HEVPEYVîN
Gelî hevala,Mêvanê Rengîn Kardelen, niviskarê Şerma Mêşê Mehmed Çakmak bû. Keremkin!
1-Di demeke nêz de pirtûka te ya çîrokan ya bi navê Şerma Mêşê ji nav Weşanên Payîzê derket. Tu karî çi bêjî ji me re li ser pêvajoya nivîsandina van çîrokan, vê berhemê? Kîjan hest û derûnî ew bi te dan nivîsandin.
Ji ser çapkirina Mûm Şemalê demeke dirêj derbas bûbû. Heta Şerma Mêşê, di wê navberê de ez li ser çend dosyayên taybet dixebitîm. Du dosya ji wan roman bûn. Ji hêlekê ve her ku min mijarekê didît an jî hest dikir min car caran çîrokên xwe jî dinivîsandin. Lê ya rastî vê carê min dixwest ez bi romaneke xwe derkevim hemberî xwendevanan. Romana ku li serê dixebitîm mixabin aqûbeta wê ne baş bû. Rojekê polêsan avêtin ser mala min, ez girtim bin çavan û dest danîn ser kompîtera min. Ez hatim berdan lê mixabin kompîtera min bi wan re ma. Romana ku li serê dixebitîm di wê kompîterê de bû. Ez gelek pê re mijûl bûm da ku kompîtera xwe bi şûn de bigrim. Axirê piştî salekê min karîbû ez kompîtera xwe bigrim lê vê carê jî kompîtera min xera kiribûn û bi ti awayî min nekarî ez bigihêjim dosyaya xwe. Balkêş e cara yekem bû ku min li ser kompîterê nivîsên xwe nivîsandibûn. Beriya wê halê ewilî yê dosyayê min her li ser lênûskê dinivîsand. Werhasil ez negihîştim dosyaya xwe, ev rewş min gelekî aciz kir. Piştî wê aciziyê min dest çîrokên Şerma Mêşê kirin.
Pirtûk di Îlona 2020’an de ji Weşanên Payîzê derket. Halê wê yê dawî min herî zêde di pêvajoya coronayê de dayê. Pirtûk ji 11 çîrokan pêk tê û her çîrok di demên cuda de hatine nivîsandin. Hest û tevna çîrokên Şerma Mêşê ji çîrokên min ên berê hinekî diguhere. Rastî min nexwest ez xwe di çîrokan de dubare bikim. Hewldana min a di van çîrokan de zêdetir ji kêlî û qeraxên jiyanê pêk tên. Hema hema hemû karakterên min mirovên gelek ji rêzê ne û bûyerên ku hene jî ji bo rewşa ku karakter têde ne gelek asayî û normal in. Ti karakterek ji bûyerên ku diqewimin bertekên anormal nîşan nadin.
-
Di berhemên fîktîv de karekter hêmaneke gelekî girîng e. Di çîrokên xwe de tu gelek karekterên ji hev cuda bî kar tînî/diafirînî. Gelo tu wan ji kes û kusên derdora xwe dibijêrî?... Wan çawa li hev tînî?
Karakterên min gelek nêzî min in. Ew qas nêz in ku gava têne xwendin wekî ku her yek ji wan ez bim. Lê helbet ew ne ez im. Gelek caran kêliyên jiyanê fikrekê bi min re ava dikin. Beriya karakter di eslê xwe de ez ewilî mijarê û paşê bûyerê ava dikim. Paşê ez mijar û bûyeran şolî dikim û karakteran diresmînim. Gavavêtina wan, rabûna wan, rûniştina wan, nêrîna wan û hîn gelek tiştên wan… Dixwazim karakterên min ne derasayî bin, ne mirêz bin. Yanî rastî jî bibin parçeyeke jiyanê, ew ên ku her roj bi awayekî derdikevin miqabilî me. Em silav didin wan an jî gelek caran ji me re gelek jirêzê tên. Gava wisa be ez dibêjim belê ev ji min e. Bi vî rengî dixwazim xwendevan jî bi wan karakteran re bibin yek, gelek caran xwe bixin şûna wan û karibin bêjin ez ev im. Bêhtir aliyê rasteqîniyê derdikeve pêş.
-
Dema ku merev li çîrokên te dinêre, merev bi hêsanî fam dike ku tu dixwazî tiştekî, derdekî keserekê bi vebêjerên xwe bide gotin /vegotin. Gelo çi ye ew derd? Tu yê hêj bi hin vebêjerên din bide gotin?
Rast e derdekî min, xemeke min heye û di her nivîsên xwe de dixwazim vî aliyî der bidim. Hema hema di hemû çîrokên xwe de bi awayekî dixwazim jiyana ku ez tê de dijîm, jiyana gelê xwe bi awayekî biresmînim. Ku em jî endamek û parçeyeke civaka xwe bin em nikarin xwe jê dûr bigirin û li hember bûyer û qewimînan nikarin bê bertek bimînin. Derdekî civaka me heye. Em kurd in û mixabin gelekî bindest in. Di vê bindestiyê de gelek pêkutî derdikevin meydanê, ku xemeke me hebe divê bi awayekî em van binivîsînin. Di van mijaran de xwe neçar hîs dikim. Ji ber ku di jiyana min bi xwe de wekî din tiştek tune ye. Lê helbet gava dinivîsînim jî dixwazim xwe radestî pêlên wêjeyê bikim. Çi qas pêk tînim nizanim, lê vê jî zêde nafikirim. Tenê dixwazim derdê vê civakê (derdê xwe) vebêjim.
-
Belkî pirseke bêwext be lê yên çîrokan dinivîsin piştî demekê zend û bendên xwe ji bo romanan jî ba didin. Fikreke te yî bi vî rengî heye? Ango çima ne roman lê çîrok?
Gelek caran bi vê pirsê re rû bi rû têm. De ka ez ya te jî bibersivînim. Min li jorê jî behsa serpêhatiya romaneke xwe kir. Yanî ji bo romanê jî ez dilxwaz im. Çîrok û roman du disiplînên cuda ne, yek ne berdewamiya yeka din e. Her du cure di pêvajoya nivîsandinê de ahengeke din dirêsînin. Dosyaya xwe ya ku wenda bû dixwazim dîsa binivîsim. Car caran lê vedigerim. Dîsa li ser romaneke din dixebitim, vê gavê qederekê pêş de çûye. Lê ez ti carî naxwazim lez bikim. Ku romanên ez binivîsim divê herî kêm qandî çîrokan kêfê bidin min. Her çi qas di nava demê de roman binivîsim jî ez xwe ji çîrokan jî bêpar nahêlim. Yanî dixwazim her gavê dîsa çîrokên min hebin. Piştî ku min roman nivîsandin ew ê çîrok dîsa bidomin.
-
Wekî ku me di pirsa ewil de jî gotiye pirtûka te ji nav Weşanên Payîzê derket. Ango tu hem nivîskar î hem jî weşanger. Bi kurtasî fikra avakirina weşanxaneyekê çawa peyda bû?
Salên dirêj in di heman demê de ez edîtoriyê dikim. Bi du weşanxaneyê kurd re xebitîm. Salên dirêj ez li Weşanxaneya Aramê dixebitîm, niha jî dem deman dîsa ji wan re edîtoriyê dikim. Di vê pêvajoyê de ez çi karî bikim jî herî zêde xwe nêzî weşangeriyê dibînim. Ji ber ku di weşangeriyê de hilberîn heye û her gavê nûbûnek heye. Di jiyana xwe de ez ti carî naxwazim lêgerînên min bi dawî bibin. Ez her gavê li dû ya nû me. Gava weşangeriyê dikim ez wisa hest dikim ku ez xwe nû dikim. Bi van fikir û hestan min û hevalê xwe Jêhat Rojhilat nêzî salekê ye ku dest bi weşangeriyê kir. Vê gavê me deh dosya çap kirin. Di serî de em hinekî biçûk difikirîn, lê me dît ku eleqeyeke gelek mezin heye. Êdî hat wê astê ku em vî karî bi awayekî profesyonel bikin. Me her du yan jî dest ji karên xwe yên din berdan û bi tevahî me giraniya xwe da ser weşanxaneyê.
-
Di pêşerojê de çi projeyên we hene li ser weşangerîyê, hûn ê çi bikin. Xizmetên çawa ji edebîyata me re bikin?
Gava me Weşanên Payîzê ava kir jî me sînorek ji xwe re çênekir. Yanî em tenê di qadekê de ne sînordar in. Çarçoveyeke fireh li ber me ye. Taybet di warê wêjeya nûjen û folklora kurdan de em dixwazin xebatên baş bimeşînin. Dîsa em dixwazin giraniya xwe bidin ser berhemên nivîskarên girtî. Em baş dizanin ku ji wan warên sînorkirî gelek berhemên baş derdikevin û ev qad her ku biçe ew ê pêşdetir biçe. Vê gavê me giraniya xwe daye ser berhemên girtiyan. Di rojên pêşiya me de em dixwazin ji bo wan xebatên baş bikin û berhemên wan bigihînin ber destê xwendevanan. Wekî din jî em dixwazin bergehê wêjeya nûjen firehtir bikin. Em dixwazin bi gelek nivîskarên nû re bixebitin. Û jêderka van karên me hemû helbet folklor e. Em ê ti carî xwe ji folklorê dûr nexin.
RENGİN KARDELEN
YORUM GÖNDER