KOMÎNA RAMANÊ
KOMÎNA RAMANÊ
0 Yorum
1502
11-08-2021

BI HEZKIRINA JI DIL A BI REHEVALTIYA ŞOREŞGERÎ MERHABA 

 

Di vê serdema ku em dikevin sala dûyemîn ya Komîna Ramanê de ku ji bo pêkhatina hişmendiya tevkarî û çanda komînal me di platforma medyaya dîjîtal de erkek girîng danîye pêşiya xwe;  Ez hemû hevalan careke din bi ruhê komînalîteya demokratîk, ked û piştevanîyê ji dil silav dikim 

 

Pêkhateya me; ramana komînbûyî ya medyaya civakî-dîjîtal a ku di encama  çalakiyên hesek, rawêj (hîpotez), şik, darizandin û veguhêziyê (întîqal) de derketî holê hewl dide di bin navê "Komîna Ramanê" de rêxistinbûneke demokratîk û konfederal biafirîne. Me bi vê riya ku paradigmaya Serokatîyê ya pergala rêxistinbûna konfederal esas digire, bi pêkhateyên xwe re bi şîara "yên di jiyanê de angaşta wan mezin bin divê hewldanan wan jî mezin bin" ji xwe re kir prensîp. Bi vê angaştê "Komîna Ramanê" li dijî her cure ferasetên derveyî paradîgmayê, bi têkoşîna refleksa bîrdozî, bi hewldanek derwêşî û bi gavên biryardarî  ber bi armanca xwe ve çûyînê esas digire. 

Em weke erk dibînin ku hemû bûyerên civakî û polîtîk ên di dema borî de, di roja îroyîn de û di hemû demên dîrokê de pêk hatine bi baldarî bigirin dest, binivîsin û bigihînin girseyên mezin û berfireh. Diyalektîka Komîna Ramanê bi serpêhatiyên ku ji wêneyan tije ne, bi şêwazek dîrokî û felsefî ya hevgirtî hindik jî be dide nîşandan ku hê dê gelek tiştan nîşanî me bike. Em ê zimanê berxwedan û avakirinê ji xwe re bikin rêber. Em ê bizanin ku bibin layiq û dilsozên van berdelên bêhempa yên ku di vê rîyê de hatine dayîn. Ev riya ku em tê de dimeşin em ê gotina *ji berî gotinê çalakî hebû" yek kêliyê jî ji bîr nekin.

Di destpêkê de; tesfiyekirin û tasfiyekariya li ser PKK'ê hatî ferzkirin bi destnîşankirin û hişyariya dîrokî ya Serokê Gelan Birêz Ocalan a ku digot; "Di navbera berxwedan û radestbûnê de riyeke navîn tunebû û nedibû jî" dê her dem riya me ronî bike. "Çawa ku şoreş û dij-şoreşê bi hev re di nava lihevnekirinek dijwar de bû,  dê radesbûn û berxwedan jî bi hev re di nava lihevnekirinek dijwar de bûya. Dê li dijî hev bê dilovanî bûna û dê bêhne û xweşbînî nîşanî hev nedana". 

 

Komîna Ramanê, weke rêgez hewl dide Paradîgmaya Serokatiyê ji xwe re bike rêber û  di avakirina platformeke dîjîtal a medyayê de hişmendiyê pêk tîne bi kûrahî, dorfirehî û hêzdar erkê bigire. Li ser vî esasî em coş û kelecana vekirina malpera înternetê ya "Komîna Ramanê" ku di salvegera pêngava 15'ê Tebaxê ku cejna vejîn û berxwedanê ya gelê Kurd ê pêk tê dijîn. 

 

Em malpera xwe ya bi navê "Komîna Ramanê" bi dirûşmeya "Ramana Azad nêrîna komînal" vedikin û em ê hêza xwe ji paradîgmaya ji  çanda şoreşger û demokratîk ya serokatiyê afirandiye û ji piştevaniya we rêhevalên hêja bigirin. 

 

LIJNEYA WEŞANÊ YA MALPERA KOMÎNA RAMANÊ

 

YORUM GÖNDER

ZİYARETÇİ YORUMLARI

BENZER KONULAR

DÜŞÜNCE KOMÜNÜ

KOMÎNA RAMANÊ

DİJİTAL DÜNYA SANAL KİŞİLİK

MERHABA DÜŞÜNCE KOMÜNÜNÜN DEĞERLİ YOLDAŞLAR TOPLULUĞU

DEVRİMCİ YOLDAŞLIĞIN İÇTEN SEVGİSİYLE MERHABA...

GÜN KÜRDÜN ONUR FEDAİSİ GERİLLAYI YAŞAMA VE YAŞAMSALLAŞTIRMA GÜNÜDÜR!