DI NAVBERA HER DU ŞERÊN PARVEKIRINÊ YÊN EMPERYALÎST DE REWŞA CÎHANÊ
Gelên Sovyetê yên ku li ser axa Rûsyaya Çartiya kevin bi şiklê YKSS’ê (Sovyetler Birliği) bi rêxistin bûne di encama Şoreşa Cotmehê de, dest bi avakirina sosyalîzmê kirin. Dewletên emperyalîst ên ku nekarîne vê rewşa ku ji şeşan yekê cihanê dest bi avakirina sosyalîzmê kiribû daqurtînin, li dijî Sovyetan dest bi şer kirin. Bi binketina emperyalîstên ku bi paşverûyên li hundir ve yek bibûn, hat fêmkirin ku wê ti hêz û quwet nekaribin avabûna sosyalîst asteng bikin. Bi tasfiye kirina Troçkist û alîgirên Buharin ku rola ajantiya emperyalîzmê girtibûn ser xwe, YKSS’ê bi şiklekî ku bi paş de nayê vegerandin bû welatekî sosyalîst.
Emperyalîstan, piştî şer berê xwe dan ji nû ve avakirin û bihêz û quwetkirina ekonomiyên xwe yên hilweşiyayî. Burjuwaziya ku ji ber YKSS’ê, rizgariya neteweyî û tevgera proletaryayê ya li welatê xwe tirs ketiye dilê wî, rizgariya xwe di îdeolojiyên sosyal-demokrat û faşîst de dît. Bi taybet li Almanya û Îtalya ku di arefeya şoreşê de bû, faşîzma ku şiklê rêveberiyê yê herî xwînî ye, dest bi mezinbûnê kir. Hikumetên sosyal-demokrat ên ji bo xapandin û parçekirina proletaryayê hatine bikaranîn, di vê demê de ji xizmeta faşîzmê zêdetir encam nedan.
Di merhaleya emperyalîst de, bi taybet ji Şoreşa Cotmehê bi şûn de, demokrasiya burjuwa ku timî jê dihat xwarin û dihat sînordarkirin, ji bûn şiklekî dewletê derketiye. Dewletên ku ji aliyê grûbên herî bihêz û quwetên kapîtala fînansê ve dihatin bi rêvebirin, xwe xistin qilifên cur bi cur ên weke faşîzm û olîgarşî û weke alternatîfê hevdu pêş ketin.
Krîza ekonomîk a cîhanî a sala 1929’an, bilindbûna faşîzmê bilez kir. Faşîstên Alman, Îtalyan û Japon ku hewl didan YKSS’ê ji holê rakin, di navbera xwe de îtifaqek çêkirin û heya asta dawî mîlîtarîzîm pêş xistin. Îngilîzistana ku ji şer bi feyde derketibû, Fransaya ku heza xwe ya berê wenda kiribû, DYE’yê ku hêzeke emperyalîst a nû her ku diçe mezin dibe bû, difikirîn ku hedefa faşîzmê YKSS’ê ye û wê bi ser wan de neyê, ji ber vê yekê ketin temaşeya vê rewşê.
Di navbera her du şeran de bûyereke girîng a din jî ev e; di nav civakên mêtingeh de pêşketina kapîtalîzmê bilez bû û weke parçeyekî ji şoreşên cîhanê yên proletar, li dijî emperyalîzmê tevgerên rizgariya neteweyî pêş ketin. Tevî ku tevgerên çîna karker li Rojava di encama hevkariya sosyal-demokrat û emperyalîstan de bi bin ket, tevgerên rizgariya neteweyî li Rojhilat, pêşengiya proletaryayê jî di nav de, bi taybet li Çîn û Hindistanê ku herî zêde kapîtalîzma emperyalîst li van deveran pêş ketibû, bûn yek ji meylên sereke. Tevgera rizgariyê ya neteweyî yaTirk ku ji xirbeyên emperyalîzmê yên piştî şer û alîkariya YKSS’ê sûd wergirt, bi pêşengiya burjuwaziyêsînordar jî be gihiştibû serkeftinê, bûyereke karekterîstîk a vê demê ye. Almanya ku ji Şerê Parvekirinê yê I. yê Emperyalîst bi şiklekî binkeftî derketibû û bilez û bez mîlîtarîze bû, li gel Japonya û Îtalyaya faşîst ku dixwestin li gorî asta quweta xwe ji mêtingehan parê bistînin, bûn bingeha şerekî cîhanî yê duyemîn. Vê klîka faşîst YKSS jî kir hedefa xwe û ber bi sala 1939’an şer da destpêkirin. Ev şer, di heman demê de, delîleke duyemîn bû ku nîşan dida, kapîtalîzm wê ti car biaqil nebe.
Şerê Parvekirinê yê I.yê Emperyalîst ku bibû sedema mirina nêzî 30 milyon mirov, seqet mayina nêzî 50 milyon mirov û bi şiklekî komî têkçûna amûrên hilberînê, bi pêşengiya YKSS’ê, li beranberê cepheyê ku ji aliyê proletarya, tevgerên rizgariya neteweyî û hêzên antî-faşîst ên din ve hatibû pêkanîn bi binkeftina faşîzmê bi encam bû. Piştî şer, di rewşa cîhanê de guherînên bingehîn çêbûn.
Ji Şerê Emperyalîst ê Duyemîn Heya Roja Me Ya Îro Rewşa Cîhanê
Rewşa Emperyalîzmê:
Sîstema emperyalîst, ji bo ku nakokiyên xwe hal bike û hilweşîna xwe dereng bixe serî li şer dabû. Lê di encamê şer de bi girtina birînên hê mezintir derket. Li dijî emperyalîzma ku di dema şer de û piştî şer dema xwe ya herî zeîf dijiya, gelên cîhanê, ketin nav têkoşîneke mezin a berxwedan û şoreşê. Dema ku avakirina sosyalîzme pêş diket, tevgerên rizgariya neteweyî û çîna karker jî serkeftinên mezin bi dest xistin. Ji ber van sedeman, dewletên emperyalîst dema fêm kirin ku bi tinebûneke mitleq re rû bi rû ne, nakokiyên di navbera xwe de xistin planê duyemîn, ji bo ku şoreşa cîhanê asteng bikin, bi pêşengiya DYE ya ku ji şerherî zêde bi feyde derketibû, ji bo demekê bi hev re îtifaq
pêş xistin.
Ji bo fêmkirina vê tevgera antî-şoreşgerî ku bi pêşengiya DYE’ê, divê rewşa ku emperyalîzmê di nav de bû hê ji nêz ve were dîtin.
Emperyalîzma Almanya, Îtalya, û Japonyaya faşîst ku bibû sedema esasîya şer, bi binkeftineke mezin re rû bi rû ma. Ekonomiya wan a ku hê bêhtir bi armanca şer hatibû birêxistinkirin, bi temamî hilweşiya. Beşeke mezin û aktîf a hêzamirov an miribû an jî seqet mabû.
Febrîqe bi temamî xirab bibûn. Rewşa Îngilîz û Fransiyan, ku ji şer serkeftî derketibûn û welatên din yên Ewrûpayêjî ji vê ne cuda bû. Eger ji nû ve rêxistinbûnek nebibûna, mumkîn nedibû ku kapîtalîzmê jiyana xwe berdewam bikirana. EmperyalîzmaDYE’ê ku di kêliya dawî de tevlî şer bibû û ji ber cihê xwe yê coxrafîk zêde zerer nedîtibû, cuda jî ji ber talana ku di şer dekiribû, bû dewleteke pir biquwet. Dema DYE’ê kontrola emperyalîzmê dixist destê xwe, diviyabû li aliyekî ekonomiyên ku bibûn xirabe ji nû ve ava bike û li aliyê din jî weke berdêla vê, li mîrateya kapîtalîzmê ya li mêtingehan xwedî derkeve. Dema ku rewşa bêhêz û bêquwet a Îngilîzîstan û Franseyê bi berxwedana mêtingehan re bû yek, şiklê nû yê mêtingeriya DYE’ê bû neçariyekê. Li beranberê tevgerên sosyalîst û rizgariya neteweyî, diviyabû bêyî ku bi derengî bikeve ev erk û wezîfe werin pêkanîn.
Li gorî doktrînên Marshall û Truman, di navbera pêşketin û mezinbûna welatên kapîtalîst û hêzên ekonomîk û leşkerî yên van welatan de îtifaqek weke neçarî hat dîtin. Rêxistinên weke NATO, CENTO, RCD, SEATO ku li gorî vê hatibûn avakirin, xwe dispêrin esasa krîzên siyasî û leşkerî yên di nav sîstemên kapîtalîst de bi hev re pêşwazî kirinê, li dijî welatên sosyalîst û tevgerên rizgariya neteweyî helwesteke şîrîk girtinê. CEA’ê (AET) ku rêxistina ekonomîk a emperyalîstên Ewrûpayê ye, tevî ku di qada ekonomîk de li dijî Emerîkayê derdikeve, di bingeha xwe de li dijî tevgerên sosyalîst û rizgariya neteweyî li gel emperyalîstên din tevger dike. DYE’ê, li gorî doxtrîna Monroe, xwe weke hakimê xwezayî yê parzemîna Emerîkayê dihesibîne û bi pêşengiya xwe paktên (yekitî) cur bi cur ên ekonomîk û leşkerîava kir.
Dema kuhê di navbera du şerên cîhanê de weke înkara demokrasiya burjuwa şiklên dewletê (faşîst, olîgarşîk) yên ji aliyê grubên tekdest (tekel) ve dihatin ferzkirin derketine holê, hem li metropolan û hem jî li navçeyên pêve girêdayî, hikumetên bi hevkariya faşîst û sosyal demokratan çêbûne û cuntayên leşkerî li pey hev hatine îqtîdarê.
Di qadên çandê yên weke felsefe, wêje û sînema de heya asta dawî meylên ji rê derketî hatine pêşxistin. Bi navgîniya amûrên biquwet, mirov ji pirsgirêkên xwe yên herî jiyanî hatin qutkirin û neçarî kesayetiyên bêhelwest hatin kirin. Hewl hat dan ku nirxên ku mirovahiyê di seransera dîrokê de bilind kirine werin xistin bin lingan.
Hem û pêşketinên di zanist û têknolojiyê de bi qasî ku xizmeta berjewendiya tekdestan dike, pratîze hatin kirin. Enerjiya atomê ku serkeftina zanist û teknolojiyê ye, hat xistin rewşa amûrek ku timî gef li mirovahiyê dixwe.
Burjuwayên welatên emperyalîst, dema kozmopolîtîzm li aliyekî weke şiklekî jiyanê digirtin dest, li aliyê din ji bo ku di navbera kedkaran de nakokî biafrînin ji pêşxistina şovenîzmê kêliyekê paşde neman. Arîstokrasiya karkeran ku di encama kirîna beşeke karkeran de pêk hatibû, bû bîngeha madî ya şovenîzm, revîzyonîzm û reformîzmê. Hewl hat dayin ku çîna karker bixin bin tesîra van meylên ku xizmeta
emperyalîzmê dikirin û di vê armancêde jî di asteke pêş de bi serkeftin.
Sîstema kapîtalîst-emperyalîst, tevî vê tevgera ji nû ve bi rêxistinbûn û avabûnê ku bi pêşengiya DYE’ê hatibû destpêkirin, di nav xwe de diderizî û li beranberê welatên sosyalîst, çîna proletarya û tevgerên rizgariya neteweyî nedikarî serkeftinê bidest xwe ve bîne.
Ma ev rewş, ku emperyalîzma DYE’ê ji bo rizgarkirina kapîtalîzma li ber sikratê ye û her roj parçeyekî xwe wenda dike ketibû nav, naşibe rewşa împaratoriya Romayê ku dixwest koletiyê rizgar bike an jînaşibe împaratoriyên Çartiya Rûs û OsmaniyênTirk ku dixwestin feodalîzmê rizgar bikin? Ma ew jî di dema xwe de pir bihêz û biheybet xuya nedibûn?
RÊBERE GELAN ABDULLAH OCALAN
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”
YORUM GÖNDER