FÎDAN
Nasnav: Evîn Yadîgâr
Nav û Paşnav: Münevver Kara
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 20.1.1988/Şirnex-Qileban
Navê Dayikê: Xemê
Navê Bav: İsmail
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 30.6.2009/Mexmûr
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Nîsana 2012’an li Qendîl
Jı Bo Bîranîna Rêhevala Evîn Yadîgâr (Münevver Kara)
Dema ku pêlek mij xwe berdide ser dilê min
Çiyayên dilorînin ketin ber çavên min…
Û bi strana ji dûredûr ve û bi bayekî dibari re
Hestan xwe dan şûştin
Dîsa fîşekên qehpik
Mîna mêvanên ne di demên xwe de bên ku lêbixin, hatibûn ber derî
Û du pel ji çiqên serviyê ravejiyan û zer bûn
Dema ku ketin himêza xakê
Cara herî dawiyê himêzkirin xeyalên xwe
Ji dûkêla her demî
Hilmekî dawiyê da ji kezeba wê re
Û çawên wê li stêrkan ve aliqîn
Reşika çavên wê li rêya kadizan aliqîbûn
Hema wisa mabû
Dagirtîbû ji hêrsê
Ewrên di asîmanan de eware eware digerin… Hêrsa wan ne ji qehpetiya dijmin re bû.
Ji ber girtina wan a di payîzekî bê wext de bû
Dengê ku pê nedikarîn biqîrîn
Ji ber di gewriya wan de eliqî bû…
Evîniyên wan ên hev nedîtî û negihayîn hev
Li asîmanan ji stêrka herî diçirisîne re
Îşev mecala heyvê tine bû
Stranên bêdeng ên kund
Ji tarîtiyê re gulbangdarî dikir
Çûkên şevê beredayî beredayî digeriyan
Û bayekî hênik ji baskên wan dibarî
Fîdana ser rê keyfxweş dikir
Ew ji çikên xwe ve hatiye jêkirin,
Encax fîdana kokên wê hîn jî di nava xakê de ye
Keyfxweş dikir
HEWRÊYÊN WÊ YÊN TÊKOŞÎNÊ
YORUM GÖNDER