EW KEÇA DAYIKA XWE BÛ
Nasnav: Hasret Qamişlo
Nav û Paşnav: Tebia Necmeddin
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1987/Qamilo
Navê Dayikê: Leyla
Navê Bav: Seyit Taha
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: Mijdara 2006/Qamişlo
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Nîsana 2012’an li Qendîl
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Hasret Qamişlo (Tebia Necmeddin)
Pir caran tê gotin ku zimanê min lal bûye û pênûsa min newêrek bûye. Bi rastî demê mirov rêhevalên şehîd tîne ziman, vê rewşê dijî û jixwe dipirse: “Gelo, ez çawa ya herî rast û xweşik ji bo şehîd bînim ziman?” Lê ev, pirsek şaş e ku em ji xwe dikin. Ji xwe Şehîd, yên herî rast û xweşik in, ew heqîqet bixwe ne. Pirsa herî rast em ji xwe bikin ev e: Ez çiqasî wan di kesayeta xwe de didim jiyankirin û erkên dane ser milê min pêktînim?
“Jiyana PKK’ê romanek bêdawî ye û her şehîdek di nav de destanek e. Naskirina her destanekê ji wan naskirina parçeyekî ji heqîqeta PKK’ê ye. Yek ji parçeyên vê heqîqetê rêheval Hesret Qamişlo ye.
Heqîqeta PKK’ê li Rojavayê Kurdistanê wiha ye. Di nav salên demdirêj de, Rêber APO bi destê xwe tovên azadiyê lêçand û fikir û ramanê xwe lêbelav kir. Rêheval Hesret jî yek ji wan tovên ku di nav malbateke welatparêz de şîn da. Bi şîrê dayika xwe re hezkirina welat û eşqa azadiyê mijand. Heval Hesret li bajarê Qamişlo di malbateke feqîr û xwedî taybetmendiyên feodal de mezin bûbû. Bandora dayika wê herî zêde li ser kesayeta wê hebû. Hîn di şeş saliya xwe de bi dawî nekiribû, dayika wê soz da ku bixwe tevlî refên şoreşê bibe. Lê ji ber dayika çar zarokan bû, rêxistinê ev daxwaza wê nepejirand. Ji ber vê yekê dayika Hesret soz da ku tevahî zarokên xwe bi taybet jî keçên xwe tevlî refên azadiyê bike û kêlî bi kêlî ew bi van hestan ve mezin kirin. Dayika Hesret, armanc kir ku wê ticarî keçên xwe di jiyana koletiyê de nehêle. Encax bi vî rengî dikarîbû hesreta di dilê xwe de pêkbîne. Rêheval Hesret bi van hestan re mezin bûbû, ji nav xwîşk û birayên xwe ve ew ya sêyemîn bû, lê rexmî vê piştî tevlîbûna xwîşka xwe ya mezin berpirsiyartiya malê girtibû ser milê xwe. Hesret ji aliyê her kesan ve dihat hezkirin, heşt salan dibistan xwend û dest bi xebata tendirustiyê kir, bi hevalan re karên rêxistinî dikir. Her ku li xwe hayl dibû û ber bi temenê ciwantî ve diçû, tişta herî bala wê dikişand û nedikarî ji xwe re dîlgiritina Rêbertiyê bipejirîne û hesreta di çavên dayika wê de bûn. Ji bo dawî li vê komploya rûreş û hesreta dilê dayika xwe pêkbîne di sala 2006’an de, baskên xwe vekirin û ber bi jiyana azad ve firiya. Rêheval Hesret dema tevlî refên azadiyê bû, di 19 saliya xwe de bû, bi zanistî tevlî nava refên şoreşê bû û ji ber van herdu sedeman navê xwe kir Hesret.
Erê Rêheval û xwîşka delal! Bi rastî ez pir kêfxweş bûm dema ku min bihîst tu bûyî şervana azadiyê û bûyî rêhevala min. Min got: “Ew keça dayika xwe ye.” Ji ber min dizanî tu yê jiyana koletiyê nepejirinî. Lê min ev yek jixwe pirs kir: “Gelo çima navê xwe kiriye Hesret, me têra xwe êş û azar dîtine, xweziya naveke hîn zêdetir hêvî di hindurê xwe de dihewîne li xwe bikiribûna.” Ji ber ku tu her rûbikenbûyî û bi hêvî jiyan dikir. Lê, dema min sedema “navê Hesret” ji te bihîst min hîn zêdetir wate dayê. Tu bûyî hesreta ku hêviyan pêktîne. Tu di zaroktiyê de hevala min ya herî nêzî min bûyî û niha jî tu her di dilê min de yî. Mixabin, me têr hev di hemêza çiyayan de nedît û têr bi hev re parve nekir. Tenê carek bû, dîtîna min û te. Lê besî min bû ji bo ku ez mezinbûna dilê te, xweşikbûna hizrên te û germahiya hestên te hîs bikim.
Rexmê ku em li Deşta Cizîra Rojava mezin bubûn, lê tu pir zû fêrî jiyana çiya bûyî û bi xwezaya Kurdistanê re bûyî yek. Weke xezalekê, çiya bi çiya geriyayî. Te qet zorî û zehmetî nas nedikir. Te li herêma Garê, Metîna, Zagros û Qendîlê gerîlatî kir. Her herêmeke ku te lê kar û xebat dikir, her yekîneyek û her hevalek ku te nas dikir ji bo te nirx û wateyek xwe ya cuda hebû. Lê dîsa jî cihê Zagrosan di dilê te de taybet bû. Te her digot: “Zagros warê xwedawenda ye, em jî neviyên wan in û em ê bibin xwedawendên Roja xwe.”
Rêhaval Hesret. Jidil ez bibêjim ku bila dîrok jî bizani be, demê min hezkirina te li beramberî xwe didît, min jixwe dipirsî; “Gelo ez jî dikarim ewqas ji te hez bikim?” Ji ber min ev hezkirina te, tenê weke li beramberî xwe didît. Lê piştî min hevalên bi te re mane dîtin, min fêm kir ku hezkirina te li hemberî hemû hevalan mezin e, ev jî ji mezinbûyîna dilê te dihat. Di demeke kin de te pir heval nasîn û te cihê xwe di dilê wan de çêkir. Pir caran ez rastî hevalan dihatim, me hev nasnedikir, lê pir bidilgermî xwe nêz dikirin û silav didan. Pirsa yekemîn ji min dikirin; “Tu xwîşka Heval Hesretî?” Dema vê pirsê pir caran xwe dubare kir; ez dikeniyam û min digot: “Na ew xwîşka min e, ji ber ez jê mezintir û kevintirim.” Rast e Heval, ez ji te mezintir û kevintir bûm, lê tu ji min bi leztir bû. Mezinbûyîna te di hest, fikir û çalakiyê de bû. Tu zû bûyî stêrka li asîman, te zû destê xwe gihand Rojê. Şeş salên pir dagirtî bûn, te di dibistana Rêber APO de jiyan kir. Tu her di dil û mejî de dijî. Dema heval te tînin ziman, wiha dibêjin (dema Hesret Qamişlo tê gotin); “Ruhê hevaltî, eşqa jiyanê, girêdayîna axê û sekna jina asê tê bîra me.” Ji ber eşqa jiyanê di dilê wê de mezin bû, bi lez û bez di xebatên tendirustiyê de xwe xurt kir. Tenê bi hezkirina hevaltî na, bi rehma dayikê bi rojan li ber serê me dima. Bê ku xew bike, birînên me derman dikir û li hevalên nexweş dimeyzand. Ew di şer de, hem şervan bû, hem jî doxtor bû. Demê ku şer li qadekî biqewimiya pir bê sebir dibû û di cihê xwe de nedisekinî. Weke mînak, demê şerê me û rejîma Îranê di sala 2011’an de çêbû. Rexmê ku ew şagirta Akademiya Hakî Karer bû, bi xwestekek mezin derbasî qada şer bû û her di çepera pêş de cihê xwe girt. Ger taybetmendiyeke din jî were gotin, dadweriya wê ewqas zêde bû ku qet ticarî ferq û cudahî nedixist di navbera rêhevalên xwe de. Ticarî serê xwe li hemberî şaşîtiyê nediçemand. Rêheval Hesret, ji Rêber APO ev fêm kiri bû: “Rehevaltiya herî rast, bi ked û têkoşînê ava dibe.” Ew pir kedkar û dilnizm bû û di karê xwe de cidî bû.
Rêheval Hesret, tê bîra te me soz dabû hev. Demê em şehîd ketin, wê bedena me bibe nêrgîzek bêhna xwe bide axa welatê me û wê ruhê me bibe balandeyek li asîmanê welatê me fir bide. Bila tu bizanibe Heval, her ku ez kulîlkekê bi taybet nêrgîzekê dibînim bêhna te xwe berdide hinavê min û her ku ez teyrekî dibînim ruhê te di bedena min de difire. Te hezkirina xwe netenê bi rêhevalên xwe û mirovan re parve dikir. Te di heman demê de hezkirina xwe bi çiya, kulîlk, dar, çem û zinaran re jî parve dikir. Kulîlka herî te jê hez dikir, gula nêrgîzê bû û tu bixwe jî bûyî nêrgîza çiyayên welatê me.
Mîzgîniya min ji bo te Heval, soza dayê pêkhat û xwîşka me ya sêyemîn jî bi birayekî me re tevlî refên partiye bûn. Ez bawerim ku niha tu pir dilşad dibî û şanazî. Piştî şehadeta te bi çend mehan Rêheval û birayê te Amed jî tevlî kerwanên nemiran bû û xwe gihand te. Gelo ev tesaduf e, an jî bi kûrahî jiyankirina çanda rêxistinê ye. Şehadeta we herduyan bi heman şêweyî bû. Heval Amed ji bo ku hevalên birîndar ji nav dijmin derbixîne, gihîşt şehadetê. Hûn bixwe jî ji bo Rêheval Yekta xelas bikin bi hev re gihîştin kerwanê nemiran. Helbet rêhevaltiya PKK’ê ev bixwe ye. Li kêleka we jî, rêheval Evîn bi kerwanê we re meşiya. Balafirên neyaran wer dizane wê bikaribin vîna me lawaz bikin. Lê ew xwe dixapînin. Dilsoziya we her 3’ê hevalan bi hev re, careke din yekbûna gelê Kurt û yekbûna axa Kurdistanê raxist ber çavan. Rêheval Yekta, dayikek a Rojhilatê Kurdistanê bû. Ji bo erkên xwe yên dayiktî pêkbîne ket ser şopa heqîqetê, Rêheval Evîn jî kulilka Bakurê Kurdistanê bû, bi eşqa azadiyê ve jiyan dikir û di oxira wê de canê xwe da. Sê can, ji sê hêlên Kurdistanê ve li ser axa Başûrê Kurdistanê bûn sembolên eşqa bêdawî.
Ma ne dayê digotbû; “Wê keçên min, ji zilaman re nebin yar.” Çawa te û Heval Amed bi vê giraniyê tevgeriyan û bûn parçeyekî heqîqeta jiyana azad, wê têkoşîna me jî ew be ku roj bi roj xwe nêzî heqîqeta APOYÎ bikin û xwe di nav de biherikînin. Ala ku we ji me re hiştî, em ê bi helwesta serkeftinê bilind bikin û bibin şopdarê rêya we û em ê di meşa xwe de qet diduliyê nejîn. Bila dilê we şad be, hûn her di dil û mejiyê me de dijîn. Rêheval û xwîşka te Şareza Xebat.
HERÊYÊN WÊ YÊN TÊKOŞÎNÊ
PAJK.ORG
YORUM GÖNDER