CIVAKA KURDISTANÊ
Beşa Duyemîn
Kurdistan, li herêmeke kilît a Rojhilata Navîn ku parzemîna Asyayê berêxwe pê dide parzemînên Afrîka û Ewrûpayê, di serdemên seretayî û navîn de ji bo şaristaniyê bûye navend, di roja me ya îro de bi çavkaniyên xwe yên dewlemend û bi cihê xwe yê sratejîk coxrafîk girîngiya xwe ya navdewletî didomîne, cih digire. Nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn a roja me ya îro, di bingeha xwe de ji aliyê emperyalîzm û burjuwazî û feodalên ku nokerên wî ne ve hatiye çêkirin û li pêşiya xwestekên gelan ên serxwebûn û demokrasiyê astengeke mezin e. Gelê Kurdê ku bi taybet hatiye xistin nav sînorên çar dewletên mêtinger û yekîtiya welatê wî hatiye parçekirin, ji vê rewşê zerere herî mezin dibîne.
Kurdistan, welatekî welê ye ku di navbera neteweyênTirk, Erebû Fars de dimîne, bi piranî Kurd li ser dijîn, çiyayên bilind û deştên berhemdar di zikhev de ne, ji aliyê jêderên binerd û sererd ve pir dewlend e û şêniyeke zêdetirî 20 milyon mirov li ser dijîn. Di bin hakîmiyeta çar dewletên dagirker ên di aliyê siyasî de girêdayî emperyalîzmê ne de ye. Her dewlet, li gorî berjewendiyên tekdestên (tekel) navdewletî û li gorî berjewendiyên xwe, li ser parçeyê ku di bin hakîmiyeta xwe de digire di aliyê pêşxistina mêtingeriyê de bi rola sereke radibe.
Berjewendiyên eşîrî-feodal, di nav şikilgirtina ekonomîk ku ji aliyê mêtingerîyê ve hatiye pêkanîn de tên parastin, tên pêşxistin û bi darê zorê tên jiyandin; bi vî şiklî hewl tê dayin da ku parçebûna civakî were kûrkirin. Di vê pêvajoyê de netewebûna Kurdan tê astengkirin û her ku çûye giranî tê dan ser siyasetên di nav neteweyên hakim de helandinê.
Di serdema me de mêtingeriya klasîk bi temamî ketiye pêvajoya tasfiyebûnê. Lê belê hêjîserdestiya xwe ya li Kurdistanêbi şiklekî çar bi çar berdewam dike. Divê, em, ji merhaleya civaka koledar heya bi merhaleya emperyalîzmê, di nav dîroka mêtingeriyê û civaka çîndar ku me lêkolîn kiriye û welat û gelê me jiyaye û dijî deli sedema vê bigerin. Emê bi vê perspektîfê bi kurtahî dîroka mêtingehbûna Kurdistanê û pêkhateya civaka wê lêkolîn bikin.
I-Dîroka Mêtigehbûna Kurdistanê
A)Di Serdema Koledar De Med
Kokên Kurdan xwe dispêre Medên ku yek ji qewmên gruba Hînt Ewrûpayê bû. Vê gruba qewman ku di serdema barbartiyê de li Bakurê Ewrûpayê bi koçberiyê jiyaye, bi pêşketina şaristaniyê re ber bi Ewrûpaya Navîn, Nîv Girava Hind, platoyên Anatolî û Îran ve tevgereke koçberiyê ya mezin dabû destpêkirin. Medên ku qewmekî ji vê grubê bûn, salên 1000’î B.Z. di navbera gola û rmiyê û gola Wanê de bi cih bûn.Medan ji vê dîrokê pêde li aliyekî bi Persên ku gelê herî nêzî wan bû re, û li aliyê din jîbi Aşûrên ku împaratoriya herî xedar a Rojhilata Navîn ava kiribûnre ketin nav têkoşînek ku bi sedan sal berdewam kiriye.
Medên ku di vê têkoşînê de destpêkê Pers bi bin xistine û surgînî başûrê rojhilata Îranê kirineûhê bi hêztir bûne, di 612’yên B.Z. de Nînowa hilweşandine ûdawî li împaratoriya Aşur anîne. Di encama binkeftina Aşûriyan de ji bo Medan deriyên Rojava vebûn. Medan, di pêvajoya împaratoriyê ku demkurt bûye de, hema bêje Kurdistana îro, xistine nav sînorên xwe û dest pê kirine vê deverêji xwe re bikin war. Qebîle û eşîrên Medan ku zêde zêde, cur bi cur bûnû zêde zêde bi tevger bûn bi gelên ji beriya wan cihnîştî bûne re tevlîhev bûn û ziman û çanda xwe li ser wan hakim kirin.
Di heman wextê de ji çanda pir dewlemend a herêmê jî bitesîr bûn û di nav dîrokê de ji bo çêbûna gelê Kurd bûn zemîn.
Wexta ku Persan di 550’yên B.Z. de împaratoriya Med hilweşandin, ji serdema koledarî pêde serdema dagirî û îstîlayê li ser Kurdan vebû. Qebîle û eşîrên Medan ku Kurdên destpêkê bûn û B.Z. di navbera salên 550-330’an de jiyabûn, pirî caran serî hildan, wexta bi bin ketin xwe sipartin çiyan û di vê merhaleyê de di asteke girîng de serxwebûna xwe parastin. Li gel vê ziman û çanda xwe ya netêweyî jî pêşxistin.
Kurdên dema ku Îskenderê Mezin B.Z. di salên 330’an de Pers têkbirin ketibûn bin hegomonyaya Helenan, bi mirina Îskender û parçebûna împaratoriyê re bi awayekî hê azad pêşketina xwe berdewam kirin. Ermenên ku di vê pêvajoyê de pêşketibûn, ji bakur ber bi başur ve, carna bi Kurdan re bûn yek û carna jî ew kirin bin hakîmiyeta xwe û heya bi B.Z. salên 50’yî li herêmê hakîmiyeta xwe berdewam kirin. Di vê serdemê de, alimên Yewnanî di dîrokê de cara yekemîn, navê “Kurdo” û “Kurdienne” bi kar anîne. Romayiyên ku li Rojava împaratoriyeke koledar a mezin ava kiribûn, B.Z. ji 50’yî pêde, hem û herêm û herêmên cihnîşînê yên Kurdan jî hilweşandin û talan kirin. Romayiyên ku li hewzeyên (kortal) Dîcle û Firatê jî hakîmiyeta xwe çêkiribûn, wexta ku Sasaniyan di salên 260’an de li Îranê hakîmiyeta xwe çêkirin û împaratoriyeke mezin ava kirin, bi wan redest bi pevçûnê kirin. Ev her du împatoriyên koleder ku bênavber, heya destpêkirina fetihên Îslamê di salên 630’an de, Mezopatamya weke qada şer ji xwe re hilbijartin.Kurdan, ji ber ku van her du quwetan nekarîbûn li ser hev hakîmiyeta xwe çêbikirana, ji ber encamên vî şerî zererên mezin dîtin. Rewşa şer ya timî , bû sedem ku ew xwe bidin çiyan û ji ber vê yekê jîzêde nekarîbûndi qada şaristaniyê de pêşketina xweberdewam bikin.
Ji ber ku di serdema koledariyê de, herêmên bajar û deşt timî di kontrola talankeran de bûnKurdan nekarîbûn di aliyê siyasî de pêş bikevin; ji ber vê yekê jî rêxistinbûna bi şiklê eşîrî di asteke bilind de hat berdewamkirin. Beşên civakî yên li deşt û bajaran dijiyan jî ji ber ku zanebûna xwe ya azadiyê wenda kiribûn û bibûn kole, di serdema koledariyê de tevgera gelbûnê ya Kurdan teng ma. Tevî van sedemên nêyînî, Kurdan, bi ziman, dîn û çanda xwe ya neteweyî weke gelê cihnîştî yê biesil, di serdema feodal de ji gelên din ên cîhanê hê bi şiklekî diyar li ser dîka dîrokê cihê xwe girtin.
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER