SÊ KULÎLKÊN AZADIYÊ…
Gotin xwe li ser levan nagirin niha, em dîsa li beranber xayintiyên, bê dem û bê wext ve tên. Kurdistan ew axe ku di nav xwe de, çend canên ciwan dihewîne, wan hembêz dike û wan bi xwe re dike yek. Ev ax bû ku sê kulîlkên azadiyê jî di nav de têkoşîn kirin û xwe ji nû ve tê de zîndî kirin. Niha Çemê Mûnzûrê Sara dike nav dilê xwe û berbi azadiyê ve diherikîne . Rojbîn qetlîama Mereşê ji bo xwe dike bingeha tolgirtinê û ber bi tekoşîna xwe zanînê ve dimeşe. Ciwantiya Ronahî jî tirsê dike nav dilê xwîn xwara û ti astengî ji bo hebûna xwe zindî kirinê li pêşiya xwe nahêle.
Di 9 çile ya sala 2013 de li bajarê Parîsê Heval Sara, Heval Rojbîn û Heval Ronahî hatin şehîd kirin. Dijmin bi vê qetlîamê xwest îrade, hebûn û nasnameya tekoşîna Jinên Kurd tune bike. Lê dijmin tiştek jibîr kiri bû, ew jî tekoşîna azadiya jinan wê tu carî neyê tune kirin û hêrsa tolgirtina hemû jinên azadî xwaz ji her demê bêtir mezintir û geştir bibe.
Em heval Sara di pirtûka wê ya “JIYANA MIN HER TIM ŞER BÛ” de nas dikin û em dixwazin bibin şopdarê jiyana wê. Heval Sara bi berxwêdêriya xwe ya li zindana Amedê ve, bi serî netewandina xwe ve ji bo me dibe armanca xwe gîhandina xeta berxwedan û serî netewandinê. Îrade ya wê, sekna wê ya ku wek çiyayên Dersimê bilind û asê pêşengiya xwebûyînê ji me re dike niha. Jiyana Heval Sara ji bo me dibe îlhama tekoşîna xwe gihandina heqîqetê. Heval Sara azadiyê di kêliyên ku jiyan dikirin de bi dest xistibû.
Dema em wê dixwînîn, her hucreyek di laşên me de hene, xwe ji nûve zîndî dikin. Ew xwedavenda serdema tekoşîna jinên hemû cîhanê ye edî. Her jinekî ku tevlî nava refên gerilla dibe dixwaze ku bibe şopdarê tekoşîna Heval Sara. Bi hilgirtina navê Heval Sara, tolgirtinê ji bo xwe dike armanca sereke ya tekoşîna wê û dîsa ji bo xwe gihandina pîvana sekna wê. Em jî wek jinên Kurd yê ku ji bo Azadiya gelê Kurd û ji bo Azadiya jinên hemû cîhanê tekoşîn û şer didin meşandin, em ê hertim xwe ji bo bigîhînin sekna heval Sara, wate û nirx dayîna rêhevaltî û azadiyê tekoşîna xwe bilindtir bikin.
Stêrk geş dibin di asîmanên welatê min de,
Edî dem ev dem e;
Dema Sara, Rojbîn û Ronahîyan
Edî dem ev dem e;
Dema Fedayîtiya Sara û Rûkenan…
FARAŞÎN MERVAN
pajk.org
YORUM GÖNDER