DILÊ KU GOTIN Û CEWHER LÊ GIHAYÎ HEV
DILÊ KU GOTIN Û CEWHER LÊ GIHAYÎ HEV
0 Yorum
292
07-11-2022

Nasnav: Yekta Niştîman

Nav û Paşnav: Hatice Ronahi

Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1984/Xoy

Navê Dayikê: Amine

Navê Bav: Sadık

Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2009/Mexmûr

Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Nîsana 2012’an li Qendîl

Ji Bo Bîranîna Rêhevala Yekta Niştîman (Hatice Ronahî)

Dema ku bilbil ji bona gulê bi dengê xwe yên xweş dixwîne, gul jî bêhna xwe ya xweş li derdorê dida belavkirin. Dengê ku sal, demsal û waran nedayî kevinkirin û bêhneke xweşik! Çiqas war hatin guhertin û çiqas demên cuda li ser gul û bilbilê re derbas bûn?

Car caran gul û bilbil li ser dika jiyanê rista serekî dilîstin, di hinek deman de jî li kêleka dikê cih digirtin. Di kîjan deman de jî di koşeyekî tarî yên dikê de diman. Di hinek deman de jî qet nedihiştin werin ser dika jiyanê bixwe jî.

Lê dema ku gulê her tim xweşikbûyîna xwe diparast, bilbilê jî her tim awaza dengê evîna xwe ya jiyanê dida berdewam kirin. Gul xweşik bû, qet di ti deman de rûyê siyaseta qirêj nedixumand. Bilbil jî awaza evînê bû, qet ti cudabûn û mirinê nedikarî wî bide bêdeng kirin.

Ji ber ku li vêderê awaz jiyan bû, jiyan jî awaz bû. Ji ber ku herdu di dilê jiyana heman zindîbûnê de herikbariyê dibînin ku dumahiya evîna gul û bilbilê nedihat. Dema ku jiyan di kîjan demê de vê bihevrebûyînê dibîne, bêmirinî ew dibexşand. Divê gotin û dil bibe yek, da ku di dilê jiyanê de vegere rastî, heqîqet û evînê.

Vaye herikîna weke dengê bilbil û xweşikbûna gulê di dilê jiyanê de dibe yekbûyîna dil û gotina Yektayê bixwe. Stranên ku Yektayê ji bo azadiyê, ji bo gelê xwe digot, ji ber xwe ve dispartin cewherê jiyanê, ji ber van sedeman ew bû şervaneke mezin a azadiyê. Dîrokê di roja me de, ji herikîna xwe ya rastîn re di kesayetiya Yektayê de didît. Ya hîn rastir wê gotin û lêdana dilê xwe di cewhera xwe da kir yek û mezin kiribû.

Ne patîkayên bi berf, ne jî çiyayên rê nadin nikarîn wê bidin sekinandin. Wê xwe bi mavzerên azadiyê ve da xemilandin û ket di nava cenga jiyanê de…

Wê dengê bilbil û xweşikbûyîna gulê kir yek û herikî ber bi jiyanê ve…

HAVRÊYÊ WÊ YÊN TÊKOŞÎNÊ

pajk.org

YORUM GÖNDER

ZİYARETÇİ YORUMLARI

BENZER KONULAR

TARİHİ 15 AĞUSTOS ATILIMI ve YARATTIĞI SONUÇLAR

DURAN KALKAN: BÜTÜN DÜNYADA GERİLLA DEVRİ BAŞLAYACAKTIR

KÜRT İSYANLARI VE İÇ İHANET