JİNA KU BÛ QÊRÎNA NEWROZÊ
Dîrok 21’ê Adara sala 1990’î bû ku li ser Sûrên bajarê Amedê dengê qêrîna jinekê bilind dibû… Dengê jinekê ku digot “Newroz bi pêxistina agir tê pîroz kirin”. Di rojên wiha dîrokî de ku li ser serê gelê Kurd zilm gihiştibû lûtkeyê, dengê serhildana gelan bilind dibû; ji aliyê din ve jî mizgîniya rabûna jinan bi dengekî bilind li asîmanên welat olan dida, ew ê Zekiye biçûya ser Sûran û şev asîmanê welatê min geş bikira…
Agirê azadiyê bilind dibû
Zekiye Alkan di sala 1970’an de çavê xwe li cîhanê vedike. Ew bi eslê xwe ji bajarê Gumuşxaneyê ye. Piştî beşa bijîşkî ya Zanîngeha Dîcleyê qezenc dike tê Amedê. Dema li zanîngehê ye Tevgera Azadiyê nas dike û bala wê dikşîne. Sala ku li zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Tibê ya Amedê dixwîne bala wê diçe ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ku nû dipişkivî û rehên xwe berdida nava dil û mêjiyan. Tam jî di wan salan de dem dema beşdarbûna jinan a nava serhildanên li Kurdistanê bû. Bitaybetî jî li Nisêbînê di pêşengiya jinan de gel ref bi ref beşdarî serhildanan dibû û li dijî zilma li hemberî gelê Kurd serî radikir. Di serhildanan de tevlî çalakiyan dibe ku ev serhildan jî li gor ruhê wê bûn. Di nava van serhildanan de Zekiye dikeve nav lêgerînê. Ev serhildana gelê Kurd di ruh û dilê wê de kelecanek çêkiribû, bi rojan xew bi çavên wê nakeve û ev yek dihêle lêgerînên wê hîn kûrtir bibin. Wê zilma heyî ti caran qebûl nekir. Di pêvajoyeke wiha de, di sala 1982’an de Mazlûm Dogan bi sê libên kîbrîtê, li girtîgeha Amedê Newrozê pîroz dike.
Gotina wê ya dawî: Newroz bi pêxistina agir tê pîroz kirin
Di Newroza sala 1989’an de, salek beriya çalakiya xwe ya geşkirina agirê Newroza 90’î, li cihekê tevî hevalên xwe rûniştiye, di carekê de hemû kaxezên di berîka xwe de derdixe û dişewitîne. Dema hevalên wê jê dipirsin ka çima wisa kir, ew wan bi van gotinan dibersivîne, “Ez Newroza xwe pîroz dikim. Ji ber Newroz bi pêxistina agir tê pîrozkirin”. Belê Zekiyeyê wê ji bo cara pêşî agirê Newrozê bi pêxistina çend kaxezan geş bikira û ev hestên xwe, her wiha giringiya geşkirina agirê newrozê bi hevalên xwe re parve bikira. Bitaybetî di van salên bi coş de ku di pêşengiya jinên Kurd de li gelek cih û bajarên Kurdistanê serhildanan dest pê kiribûn, ew ê vê yekê bandoreke mezin li vê jina ciwan a dilê wê bi coşa agirê Newrozê lê dixist, bikira. Wê jî ew ruhê serhildana Nisêbînê dijiya û dixwest bibe perçeyeke ji vî ruhê serhildêr ê jina Kurd. Ji aliyekê ve Serhildana Nisêbînê bandoreke mezin lê dikir, ji aliyê din ve jî çalakiya mezin a pêşengê Tevgera Azadiyê PKK’ê Mazlûm Dogan ew bandor kiribû. Ji bo wê, 21’ê Adara sala 1990’î diçe ser Sûrên Amedê û bedena xwe dide ber agir. Armanca wê ew bû bibe çîrûskek ji agirê ku Mazlûm Dogan pêxistibû.
‘Eger jin şiyar bibe ew ê tevahiya Kurdistanê şiyar bibe’
Zekiye Alkan di rojên li zanîngehê di beşa bijîşkî de dixwend ew ê biryara xwe ya mezin bidaya. Biryara bûyîna xwedî çalakiya mezin a li dijî teslîmiyetê ku li girtîgeha Amedê bilind dibû û xwe bi ser Sûrên Amedê de berdida. Belê bi tevahiya ruh û bedena xwe li ser Sûrên Amedê bû û bedena xwe dikir Newroz… Piştî çalakiyê Zekiye Alkanê tenê heya 30 Adarê karî bijî. Dûvre bi çirûska ku pêxistî tevlî agirê berxwedan û serhildana jinên Kurd bû ku li tevahiya welat êdî belav dibû. Jixwe ew ê çalakiya wê pir zû li çar aliyên welat belav bûba û bihata bihîstin. Êdî Kurdistanê dizanî Zekiye jî yek ji pêşengên têkoşîna jinên Kurd e. Jina ku agirê Newrozê bi bedena xwe pê dixist û diyarî gelê xwe dikir. Rêber Apo ew ê ji bo Zekiye Alkanê bigota; “ew sembola vê yekê ye ku azadî wisa hêsan nîne”. Her wiha Rêber Ocalan di nirxandineke xwe de ji bo Zekiye Alkanê wiha dibêje; “Jina Kurd carekê hay li jiyana azad bûye. Dema em van pêvajoyan hemûyan dinirxînin, dibînin piştî sala 1990’î ji bo xebata jinê pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin. Çalakiya Zekiyeyê jî nimûneyeke fedakariya mezin a jinê nişan dide. Wê demê, ketina ser rêya rizgariya jinê hema wisa kareke ji rêzê nîne. Jin di serî de li cîhanê, taybetî jî li Kurdistanê ku beşdarî şoreşekê nebûbe ew şoreş nîvcoye. Zekiye Alkan dixwaze bibe çalakiyeke mezin û evîndareke mezin a azadiyê. Vê jî bi pêxistina meşaleya Newrozê ya bi bedena xwe dixwaze bike. Mirov dikare bibêje bi wateye. Ji ber ku encax mirov bi jiyîna nakokiyên kor dikare bigihe wêrekiyeke bi vî rengî. Ev yek pir şênber e, dema ku jina Kurd hişyar bû, xwe bi rêxistin kir, bi qasî ku xwe azad kir, Kurdistan jî dikare şiyar be, xwe ji nû ve zînde bike. Wê demê mirov dikare bibêje Kurdistan azad bûye û veguheriye qadekê ku jiyan tê de pêkan be. Şehadeta Zekiye Alkan jî li Amedê çêdibe û girêdana vê şehadetê bi şehadeta Mazlûm Dogan re pir e. Çawa Mazlûm li dijî teslîmiyeta li zîndanan li ser Tevgera Azadiyê dihat ferzkirin bû dengê çalakiya herî mezin û bi şehadeta xwe bû zafera vê rastiyê, Zekiye jî bi berxwedana xwe li dijî hemû tirs, bêçaretî û tinekirina li gelemperiya Amedê, bi vê re jî li ser hemû Kurdistanê û gelê Kurd dihat ferzkirin, bû bilindkirina dengê berxwedanê.”
Zekiye bû dengê jinên ku xwe jinû de diafirandin
Agirê ku wê bi bedena Zekiyeyê li ser Sûrên Amedê geş bibûya, êdî wê her sal ji aliyê jin û ciwanên Kurd ve bihata geşkirin. Di her Newrozê de jinan ew ê agirê Newrozê geş bikira û têkoşîna xwe ber bi lûtkeyê ve bibirina. Êdî agirê Newrozê ku Zekiyeyê pêxistibû dibû dengê berzkirina têkoşîn û berxwedana jinên Kurd. Salên 1990’î, ji bo gelê Kurd û Kurdistanê salên dijwar û ewçend jî bi berxwedan, têkoşînê barkirî bûn. Berxwedana li zîndana Amedê gihiştibû lûtkeyê, dengê berxwedana Mazlûm Dogan dîwarên zîndanê hildiweşand û dengê xwe digihand her aliyê welat. Bi vî dengê berxwedanê re ruhê çalakiya mezin a çaran ku di pêşengiya Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmût Zengîn de hatibû destpêkirin bandor li tevahiya Kurdistanê dikir û her kesê bi yek dengî digot ‘BERXWEDAN JIYAN E’. Vî dengî bandoreke mezin li Zekiyeyê jî kir û hişt çalakiya xwe ya mezin bi pêxistina agirê Newrozê pêk bîne. Wê rewşa li welat, dengê li aliyê din ê dîwarên zîndanan bilind dibû hîs dikir, dibihîst. Wê dengê dilê Kurdistanê ku êdî pêt lê dixist ji nêz de dibihîst û dixwest dawî li vê zilmê bîne. Ji bo wê jî ew ê dê li ser Sûrên Amedê agir geş bikira…
Her Newrozê êdî bi rengê Zekiyeyê li berxwe dida
Ew di ferqa dîroka berxwedanê de bû. Dîroka bi sedsalan li dijî Dehakan serî hilda bû û bi gurkirina agirê serhildanê li ber xwe dida. Ew jî zaroka vê axê bû, axa ku bost bi bost ji aliyê Dehakan ve tovên zilmê lê hatibû reşandin. Axa ku bi hemû dîroka xwe ve hatibû dorpêçkirin. Lê, ma ev jin jî neviya wan lehengan bû ku li dijî Dehak agirê serhildanê pêxistibûn û Zekiyeyê jî ev agir ji dapîr û bapîrên xwe wergirtibû. Û ji bo geşkirina wê jî berê xwe dida Sûrên Amedê da ku hemû Kurdistan reng û dengê jinûve şînbûna berxwedanê bibîne, bibihîze. Zekiye dibû agir, agir jî êdî dibû berxwedan û xwe ji Sûrên Amedê bera nava dil û mêjiyê jin û ciwanên Kurd dida. Agirê ku di sala 1982’an de pêketibû xwe ji Sûran de berdida, ji Sûran ber bi çiyayan ve bilind dibû û dibû dengê dîlana şervanên Apoyî. Vaye agirê ku xwe ji Sûrên Amedê berdida giha her bajar û çiyayî, bû dengê jinên Kurd ku îro dilê wan ji bo azadiyê bi dilê Rehşan, Bêrîvan, Ronahî, Sema û Viyanan lê dide û bi rengê dehan jinên leheng li asoyan reng dide. Êdî Newroz dibe jin, jin dibe dengê bilindkirina têkoşîna sedsalê…
BERJİN TEKOŞER
newayajin.net
YORUM GÖNDER