NİVÎSKAR RENGÎN KARDELEN: ÇÎROK DENGÊ ZANA YÊ CİVAKÊ YÊ
1) Li gorî we çîrok çi ye?
Merev kare çîrokê wek cureyek nivîskî ku bi karekterên sînordar, nedirêj û ji bûyerên xeyalî an ji serpêhatinên rastîn an jî nêzîkî rastîyê pêk hatî pênase bike. Lê bi min çîrok hişê civakî, hafize û hêza honakî bi xwe ye. Terbiyeya civakî û dibistana şiûrê ye çîrok. Labaratwarek wisa ye ku ezmûn û serboriyên civakê neqlî neslên din dike. Perwerde dike, temîyê lê dike, şîret dike û rê li ber civaka xwe dixe. Çîrok halê manewîyata civakî û rêya etîka honakî ye. Çîrokên bi vegotineke kurt û watedar, hem rastî hem jî honakê di nav xwe de dihewînin, merev ber bi rojên borî ve dibin. Merev ji bo wextekî tevli jiyan û demên din dibe û cardin li “nuha”ya xwe, li rastiya xwe vedigere.
Faşîst, demagog, dîktator û kevneperest ev hemû heman tiştên civaka bindestê xwe bi şûnde bixin, dikin; Bi rêya tirsê desthilatdarî. Jixwe dîroka perisînê jî xwe dispêre vê yekê. Mirovên jirêzê û normal vediguherin cinawiran. Heger te ev bi çavên xwe nedîtibin an te li cihekî nebihîstibe, di civaka tede tiştekî ne di rê de heye û hayê te jî jê tuneye. Çîrok eşqek wisa ye ku herkes xweziya xwe pê tîne, mêrxasiya ser zimanan e. Mekanîzmayeke wisa ye ku yê ji civakê re başîyê dixwazin û başiyê dikin tên xelatkirin û yên nebaşiyê jî dixwazin tên darezandin û mehkumkirin. Çîrok esasen paneleke kulturî ye, Utopyayeke civakî, Xeyalek xweş e ku bi idealên civaka xwe pêkhetî ye. Çîrok ji aliyê ceger, wêrekî û sekna birûmet lîrîk, ji aliyê eşq, azwerî û hêstan ve lîrîk û ji aliyê lêgerîna armancê û arezûyê ve manîfestoyeke hişî ye.
Çîrok dengê zana yê civakê ye. Cihanek xeyalî ye ku bi dengê rîspîyên dengxweş li ber lembeyên gazê bi peyvên xweş yê dapîrên rûşêrîn hatiye avakirin. Carinan dibe Mîrze Miheme, bajaran ji ejderhayan xelas dike, marên mezin yên av sekinendine dikuje, Carinan jî dibe Siyamed şûr û mertalê xwe girê dide, li hember mêrê heft eşîran şer dike, Carinan jî dibe temî û şîreta dayikekê di vegotina Şengê û Pengê de.
Wextekî li welatekî ji ber zêdebûna nifûsa însanan, kralê wî welatî biryarek gelekî radîkal distîne. Ji bo pêşîya welidandina zarokan bigire evîn, hezkirin û zewacê qedexe dike. Yek ji keşîşên wî wextî jî vê qedexeyê qebûl nake. Li ber radibe. Heta yên ji hev hezdikin bi dizî li hev mehr dike. Kralê bi kirinên wî dihese 14 meha sibatê serê wî jê dike. Gelê wî welatî jî li ber fedakariya vî keşîşî bo rêzgirtinê her 14 meha sibatê kulîlkan li ser gora wî datînin û jê re dia dikin. Xêr, xêrxwazî, hezkirin, fedakarî û rêzgirtin wê rojê dike roja hezkiriyan û dibe çîrokek rastîn û belav dibe.
2) Ji we Roja Çîrokê ya Cîhanê tê çi wateyê?
Roja Çîrokê ya Cîhanê ji aliye sekin û helwesta hevpar ya di navbera gelan de û wek hevkarîgeriya li ser xebatên çand û hunerî û ji aliyê tevkarî û alîkarîyê ve pir girîng e. Hêzên desthilatdar û antîdemokrat her ji xebatên çandî, hunerî û edebî yên gel tirsiyanê û xwestinê ber lê bigirin. Belavbûna edebiyatê ji pêşketina hişê civakê yê felsefîk ji bo desthilatdarîya xwe xetere dîtine. Ji ber ku zanin ku hiş û zanîna civakê bi pêş bikeve û bibe xwedî ferasetek baş ew ê çandeke azadîxwaz bi xwe re ava bike, ji bo pêşiya vê pêşketinê bigire çi destên wan hatine kirine.
Jixwe Roja Çîrokê ya Cîhanêli hember zihniyetek bi rengî çewsîner û qedexeker ji aliyê gel û civakên azidîxwaz ve hatiye avakirin. Edebiyata cîhanê ji çîrokên gelerî ji xebatên tomarkirina van keresteyên giranbuha û ji pavajoyên bi vî rengî sûdwergirtiye, bûye rêbereke girîng û ber bi edebiyata nivîskî ve çûye û xwe gihandiye vê merheleyê. Çîroknûsê yekem Giovanni Boccaccio ye. Berhema wî ya yekem jî bi navê Decameron tê nasîn. Êşa webayê ya di sala 1348an ya li Ewropayê belavbûbû, êş û neçariya mirovên dora wî, tesîrek biêş li ser wî dikin û ew jî çavdêriyên xwe dinivîsîne. Li gora ku tê texmînkirin, di nav çavkaniyên vê pirtûkê de Paçatantraya ji edebiyata Hîntî, La Disciplina Clericalis û pirtûka ji aliyê Heft Zanayan ve hatiye nivîsîn jî heye. Loma tê famkirin û dîtin ku Dacemeron teknîka xwe ji edebiyata hîntan wergirtiye.
Li pêy vê, li Ingilîstanê Canterburya ji aliyê Chaucer ve hatiye nivîsandin, dibe mînakek girîng di vê qadê de. Û li dû vê jî di navbera salên 1462-1466an de li Frensayê pirtûka bi navê Sed Çîrokên Nû anonîm e. Li Ispanyaya sedsala 17emîn de di sala 1613an de pirtûka Cervantes ya bi navê Çîrokên Mînak, Di serê vê sedsalê de wergeera Çîroên Hezar û Yek Şevî ya ji aliyê Antonine Galland ve hatiye kirin piştî sed salî ku alaqeya li ser rojava pir dibe, wek keşfekê girîng dibe.
Edebiyata Klasîk ya Rûsî xurtbûna xwe ya di warê çîrokê de deyndarê nivîskarên hêja yên wek Pûşkîn, Çexov, û Gogol e. Wan çîrokên gelerî yên di nav gel de belevbûyî berhevkirine û bi vê yekê bûne sebep ku bi awayekî erênî edebiyata wan şikl û dirûveke xweş bigire. Cardin edebiyata rojhilat hêza xwe ya edebî ji Homeros, Walter Scott, Brayên Gremi Wilhelm û Jacob Gremî distîne. Wan di navbera salên 1771-1863an xebatên bêhempa hatine meşandine û ji bo edebiyata xwe jî û ya cîhanê jî çavkanîyên gelekî girîng û mufedar derxistine holê.
Kurdan ku li ser erdnîgariya wan nivîsa yekem hatiye îcad kirin, “Akademîya Edebiyatê ya Edûbayê” avakirine ku wek dergûşa medeniyetê tê pênasekirin. Kurdên Gilgamêş li tabletan nivîsandî, wek laberatuwarek çandî, xebat û kelepora wan ya di warê edebiyata gelerî û hunera wan ya di warê çîrok û çîrokbêjiyê di asteke gelekî pêşketî de ye û hê jî gelek keresteyên gelerî di nav gel de li benda berhevkirina kurdolaxên nifşa nû beşên kurdolojiyê yên welat in. Ji ber ku li ser xaka me her pêvaja şer û berxwedanên di vî warî de kêm nebûne di vî warî de bi awayekî bi rêk û pêk xebatên berfireh nehatine kirin.
Medreseyên kurdan gelek xebatên baş meşandine; Mele Mûsayê Hekarî di sedsala 17emîn de 50 çîrokên gelerî berhev kiriye û bi navê Durul Mecalis weşandiye.Piştî vê xebata giranbuha di navbera salên 1797-1867an de ji aliyê Mele Mahmûdê Bazidî ve xebatên xweş û mufedar hatine kirin û bi Navê Hikayetên Zimanê Kurmancî hatiye belavkirin. Piştî van xebatan ji aliyê gelek folklornasên wek Heciyê Cindî û nûnerên Malbata Celîlîyan ve xebatên hêja hatibin kirin jî bi qasî ku xwe bigihîne merheleyeke baş bi pêş neketiye.
Piştî me ji edebiyata cîhanê mînak û xebat qalkirin û me koka pirsgirêka xwe jî destnîşan kir, ev karin bên gotin; Çîrok gel bi xwe ye. Ew çandeke gelerî ye, ekol û perwerdeya gelê xwe ye.
Hêzên desthilatdar û çewisîner bi qedexekirina ziman û kevneşopiyên edebiyata gelerî, dixwaze îdolojiya xwe ya resmî xurtur bike û miletên bindest bi vê yekê asîmîle bike. Bi min biratî/xwuşkatiya di ser çîrokan re di ser ziman û tiştên ku civakêkê dike gel re bê avakirin wek pirayek xurt ew ê bike ku em xwe bigihînin armanca xwe. Ew hêz û feraset bi me re heye.
3. Di nava wêjeyê de girîngî û taybetmendiya çîrokê çi ye?
Hemû cûreyên edebiyatê pir girîng in. Û helbet yek nikare şûna ya din bigire lê bi min edebiyat çîrok e. Û dema ku qala edebiyata gelerî bê kirin girîngiya çîrokê bêhempa ye. Em bêjin rojekê em bi bêşensiyeke mezin li cihekî dûrî mirovahîyê û hayê kesekî jê tune bikevin em ê wek Robinson Crusoe karibin sax bimînin û ji xwe re sîstemekê ava bikin. Çîrokek jî kare mijar û uslûba xwe ji berxwedan û arezûya jiyînê werbigire. Çîrok bi qasî zilamekî bi hemû bêîmkaniyên dinyê re mucadeleyekê bike serî li ber rake mijareke saxlem e.
Roman helbest û stran dive hemû xwe bispêrin çîrokekê, hemû xwedî honak û kompozîsyonekê ne. Roman çavkaniya xwe bingeha xwe dispêre çîrokekê. Stran bi taybetî jî klamên dengbêjan bi temamî ji çîrokên biritm û ji newayan pêk tên. Heger edebiyat yek ji çalakiyên hunerî û estetîkî yê ji nû ve afirandinê be çîrok civakîbûna vê çalakiyê ye. Divê bi vê çalakiyê gel ber bi arezûya lêgerînekê ve bê kişandin. Heger em bêjin edebiyat hewldanek kulturî ye ku bi vê yekê jiyana monoton û acizker ya mirovan bi rêya helbest û melodîyan geş bike em ê bêjin çîrok jî ji nû ve honandina rastî, hest û xeyalan e. Çîrok senteza xeyal û rastîyê ye. Ne tam utapya ne jî tam jiyana rastîn e. Wek hostetî û hunera bi marîfeta boyax û firçeyê dirûvdayîna hest û tevgerê fîgurek xezkirî ye.
Wek mînak heger edebiyat malek be çîrok medbexa wê malê ye. Hûn hez dikin besteyan çêbikin, hezdikin perikan bi peyvan vekin û ber bi ezmanê helbestê ve bifirînin û hezdikin jî xeyala romanek cîhane di nav aşitiyeke mayinde de diresmîne bihonin çavkaniya we çîrok e. Encax romannûsekî vegotina wî ya çîrokî baş, hafizeya wî xurt û afirîner kare di dîrokê de navê xwe wek romannûsekî baş binivîsîne.
4) Çîroka Kurdî niha di çi astê de ye?
Ji bo merev rewşa çîroka kurdî ya îro fam bike, divê merev ewil li rabirdûya wê binêre. Min berî nuha jî gotibû di warê edebiyata devkî de kêm netew karin xwe bigihînin kurdan. Merev dibêje qey wek oksîjenê bêjn û nefes daye edebiyata me kiriye ku dilê wê bênavber lêbide. Hem nehiştiye kurd asimîle bibin hem jî di warê parastina nirxên çandî de bûye mertalek bêhempa. Edebiyata kurdî ya devkî di ser sê rehan re herikîye û xwe gihandiye roja me. Ev jî çîrok kilam û helbest in. Yê ku vî karê bêhempa wek îbadetek jêneger îcra kirine û şagirt li dû xwe hiştine dengbêjên me ne. Li her herêmê li her gundî dengbêjekî li gora herêma xwe navdar peyda dibû û dema ku diçûn cihekî jî bi rêzek dilxweşker dihatin pêşwazî kirin û bi girseyeke mezin dihatin guhdarî kirin. Her dengbêj di heman katê de çîrokbêjek e jî. Hema bêje hemû kilamên kurdî qala çîrokekê dike ji ber vê yekê dengbêj ewil çîroka wê kilamê vedibêje paşê jî destekî xwe dide ber guhê xwe û bi sewta xwe guhdarên xwe mest dike. Hinek kilam an jî çîrok di şevekê de naqedin ya dî rojê carinan jî roja dîtir diqedin. Ev kevneşopîya ku merev re dibe serbilindahî, bi hezaran sala dewam kiriye û hatiye roja me. İjar gelo çîroknûsên nuha bi qasî çîrokbêjên berê serkeftîne? Ew jî bi qasî pêşîyên xwe yên sewtberz mesaj û şîretên baş û xweş didin civaka xwe? … Ez ne bawer im.
Çîrokek an jî destanek kurdî bi saya dengbêjekî ji aliyê gelek kesan ve dihat guhdarîkirin û jiberkirin lê metnên çîroknûsên dema me xwe nighandinin gel hata nikarin çapa xwe xelas bikin. Hin hevalên çîroknûs yên di vî warî de serkeftî ne tê de gelek çîroknûsên me reh û koka vegotinên xwe nagihînin çîrokên me yên gelerî û qîmetê ew çîrokbêjên me yên dengşêrîn nizanin. Helbet ev yek jî karîgeruyeke nerînî li metnên wan dike.
5) Cihê jinê yê di çîroka kurdan û cîhanê de bi çi rengî ye? Taybetmendiya rola jinê ya ji bo çîrokê çi ye?
Tespîtek bi vî rengî gelek caran rastbûna xwe ispat kiriye ku mêr desthilatdariyê, jin jî civakê temsîl dike. Mêr navenda hîyarerjîk û dewleta desthilatdar bi xwe ye. Mulkîyet ji mêr bi awayekî kevneşopî nirx an jî hêza desthilatdarîyê ye. Loma hemû tiştên bi civakê ve têkildar û hemû nirxên xweş yên civakê bi pêş ve dibin jinê îfade dikin.
Jin bi helwesteke azadîxwaz hîmên civakîbûne datîne. Ramana ewil, bi xwezayê re yekem temasa têrhest û famkirina civaka hevpar bi destnîşankirin û xîreta jinê çêbûye. Bijîşkên ewil, yekem kesên qodên bişîfa yên nebatan derxistine holê jî jin in, yekem fikra tuxum danînê jî jinan derketiye. Yê ew berhem berhevkirine û kirine nifqe jî helbet jin in. Ji ber ku di hemû çîrokên civakê de jin hene dema ku merev dibêje çîrok ewil jin tên bîra merev.
Huner wek çalakiyekê bêtir li bedena jinê dike û bi karektera wê re jî di rengekî de ye. Her çiqasî yên çîrokên ji cavakê derketine gund bi gund geriyabin, belavkiribin û vegotibin mêr bin jî yê ew bi mêran dane gotin û bi wan dane fikirandin jin bi xwe ne. Dema ku TV tunebûn şevên zivistanê yê dirêj de dayikên kurdan zarokên xwe bi çîrokan xistine xew, ew bi wan çîrokên xwedî mesaj şîret terbiye kirine û bi wan çîrokan ew perwerde û mezin kirine. Dengbêjan gelek kilamên xwe bi zimanê jinê vegotine “Bavê Fexrîya, Şerê Newala Qeremûsê, Dewreş û Edûlê” hinek ji van kilaman in. Zêmar, dûrik, qîrin bi dengê jinê, şer,esq û mêranî jî bi bedan an jî xweşikbûna jinê ji xwe re kiriye mijar. Şenga û Pengê yek ji fabilên bêhempa “Çitos mitos birîm boz ,ne daw ne doz” jî yek mînakên bişîrêt yê li ser teriya rovî hatiye avakirin ku di navbera xweza û jiyanê de tekiliyeke balkêş datîne.
Jin mamosteyeke zana û bira ye ku di civakê de cihê wê bi tu awayî nayê dagirtin bi çîrokê bi metelokê bi helbestê bi stran û govendê derdora xwe, civaka xwe perwerde dike. Û bi awayekî bi rêk û pêk ji bo bi pêş bikeve hewl dide.
JIN NEWS
YORUM GÖNDER