bo Kurdistaneke serbixwe û azad de çîna ku herî zêde berjewendiyên wê heyî ye. Pêşxistin û komînalîzekirina hêz û quwetên hilberînê li ser esasê serxwebûna siyasî ya welêt, ji bo hem û kedkarên Kurdistanê yekane riya rizgariyê ye. Timî, ji bo koçberiyê xwe amadekirin û hêza xwe ya karkirinê li welatên herî dûr, di şert û mercên herî zehmet de bi herî erzanî firotin, welat terkî însafa kapîtalîzma biyanî û xizmetkarên wêyên feodalên komprodorkirin, çawa ku ne riya xilasbûnê ye; ji bo mirovahiya hemdem sûcê herî mezin e.
Proletaryaya Kurdistanê, tevî hem û mercên nebaş ên ku di nav de ye, çîna herî şoreşger a Kurdistanê ye. Nebûna ti fikarên wê yên ji bo mal û milk, xelasbûna wê ji têkîliyên eşîrî û feodal, bûn çînek ku her mezin dibe û di serbixwebûn û demokratîkbûna welêt de xwediyê berjewendiyên herî mezin bûn, vê tabetmendiyê jê re dide qezenckirin.
Proletarya, di maneya subjektîf denekariye ji bo xwe bibe çînekê, yanî bibe çîneke xwediyê zanebûn û rêxistin. Weke mercên ku gundîtî di nav de dijî, bi têkîliyên eşîrî-feodal ên bi şiklê bermayîbi çîna feodal komprador ve tê girêdan û bi navbeynkariya wan jî di navbera partiyên cur bi cur ên mêtinger de dabeş dibin.
Tevgera proletaryayê ku di merhaleyaîro de li ser esasê têkoşîna teorîk, ekonomîk û polîtîk, bêyî ku tevgerên sosyal-şoven, reformîst û lîberal (uzlaşıcı) ku sosyalîzma zanistîberevajî dikin û revîzyonîzmê ji xwe re dikin al, di cewhera xwe de temsîla neteweya hakim û neteweperestiya neteweya bindest dikin tecrîd bike, nikare bibe partiyeke biquwet. Bêyî ku pêşengiya proletaryayê ya îdeolojîk-polîtîk hebe jî, nikare îtifaqa karker-gundiyan a esasîpêk were. Ji bo proletarên şoreşger, îro erk û wezîfeya herî acîl, di nav têkoşîna aktîf a li dijî mêtingerî û sîstema feodal-komprador de, ji bo ku rêxistinbûn ji asteke herî biçûk were gihandin asteke herî bilind, xebatên teorik, îdeolojîk, ekonomîk û çalakvaniyê di nav yekparetiyekê de fêm kirin û li gorî vê têkoşînek meşandin e.
Rewşenbîr û Ciwan:
Di Kurdistana roja me ya îro de tebeqayeke modern a ku her diçe bi tesîr dibe jî rewşenbîr û ciwan in. Têkîliyên neteweyî û çînî yên vê tebeqayê, ku hewl tê dayin li gorî armancên hegomonyaya Tirk ku di salên dawî de bilêz pêş dikeve were perwerdekirin, weke ku bêbiryar in û baş bi cih nebûne xuya dikin. Burjuwaziya Tirk, ji bo ku van di nav hebûna xwe ya neteweyî de bihelîne û ji bo berjewendiyên çînî bi kar bîne, di asîmilasyoneke kûr re derbas dike. Ji ber ku xebat meşandina di saziyên ekonomîk, civakî, çandî û siyasî ku mohra neteweya Tirk hildigirin de fêmkirin û qebûlkirina ziman û çanda Tirk pêwîst dike, kesên nikarin çandeke bi vî şiklî bi kesayetiyên xwe bidin xwarin, nikarin di qada ekonomîk û civakî de bi ser bikevin. Gelek ciwanên xwendî û rewşenbîrên Kurd ku bûne qurbanê vê polîtîkaya burjuwaziya Tirk, nikarin hemdem bûnê ji Tirkbûnê cuda bifikirin.
Herwiha ji ber ku nekarîne şexsiyeta xwe ya neteweyî qezenc bikin, nikarin ji bûn xizmetkarê neteweya hakim xwe rizgar bikin. Têkîliyên çînî yên van ciwan û rewşenbîran ku di navbera du neteweyan de di rewşa tamponê de ne jî, xwediyê pêkhateyeke kompleks in. Pêkhateya (yapı) çînên hakim ên Kurd ku bi piranî li gel çînên hakimên Tirk têkîliyên şidayî çêkirine û tenê dikare bi taybetmendiyên xizmetkariyê ji wan were cudakirin, li ser ciwan û rewşenbîrên ku çavkaniya xwe ji wan digirin jî tesîr dike. Kesên nikarin bibînin ku ji kîjan neteweyê ne, nikarin wê biryarê jî bidin da ku ji çînên hakimên kîjan neteweyê ne. Di nav rewşenbîr û ciwanan de beşa ku herî zêde têde rûhê xizmetkarî û ajantiyê pêre pêş ketiye ev e.
Beşa ciwan û rewşenbîran ku ji çînên navîn û feqîr tên, dikarin hineke din rewşa xwe bi şiklekî objektîf bibînin. Dizane ku hegomonyaya feodal-komprador a mêtingeh, astenga herî mezin a li pêşberê pêşketina welêt, gel û wî/ê ye jî. Dibîne ku di nav neteweya hakim de riya “rizgariyê” her ku diçe namîne, wext hatiye û derbas dibe da ku li welat û gelê xwe vegere û li gorî vê helwestên xwe diguhere. Ev veguherîna di helwestê de, di nav vê tebeqeyê de welatparêziyê pêş dixe.
Di her pêvajoya dîrokê de, zanebûn, ji bo gel û çînan ji derve hatiye birin. Komeke ji hilberînê qut, teorî pêş dixe, ji derve mujul dibe ku vê bike malê gel û çînê. Dixwaze bila ji bo çînên pêşver û be, dixwaze bila ji bo çînên paşver û be ev rastî ji bo her çînê derbas dibe. Gel an jî çînên ku nikarin “komên” xwediyê zanebûn û rêxistin in pêş bixin, nikarin xwe bigihînin armancên xwe yên ekonomîk û polîtîk. Bêyî ku “koma” xwediyê zanebûn û rêxistin a gelên mêtingehan ku bi sed salan di mercên civakîyên li halê xwe de mayî pêk were, têkoşîna wan a li dijî emperyalîzm û mêtingeriyê pêş nakeve û nagihîje serkeftinê. Heya ku ji gelên mêtingehan di pêşengiya “komeke” xwediyê zanebûn û rêxistin de tevgera ciwan û rewşenbîrên welatparêz neyêpêşxistin, tevgera serxwebûnê ya neteweyî nikare pêş bikeve.
Ji ber ku pêkhateya (yapı) civakî ya eşîrî-feodal di bin hakîmiyeta biyanî de timî li ser lingan hatiye ragirtin, ji tevgereke xwediyê zanebûn a rewşenbîr-ciwanên welatparêz bê par mayin, ji bo tevgerên me yên ku bi armanca serxwebûnê hatine lidarxistin kêmasiyeke mezin e. Encax, di van salên dawiyê di pêkhateya me ya civakî de beşeke rewşenbîr ciwan a modern derketiye holê û ev kêmasiya hatiye derbaskirin; li dijî mêtingeriyê bi taybet di merhaleya destpêkê ya têkoşînê de xebata “koma” xwediyê zanebûn ku pêwîst e bi roleke diyarker rabe û di pêşengiya vê “komê” de tevgera rewşenbîr-ciwan a welatparêz hatiye destpêkirin. Di derketina meydanê ya vê encamê de, di nav beşa rewşenbîr-ciwan de eleqeyeke mezin dîtina sosyalîzma zanistî û baweriya misoger a bi fikra “tenê di pêşengiya sosyalîzma zanistî de wê mumkun be ku welat bigihêje serxwebûn û demokrasiyê” li şuna neteweperestiya burjuwazî ku ji mêj de wexta xwe temam kiribû, rol lîstiye.
Li pêşiya tevgera rewşenbîr-ciwan a welatparêz ku di mercên şênber (somut) ên welatê me de hêdi merhaleya destpêkê de ye, gelek wezîfeyên ku bi cih bîne heye. Tevgera rewşenbîr-ciwanan a welatparêz, bêyî ku nêrîn û helwestên ku hê jî di nav ciwanan de bi awayekî berfireh tê dîtin ên wekî şoven, sosyal-şoven, reformîst, çi ji min re ye, înkara neteweyî tasfiye bike û rêxistina xwe ya şoreşgerî ava bike û bi hêz bike, nikare ku nebesiya kadro ya têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê derbas bike. Tevgera rewşenbîr-ciwanan a welatparêz wê hê demeke dirêj di nav têkoşîna rizgariya neteweyî de girîngiya xwe bidomîne.
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER