8’E ADARÊ LI TEVAHÎ JINAN PÎROZBE
Dema ku dibêjin 8’e Adarê bêguman tiştên gelek xweş û bi kelecan tê bîra mirov. Ji ber ku ev roj cejna jinên tevahî cîhanê ye. Di vê rojê de jin xwe dixemlînin û derdikevin kolanan, şahî û dîlanê dikin. Lê di heman demê de ev roj roja ji hemû hêzên desthilatdar, kedxwar, zayendperest, tecawûzkar û paşverû tol girtine. Pergala baviksalari di vê rojê de tê hilweşandin.
Di vê rojê de 129 jin hatin şewitandin, ji bo mafên xwe yên asayî jiyaneke wekhev xwestin. Lê ew hatin şewitandin. Niha jî di vê rojê de êdî bi hezaran zayîn û vejîn çêdibin.
Edî ne tenê di vê rojê de hemû rojan jin peşengtiya jiyana azad û wekhev dike. Jina Kurd mînaka wê ya şênber e ku, li hemberî kedxweriyê şer dike û têdikoşe.
Jina Kurd di kesayeta rêheval Semayan de xwe nû dike, dil û mejiyê xwe zindî digire. Êdî li her deverê, li her kolanê bi deng û reng û hişmendiya jinê xweşik dibe û dengê wê bilind dibe.
Tenê ev roj dernakeve kolanan û pêşengiyê nake, her demê munasebetan jin derdikeve û pêşengiyê dike. Bêguman ev hemû bi keda Rêber APO heyanî roja me ya îro hatiye. Ji ber wê Azadiya Rêbertî destpêkê weke erka hemû jina ye ku, bi yek dengî li hemberî vê tecrîdê rabin. Edî tu kes nikare dengê me kêm bike. Ji ber ku di nava hemû gerdûnê de belav bûye û xwe bi xwezayê re kiriye yek.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Norşîn Efrîn
8’ê Adarê Wate kirina Jiyanê Ye
Agirê bedena Mazlum û Semayan îro geş dibe li ser ruye cihanê, mirov çiqasî vê rojê bi lêv bike jî kême. Ev roj rojên gelek girîngin ji bo tevahî jinan. Bi agirê bedena xwe li derdora Rêbertî bûn xelekek ji agir. Ji 8’ê Adarê heya 21’ê Adarê bûne hêviya gelan. Çawa ku “Jina Eminî” ji bo Rojhilat bu çirûska azadiyê. Kezîzerên tunelan şerê dîrokî di meşînin ji bo dayîk û zarokên pêşerojê re bûne hêvî. Di pêşengtiya jinan de 8’ê Adarê diber ruhê têkoşîn û berxwedaniyê. Jin bi deng, reng, hirs û kîna xwe têkoşîn û berxwedaniya xwe pîroz dikin. Bêgûman jiyanek azad û pîroz bi azadiya fizikî ya Rêber APO re pêkane. Ev yek jî ne dure pir nezê. Em her roj û her dem bi rihê têkoşîn û berxwedaniya 8’ê Adarê tevahî rojên xwe bi têkoşînê bijin. Têkoşîn û berxwedanî bi xwere jiyanek azad tîne.
Ev sal ji bona me pir giringe emê teqez bigihijin azadiya fizîkî ya Rêber APO. Rih, bawerî, berxwedanî û têkoşîna ku Rêber APO di girtîgeha Amedê de avakiriye belavî tevahî jiyanê bûye. Heman demê de sekna kezîzerên tûnelan û mewziyan de li hember her cûre çekên kîmyewî û teknîk jî nîşaneya ev rihê APOGERÎ ye. Berxwedaniyek bê hempa û dîrokî li hember pergala baviksalarî tê meşandin. Kezîzerên tûnelan de bi sekin, bawerî, têkoşîn û fikrê xwe renk didin 8’ê Adarê. Kezîzerên ku di tûnelande şer dikin her yek ji wan di asta xwedawantiyê jiyanê di afirînin da ku civakek bi aqil û pergala jina azad bi afirînin da ku ev tovê azadiyê li her derê şîn bibe û bişkive. Her tim di nava lêgerin û têkoşinê dene da ku jiyana xwe xwedî derkevin. Di 8’ê Adarê de jin li hemberî pergala baviksalarî di her qadê de bertekê xwe xurt didin nîşandan. 8’ê Adarê ji bo pergala baviksalarî bûye tirsek di nava dile wan de. Ji bo we jî piranî erişê dibin li ser jina azad ya ku li hember pergala baviksalarî bi ti awayî serî xwe na tewîne. Ji şoreşgerên jin Rosa’yan, heta Sara’yan, Evîn’an û Raperîn’an ji bo jiyanek azad, bi çanda jin û bi fikrê jin civakê bi afirînin mîrasên gelek giranbiha, wate û hêvî ji bo me afirandine. Em wan bibîrtînin û soza bilind kirina têkoşînê û pêkanîna birdoziya rizgariya jinê didin. Heya ku em armanc û xeyalên rêhevalên xwe pêkbînin emê têkoşîna azadiyê her tîm û daîm bi meşînin.
Çawa ku kezîzerên di tûnelan de govenda azadiyê di gerînin, bi ken û çirûskên çavên xwe azadiyê belav dikin û heskirina xwe li hember Rêber APO didin diyar kirin. Hesretên di dilê xwe de bi şerê azadiyê re di honin. Ev şerê azadiyê hêvî dixe di nava dilê dayîkan de. Dayîk bi tilîliyên xwe beriya her tiştê vê rojê li Rêber APO pîroz dikin silav û heskirinên xwe rê dikin li Îmraliyê bi hêviyek mezin. Bi saya fikir û ramanên Rêber APO 8’ê Adarê gihişt wateya xwe ya herê rast. Di roja me ya îro de di pêşengtiya jinên Kurd de hêviyên mezin di tevahî jinên cîhanê de avabûye. Ev roj bûye heqîqeta azadiya jinê û hemû jin dibin qêrîna azadiyê de diherikin kolanan. Bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” re felsefaya Rêber Apo belavê cîhanê bûye.
ARJİN RUKEN
pajk.org
YORUM GÖNDER