ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ Û ROLA BAJAR Û ÇIYAYAN
Şerê gel ê şoreşgerî ku li gorî şêwazê dema stratejiya 4’emîn, weke pêngaveke nû tê destgirtin bi qasî gelemperîya civakê ji bo tevgera azadiyê ya jinê jî xwedî girîngî û wate ye. Bi salane hebûn û rûmeta gelê Kurd ji jêr tehdîda konsepta înkar û tinekirinê de ye. Dijmin bi rê û rêbazên cûda dixwaze xeta berxwedanê ya gel lawaz bike da ku konsepta xwe ya qirkirinê hêsantir pêk bîne. Li dijî van êrişan hemûyan, xweparastin ji hertiştî girîngtir e û ferz e. Rêber Apo di vî derbarî de dibêje; “mafê te bi qasî ku tu şer dikî ewqas e, ya ku bi şer hatiye destgirtin ya hatiye heqkirin e.” Lazime şerê me yê azadiyê li gorî vê rastiyê bi hêz be da ku ewlehî û azadiya gelê xwe teqez bikin. Di vê rastiyê de israrkirin ji bo parastina hebûna xwe pir girîng û jiyanî ye. Di gerdûnê de mafê her zindiyekî heye ku xwe biparêze û xwe diparêze jî tiştek ji vê xwezayîtir û rûmettir nîne. Em jî weke zindiyeke xwedî şane û vîn a vê gerdunê divê bi bîr û baweriyeke mezin xwe biparêzin. Xweparastin maf û heqekî sirûştiye. Gelê ku hebûna xwe neparêze herikîna jiyana wî bêwate dibe û ji xisletên civaka xwezayî a civaka exlaqî, polîtîk bêpar dimîne û bi vî awayî nikare xwe li ser piyan bigire. Lewma lazime mirov şerê gel yê şoreşgerî ku tê wateya şerê hebûnê bi azadiyê misoger bike. Dijminê me her roj û her kêlî dixwaze qira me bîne û tevahî êrişên xwe jî di çarçoveya vê konseptê de pêk tîne, li dijî vê konsepta qirkirinê şerê me, şerekî mafdar e. Di vir de felsefeya Rêber Apo a dibêje; “Eger hêza me têra tevahiya cîhanê bike jî em ê êrişî kesî nekin, lê eger tevahiya cîhanê bibe yek û ber me de were jî em ê ti carî dest ji parastina xwe ya rewa bernedin” bi vê felsefeya Rêber Apo ku divê ji bo me weke rêgezek jiyanê be, şerê gelê şoreşgerî hîn baştir xwedî wate dibe. Armanca şerê gelê şoreşgerî li hemberî êrişên giştî û topyekûn, xweparastina gelerî û topyekûn e. Ev yek ne şerekî taktîkî û demkî, lê şerekî stratejîk, jiyanî û pir alî ye. Bi vê stratejiyê re armanc ew e ku pergala faşîst û desthilatdar bê paş de xistin û tinekirin. Helbet ev yek ewqas ne hêsan e û jê re têkoşîneke demdirêj divêt, lê gengaz û pêkan e. Ya girîng û ya tê xwestin ew e ku bi înşaya paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo pergala faşîst bê pûçkirin û berterefkirin. Ji bo pêkanîna vê, beriya her tiştî erkê sereke şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî misoger kirin e. Tevî vê, ji bo misogerkirina hebûn û azadiya gelê xwe bi biryardarî tevgerîn û xwedî li wezîfeyên xwe yên demê derketin e. Ji bo vê jî lazime di her kêliya jiyanê de xwe nû bikin û zimanê demê yekîtiya fikir û zikir be.
Şerê gelê şoreşgerê xwe dispêre şerê bajaran û çiyayan. Pêwîste di navbera her duyan de hevsengiyek hebe da ku hevdû temam bikin. Bêguman ev ji têkoşîn û berxwedana gerîlayan ne cûda ye. Lewma girîng e bê zanîn ku ev şera çiqasî rast bê meşandin wê ewqasî encamgir be. Di şerê gelê şoreşgerî de hîmê herî bingehîn gel bi xwe ye. Amadekirina gel a di derbarê hemû mijar û rehendên stratejiya şerê gel yê şoreşgerî de yek ji babeta jêveneger e. Rêber Apo dibêje; “pêwîste gel were asta rastiya gelê ku şer bike, ev ji bo hebûna gel ferz e û ji bo her çar aliyên Kurdistanê heqîqetek e.” Divê bê zanîn ku her çiqas dijmin carna rêbazên xwe biguhere jî armanca wê ya sereke qirkirina gelê Kurd e. Lewma jî bêyî ferq û cûdahî têxe navbera gel û Gerîla, çi li çiya çi jî li bajaran her êrişên tinekirinê dike. Ji bo pûçkirina konsepta qirkirinê pir jiyanî ye ku gel û Gerîla bi hev re li gorî rastiya vî şerî li ber xwe bidin, hebûna xwe biparêzin û şoreşa gel bigîhîne serkeftinê. Ev şera bi tenê li ser milên Gerîla an jî li ser milê gel bimîne bi başî nagihije serkeftinê. Di vê çarçoveyê de lazime bê bibîrxistin ku ti şoreş bi tenê lingekî ve neçûye serî, şer û şoreşa li ser lingekî wê her mehkûmî seqetbûnê be. Lewma jî divê bi girîngî bê destnîşankirin ku çavkaniya sereke a stratejiya şerê gel yê şoreşgerî bê gel nabe. Hêza ji gel re pêşengiyê bike jî jin û ciwan in. Di şoreşên cîhanê de gelek mînakên ku rol û pêşengiya jinê ku çarenûsa şoreşê misoger dike hene. Her wiha gelek şoreşên nîvçê mayî ku bêpêşeng mabû jî mehkûmî têkçûyînê bûn. Ji ber vê jî rol û pêşengiya jinê a di serxistina şoreşan de gelekî girîng e û her wiha çarenivîsa şerê gel yê şoreşgerî diyar dike. Civakên bêparastin, ew ê di nava çerxa êrişên dijmin de şêkil bigrin. Ango ew ê yan bi qirkirineke psîkolojîk an jî qirkirina fizîkî re rû bi rû bimînin. Kurdên ku heta niha ti caran kirasê dewleta netewe li xwe nekirin û bi çi awayî jî be li ber xwe dan, di vê sedsalê de xwedî bîr û pradîgmayeke gerdûnî a neteweya demokratîk ku mîmarê wê Rêber Apo ye. Mirov dikare bêje ku paradîgmaya Rêber Apo ji bo Kurdan bû mîladek nû û bi zanebûn, xwenaskirin û bi pêşengiya jina Kurd bûn xwedî vîn û bawerî. Ev yek pêngaveke pir dîrokî ye lê dîsa jî pêşî li neyarên Kurdan nagre. Dijmin her roj êrişî çand, nirxên exlaqî û heta bi gorên şehîdan dike. Dest diavêje jinên Kurd û ciwanan fêrî tiryakê dike û bi dehan rêbazên şerê taybet re hewil dide civaka Kurd birizîne. Li gel van, bi sedan gund hatin şewitandin, bajarên Kurdan bi erdê ve kirin yek û bi hezaran kes hatin girtin û sirgûnkirin. Tevî vê zilma nedîtî jî gelê Kurd ti carî serî li ber neyaran netewand û teslîm nebû. Bi pêşengiya jinên Kurd a li dijî faşîzmê, Kurdan bi serhildan û Raperînan bersiv dan dijmin. Jinên berxwedêr yên ji bo nekevin destê neyaran, weke jinên Dersimê xwe ji zinar û latan avetin, weke jinên li keleha Dimdimê xwe ji kelehan avetin, weke jinên Şengal û Efrînê keziyên xwe kut kirin lê ti carî li ber neyaran serî netewandin û teslîm nebûn. Di vê pêvajoya hesas û krîtîk de ku dijmin ji her wextî zêdetir êriş dike, pêdîvî bi vê rih û biryardariya têkoşîna jinê heye. Ger ev konsepta qirkirinê bi serpereştiya jin û ciwanan neyê şikandin, ew ê Kurd nikaribin rûmet û destkeftiyên xwe yên exlaqî û polîtîk ji mêtingehan biparêzin. Lewra xweparastin ne tenê wezîfeyeke demê ye lê reflekseke xwezayî û rewa ye û ji nan û avê wêdetir e. Di vê çarçoveyê de jî gel yêkîneyên xweparastinê yên weke YPS û YPS-JIN li bajaran ava kir û derbên giran li dijmin da. Ev helwesta gel û berxwedana jin û ciwanên wê hişt ku leşkerên dijmin sendromê bijîn. Her wiha di van berxwedanan de şehadet û girtin jî çêbûn. Niha dem ew dem e ku ciwanên Kurd yekîneyên xwe yên parastinê YPS’ê xurttir bikin û rê nedin ku hêzên dijmin li nava tax û bajarên Kurdistanê bi rihetî tevbigerin.
Rêber Apo tim û daîm rizgariya jin û civakê bi hev re digre dest, ji ber vê jî di şerê gel yê şoreşgerî de rol û misyona milîtanên jin ji herkesî zêdetir e û xwedî misyoneke dîrokî ye. Têkoşîna jinan a xwedî kevneşopiyeke dîrokî ye, di nava hêzên desthilatdar de hertim tirs û xofek çêkiriye. Ji ber vê tirsa xwe, dijmin her tim jinê dike hedefa êrişan. Jina Kurd a bi felsefeya Rêber Apo li xwe hayil bûye û xwe kiriye xwedî îrade, îro bi têkoşîna xwe ya îdeolojîk û leşkerî ji bo temamê jinên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê. Eşq û evîna azadiyê a jina Kurd, lehengên weke Bêrîtan, Zîlan û bi sedan jinên pêşeng afirandin. Bi taybetî jî di pêngava şerê gel yê şoreşgerî yê di sala 2011-2012’herwiha 2015 ,2018 an hetanî anaha jî pêşengiya fermandar û Şervanên jin pir berçave. Fermandarên weke Rûken Çewlig, Rojîn Gewda, Arjîn Amed, Rûken Hoser, Zeryan Denîz, Şevîn Çewlig, Delal Amed û bi dehan fermandarên di vî şerî de bi rolekî pir mezin rabûn û bi qehremaniya xwe ji bo dema nû ya stratejiya şerê gel yê şoreşgerî bûn Ronahî. Di şerê gel yê şoreşgerî de rola YJA-STAR û HPG’ê pir girîng û diyarker e. Polîtîkaya şerê taybet a dijmin ku bi salane hewil dide têkoşîna gel û Gerîla ji hev cûda bike; pêwîste baş bê analîzkirin. Dijmin dixwaze bi vê yekê re Gerîla bi çiyayan re bi sînor bike û li bajaran zilma xwe ya li ser gel bigihîne lûtkeyê. Ji bo vê yekê pêk bîne jî, dijmin weke ku qaşo “ti pirsgirêka wî bi gel re tine ye” nîşan dide û zarokên gel ango Gerîlayan jî krîmînalîze dike. Lê gelê Kurd di bin her şert û mercî de xwedî li zarokên xwe derketiye û wê bi stratejiya şerê gelê yê şoreşgerî re xwe bi temamî li dora zarokên xwe bike mertal. Li dijî qirkirinê û pergala moderniteya kapîtalîst ku wateya jiyanê roj bi roj dide helandin, paradîgmaya Rêber Apo a neteweya demokratîk bûye çavkaniya modela jîn û jina azad. Lewma jî pergala desthildatdar, paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê a Rêbertiyê weke xetere dibîne. Ji bo astengkirina paradîgmaya civaka azad û demokratîk jî bi hemû hêza xwe û teknîka xwe ya NATO yê alîkariya dewleta Tirk dike. Tevî ku dewleta Tirk a di NATO yê de cîh digre li hemberî rêbaz û taktîka rihê Gerîlayên Apoyî bêzar bûye ji ber vê jî ne ji bejahî lê bi hêza teknîk êriş dike. Dewleta Tirk a ku pişta xwe daye hêzên navneteweyî û teknîka pêşketî her roj dibêje qaşo ew ê “Gerîla biqede” lê cîhan û dîrok jî ji berxwedana Gerîla ya li dijî vê hovîtiyê re şahidî dike. Dewleta Tirk ji bo vê lawaziya xwe veşêre, bi riya medyaya xwe ya şerê taybet rastiyên heyî dinixûmîne. Tevî van hemûyan jî Gerîlayên azadiyê bi rihê Apoyî di stratejiya şerê gel yê şoreşgerî de û di projeya jinûve avakirinê de guhertin û veguhertineke bingehîn çê dike. Armanc ew e ku di sedsala 21’an de Gerîlayên nûjen û profesyonel yên Kurdistanê pêş bixe .Dijminên Kurdan li çar hêlên Kurdistanê şerê qirkirinê didin meşandin û xwezaya Kurdistanê wêran dikin. Li dijî vê konsepta qirkirinê Gerîla şerekî bêempa dide meşandin. Dewleta Tirk, bi taybetî jî ji 2016’an ve awayê şerê xwe guheriye. Bi riya teknîk û êrişên hewayî, dijmin hewil dide herêmên Gerîla ji hev qut bike û li ser tevahiya qadên di navbera herêmên parastinê yên medyayê û Bakurê Kurdistanê de qereqol û kelehkolan ava dike. Bi vê şêwazê re hewil dide wan deveran dagir bike û lê mayînde bibe. Bi vî awayî dixwaze gel û Gerîla ji hev qut bike, Gerîla tasfiye bike û li aliyê din jî dixwaze gelê me yê ku serî netewand û çok nedanî teslîm bigre. Lîstok û dekûdolabên dijmin gelek in, lê belê tevî her tiştî jî berxwedana Gerîla ya li Garê a bi rihê Apoyî pêşketî nîşan da bê ka aqilê însan çawa dikare li beramberî her cûre teknîkê biserbikeve. Piştî binkeftina li Heftenîn û Garê, dijmin vê carê jî berê xwe daye Avaşîn, Zap û Metîna. Di vir de jî tevî hêza teknîkê, dijmin bi dehan caran gazên kîmyewî bikaranî lê rihê Gerîlayan û bi taybetî jî ya Gerîlayên YJA-STAR’ê lehengên weke şehîd Sema Koçerîn, şehîd Esmer, şehîd Zelal û şehîd Şoreş Bêşebab afirandin. Hevalê Rûstem ji bo bi birîndarî nekeve destê neyaran xwe ji zinarên Xantûrê avêt, hevala Esmer ji bo pêşî li dijmin bigre xwe kir sîper. Lê bêguman ev şerê rûmetê ne tenê şerê Gerîla ye. Şerê gel yê şoreşgerî ne tenê aîdî Gerîla û hêzên xweparastinê yên li Rojava, Şengal û deverên din e. Şerê gel yê şoreşgerî ne tenê stratejiyeke şer e, têkoşîneke giştiye û ji bo hemû beşên civakê derbasdar e. Ji gundan heta bajar û deştan her ferdeke divê bi vê rastiyê hayil bibe û di vê çarçoveyê de bi rola xwe rabe. Şerê gel yê şoreşgerî xebatekî demdirêj a civakî ye, lewma girîng e ku hemû rehendên paradîgmaya neteweya demokratîk lazime di vê çarçoveyê de di nava aheng û hevsengiyekê de bên tanzîmkirin. Ji bo polîtîkayên dijmin yên qutkirina gel ji Gerîla bi vê re bê pûçkirin. Ji bo ev yek pêk were bi riya perwerdehiyê, xwe di her şert û mercî de li gorî rihê demê amadekirin ji nan û avê wêdetir e.
NİŞTİMAN SORXWÎN
PAJK.ORG
YORUM GÖNDER