DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (3. BÖLÜM)
ORTADOĞULU BİLİM KADINLARI:
Meryem el-İcliyye veya Meryem el-Usturlabi: 10. yüzyılda yaşayan Suriye'li İlk Müslüman kadın astronom, yaptığı usturlab (gök cisimlerinin yüksekliklerini ölçüp buradan zaman hesabı yapmayı sağlayan eski bir gözlem aracı) ile gök cisimlerinin yüksekliğini ölçen Bilim kadını. Bağdat’ta ünlü bir usturlap yapımcısının çırağı olan babasının öğrencisi olmuştur. Suriye’nin Halep şehrinde usturlap imal etmekteydi. İşvereni 944-967 yılları arasında şehrin yönetimini elinde bulunduran seyfüddevle’di. Erken islam medeniyetinde bilim alanında çalışan bir kadının belgelendiği ender örneklerdendir.
Wallada Bînt El Mûstekfî: Helbestvan û felsefevan
Mixabin di derbarê jinên bi nav û deng yên rojhelata navîn, an jî jinên helbestvan û felsefevan pirr kêm agahî hene, agahiyên heyî jî çiqa rast û di cih dene em nizanin. Ji ber ku yan di derbarê wan jinan de qet tiştek nehatiye gotin, yan jî tenê navê wan tê zîkr kirin û derbas kirin. Wek vê jina helbestvan û felsefevan ku pirr kêm di derbarê wê de em dizanin; ku têştin tên gotin jî ji kar û bandora wê a di dema xwe de zêdetir, li ser aliyên jinan yên ka evîndarek çavan bûye û hwd. tê rawestîn. Bêguman wek her car ew jin û karê ku danemeşandin ji nedîtî hatine dîtin. Yek ji jina bi nav û deng ya dema endûlîsîa yê a bi navê Wallada bînt el Mûstekfî, keça xelîfeyê 3. Muhammed e. Di heman demê de helbestvan û felsefevan e. Wallada bînt el Mûstekfî, hîn zêdetir bi Ibn Zaydûn (1003 - 1071) helbestvanê navdar yê dema xwe ku evîndarê wê bû, tê nasîn; her wiha tê gotin ku di navbera wan de evîndariyeke mezin hatiye jîn. Ji xwe tê gotin ku Ibn Zaydûn di gelek helbestên xwe de qala vê jina felsefevan dike û dide diyar kirin ku jinek hêja, delal, baş hatiye perwerde kirin, biaqil û xwedî bandorek zêde bûye. Tê îdia kirin ku Ibn Zaydûn ewçend ji vê jina hêja bandor bûye ku di tevahiya temenê xwe de gelek helbestan jê re dinivîsîne.
Wallada bînt el Mûstekfî, di 26 Adara 1091´ an de di 90 saliya xwe de vefat dike.
Wallada:
Di çavên te de hesûdî heye, bi her tiştê xwe,
Bi her tiştê xwe, bi dem û cihê di nav deyî,
Wê bîbilkên çavên te tu cara nebihûre,
Tu pê hesûdiya xwe hesiyayî an na?
İbn Zaydun:
Evîna te di nav alemê de min pîroz dike,
Dil û hizrê min ji bo te nîgeran.
Dema tu nînî kes nîne ku metirsiyên min ji holê rabike,
Hebûna te jî ji xwe hebûna hemû cîhan e.
Tahêre ango Qûretileyn kêye?
Berjîn Derya
23 Ekim 2015
Herçend piştî 162 salan laşê wê di mezareke bin bîrê de li başûrê Tehranê hatibe veşartin jî lê hîna banga wê a azadiyê a li dijî pergala serdest a zilam ku ji bo azadiya jinê berz dibû û dengê azadiyê ku li dijî bindestiyê li asoyê welat bilind dibû, dihat bihîstin. Jineke xweşik ku di demekê de li welat rojên tarî tên jîn û rewşa jinan a civakî û atmosfereke dogmatîk û fikra dînî serdeste, dest bi têkoşîneke zehmet dike. Jineke şanaz e, gelek caran rêvîtiyên dûr û dirêj dike, gotin, fikir û baweriyên xwe bê ku xwe bipêçe di nav gel de tîne ziman. Tahêre, Fatime Zerîn Tac a bi Qûretileyn jî dihat nasîn; di dîroka Îranê de yekemîn jine bi cengaverî ji bo têkoşîna azadîxwaziya jinan têkoşaye. Ew jina birûmet, xwedî qabiliyetek hêja a wêjeyê, bi awayek rewan diaxive û di perwerde û zanistên îslamê de xwedî agahiyên zêde bû. Ew jineke fedakar, bi riheke nayê têkbirin û bibîryar di her qadê de êdî dihat xuyan.
Rewşa jinan a di dema serweriya Qaçar
Ji bo fêmkirina şexsiyet û têkoşîna Tahêre, lazime em rewşa jinên Îranê a di dema Qaçar (1304-1164) bizanibim û xwedî hin agahiyan bin. Di wan deman de firsendên ji bo perwerdehiya jinê gelek bi sînor in. Her wiha ligor wan xwendin û nivîsandina jinan dij îslamê û xeteriyek mezin ji bo civakê avadikir. Di heman demê de olperest û alimên dînî jî ev gotinên çewt piştrast dikirin. Ligor baweriya wan nedibû ku jin xwenda bana û mêjiyê jinê têra zanistê nedikir. Di wan deman de perwerdehiya jinan şerm dihat dîtin û ji bo vê jî gelek jinên xwende û zana ew yek ji her kesekê diveşartin. Di wê demê de ne tenê li mal, di heman demê de li koçe û kolanan de jî ne wekheviya cinsî serwer bû û ew rewş heya dema Pehlevî wê bidome. Di bazaran de jin nedikarîn di cihê ku cimaet lê hatin çûnê dike de bigere û lazim bû ji bo ku biçe aliyê din yê kolanê ji pasivanan destûr bixwesta. Her wiha di peyarêyên ku ew li ser dimeşîn, zilam nedimeşîn. Jiyana Tahêre ango QûretileynFatime Zerîn Tac a bi navên Tahêre ku wek Qûretileyn jî dihat nasîn, di 1817’yê mîladî de li bajarê Îranê Qezvînê di nav malbateke oldar de tê dinyayê. Tahêre perwerdeya xwe di beşên zanista îslamê, hiqûq, hedîs, wêjeya farsî, zanistên erebî, şîrove kirina quranê û felsefe yê de berdewam dike. Bi wî rengî nav û deng dide. Di serkeftin û fêrbûnê de zûra birayê xwe dibe û bavê wê gelek caran xemgîn dibe û dibêje xwezî Tahêre kur baya ku bikaribaya yek ji kesên bijar te a wî welatî bûya. Ev jî dide nîşandan ku wek jin nikare wiha bê nasîn. Tahêre di temenê xwe yê 13 salî de û bi zexta bavê xwe bi kurmamê xwe mela Mehemmed re dizewice. Du kur û keçek wê çêdibe. Di 19 saliya xwe de berhemên şêx Ehmed Ehsayî ku damezrînerê baweriya bi navê Babî bû dixwîne, ji xwe dûre beşdarî nav koma wê baweriyê dibe. Pişt re li ser fikir û ramanên wê baweriyê tezekê amade dike. Tahêre ji bo beşdarê civînên Seîd Kazim Reştî, canişînê şêx Ehmed Ehsabî bibe, rexmê nerazîbûna malbata xwe jî zilam û zarokên xwe dihêle û diçe kerbela û çend roj berê ku bigihije wêderê, Reştî wefat dike. Gelek zanyar diçin gel fermanrewayê kerbela û dixwazin ku Tahêre ango Qûretileyn ji kerbela bê şandin. Tahêre diçe Qezvîn û li vir jî rastê hêrsa zanyarên wê derê tê. Dîsan vedigere Kerbelayê, lê di hepsa malde tê ragirtin û nahêlin hatin çûna li gel bê kirin. Dûv re tevî sî alîgirên xwe vedigere Îran ê. Di tevahiya rê de bi gel re tê cem hev û civînan lidardixîne û gelek kes beşdarî nav alîgirên wê dibe. Tahêre tevî alîgirên xwe diçe Hemedanê û li vir ji bo gelê bajêr axaftinekê dike. Axaftinên Tahêre bandorek mezin li ser gel dide avakirin. Di civînan de destpêkê bang li zilaman dike û dibêje: “Hûn çawan dikarin li hemberê hev û xwîşkên xwe zordariyê bikin.” Di 28 saliya xwe de baweriya Babî pejirand û bû yek ji kesa ku di nav 18 pêşengên Babî de hat hilbijartin de. Her wiha ewilîn jinek bû ku di nav vê baweriyê de cih digirt. Piştî ew fikra nû şiî û gelek zanyarên dinî ên dijber, dest bi dijberî û nerazîbûnan kirin. Bi taybetî jî dema jinek bi wêrekî banga emreke nû dike, quran û wateya kevneşopiya îslamê ji nû ve û bi awayek vekirî şîrove dike, rastê nerazîbûna wan der û doran tê. Ji vê wêrektî û xwe baweriya wê berde kesên dijber û alimên şiî, Babî jî jê aciz dibûn. Tahêre, ne tenê di mijara helbest, wêje, di heman demê de li ser mijarên siyasî jî ji pêşengên wê demê pêşketîtir û zanatir bû. Di pêvajoyekê de ku ji bo jinan perwerde qedexe bû, wê bi alimên dînî re nîqaşên dûr û dirêj dimeşand û gelek caran di wan nîqaşan de ew bi ser diket. Birayê wê ku yek ji giregir ê bajêr bû di der barê wê de wiha dibêje: “Li hemberê Tahêre ez û kurmamên wê bê ziman diman û em ji agahî û zanyariya wê ditirsiyan. Dema me li ser mijarekê nîqaş pêş bixista wê ji bo me mijar wisan berfireh û zelal dikir ku me ji şerma xwe serê xwe ditewand û em derdiketin derve.”
Perwerde û lêgera wê a dinî
Tahêre ango Qûretileyn di zarokatiya xwe de quran xitim kiribû û di mijara çareseriyên pirsgirêkên qanûnî de xwedî elaqeyek mezin bû. Di helbes û wêjeya farsî de pêşketinek mezin çêkiribû. Di zanista hiqûqê, rêgez, hedîs û şîrovekirinê de jî pirr baş bû. Her wiha felsefe, tesewûf û di agahiyên xwenasiyê de gelek zanyariyên wê hebûn. Lê ji bo wan agahiyên xwe berfirehtir bike, dest bi rêvîtiyeke dirêj dike û diçe kerbela, dûre jî diçe Bexdayê. Ligor hin agahiyan, Tahêre ji bo civîneke berfireh li dar bixîne bangî hemû nas û mezinên Babiyan dike; mezinên Babiyan daxwaza wê dipejirînin û di sala 1264’an de ( ligor teqvîma hicrî) li gundê bedeşta bajarê Şahrûd tê lidar xistin. Di vê civînê de Tahêre bê hêcab tê cihê civînê ku heya wê demê di pişt perdeyekê de xîtabê alîgir û gel dikir û bi wî rengî fikên xwe belav dikirin. Ew tevgera Tahêre ji aliyê gelek kesan ve wek qehrimantiyê hat bi nav kirin û ew yekemîn qehremana tevgera jin hat dîtin. Di navbera Tahêre û Mihemed Elî şer destpê dike; ev şerê wan li ser fikrên dijber ku ligor Tahêre pêvîst bû baweriya Babî bi awayeke giştî ji dînê islam cûda hatiba girtin. Bê serkirina çadirê beşdariya wê a di civînê de gelek kes ecêp mayî hiştin. Ji aliyekê din de cûda girtina dest a dînî Babî ji dînî îslamê bû sedema tirsa dewlet û melayên wê demê û komek ji Babiyan dikevin nav metirsiyê û bi pêşengtiya Mihemed Elî li dij wê derdikevin. Di encam de Tahêre karî ku bi Mihemed Elî bide qebûl kirin ku hiqûqa îslamê di meriyetê de hatiye rakirin. Girtin û bi awayeke weşartî kuştina Tahêre Tahêre her wiha pêşeng û pelavkera fikra baweriya Babî ye; ji bo vê jî tê girtin û bi qasî sê salan li Tehranê girtî dimîne. Lê gelek jinên bijare yên Tehranê dibin dildarê wê jina dilawer û diçin serdana wê. Berê ku Tahêre bê kuştin, Şah jê dixwaze ku ger dest ji pêşengtî û baweriya Babî berde û vegere dînê îslamê, ewê pê re bizewice, lê Tahêre li dijî wê daxwaza Şah derdikeve. Di sala 1852’an de bi awayeke weşartî Tahêre dibin nav bexçeyekê ku wê demê hîn 36 salî bû û bi destmalekê wê difetisîn in. Laşê Tahêre dixin binê bîrekê û dûre bi ax û keviran li ser wê digirin.
Tahire, di 1848’an de bal dikşîne ser mijara mafê wekheviya jin û zilam. Ligor tê gotin, ji ber fikir û ramanên wê ku jê tê xwestin dest ji wan berde; lêbelê ew tu caran ji tiştên ku pê bawer dike gav paş de navêje. Jê tê xwestin ku tobe bike û dû re wê bi mirinê tehdît dikin. Tahire jî li hemberê wan gefan wiha dibêje, “ hûn dikarin di demeke nêz de û çi dem ku bixwazin min bikujin. Lê hûn nikarin pêşiya pêşketin û têkoşîna jinan a ji bo azadiyê ku ew roj jî nêzin, bigirin.” Tahêre ango Qûretileyn, jineke zana, pêşeng û lêkolîner ku bala her kesê dikşîne ser xwe û di nav baweriya Babî de lêgerîneke azadiyê a ji bo jinan û civakê dide destpêkirin. Her wiha xweşikbûna Tahêre jî bala her kesê dikşîne ser xwe û xweşikî, zanist, felsefe û agahiyên wê ên di her mijarê de dibe sedema tirs û çavnebariya pergala serdest a zilam. Tahêre di serdemekê de ku jin li malê û pişt perdeyan heps bûn, bi derd û zehmetiyên cihê re rûbirû diman û ji her cûre derfetên beşdariya di nav civakê de hatibûn dûr xistin de bi wêrekî têdikoşe û bi reformên di dîn de dibe peyamnêra rizgariya jinan. Bê ku di nav kevneşopiyan de xwe bifetisîne, di rêya ku pê bawer dikir de gav tavêje. Ew ne tenê dij pirr zewaciyê, di heman demê de li dijî sîxe û xwe pêçana jinan jî derdiket. Di heman demê de nêzikatiya li dijî jinê jî wek nêzikatiyek dij mirovahiyê dinirxand.
DERLEME 3.BÖLÜM
YORUM GÖNDER