'DIVÊ EV NEWROZ BİBE DESTPÊKA AZADİYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi wesîleya Newrozê peyamek weşand û got: “Divê ev Newroz bibe destpêka azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ya ku gelê Kurd dixwaze ev e, tenê bi vî rengî dikare deynê xwe yê li hember Rêber Apo bide.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi dîmen peyamek weşand û got: “Divê her roj bibe Newroz, şaştî û kêmasî bi agirê Newrozê bên şewitandin; Divê gelê me li ser bingeha yekîtî, têkoşîn û serketinê xwe ji nû ve biafirîne.”
Peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a Newrozê ya bi Kurdî wiha ye:
“Ez li ser navê Konseya Rêveber a KCK’ê Cejna Newrozê li Rêber Apo, gelên Kurdistanê yên li çar parçeyan û derveyî welat, dostên gelê Kurd, gerîla, ên di zindanan de li ber xwe didin pîroz dikim û serketinê dixwazim. Ez di şexsê şehîdê me yê mezin Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvan de li ber hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim, wan bi minetdarî bi bîr tînim û soza xwe ya bi şehîdan re dubare dikim.
Weke ku tê zanîn Rêber Apo di roja Newrozê de hîmê PKK’ê û pêşengiya gelê Kurd avêt, di Newroza 1973’an de bi komeke dest bi meşa azadiyê kir. Di Rêber Apo de nêzîkatiyeke dîrokî heye.“Dîrok di roja me de veşartî ye, em jî di destpêka dîrokê de veşartî ne." Ji ber vê yekê dîroka gelê Kurd û dîroka Newrozê ji xwe re esas girt û ev dîrok bi roja îroyîn re kir yek. Li ser vê bingehê bi PKK’ê re pêşengiya gelê Kurd ava kir û bi ruhê Newrozê pêşxist û berfireh kir. Ji ber vê yekê Rêberiyek mezin, partiyek mezin û gel derket holê û di bin her şert û mercî de têkoşîna azadiyê berdewam kir.
Rêber Apo ji ber tiştên ku ji bo gelê Kurd kiriye, niha di bin hovîtiyeke mezin de tê girtin. Kurd bi ruhê Newrozê hatin afirandin û ruhê Newrozê tu carî hovîtiyeke wiha qebûl nedikir. Ji ber ku ev li dijî rastiya Newrozê ye. Lewma divê gelê me û dostên me bi ruhê Newrozê nêzî Rêber Apo bibin. Êdî hovîtiya li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin. Lewma divê ev Newroz bibe destpêka azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ya ku ji gelê Kurd tê xwestin ev e, ji ber ku tenê bi vî rengî dikare deynê xwe yê li hember Rêber Apo bide. Weke ku tê zanîn ji bo azadiya Rêberê xwe û derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' me dest bi pêngaveke dîrokî kir. PKK tevgereke rewa ye. Ji ber ku Rêber Apo û PKK têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dimeşîne û di şexsê gelê Kurd de nirxên azadî û demokrasiyê yên hemû mirovahiyê diafirîne, Rêber Apo di bin hovîtiyê de ye û PKK di lîsteya terorê de ye. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd û dostên wan têkoşîneke ku Rêber Apo azad bike û PKK’ê ji vê lîsteyê derxîne. Ev wezîfeyeke dîrokî ye. Ger ev têkoşîn li ser esasê armancan bê meşandin, wê encamên mezin bi xwe re bîne.
Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' wê dawî li desthilatdariya AKP-MHP'ê bîne. Ev yek wê bi xwe re Tirkiyeya demokratîkbûyî, xweserî û azadiya gelê Kurd li Kurdistanê bi xwe re bîne. Her wiha wê li Rojhilata Navîn jî pêvajoya demokratîkbûnê derkeve holê. Li Garê, Mam Reşo, Tepeyê Sor, Zendura û Werxelê têkoşînek mezin hat dayîn, me şehîdên pir girîng dan. Bi vê minasebetê ez bi rêzdarî li ber van şehîdan bejna xwe ditewînim û wan bi minetdarî bi bîr tînim. Van şehîdan ne tenê ji bo PKK û Bakur, ji bo tevahî gelê Kurdistanê û mirovahiyê şer kirin û di vê rêyê de şehîd bûn. Lewma ev şehîd şehîdên Kurdistanê û mirovahiyê ne.
Îro em Newroza 2022’an di nava Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de pîroz dikin. Şerekî qirêj tê meşandin. Sîstema modernîteya kapîtalîst dixwaze krîzên ku tê re derbas bûye derbas bike. Ji ber ku derket holê ku pergala modernîteya kapîtalîst ji bo mirovahiyê nexweşî û şer afirandiye û ji bilî van tiştek nedaye mirovahiyê. Astengiya modernîteya kapîtalîst û nexweşiyên ku belav dike ruhê Newrozê hîn xurtir dike û girîngiya ruhê Newrozê ya ji bo hemû mirovahiyê baştir tê fêmkirin. Tenê bi vî ruhî dikare şer û belavbûna nexweşiyan rawestîne. Ji xeynî vê ne mimkûn e ku pêşî li şer bê girtin, mirovahî azad bibe û demokrasî were girtin.
Xuyadibe ku îsal dê dijwar derbas bibe. Ji ber ku dewleta Tirk û PDK’ê amadekariya êrîşên nû dikin. Heta li ser vî esasî gavan diavêjin. Herkes li bendê bû ku PDK di berjewendiya gelê Kurd de tercîhekê bike û bi gelê Kurd re bibe yek. Lê PDK’ê tercîha xwe ji dewleta Tirk a qirker/dagirker kir. Li dijî gelê Kurd di heman eniyê de dewleta Tirk disekine. Dixwazin îsal derbeyên mezin li PKK’ê bixin û jixwe hin gavan diavêjin. Divê gelê Kurd vê rastiyê pir baş bibîne û li her derê xwe li dijî vê yekê amade bike. Divê li her qadê têkoşîna xwe ya li dijî îxanet û dagirkeriyê mezin bike. Ji bo Kurdan ji bilî berxwedan û serkeftinê tu rê nemaye, hemû rêyên din girtî ne. Gelê Kurd di bin zilm û qirkirinê de ye, tenê bi berxwedanê dikare li ber xwe bide û xwe biparêze. Ev ji her alî ve bi zelalî tê dîtin. Bi PDK’ê re yekîtiya netewî pêk nayê, ji ber ku PDK’ê tercîha xwe ji bo qirker û dagirkeran kiriye û xizmeta dewleta Tirk a qirker/dagirker dike.
Divê her roj bibe Newroz, şaştî û kêmasî bi agirê Newrozê bên şewitandin; Divê gelê me li ser bingehê yekîtî, têkoşîn û serketinê ji nû ve bê afirandin. Ger gelê Kurd vê ji xwe re esas bigire, dikare bigihê armanca azadiya ku daye pêşiya xwe. Gelê Kurd di Newrozê de serhildanan aşkera kir, li Bakur, Bashûr, Rojhilat û Rojava li ber xwe da, bi sedan şehîd dan. Di encamê de ev geşedan pêk hatin û em bi vî awayî hatin roja îro. Parastina Newrozê; xwedîderketina li şehîdan, bi rihê şehîdan, bi hedefên şehîdan, bi taybetmendiyên şehîdan, ji nû ve afirandina xwe ye. Ger di vî ruhî de qelsî hebe hem Newroz û hem jî gelê Kurd wê têk biçe. Dijmin li ser gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê dimeşîne û ji bo pûçkirina vê polîtîkayê divê gelê Kurd tim bi ruhê Newrozê xwe biafirîne. Wê demê çawa ku dijmin nikare gelê Kurd û Newrozê tasfiye bike, gelê Kurd jî di çarçoveya nirxên demokratîk de bi azadî bijî, gelên Rojhilata Navîn û mirovahî jî dikarin vê bijîn.
Kurdan di 8'ê Adarê de bi awayek hêz rabûn li ser lingan û têkoşîna xwe ya azadiyê gelekî xurt pêş xist. Vê rewşê bandorek mezin li ser jinên cîhanê kir. Jinên Kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo gelê Kurd, gelan û mirovahiyê jî têdikoşin. Jinên Kurd pêşengiya têkoşîna demokrasî û azadiyê dikin û bi vê têkoşînê hem pêşeroja xwe û hem jî pêşeroja gelan û mirovahiyê garantî dikin. Jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê erkeke dîrokî ya wiha pêk tînin, xwe, gelê Kurd û mirovahiyê xemilandine. Jina Kurd bi vê helwestê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bi mirovahiyê dide nasîn. Jina Kurd li ser rêya ku Rêber Apo ji bo jinê diyar kiriye dimeşe û ji ber vê yekê bandorek mezin li ser jin, civak û mirovahiyê dike, mînakek e û hêviyek mezin e. Ez bi vê minasebetê jinên Kurd pîroz dikim û bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînim.
Her wiha ciwanên Kurd bi cesareteke mezin ji bo gelê Kurd û mirovahiyê bi fedekarî têdikoşin, li her qadê û di her karekî de cihê xwe digirin. Ciwanên Kurd ji bo welat, gel û mirovahiyê canê xwe didin, berdêlên mezin didin. Bi vê boneyê ez silavên xwe ji ciwanên Kurd re radigihînim û wan silav dikim. Di Hefteya Lehengiyê de em ê têkoşîna xwe bi hêztir bimeşînin û di 4’ê Nîsanê de bigihin qonaxeke bilind. Ev hemû di çarçoveya bernameya 2022’an de; Gelê Kurd azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorê” daniye pêşiya xwe û ev bername ji van armancan pêk tê. Em ê di çarçoveya vê bernameyê de têkoşîna xwe bidomînin. Li ser vê bingehê Newroza we pîroz dikim û serkeftinê ji we re dixwazim, Bijî Rêbêr Apo, Bijî Newroz.”
ANF NAVENDA NÛÇEYAN
YORUM GÖNDER