ŞERÊ TAYBET-BEŞA 2.
Şerê Taybet Çiye?-2
Bi Şerê Taybet Dewlet Dibe Takekes Û Civak
Hedefa şerê taybet a bingehîn civak e. Hedefkirina nirxên bingehîn ên civakê yên ku civakê dike civak, di nava yekîtiyê de digire û dide jiyîn, belavkirina van û kolekirina civakê ye.
Bi gotinek din hedef ew e ku dewlet bibe takekes an jî dewlet bibe civak. Dema ku dewlet bû takekes an jî bû civak şûn ve, êdî pêwîstî nîne ku dewlet -amûra mêtina xwîna civak ya diz- xwe biparêze. Êdî ferd ango takekes wek dewlet tevdigerin. Weka ku dewlet ya wan e, dewletparêz dibin û bi dilî xwe dibin sîxûrên dewletê. Ji bo sîxûrtî pêwîstî nîne ku ji wan re pere werin dayîn. Dîsa pêwîstî nîne ku ji van sîxûrên bi dil nasnameya sîxûrtiyê bê dayîn. Ji bo ku êdî kes û civak rewşek wiha de ye ku, di ferqê de nînin ku ew tevde bûne amûrê dewleteyê.
Mînakek gelek baş, dema Hîtler e. Hîtler gelê Elman velê kir ku her Elmanekî Nasyonalsosyalîst ango Nazî tam jî wek Hîtler dixwast tevdigeriye.
Mînakek din hêna sosret jî gelê Tirkiye ye. Gelê Tirkiye ango Tirk gelek caran li dewleta tirk hêna hişktir dewletgeriyê dike. Tişta ku em dixwazin bînin ziman dirûşmeyên: B; ”Millet, Arteş, Sakarya,” ”Her Tirkek leşker dayîk dibe,” û ”Çi kefxweşe ku yê dibe ez tirk im” baş tîne ziman. Dema takekes bû dewlet şûn ve, êdî hemû rê û rêbazên Şerê Taybet gengaz dibin ku bimeşin, hemû talan û dizî tên veşartin û nixûmandin.
Bi gotinek din dema takekes û civak bû dewlet şûn ve êdî, ji kesên diz û derewker êdî rê vedibin. Êdî her amûrekê ku di rewşa asayî de aqlê mirova nagire, digire. Tiştên ku di rewşek normal de herkes dibîne êdî kes nabîne. Nabîne ji ber ku êdî ew kesên ku bûne dewlete wek dewlet dibînin, wek dewlet difikrin û wek dewlet jî dijîn ango hîs dikin.
Bi gotinek hêna balkêştir dema ku takekes û civak bû dewlet an jî dewletê xwe kir takekes û civak êdî li wê derê mirovekî ku bûye meymûn ango şebek heye. Yên ku bûne meymûnê jî bi mûzekê xapandin an jî arastekirin êdî zor nabe…
Ji bo ku ev pêk were, şerê taybet de hinek amûrazên ku wek bingehîn tên bikaranîn; hûner, spor, ol, zanîngeh û saziyên pewerdê yên taybet, rêzefîlmên televîzyonan û her wekî din bi çalak kar tîne. Her wiha şaristaniya dewletî, ji bo venêrandina civak û takekes, hertim destwerdanan dike, zagonên taybet û rêzikname derdixe, sepanên (pêkanînên) taybet dixe dewrê. Bi vê reyê hewl dide pergalê têxe bin ewlehiyê û hebûna xwe bidomîne. Ev rewş dewletê rasterast dike hêza şerê taybet. Di heman demê de dibe xisletê dewletan ê neguherbar.
Ev ewqasî bi hostatiyê kê tê kirine ku kes ferq nake ka dewlet amûrêkê çendî dize. Dewlet bi navê bacan berika herkesi vala dike, lê dîsa jî herkes ji dewletê re dibêje, Allah Xêr. Ji vê sosrettir û peypûsktir me tiştek di vê dînê de heye? Her roj diziyê bike, bişelîne, vîna mirovan pûç bike, mirovan bike nava kontrola xwe, wan bi zorê bişîne şer û bide kuştin, lê dîsa jî bila bêjin, ”Dewleta me saxbî!”
Bi kurtahî dewlet bi vî awayî sepanên xwe ji demdemkîbûnê derdixe û domdar dike.
Em bizanin ku zemîna civakî ya ku şerê taybet xwe dispêriyê, şert û mercên ku derdikeve holê, li gorî ku demên serûbînîbûna çêbûnên civakî ne, di vê demê de beşa herî bêbiryar çîn û tebeqeyên navîn in. Ev beşên mijara gotinê, di demên pêxiltengiyê (alozî) de dikevine rewşeke giyanî ya herî nêzîkî dij-şoreşgertiyê. Çînên serdest bi rêya van bêşan “şerê taybet” li hemberî kedkar û gundîtiya xizan (feqîr) dimeşînin.
Hîç em dûr neçin û li Kurdistan û Tirkiye binerin, ka çawa û kî û çiqes di rewşên zor û zehmet de civdayîna dijîn…
Awayên meşandina “şerê taybet” li gorî zemîna tê sepandin diguhere. Li ser bingeha li dewletên sosyalist bermayînên civaka kêvnar ol, çand, bîrdozî û polîtîka, çewtiyên di pêvajoya avakirina sosyalizm de, çewtiyên di sepana çandinî û pîşesaziya di vê pêvajoyê de kêmasiya neperwedekirina gel û militan a bi giyana sosyalîzmê, xerakirina aramiyê, bi sorkirina paşverûtiyê û bi rêya derxistina tevlîheviya hundirîn bezîna li pey qomployên dij-şoreşgerî.
Li welatên wekî Kuba û Nîkaragua ji bo dij- şoreşgeriyê komplo, çalakiyên qontra gerîla û aboriya lewaz, bi awayê danekirinên siyasî; li welatên wekî Îran, Guatetmal û di Şîlî (dema Salvatorê Allende de ) ji ber şemîtonkîbûn û bêpergaltiya spartekên rêveberiyan ên civakî, embargoyên aborî yên derve yên li ser van welatan tên sepandin, bi rêbazên wekî sabotajên aborî yên hundirîn, bi awayekî sûnî di piyasê de afirandina tengasiya malê mezaxtinê, bi rêya terorê afirandina ewlehiya can û mirinê, şerê derûnî û her wekî din vekerina navbera desthilatîyê û gel; bi vî awayî ji bo derbeyên dij-şoreşgerî amadekirina zemînê; li welatên wekî Vîetnam bi rêbazên wekî parçekirin, komkujî û qetlîamê, pêkutiyeke bêperwa, terora derûnî û her wekî din biavkirina şer an jîpasîfîkasyon, an jj li welatên wekî Kurdistan hertim domdar û zindîgirtina derûniya keletî û têkçûnê ku salên dirêj ajotiyê, polîtîkaya qetlîamên komî û helandina netewî, bi rêya şovenîstiya civakî, bûrjûvayên biçûk ên refomîst an jî rêxistinên telaqreş, perewan û sîxur ku li ser vê avaniya civakî ya mendeleker û noker hatine bipêşxistin, koçbertiyeke gelheyê (nifus) a sûnî ku ji ber sedemên aborî an jî bi darê zorê tê afirandin û hwd… Şerê taybet xwe bi van awayan li van welatan dide xuyakirin.
Di qada leşkerî de di serî de artêşên kûkla (di van mêtingehan de hêzên leşkerî ne), qontra-gerîla nîv leşkerî, wekî mangeyên mirinê sivîl, an jî wekkî yekîneyên parastinê yên gund û taxan, li gel vê yekîneyên danînê, qomandoyên çiyê, yekîneyê motorize an jî wek hêza navnetewî ya destwerdanê hêzên çevik in ku ji gelheya xwecihî hatine gurçûpêçkirin…
Wek aborî saziyên esnaf û bazirganan, ji bo afirandina qaraborsa û tengasiya piyasê di sokkeriyê de tê bikaranîn. Her wiha bi awayê şewitandin, wêrankirin an jî jehrkirina debra gel a bi destê artêş, polîs û nokeran, standina bertîlê an jî teşwîqkirina bertîlê, şelandina mal û xespê tê berdewamkirin.
“Hinek ji mijaran (li gorî rewşê hinek jê derdikevin pêş) panîk, qilqalî, tirsa mirinê, tehrîkkirina netewî an jî olî, ji bo dûrxistina bala civakê ji ser meseleyên bingehîn spor, laşfiroşî (fihûş), filmên polisiye an jî honak zanîst (bilim kurgu) û her wekî din in. Ji bo xerakirina mora afirandina bêhêvîtiyê, derbarê tevgera şoreşger de nûçeyên derew ên girtinê (bi taybetî jî derbarê rêberan de), nûçeyên wekî ku tevger qediyaye û ji hevdu belav bûye, her wiha bi rêya kesayetên lewaz û ji rêzê yên radest tên giritin an jî bi pereyan tên standin daxuyaniyên kirêt û derew ên derbarê tevgerê de di radyo, televizyon û çapemeniyê de tên ragihandin… Ev hemû bi tevna pistepistê ya taybet tên belavkirin.” (Pirtûka Li Kurdistanê Herba Taybet-Abdullah Ocalan)
Em bizanin ku ji bo ku tiştên ku li jor hatine ser ziman pêk werin gerek bi têgehan bileyzin. Ango di mêjiyê mirovan de hinek fêmkirina bidin avakirin, bidin rûnîşkandin. Di ilma derûnasî de ji vê rastiyê re gotina Rêvebirina têgîna an jî bi tirkî Algi yonetîmî tê gotin.
Rêvebirina têgina, heke bi daneyên û rêbazên di çerçeveyeke sîstematîk de û domdar, guherbar were kirin, encam dide.
Rêvebirina têgina, bi bandorkirina avaniya mantiq, arman raman û hestên girseyan, belavbûn an jî rawestandina zanînên hilbijartî ye. Bi vê rêyê arestekirina tevgerîn û ramanan a wekî tê xwestin e. Rêvebirina avakirina têgîna, bi bikaranîna hinek rêyan cur bi cur raberkirina beşa rastiyê ya xuyakirina wê tê xwestin, pêkanîna ewlehiya operasyonê, veşartina rastiyê û operasyonên derûnî digire nava xwe. Bi vî aliyê xwe ve tiştên tên kirin, şert e ku di nava tevneke diyalektik de û yekgirtî de bin.
Amûrê herî bandor ya ku bi têgîna rêvedibe ragihandinê. Hedef jî pêkanîna îknakirina girseyê û mêzekirina girseyê ya bi çavên rêberên Şerê Taybet a li pêşketinan e. Rêvebirina têgîna, erdnezyariya civakê di bin terîmên wekî tevgerên derûnî, îknakirin û propagandayê de disepîne. Rêvebirina têgîna, di wateya giştî de li ser bingeha armancên tên diyarkirin ji nû ve afirandin û birêvebirina peyamên ku ji girse û raya giştî re werin dayîn e.
Bi kurtahî, êdî şer tenê bi şerê fîzîkî encam nagire. Ango êdî şerê mezin tine. Şerê zanînê heye ku bi rêbazên propagandayê yên bibandor, hatî fikirandin û bipîlan tê meşandin heye, vî şerî re jî dibêjin ŞERÊ TAYBET.
Vala vala negotine ku, “Guleyên Şerê Taybet peyv in.” Û “Cebilxaneya xwe jî; tiştên wekî derew, bêbextî, ji çavkaniyên rêxistinî mehrûm hiştin, gef, devavêtin û berizîna bidevkî an jî fizîkî û her cure nêzîkatî û helwestên tacîzker in.”
Ş.QASIM ENGÎN
YORUM GÖNDER