BÊHNA ZÎLANÊ JI DERSÎMÊ TÊ
Nasnav: Zîlan Rûken
Nav û Paşnav: Mercan Sevim
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 30.12.1986/Sêrt
Navê Dayikê: Hatun
Navê Bav: Haci
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2003/Sêrt
Dîrok û Cihê Şehadetê: 22’ê Gulana 2012’an li Dersîm
Ji bo bîranîna rêhevala Zîlan Ruken (Mercan Sevim)
Ji bo her şervanek azadiyê cihekî cuda yê Dersîmê heye. Dersîm bi çiyayên xwe yên asî ve, bi avên xwe yên şêt û daristanên xwe yên kesk ve ji yek qadên gerîla yên ku qet dev jê nayê berdan. Dema ku Dersîm, bi Besê û Zarîfeyan ve dibe Kelha Berxwedaniyê, ji bona gelek jinên Kurd jî, li dijberî dijmin weke diyarê azadiyê tê nasîn. Çiyayên Dersîmê ji bo Têkoşîna Azadiya Kurd, şerê ku her tim li dijberî artêşa Tirk hatî dayîn, dibe ji yek sengerên herî pêş. Ji ber zoriya araziyê, bi awayekî sift serdehatina dijmin, gundên li herêmê dayîna valakirin û ji eyaletên din ên Kurdistanê dûr bûyîn, gerîlatî li Eyaleta Dersîmê kirin fedakariyekî pir mezin dixwaze. Ji ber van sedemê ye ku dema Dersîm tê gotin rêhevaltiya bihêz a ked, fedakarî û li hemberî zoriyan liberxwedan tê aqlê gerîla. Ger gelek gerîla li qadên cuda mayîbin jî her tim di quncikekî dilê xwe de ji bo Dersîmê cihekî cuda dide veqetandin. Hevala Zîlan jî ji yek wan gerîla bû.
Hevala Zîlan (Mercan Sevim) di sala 1986’an li bajarê Sêrtê tê cîhanê. Di sala 2003’an de beşdarî nava refên azadiyê dibe. Kurmamê wê yê beşdarî gerîla dibe û piştre di salên 1990’an de şehîd dikeve, navê Mercan li wê dike. Kurmamê wê hîn di wê demê de dibêje wê Zîlan jinekî pir bihêz be û di rêya wî de bimeşe. Keça Koçer rinda Sêrtê ji eşîreta Didêrî ye û malbata wê welatparêz e. Ji ber ku malbata wê fermandarê bihêz ên gerîla rêhevalê Egîd ew bi rêxistinê ve dabûn girêdan.
Hevala Zîlan dema destpêkê tevlî dibe li qada Garê di yekîneyên xweser de cihê xwe digire, wê di têkoşîna azadiya jinê de zanist û danahevekî pir bihêz girtibû. Wê dixwast vê danaheva qazankirî di qada pratîkê de hîn bi zêdetir bide kûrtirkirin û di qada leşkerî de jî xwe bide pêşxistin. Ew di sala 2006’an de derbasî qada Geliyê Zap a Zagrosê dibe. Gerîlaya ciwan a li wir ezmûnê qazanc dike, bi rêhevaltî, fedarakî û kedkariya xwe ve cihekî cuda di dilên rêhevalên xwe de dide avakirin. Rêhevala Zîlan, her tim a herî zor kirin û di qada herî zor de cih girtin ji xwe re dike rêgezekî: Piştî du sala li wê qadê dimîne, derbasî Cîlo dibe.
Hevala Zîlan di sala 2008’an operasyona hêzên artêşa Tirk a li diberî Têkoşîna Azadiya Kurd hatiye lidarxistin de tevlî wê berxwedaniyê dibe. Piştî ku hevalê wê Tufan Kobanî şehîd dikeve û pêde hevala Zîlan îddîaya xwe ya azadiyê û daxwaza xwe ya têkoşînkirinê hîn zêdetir bilindtirîn dike, heta roja herî dawî ya operasyonê cihê xwe di sengerên herî li pêş de digire. Rexmê ku sir û seqemê, berf û birçîbûnê, bi awayeke herî çalak cihê xwe di Berxwedaniya Zapê de digire. Keça Koçer piştî operasyonê derbasî Cîlo dibe, piştî demeke dirêj cihê xwe di nava yekîneya jin a destpêkê de diçe wê qadê heyecana wê yekê jî dijî. Cardin di sala 2009’an de berê xwe dide çiyayên Sûmbûl ên Colemêrgiyan bi navê wê stran nivîsîne û bûye warên evîndaran. Sûmbûla ku bûye yek ji qadên vekirinê, ji bo hevala Zîlan dibe qada fermandariyê.
Piştî ku hevala Zîlan ezmûnekî diyar a gerîlatî û fermandariyê qazanc dike, di zivistana sala 2009-2010’an de ji bo ezmûnên xwe yên leşkerî û meyzandina xwe ya bîrdozî hîn kûrtir bike û ji bo hîn bihêztir bikaribe têkoşînê bike, diçe Akademiya Leşkerî A Mahsum Korkmaz. Ezmûnên ku hevala Zîlan li wir dijî, bi meyzandina xwe ya bîrdozî ve dike yek û ji bo têkoşîna azadiyê bi rengê jinê bide meşandin, cardin ji yek qadên herî zor ên Kurdistanê ku ji bo biçe Dersîmê pêşniyara xwe dike. Hevala Zîlan di bihara sala 2010’an de berê xwe dide Dersîmê. Hevala Zîlan du salan gerîlatiyê li Dersîmê dike, di 22’ê Gulana sala 2012’an de hêzên artêşa Tirk kemîna li herêma Pulurê davêje, pevçûn derdikeve, bi lehengî li ber xwe dide û bi du rêhevalên xwe re tevlî kerwanê şehîdan dibe.
Hevala Zîlan di nava 25 salên têr û dagirtî de çiqas xweşikbûn, berxwedêrî û parvekirin hebin bi jiyana xwe re kir yek. Dersîm niha, Ferhatekî evîndara xwe wenda kirî û zarokekî sêwî ye. Bêhna Zîlanê ji çiyayên Dersîmê tê. Di şiverêyên Dersîmê de hesreta şopa lingê wê, di pelên Dersîmê de dewsa destên wê û di dilê Dersîmê de hesreta Zîlanê heye. Munzur bi navê Zîlanê diherike û di herikînên wê de li benda têhnbûyîna gerîlayên bedew û bi avên xwe yên zelal re dimîne. Dersîm bi navê yên din, dibe Zîlan.
HEWRÊYÊN WÊ YÊN TÊKOŞÎNÊ
pajk.org
YORUM GÖNDER