NERÎNEK Lİ SER FİLMÊ REŞEBA
NERÎNEK Lİ SER FİLMÊ REŞEBA
0 Yorum
502
06-06-2022

Dema ku 1998 an de filmê “Xelaskirina Ryanê Leşker”  hat sînemayan ji ber ku ji aliyê gelek rexnegir û sînemazanan ve şîrove li ser hatin kirin, bala min kişandibû. Derhênerê film Steven Spielberg bû. Rexnegiran bîst deqeyên ewil yê vî filmî pir realîst didîtin û li gora wan ev fîlm dê di dîroka sînemaya dinyê de cihekî baş bigirta. Hinekan jî rexne dikir, digotin, çawa heşt kesan ji bo xelaskirina leşkerekî davêjin nav agir. Li gora hinan jî divê film Xelata Oscarê werbigirta, wernegirtina Oscarê dê têketa lîsteya kêmaniyan ya akademiya Oscarê.  

Piştî van şîroveyên spekulatîv û reklamên sînemaya Hollywoodê, min li filmê Lawikê nuwaze yê Hollywoodê Steven Speilberg nêrî. Ev film yek ji filmê şer yê derhênerê navdar bû. Tevî ku çîna birjuwa ev film wek filmekî li hember şer bi nav dikirin jî, di rastiyê de film şîroveya Emrîkayê ya li ser Duyem Şerê Cîhanê bû. Gelo sînema karîbû bibûna amûreyek propagandayê? Helbet karîbû. Sînemaya Hollywoodê rasterast ji bo propagandaya sîyasî ya Emrîkayê dixebitî. Çawa ku ji bo stran bêtir bên naskirin û di nav guhdaran de balav bibin klîbên mûzîkê tên çêkirin, ji bo mesajek sîyasî sînema jî dibû amûreyeke bêhempa. Bi vê egerê dema ku mirov li ser filmên hollywoodê yên Emrîkayê temsîl dikin, dinêre, mirov kare bi hêsanî bêje ku peywira xwe bi cih tîne. Film her çi qasî rasterast propagandayê neke jî bi hin nîşaneyên wek Ala Emrîkaye ya li jor li ba dibe û diayên “Yezdan Emrîkayê biparêze.” Bi awayekî submînal mesajên sîyasî dihewîne.  

Di şerê Normandiyayê de piştî ku sê kurên dêyekê di şer de dimirin, artêşa Emrîkayê fermanê dide ku bi awayekî tekanê kurê wê dayikê “Ryan” sax vegerînin malê. Ji ber mijara xwe ya balkêş û fîksîyona xwe ya cihêreng, di dîroka sînemayê de jî di mejîyê gelek hezkiriyên sînemayê de jî cihekî girîng digire û ew peywîra ku jê hatibû xwestin bi cih tine. 

Wek yeka ji sînemayê hezdike û dişopîne, di vê pêla dawîn de filmekî bala min kişand. Film ne li Hollywoodê ne jî li Bollywoodê hatibû kişandin. Film di 2016 an de, bi navê “Reşeba” li başûrê Kurdistanê bi derhêneriya Huseyin Hassan û bi çêkeriya Mehmet Aktaş hatibû kişandin. Film di ser êrîşa DAİŞê ya li ser Şengalê û komkujiya dawîn ya Êzidiyan re qala trageyayyekê dike. Taybetiya film ew bû ku cara ewil komkujiya li ser êzîdiyan ji xwe re kiribû mijar. 

Film di çaremîn Festivala Filman ya Duhokê de film hat pêşandan. Hunerhezên ezidî îtiraz dikirin û digotin, tu jinên êzidî yên ji aliyê DAEŞê ve hatine revandin û paşê bi awayekî hatine xelaskirin, ji aliyê malbatên xwe ve nehatine qetilkirin û tu film nikare vê yekê ji xwe re bike mijar. Ji bilî vê bertekê li Berlînê jî ji aliyê hin xortan ve hat protestokirin. 

Mehmet Aktaş daxuyanî da û got: “Heger welatiyên me yên Êzidî bixwazin em karin derxin sehneyên ku ew jê aciz in. Lê bi me filmê Reşeba tu dîmenên bi rengî nahewîne heta ku ji me hatiye me hurmet ji baweriya Ezdîyatîyê re kiriye. Û heta demekê ji bo li ser vê meseleyê karibe bi malmezin, sazî û komeleyên ezdiya re li ser vê meseleyê bipeyive, film ji sînemayan kişand.”  

Piştî van agahîyan edî divê min bi awayekî li vî filmê tamaşe bikira. Dema ku min hewl dida ku bi awayekî li fîlm bi destxînim, di wê navbênê de min li du fîlmên din nêrî. Yek ji wan “Dunkirk” , bi derhêneriya Christopher Nolan derketibû, yê din jî bi derhêneriya Joe wright derketiye “Tarîtirîn Saet” . Dunkirk çîrokek serkeftinê vedibêje. Di şerê bi naziyan re leşkerên Fransa û yên İngilîzan li perava Dunkirkê hêsîr dikevin û film qala vê yekê û psikolojiya eskerên hêsîr mayî dike. 

Mirov di maweya 106 daqeyan de li hewa, li erdê û li deryayê, li hemû aliyên şer dibîne û dijî. Temaşevan psîkolojiya leşkeran di hindurê xwe de hîs dikin. Di film de mirov şaş dibe, sê sed hezar esker bi alîkariya qeyikên masîgiran û yatên luks yên sivîlan tên xelaskirin. Film wek sîmulasyona şer e. Filmê din “Tarîtirîn saet” fiksîyona xwe li ser ji parçeyek jiyana Chircill avakiriye û di ser vê yekê re çîroka xwe vedibêje.

Piştî van her du filman min hinekî hewl da, film peyde kir û bi kelecaneke mezin lê temaşe kir. Dema ku min lê temaşe dikir bi caran veciniqîm. Gelekî li ber ketim û helbet giriyam jî. Bû kul û ket dilê min, wê rojê di bin têsîra film de mabûm. Piştî ew qas şîroveyên li ser hatine kirin ez ê qala qelteya film, kitekitên tê de veşartî, nekim û notekê nedim film,lê wek jinekê, bi têsîra film nerînên Freud yên di derbarê şidet û cinsîtîyê hatin bîra min. Wek ku hûn jî zanin li gora Freud du ajoyên bingehîn hene; şidet ku bi şer tê tatmîn kirin, cînsîtî ku di ser jinan an mêran re tê tatmîn kirin. 

Di filmê Reşeba de, di dîroka kurdan ya di vê mawayê de di ser Pero ya destgirtiya Rêko re civakek tê xesandin û di ser şengalê re jî welatek û gelê tê de û baweriya wan, tên tunekirin û bêîtibarkirin. Di vî filmî de pero û çîroka jinên mîna wê kurteya, kêşeya an jî problematîka serxwebûnê bi xwe ye ku ev hezar sal e didome. Reko di film de piştî ku pero ji aliyê DEAŞê vê tê revandin, bi awayekî bi dû destgirtiya xwe dikeve wê dibîne û tîne ba malbata wê, lê cardin jî malbata wî li hember zewaca wan derdikeve û nerazîbûna xwe nîşan didin. Ev helwest û kesayeta mêrên kurd ya bi vî rengî û nerîna feodal, di navbêra nasnameya netewî, tore, serxwebûn, namûsa mêr ya di ser jinê re, dikeve korerêyekê. Belkî ji ewilî de pirsgirêka kurdan ev be. 

Helbet di film de Reko ne Dewrêşê Evdî ye û Pero jî ne Edûlê ye. Tore, malbat, têgeha namûsê, kevneşopiyên paşverû, tevî ku Pero mexdûr bûye jî, destûrê nadin bigihêjin hev. Dewrêş ji bo xwe bigihîne Edûlê bi eşîrên mezin re şer dike, ji rêya xwe venagere. Heta ku welatê wî azad nebe hezkirinê jî yarê jî li xwe heram dike. Reko bi pey Pero dikeve. Ji bo wê xelas bike her hewl dide. Tê xelaskirin Pero lê ne ji aliyê Reko ve. Ew ji aliyê artêşek ji jinan pêkhatî ve tê xelaskirin. Yanî namûsa jinê bi destê jinê tê xelaskirin. Di film de li ser vê yekê gelekî nayê sekinandin. Lê di wê sehneya biçûk de jî em fam dikin ku jinên kurd her bi xîret in. Ev jinên bixîret ku di nav gel de ji ketinekê, berxwedanekê ava dikin, Pero teslîmî Reko dikin, Reko jî wek ku wî ew xelaskiribe wê tîne li kampa ku lê dimanin, teslîmî malbata wê dike. Lê piştî dielime ku Pero ji aliyê neyaran ve hatiye tecawizkirin û ducanî maye, ji daran dikeve. Pero edî biqisûr e. Zilamê kurd yê mêrxas nema kare bi vê jinê qayil bibe. Reko tevli hêzên peşmergeyan dibe lê ev yek ne tenê ji bo welêt e, ew dixwaze hinekî jî ji kampê dûr bikeve. Paşe vedigere lê ew veger jî ne tenê evîn e bi hêsta mulkîyetê vedigere. 

Ji Reko Dewrêşê Evdî derneketiye lê Evîn û samîmîyeta Memê Alan ku ji bo Evîna Zînê şewitiye jî pê re peyda nebûye. Hasil film mêrê kurd ku têgeha namûsê di ser xelasiya welêt re dibîne, di ser tragedyaya jinê re rave dike. Di rastiya kurdistanê de profîla mêr ya bi rengî hatiye mahkûmkirin û giringiya xwe wenda kiriye. Reşeba kêşeya welêt û meseleya bêdewletbûnê bi pradokseke civakî û bi awayekî rast di ser mînakek dramatîk re derxistiye pêşberî temaşevanan.  

Film gelek xelatên ku karibe bi sînemayên dinyayê yên navdar têkeve pêşbaziyê yên heja wergirtiye. Ev ne tiştekî hindik e. Ji bo pêşketina û xurtirbûna sînemaya kurdî nîşaneyek û derfeteke pir girîng e. Ew ê motivasyonek erênî li vê qadê bike û bi pêş bixîne.  

Bi hêviya ku Sînemya kurdan jî bigihêje asta sînemyaên dinyayê yên serkefyî û Nivîsa xwe bi gotina Winston Chirchill xelas bikim ku wî di Dawîtirin sahneya filmê “Tarîtinin saet”ê de gotibû; “Serkeftin ne dawî, biserneketin jî ne mirin e. Ya girîng ew ê ku mirov werekîya berdewamkirinê rê bide.”

RENGİN KARDELEN

YORUM GÖNDER

ZİYARETÇİ YORUMLARI

BENZER KONULAR

EZDA

GÜLÜMSE ÖLÜM UTANSIN

ÜLKEMİN HARİTASIDIR YERYÜZÜNÜN ÇİZGİLERİ

CESUR RUHLARIN EYLEMİ - SANAT

8. SAKİNE CANSIZ FESTİVALİ

FAŞİZMİ YIKACAĞIZ ÖZGÜRLÜĞÜ KAZANACAĞIZ

SOLGUN SARI

İKLİM KAHVERENGİ

PATİKA

BİR YARA BİNLERCE ACI

DENGÊ ZÊ

GÖZYAŞLARIN HEZİL’E DÜŞMESİN

BAŞKA DİLDE ANNE OLMAK

SİZ DE 'GREV'E KATILIN !

KANDİL GÜNLÜKLERİ - YOLCULUK-(1.BÖLÜM)

KANDİL GÜNLÜKLERİ (2.BÖLÜM)

KANDİL GÜNLÜKLERİ (3.BÖLÜM)

KANDİL GÜNLÜKLERİ (4.BÖLÜM)

KANDİL GÜNLÜKLERİ (5.BÖLÜM)

KANDİL GÜNLÜKLERİ (6.BÖLÜM)

KANDİL GÜNLÜKLERİ (7.BÖLÜM)

KANDİL GÜNLÜKLERİ (8.BÖLÜM)

KANDİL GÜNLÜKLERİ (9.BÖLÜM)

KANDİL GÜNLÜKLERİ (10.BÖLÜM)

KANDİL GÜNLÜKLERİ (11.BÖLÜM - SON)

BİR TANIKLIK ROMANI: EZDA

BİR İNCELEME; GÜNEŞİN VE ATEŞİN ÇOCUKLARI (1.BÖLÜM)

BİR İNCELEME; GÜNEŞİN VE ATEŞİN ÇOCUKLARI (2.BÖLÜM)

BİR İNCELEME; GÜNEŞİN VE ATEŞİN ÇOCUKLARI (3.BÖLÜM)

BİR İNCELEME; GÜNEŞİN VE ATEŞİN ÇOCUKLARI (4.BÖLÜM)

BİR İNCELEME; GÜNEŞİN VE ATEŞİN ÇOCUKLARI (5.BÖLÜM)

ZİWAN Çİ YO?

IVAN ALEKSANDROVİÇ GONÇAROV VE OBLOMOV (1812-1891)

ZİNDANDAN BİR KİTAP DAHA ÇIKTI

BESÊ ANUŞ’UN HAYATI ROMAN OLDU

BAGOK EZGİSİ

NAR SUYUNA BULANMIŞ DÜŞÜM

YPS GÜÇLERİNİN DİRENİŞİNİ ELE ALAN DİZİ: 'TAVA SOR'

NERÎNEK Lİ SER FİLMÊ REŞEBA

BİR YOL HİKÂYESİ

M. ŞOLOHOV VE DURGUN DON ÜZERİNE...

SESİNİ KURŞUN SESİYLE BİRLEŞTİREN DEVRİMCİ SANATÇI: HOZAN SERHAT

NAR SUYUNA BULANMIŞ ŞİİRLER

29'UNCU HÜSEYİN ÇELEBİ EDEBİYAT ÖDÜLLERİ SAHİPLERİNİ BULDU

“NAR SUYUNA BULANMIŞ DÜŞÜM”

KISA BİR ÖN SÖZ

KOBANÊ’DE BİTMEYEN UMUTLAR

PRAKSİS’İN YENİ ALBÜMÜ FERMAN/DERMAN YAYINDA!