CEJNA "ZIMANÊ KURDÎ" Zimanê kurdî zimanê li
Zimanê kurdî zimanê li ser rûyê cîhanê tê axaftin ê herî kevnar e. Herwisa zimanê kurdî kakilê malbata çand û zimanên Arî (Aryen) ye. Lewre bihezaran sal in zimanê kurdî li ser erdnîgariya Kurdistanê ji hêla bi dehan dewlet, û şaristaniyên kurd û bi milyonan kurdan ve tê axaftin û parastin û pêşvebirin. Ji berî pêşiyên me Gûtîyan, di serdema neolîtîkê hûrîyan/kurdan piştre Gûtî, Kasît, Mîtanî, Hûrî, Naîrî û Medan û ji Medan heta roja îro jî zimanê kurdî bênavber dijî û li dijî hemû dagirkerî, bişaftin, qedexe û tunehesibandina serdestan li ber xwe daye û kariye heta roja bê. Ligel ev qas zext û zordarîyên li ser jî zimanê kurdî di nava zimanên cîhanê yên herî dewlemend de di rêza 8. de ye û di nava zimanên herî bibandor de jî di rêza 29. de cih digire. Ji Baba Tahirê Hemedanî bigire heta Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî, ji Erebê Şemo bigire heta Mehmed Uzun bi sedan wêjekar û nivîskarên kurd bi vî zimanê şêrîn berhem nivîsîn û gihandin roja me.
Di vê pêvajoya dûr û dirêj de yanî ji derketina nivîsa bizmarî heta îro kurdan ev 10 alfabeyên cuda yên li jêr bikar anîne.
1- Alfabeya Mixî (3000-500 bz.)
2- Alfabeya Avestayî (1000-400 bz)
3- Alfabeya Aramî (250 bz.- 200 pz.)
4- Alfabeya Pehlewî (500 bz. - - -)
5- Alfb.Masî Soratî (240 bz.850 pz.)
6- Alfabeya Sîr-xetên êzîdî (500 bz.------)
7- Alfabeya Erebî (500 pz. heta niha)
8- Alfabeya Kîrîlî (1800 pz. heta niha)
9- Alfabeya Latînî (1929 pz. heta niha)
10 - Alfabeya Ermenkî (pz. Sedsala 5.)
Ji vê lîsteya dirêj jî xuya dike ku kurd ji destpêka vedîtina nivîsê ve heta îro ji bo pêşvebirin û parastina zimanê xwe di nava liv û tevgerê de ne û di her serdemê de alfebeya herî nêzî zimanê kurdî bijarte an jî wan bi xwe alfabe çêkirine.
Ez naxwazim zêdetir bikevim kûrahî û dirêjahîya dîroka kurd û zimanê kurdî. Ji ber ku mijara ne dîroka zimanê kurdî û Kurdistanê ye. Lewre ez ê hewl bidim hinekî vê sedsala dawî û sedema îlankirina cejna zimanê kurdî rave bikim.
Weke me li jor jî diyar kir, kurd pêşvebirin û parastina zimanê xwe bê rawestan di nava hewldanan de bûn. Di sedsala 20. de li cîhanê gelek geşadan çêbûn û gelek dewletên nû hatin damezirandin. Kurdan jî hem siyasî û hem jî di çand û ziman de gelek pêngavên mezin avêtin. Ji berî Mîr Celadet 3-4 salan Kurdên li Kafkasyayê di nav sînorên Yekîtîya Sovyetê de dijîn piştî Şoreşa Cotmehê dest bi xebatên alfabeyeke nû kirin. Îshak Maragûlov bi alîkariya nivîskarê romana yekem ya kurdî Erebê Şemo di navbera salên 1928 û 1929'an de li Ermenîstanê alfabeyeke nû nivîsî. Erebê Şemo romana xwe "Şivanê Kurd" jî bi vê alfabeyê nivîsî. Herwiha nivîsên rojnameya Riya Teze bi tîpên vê alfabeyê hatine weşandin. Ev alfabeya latînî ji 8 dengdêran û 31 dengdaran pêk dihat. Bes zêde bibandor nebû û di nava sînorên Sovyetê de ma û piştre hat rawestandin.
Piştî têkçûna Serhildana Agirîyê Celadet Alî Bedirxan biryar da ku di hêla çand û zimên de kurdan hişyar bike. Lewre ew kete nava lêgerîn û lêkolînan û li ser alfabeyeke latînî û rêzimana kurdî gelek lêkolîn kir. Di encama van hewldan û xebatên xwe de ev alfabeya latînî ya ku îro piraniya kurdan bikar tîne amade kir. Bi vê xebat û armancê ve girêdayî ligel kurdologê hêja Roger Lescot pirtûka rêzimana kurdî jî nivîsî. Celadet Alî Bedirxan di heman demê de ji bo kovareke kurdî jî di nava xebatan de bû û di 15'ê gulana sala 1932'yan de hejmara yekem ya Kovara Hawarê bi tîpên vê alfabeya (latînî) wî amade kirî weşand. Kovara Hawarê hat weşandin, bes li sirgûnê yanî ne li Kurdistanê, li Şamê hat weşandin. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr û giregirên kurdan ên weke Seydayê Cegerxwîn, Osman Sebrî, Seydayê Tîrêj, Qedrî Can û gelek kesên din li dorana vê kovarê gihîştin hev û cur bi cur gotar, şîrove, tefsîra Quranê, helbest û bi gelek mijarên cuda cuda ên girîng nivîs di vê kovarê (Hawar) de nivîsîn. Di hejmara yekem ya Hawarê de wiha dihat gotin; "Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin".
BAHADîN ROBAR
YORUM GÖNDER