EMPERYALÎZM, MÊTINGERÎ Û SERXWEBÛNA NETEWEYÎ
Merhaleya emperyalîst a kapîtalîzmê, xwe dispêre esasên li ser hev kombûna hilberînê û zêde zêdebûna sermayeyê. Di encama ku makîneyên modern bi çavkaniya enerjiyên nû yên weke elektrîk û petrolê hatin xebitandin de, dest pê kir di mîqtarên hê mezin de hilberîn were kirin. Hilberîna di mîqtarên mezin de û tekdest (tekel), bingeha ekonomîk a emperyalîzmê ye. Li ser vê esasê emperyalîzma ku li pey feydeya herî zêdebû, nakokiyên civaka kapîtalîst gihand asta herî bilind. Sermaye ku di hundir de ji bo bidestxistina feydeya herî zêde kedxwariyeke nehatiye dîtin pêk di anî, ji der ve jî bi vê armancê polîtîkaya xwe ya dagirkeriyê gihand asta herî bilind.
Dagirkeriya emperyalîst, li gorî pêdivêyên vê merhaleya kapîtalîzmê şikil girt. Di vê pêvajoya ku hilberîna metayê gihiştibû astên bilind û di dest de sermayeyeke zêde zêde kom bibû de hin pirsgirêkên esasî yên kapîtalîzmê hebûn. Ji bo ku sermayeya heyî li qadên ku herî zêde feydeyê tînîn werin razandin, qad hewce bûn; ji bo ku meta werin firotin jî, bazar û madeyên xav (ham madde) hewce bûn. Qada çareseriyê ya her sê pirsgirêkan jî mêtingeh in. Ev rewş nîşanî me dide ku emperyalîzmê ji ber çi polîtîkaya xwe ya dagirkeriyê gihandiye asta herî bilind.
Dema her ku diçe îxraca metayê zêde bû, îxraca sermayeyê ji dawiya sed sala XIX. û destpêka sed sala XX’an pêde herikî mêtingehan. Hê bêhtir sermayeya ku li qadên kansazî (madencilik), riyên trênê û berhemên zîraî dihatin bidestxistin hatiye razandin, rewşa di halê xwe de sekînî ya li mêtigehan bi dawî kir. Her çiqas sînordar jî be, pêşketina kapîtalîzmê li mêtîngehan liv û tevgereke girîng derxist meydanê. Li gel pêşketina burjuwaziya komprador, burjuwaziya sanayiyê (sanayi) ya noker* ku hinekê bi hilberînê re jî mijul dibû pêş ket. Ev burjuwaziya ku bi tekdestên emperyalîst re bi şiklekî şîrîk dixebitî, xwest li gorî burjuwaziya komprador li ser çavkaniyên welêt hê zêde bibe xwediyê heq. Li ser axê, di tîcaretahundir de, di hin qadên senayiyê yên pir sînordar de burjuwaziyekî neteweyî çêbû. Çîna modern a din ku hem di aliyê hejmar de û hem jî di aliyê cewher de ji burjuwaziya nû hê pêşketîtir bû û di kargehên (işletme) emperyalîst de derketibû jî proletarya bû. Ev pêşketinên ekonomîk û civakî yên li mêtingehan, li dijî emperyalîzm û dagirkeriyê şert û mercên objektîfên têkoşîna rizgariya neteweyîpêk anîne.
Pêşketina bê tewazin akapîtalîzmê li gorî şert û mercên ber bi çav ên her welatî, zêdebûna nakokiyan heya bi astên herî li pêş, nehîştina tenê yek qadeke nehatiye dagirkirin li cihanê, neçariya parvekirina ji nû ve ya mêtingehan li gorî asta hêzê, mirovahî bi şerekî giştî re rû bi rû hişt. Şerê Parvekirinê yê Emperyalîst Yê Yekemîn li xwe mukurhatina kapîtalîzmê bû ku, bêyî ku hem û mirovahîyê bibe mirinê wê nikaribe ji krîza ketiye nav de xwe xelas bike.
Şerê Parvekirinê yê Emperyalîst Yê Yekemîn ku bibû sedema mirina ji 10 milyonî zêdetir mirov, seqet mayina ji 30 milyonî zêdetir mirov û bi şiklekî komî ji têkçûna amûrên hilberînê, çawa ku kapîtalîzm ji nakokiyên wê rizgar nekir, ew bir ber sikratê, ew bir serdema şoreşên proletaryayê. Şoreşa Cotmehê ku li Rûsyaya ku xeleka herî zeîf a sîstema emperyalîst bû pêş ketibû, bû destpêkirina şoreşên proletaryaye yên cîhan û tevgerên rizgariya neteweyî ya gelên bindest .
Şoreşa Cotmehê Ya Mezin û Girîngiya Wê Ya Navneteweyî û Navdewletî
Şoreşa Cotmehê, kevirê esasî yê şoreşên proletarya û rizgariya neteweyîye ku têkbirina têkiliyên hilberîna kapîtalîst ên ku li ber pêşketina quwetên hilberînê û gelên mêtingehan bibû asteng, ji xwe re kiribû hedef. Ev şoreş, ji bo ku li Rûsyayê sosyalîzm were avakirin tenê bi bingehên pêwîst avakirinê nemaye, di asta cîhanî de di pêşketinên ku ji vê dîrokê bi şun de çêbûne de roleke diyarker lîstiye. Dikare girîngiya naveteweyî û navdewletî ya Şoreşa Cotmehê bi vî şiklî were rêzkirin:
Ya yekemîn, serdemeke nû, serdema şoreşên proletaryayê vebûye. Tevî ku, şoreşên beriya vê li şûna çîneke kedxwar çîneke kedxwar ê cuda bi cih dikir, Şoreşa Cotmehê sosyalîzma ku merhaleya derbasbûnê ya civaka bêçîn bû pêş xistiye.
Ya duyemîn, ji bo ku pêla şoreşê ya li Rojava xwe bigihîne Rojhilat, rola pirê lîstiye û bûye sedem da ku li mêtingehan şoreş pêş bikevin û di van şoreşên mêtingehan de proletarya hakîmiyeta xwe ava bike.
Ya seyemîn, li beranberê îtifaqa dij-şoreşgeriyê yadi navbera emperyalîzm, feodal û burjuwaziyên noker de bûye bingeha îtifaqa şoreşgerî ya di navbera welatên sosyalîst, tevgerên çîna karker û rizgariya neteweyî de.
Ya çaremîn, girêdayî bi van her sê faktoran re, li beranberê cepheyê neteweyî yê sexte ku ji aliyê hêzên hevkarên emperyalîzmê yên nîv-feodal, nîv-burjuwa yên li mêtingeh û nîv-mêtingehan ve hatibû çêkirin, di afirandina cepheya neteweyî ya rastîn ku ji aliyê proletar, gunditî û rewşenbîran ve hatibû pêkanîn de bûye faktoreke diyarker.
Di van pêşketinên ku taybetmendiyên sereke yên serdema me ne de, tesîra Şoreşa Cotmehê hebû û heya ku şoreşa cîhanê were temamkirin wê hebe jî (Bernameya PKK’ê, rûpel 4-5).
Eger ji bo burjuwaziyê çi maneya û wateya şoreşa Fransî hebe, Şoreşa Cotmehê jî ji bo proletarya û gelên mêtingehan tê wê wateyê. Tevî ku şoreşên burjuwaziyê ji bilî çewisîn û kedxwariyê tiştekî din nedaye mêtingehan, Şoreşa Proletar a Cotmehê, serdema şoreşên mêtingehan vekir.
Stalîn, tesîra li ser mêtingehan a Şoreşa Cotmehê bi vî şiklî şîrove dike: “Şoreşa Cotmehê”, tenê bi hêjandina emperyalîzmêli navendên wê yên hakîmiyetê û li metropolan teng nema. Hewl da ku hakîmiyet û hegomonyaya emperyalîzmê ya li welatên mêtingeh û di bin tesîrê de ne hilweşîne û bi vê jî, li mewziyên parastî yên emperyalîzmê, yanî li herêmên li hewirdora emperyalîzmêne jî da.
Şoreşa Cotmehê, bi têkbirina xwediyên erdê yên mezin û kapîtalîstan, zincîrên zilm û çewisînê yên neteweyî û mêtingehî şikênandin; bê îstîsna hem û gelên bindest ên li dewleteke mezin, ji vê zordarî û çewisînê rizgar kirin. Proletarya, bêyî ku gelên bindest rizgar bike nikare xwe xelas bike. Taybetmendiya cuda ya Şoreşa Cotmehê ji şoreşên din, ew e ku; ev şoreşên neteweyî yên mêtingehî yên li YKSS’ê (Yekîtiya Komara Sovyet A Sosyalîst SSCB), ne di bin ala dijminatiya neteweyî û xwe li hev rakişandina navdewletî de û ne bi navê miliyetgeriyê, lê di bin ala baweriya bi hev û nêzîkbûneke biratî ya miliyet, karker û gundiyên ku li YKSS’ê dijiyan û bi navê enternasyonalîzmê berfireh û giştî kirine.
Şoreşên netêweyî û mêtingehî, ji ber ku bi rêveberiya proletarya û di bin ala enternasyonalîzmê de hatine pêkanîn -li welatê me ev nebûye-, gelên parya, gelên kolê vayê ji ber vê sedemê, bi mînakên ku pêş xistine hem û gelên bindest ên cîhanê ber bi xwe ve kişandine, cara yekemîn di dîroka mirovahiyê de, xwe gihandine rewşa gelên bi rastî jî azad û wekhev.
Ev tê mane û wateya ku; Şoreşa Cotmehê, bi îtifaqa li gel proletaryayê, bi rêveberiya proletaryayê, li welatên bin dest ên cîhanê, serdemeke nû, serdema şoreşên mêtingehan daye destpêkirin. Berê‘asayî’ bû ku bi vî şiklîwere fikirîn:“ji serdemên pir kevin pêde cîhan bi vî şiklî dabeş bûye; nijadên rajêr (aşağı) û raser (üstün) hene, ku yên rajêr qebiliyeta wan a şaristaniyê nîne û ji bo bindestiyê û kedxwariyêne. Xwediyên şaristaniyêyên yekane nijadên raser ê sipî ye û ev, bi mêtingerî û kedxwariya li ser nijadên rajêr ên reşik hatine wezîfedarkirin.” Niha, ev çîrok hatiye redkirin û ji holê hatiye rakirin. Yek ji encamên herî girîng ê Şoreşa Cotmehê jî ev e; ji gelên rizgarbûyîyên ne Ewrûpayî ku ketine riya pêşketina Sovyetîk re hatiye nîşandayin ku ew bi rastî jî di aliyêçand û şaristanî pêşxistinê de ji gelên Ewrûpayî ne kêmtir xwediyê qebiliyet in û bi vê, derbeyeke mirinê li vê çîrokê hatiye dayin.
Berê ‘asayî’ bû ku bi vî şiklî were fikirîn:“ji bo gelên bindest riya xelasiyê ya yekane ew e ku, divêbi rê û rêbaza neteweperestiya burjuwa, bi rê û rêbaza sarbûna ji hev a neteweyan, bi rê û rêbaza ji hev cudabûnê têkoşîn were dayin û dijminahiya neteweyî ya di navbera girseyên kedkarên neteweyên cur bi cur were xurt kirin. Niha, ev çîrok derewîn hatiyê derxistin. Ji encamên girîng ên Şoreşa Cotmehê yek jî, nîşan daye ku; riya xelasiyê ya gelên bindest a proletar û enternasyonal, riya rast a yekane ku bi rastî jî pêkanîna wê mumkîn û li gorî aqil e; û dîsa, nîşan daye ku, yekitiya biratiyê ya li ser esasên tevlîbûna azad û enternasyonalîzmê, ji karker û gundiyên gelên pir cuda cuda hatiye avakirin bi rastî jî mumkîne û li gorî aqil e û herwiha derbeyeke mirinê li vê çîrokê daye. YKSS’ê ku proto-mînaka yekitiya pêşerojêya bi şiklê ekonomiyeke hevgirtî ya cîhanîye û ekonomiyek ku ya hem û kedkarên welatane, ê nekaribe da ku weke delîleke rasterast, vê bi kar neyne û xwe jê bide aliyekî.
Pêwîst nake ku mirov bêje ev encam û encamên din ên Şoreşa Cotmehê, li ser tevgerên şoreşger ên li welatên mêtingeh û girêdayî, wê tesîreke cidî bike. Li Çîn, Endonezya, Hindistanê û hwd. mezinbûna tevgerên şoreşgerî yên gelên bindest û bûyerên weke zêdebûna hezkirina van gelan ji bo YKSS’e, nîşan dide ku ji rastbûna vê guman nabe.
Serdema kedxwarî û çewisînê ya nayê hêjandin ku li ser gelên welatên mêtingeh û manda “dihate meşandin derbas bûye” (J Stalîn, Marksîzm û Pirsgirêka Neteweyî û Mêtingehan, rp 310-312 Weşanên Sol, Çapa seyemîn)” Li welatên mêtingeh û manda serdema şoreşên rizgariyê, serdema hişyarbûna proletaryayê, serdema ku proletaryaya van welatan hegomonyaya xwe ava bikedest pê kiriye.
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER