KURTEDÎROKA XİYANETA MALA BARZANÎ (DUYÊMÎN)
ŞERÊ PDK’Ê YÊ NAVXWEYÎ
Li gorî Mam Celal Talebanî, mele Mistefa nedixwste şoreşê bike. Piştî ku wan şoreş da destpêkirin, ew jî neçar ma ku tevlî bibe.
Gelek herêm hatin azadkirin. Sala 1964’ê Mele Mistefa bi Iraqê re peymanek çêkir lê Komîteya Navendî li dijî vê peymanê bû. Ti mafek ji bo Kurdan nebû.
Mam Celal di pirtûka Dîdarî Temen de basa vê yekê jî dike û dibêje ew peymanek pûç bû. Ti mafek ji bo Kurdan tê de tinebû. Ew bû yekemîn çeqmakê agirê şerê birakujiyê. Mele Mistefa dixwset herêmên azad bide Iraqê. Dixwset Qela Dizê, Ranye, Çarta, Pencewên û Qeredaxê bide Iraqê û peşmerge jî divê çekê danên û vegerin mala xwe.
Mele Mistefa mixalifata Komîteya Navendî wekî hincet nîşan da û darbe pêk anî. Xwest dest danê ser hemû beşên partiyê û PDK’ê bixe destê xwe. Bi vî rengî êriş kir û gelek pêşeng tasfiye kirin.
Bi vê yekê re hêza pêşmergeya tasfeye kir û nakokî xiste nava Mekteba Siyasî û Partiyê. Ev yekemîn agirê şerê navxweyî bû.
Piştî vê êrişê Ibrahîm Ehmed, Mam Celal û Komeke din neçar man biçin Rojhilat. Êdî PDK a Iraqê bû du parçe. Hinek bûn alîgirên Mele Mistefa û hinek bûn alîgirê Mam Celal ku Ibrahîn Ehmed pêşengiya wan dikir.
Şerê ku Barzanî li dijî Komîteya Navendî da destpêkirin gur bû. Ev şer ji sala 1964’ê heta sala 1970’ê dewam kir.
SULEYMAN MOÎNÎ
Ciwanên Rojhilat jî hewil didan ku şoreşê gur bikin. Dema lê nêrî ku Barzanî rê nade ew PDK a Qazî Mihemed aktîf bikin, dest bib xebateke radîkal kirin.
Suleyman Moînî ku yek ji ciwanên herî aktîf û çalak ê Rojhilat bû, tevî komeke hevalên xwe Konseya Şoreşgerî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê saz kir.
Konseya Rêveber ji van 5 kesan pêk dihat: Suleyman Moînî (Fayîq Emîn), Qadir Şerîf, Ismaîl Şerîfzade, Mele Ehmed Şelmaşî (Mele Aware) û Mihemed Emîn Seracî.
Konseya Rêveber dest bi rêxistinkirina gel û perwerdekirina pêşmergeyan kir. Bingeha şoreşa Rojhilat raçandin û li dijî rejima Şah a Îranê dest bi şerê çekdarî kirin. Li Pîranşarê dest danîn ser navendeke Leşkerî ya Îranê û bi vî awayî şerê çekdarî ragihandin. Di demeke nêz de hejmara wan bû 200 pêşmerge.
Îranê ji Mele Mistefa Barzanî xwest ku vê şoreşê bifetisîne. Mele Mistefa ku berê Generalê Komara Mahabadê bû, vê carê bermahiya Komarê fetisand.
Dr. Qasimlo jî li ser vê yekê dibêje ku Barzaniyan xiyanet kir. Li hêlekê alîkariya Şahê Îranê kirin, ciwanên kurd girtin û kuştin, li hêlekê jî li ser ‘şerefa Barzanî’ soz dan ku eger ew ciwanên şoreşger biçin Başûr wê cihê wan emn û aram be, wê bikarin xebatê bikin. Piştî ku komek ji pêşengê şoreşê diçin Başûr, demildest ji aliyê mala Barzanî we têne girtin. Bi lez û bez wan didin Îranê. 11 kes teslîmî Îranê kir. Rejîma Şah jî tevî Mele Aware çend pêşengê din îdam kirin.
Bi fermana Mele Mistefa Barzanî Suleyman Moînî roja 15 gulana sala 1968’ê li Silêmaniyê li çiyayê Ezmer hate girtin, hevalê ku pê re bû hate kuştin, ew jî birin ba Mele Mistefa Barzanî. Piştî ku ew işkence kirin, bi fermana Mele Mistefa gulebaran kirin, cenzanê wî dan şahê Îranê. Rejîma Îranê bi rojan cenazeyê wî li Şino û bajarên din gerand. Paşê li Mahabadê bi dîwarê Mizgeftê ve vekirin. Piştî çend rojan gel nerazîbûn nîşan da û bi xwe cenaze rakirin û spatin axê.
Mesûd Barzanî di pirtûka bîranînên xwe de dibêje: Suleyman Moînî li dijî berjewendiyê me bû, lewre me ew kuştin û cenazê wî da Îranê.
Mele Mistefa Barzanî jî li ser vê yekê gotiye: Ji Amerîkayê re bêjin, eger alîkariya me bike, ez ê jê re Kurdên Tirkiyê (Bakur) bifetisînim. Ew jî dizanin em soza xwe pêk tînin. Ma nedîtin me soz da Îranê û me Kurdên Îranê fetisandin, me Suleyman Moînî kuşt û da Îranê.
DR. ŞIVAN
Di wan salan de li bakurê Kurdistanê jî hewildanên têkoşînê hebûn. Bi taybetî bi pêşengiya Dr. Şivan (Sait Kirmizitoprak) xebata şerê çekdarî pêş ket. Ew wekî pêşengê şerê gerîlatiya modern a Kurdistanê tê qebûlikirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî behsa vê bêbextî û komploya li dijî Dr. Şivan dike û dibêje: Xwestin heman tişta ku anîn serê Dr. Şivan bînin serê me jî, lê em bi hişiyarî tevgeriyan.
Dr. Şivan (Sait Kirmizitoprak) di temenê biçûkatiyê de ji komkujiya Dêrsimê rizgar bû. Ji malbata wî 55 kes di qirkirina Dêrsimê de hatin kuştin. Wî şopa bapîrê xwe Bertal Efendî domand û dest bi karê siyasî kir. Ew yek ji baştirîn Doktorê serdema xwe bû. Doktorekî ji nava gel û şoreşger bû. Piraniya feqîr û hejar bê pere derman dikir.
Di doza ciwanên Kurd de hate darizandin. Ew doz wekî Kurdên Cudaxwaz û doza 49’an tê zanîn. Demekê li zindanê ma û tevî gelek ciwanên şoreşger wê çaxê hatin dadgehkirin.
Dr. Şivan li ser vê baweriyê bû ku tenê bi rêya şerê çekdarî têkoşîna Kurdan mumkin e û divê Kurd şoreşa çekdarî bidin destpêkirin. Lewre sala 1970’ê di salvegera îdamkirina Şêx Seîd de Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê KDP-T ava kir. Ji bo amadekarina şerê gerîlatiyê derbasî başûrê Kurdistanê bû û li çiyayên welat bi cih bû.
Lê Mele Mistefa Barzanî pêşiya vê yekê bû asteng, li dijî wî komployek çêkir, bêbextî lê kir. Roja 26 Mijdara sala 1971’ê ew kuşt û xebata wî fetisand.
Hêjayî gotinê ye ku Kalên tirkan ango Osmaniyan sala 1914’an li Musilê li ber çavên mele Mistefa Barzanî birayê wî yê mezin Şêx Ebduselam Barzanî îdam kir. Xuyaye ku Mele Mistefa ev yek ji bîr kiriye ku hevkariya tirkan kiriye. Bi vî rengî xiyanet li rihê birayê xwe jî kiriye.
Roja 6 adara 1975’ê Şahê Îranê û Sedam Huseyîn li Cezayîrê peymanek mor kir. Li gorî peymanê diviyabû Kurd bêne bêçek-kirin û mala Barzanî jî were sirgûnkirin. Şahê Îranê ji Mele Mistefa re got ku êdî piştgiriyê nade wan, divê PDK’ê tasfiye bike, çekan danê û teslîm bibe. Mele Mistefa Barzanî jî bêyî ku îtiraz bike, dibêje. Baş e ezbenî. Çi li gorî berjewendiyên Şahê Îranê be li gorî berjewendiyê me ye jî. Emê çekan danên. Mele Mistefa bi vî rengî fermana teslîmiyetê da gel. Ev yek di nava kurdan de wekî Aş Betal (Paylos) tê zanîn. Ev gotin di rojanema Îranê de bû manşet û ji devê Barzanî got: Karê min Xilas (Karê men temam est).
Barzanî ji xelkê re got dixwazin teslîm bibin an jî dixwazim bazdin û koçber bin. Ti rêyeke din tineye. Bi dehan pêşmergeyan xwe kuştin. Ev tramva karesateke dîrokî bû.
Mala Barzanî çû ba şahê Îranê û ew li bajarê Kerecê hatin bicihkirin ku hêjî bi dehan vîla û avahiyên wan li wir hene.
Dr. Mehmûd Osman ku di dema têkçûna Şoreşa Başûr a 1975’ê de endamê Komîteya Siyasî ya PDK’ê bûye dibêje: Me nîşanî cîhanê da ku em bi kêrî tiştekî nayên û em ne hêjayî vî gelî ne. Me dest ji ber xwe rakir û teslîm bûn. Wê çaxê derfetên berxwedanê pir zêde bûn lê Mele Mistefa fermana Aş Betaliyê da.
Dema Aş Betaliyê de Mele Mistefa 24 Miliyon dînarê Iraqî yê wê çaxê hebû.
100 hezar leşker ku ji wan 60 hezar pêşmergeyên aktîf ên daîmî û 40 hezar çekdarên parastinê bûn.
15 miliyon gule û fîşekên cur bi cur hebûn.
500 hezar guleyên Topan ên cur bi cur û xwarin û vexwarineke zêde ku têra çend mehan dikir
wê bidome…
ÎKRAM BALEKANÎ (NÛÇE CİWAN)
YORUM GÖNDER