JI RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK JIN Û GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ RE
Tekoşîna azadiya jinê, li ser hîmê bîr û baweriya jinê ya bi serî rakirin, tekoşîn û serkeftinê bi pêş ket. Jinên ji tekoşînê re pêşengî kirin li hemberî zihniyeta mêr şer kirin û xeta jiyana azad pejirandin. Di oxira wê jiyanê de bi tekoşînê bûne bersiv û berdêlên giran dan. Em di şexsê afrînerên roja jinên kedkar ên cîhanê roja 8’ê Adarê û pêşengên tekoşîna azadiya jinê Roza Luxemburg, Clara Zetkin, Sara, Evîn û Raperînan de tevahî jinên di xeta azadiya jinê de tekoşîn meşandin û li ber xwe dan bi bîr tînin. Roja tekoşîna jinê 8’ê Adarê li Rêber Apo, jinên cîhanê û tevahî mirovahiyê pîroz dikin.
Zihniyeta serdest ya mêr di şexsê jinê de, li ser civakê siyaseta qirkirin û mêtîngehkirinê ava kiriye. Bi bîrdoziya zilamtiyê di serî de şikandina îradeya jinê ji bo xwe kiriye hedefa pêşî. Ji bo civakê bixe bin desthilatdariya xwe û îradeya wê teslîm bigre her tim jin di şer, talan û êrîşên xwe yên hovane de kir hedef. Pergala desthilatdar ya mêr-dewletê, li ser vê bîrdoziyê xwe ava kir û bû dijminê herî mezin yê jin û civakê. Her ku çanda zilamtiya paşverû li ser jin û civakê hate serwerkirin çanda şer, kuştin, tecewûz, qetlîam, bê exlaqî û bê wijdaniyê pêşket. Li hemberî pergala zilamtiyê û bîrdoziya wê ya zayendparêz jin û civak bi hilweşînekî mezin re rû bi rû hatin hêştin. Li hemberî vê ketina mezin û hilweşîner jin her tim têkoşiya û li ber xwe da. Di serdema niha de pergala modernîteya kapîtalîst, li hemberî tekoşîna jinê û rabûna civakê ya li dora jinê êdî ketiye pêvajoyekî tarî. Jin, di cîhana ku pergala kapîtalîst xwe lê serwer kiriye de tekoşînekî dîrokî dimeşîne.
Li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst û zihniyeta serdest ya mêr, wê jin û civaka azad bi pêşxistina zanebûn û îrada azad, bi rêxistin û bilindkirina tekoşîna hevpar bi serbikeve. Civakekî azad a polîtîk û exlaqî jî dikare bi tekoşîna ku jin tê de pêşengiyê bike werê avakirin. Ev erk û berpirsyariya dîrokî dikeve ser milê her jinekê ku cihê xwe di nav tekoşîna hevpar de ye. Jin, dikare bi vê hişmendiyê li hemberî zihniyeta mêr-dewletê tekoşîna azadiyê bi serbixîne. Tekoşîna jinan, rêxistinî û hevgirtina jinê di roja îro de ji her demê zêdetir derfet bi dest xistiye. Li her derê cîhanê jin li hemberî neheqiyê, li hemberî serdestiya mêr û pergala wê ya desthilatdar serî radikin û tekoşîn dikin. Şiyarbûna jinê her ku pêşdikeve civak jî pêre şiyar dibe. Li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê serhildana civakî ya di pêşengiya jinê de ku ev şeş mehê berdewam dike bandora xwe li tevahî jin û civakê kir. Ev jî dide nîşandan ku girîngî û bandora tekoşîna jinê çiqasî gerdûnî bibe ewqasî jin nêzî tekoşîna azadiyê ye.
Rêber Apo, di bin şert û mercên giran yê li girtîgeha Îmraliyê de paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê pêşxist. Paradîgma û tekoşîna azadiya jinê ya Rêbertiya me bi pêşxist di roja îro de, bandora xwe li jinên cîhanê û hemû mirovahiyê dike. Tekoşîna jinên Kurd, îro bi saya vê keda mezin ya Rêbertiya me daye hêvî dide jinên cîhanê û hemû mirovahiyê. Jinên cîhanê azadiya xwe û ya cîhanê di paradîgma Rêber Apo de dibînin. Her ku keda Rêbertiya me ji bo azadiya jinê da ye berhemdar dibe hîmê şoreşa jin û civakê bi hêztir dibe.
Wê mirovahî di sedsala 21’emîn de bi pêşengî, rêxistinî û hevgirtina jinê tekoşîna azadiyê bi serbixîne. Jinan û çîna kedkar di sedsala 19-20’emîn de ji bo bi destxistina mafên xwe yên netewî tekoşîn pêşxistin û berdêlên mezin dan. Jinan bi vê tekoşînê gelek mafên xwe bi dest xistin lê, pirsgirêkên jinê bi destxistina van mafan re nehatin çareserkirin. Ferqa mezin ya tekoşîna di wê demê de hate dayîn û ya sedsala 21’emîn ew jin êdî ji bo şoreşa mezin ya jinê û mirovahiyê pêk werê tekoşînê didin meşandin. Pergala serdest ya mêr ji lewra îro li hemberî rabûna jin û civakê di nav bê çaretiyekî mezin de dijî, ev jî bingeha xwe ji vê ferqê digre. Her ku diçe tekoşîna jinê karekterê xwe yê cîhanîbûnê diyarker dike. Ji bo cîhanekî azad û wekhev ava bibe jin tekoşîn didin meşandin. Ji bo çanda jiyana azad û felsefeya wê pêşbikeve jin li ber xwe didin.
Ala tekoşînê ya bi felsefeya JIN JIYAN AZADÎ di sedsala 21’emîn de, di destê jinê de bilind dibe, ew ê teqez bibe hîmê bingehîn ya azadiya jin û civakê. Ev dema em tê de dijîn ji bo tevahî jinên cîhanê ji her demê zêdetir nêzî pêkanîna jiyana azad e. Em ê wekî partiya azadiya jinên Kurdistanê, tim û daîm afrînerên tekoşîna azadiya jinê bikin pîvana serkeftina tekoşînê. Di sala 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo azadiya jinê tekoşînê bilindtir bikin.
Li ser vê bîr û baweriyê em bang li hemû jinan dikin bila cihê xwe di nav tekoşîna hevpar ya jinê de bigrin. Ji bo hemû roj bibin rojên tekoşîn û azadiyê, ji bo şoreşa jinê civakî û gerdûnî bibe divê em tekoşîna xwe mezintir bikin, rêxistiniya xwe bi hêz bikin û deskeftiyên şoreşa jinê biparêzin.
KOORDİNASYONA PAJK
YORUM GÖNDER