JI DÎROKA KURDISTAN, TENÊ HINEK KÊLÎ
Di serî de di kesayeta rêhevalên ku di sala 2022’an de, bi êrîşên namerdanê yên dewleta dagirker ya Tirk şehîd ketine, di şexsê Heval Bêrîvan Zîlan, Heval Ahmet Rûbar, Heval Alî Heyder, Heval Ferhat Şeblî, Heval Rêzan Cawîd, Heval Nagîhan Akarsel ku li Silêmanî bi destê MÎT’a Tirk hat şehit xistin, H.Sara û H. Rûken ku li Mêrsîn’ê çalekiya can bexşane kirin, dîsa hemû rêhevalên ku heya henasa xweyî dawî li dijî dewleta dagirker, li beramberî çekên kîmyewî şer kirin û gihaştin şehadetê, her weha di şexsê Jîna Emînî de, hemû şoreşgerên Kurdistan’î û Îran’î ku di serhildanên “Jin Jiyan Azadî” de têkoşiyan û ji bo azadiyê jiyana xwe ji destdan û hevalên herî dawî li Parîs’ê bi destê MÎT’a Tirk û îstîhbarata Fransa’yê hatin qetil kirin, H. Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil, bi minet, hurmet û rêzdarî bi bîrtînin, bejna xwe li ber bîranîn û berxwedaniya wan ditewînin û soz didin ku doza wan ya azadiyê heta ku netewa demokratik bi serkeftina mezin were bi tacîdar kirin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo ewê ev têkoşîn bê navber bê berdewam kirin.
Bi sed sala ye ne tenê di Kurdistan’ê de, li hemû cîhanê Kurd bi ne heqiyê der mirovî re rû bi rû tên. Û yê ku serkêşiya vê ne heqiyê li Kurd’an dike dewleta faşist, qirker û dagirker a Tirk’e. Çima û ji bo çi? Gelo dewleta dagirker a Tirk çima ewqas neyarê gelê Kurd’e? Bê gûman sebebê vê yê siyasî, polîtik , cografîk û h.w.d hene. Ev sebeb ne sebebên bi heqin. Berovajê vê sebebê herî ne heq û der mirovîne. Ji ber Kurd di xaka xwe de, jiyana xwe didomandin. Ne êrîş biribûn ser yekî û ne jî ne heqî li kesî kiribûn. Ji ber ku Kurd ji despêka dîroka mirovahiyê ve fêrî jiyana hevpar bibûn, bi hezarê sala, bi xwuşk û biratî bi fars, ereb û hemû netewên Rojhilata Navîn re jiyaneke hevpar parvedikirin. Çi gel û netew bixwestibana her dem dikaribûn bi Kurd’an re ev jiyan û axê parvebikin. Lê bi şeklekî azad, wekhev, demokratîk û biratî. Loma yê ku vê wekheviyê xira bike, kîbe bila bibe ewê Kurd’an serê xwe li ber netewandiba. Di hemû dîroka Rojhilata Navîn û Kurdistan’ê de yê ku herî zê de hewildaye vê jiyana hevpar xera bike û diktatoriya xwe bide ava kirin dewleta dagirker û qirker a Turk’e. Loma Kurd’a tu carî, li tu cihî serê xwe ji Dewleta dagirker re ne tewandiye û ewê tu carî û li tu cihî ev dewlet nikaribe bi gelê Kurd çok bide şikandin. Ji ber ku vî gelî di hemû dîroka xwe de li himberî diktator û Dehaq’an serî hildaye û gotiye “Berxwedan Jiyane!”
Ev heqîqeta dîrokî di sala 2022’an de jî bi ruhê “Berxwedan Jiyane!” di herî lutkeyê de bi cîh bû. Ji dema desthilatdar hewildan gelê azadîxwaz bê deng û tune bike heya niha her dem “Berxwedan Jiyan” bû. Lê sala 2022 desthilatdar baş dizanin ku dem hatiye guhertin û dengê gelê azadîxwaz bilind dibe. Ji ber vê êrîşên dervî pîvanê mirovî pêş xistin. Loma di nava van siyasetên qirêj yên sîstema kapitalist de ev pêvajoya ku tê jiyan kirin ji herkesî bêtir ji bo gelê Kurd tê wateya hebûn û tune bûnê. Di vê mijarê de ya bi teybetî divê were diyar kirin; weke ku tê zanîn, hevpeymana qirêj a Lozanê sala dawî maye tije bibe. Ji bo ku ev hevpeyman bi rengên hîn qîrêjtir xwe berdewam bike, xwediyê vê hevpeymanê, hêzên hegemonîk û desthilatdar bi hemû hêza xwe ve êrîşî gelê Kurd û destkeftiyên gelê Kurd dikin. Her weha çi rêbaz û listokên qirêj hebe li ser gelê Kurd, Kurdistan û Şoreşgerên netewa demokratîk de diceribînin. Tecrîta girankirî a li ser Rêbertî, êrîşên NATO’yê ku bê navber li ser hemû çiyayên Kurdistan’ê pêktîne, bi destê dewleta dagirker a Tirk topbarana çekên kîmyawî û li himberî vê bê dengiya cîhanê, dexta girankirî ku li ser dîlên azadiyê tên ferz kirin, ji aliyê desthilatan ve ne hezim kirin û ne qebûl kirina Şoreşa Rojava, ev sed sale her roja diçe bêtir perçe, perçe kirina Kurdistan, girtin, lêdan, binçav kirin, asîmilasyona ku li ser gelê Kurd tê meşandin û bi dehan heqîqet hene ku mirov bi hijmêre, berhemên vê hevpeymana qirêj a Lozanê ye. Ji bo ku ev hevpeyman bi serkeftî bi dawi were û berdewamiya wê bi şeklên dijwartir bidin pêşxistin, desthilatdar û zulumkar çi ji destê wan tê dikin. Bi sed sala ye ne tenê di Kurdistan’ê de, li hemû cîhanê Kurd bi ne heqiyê der mirovî re rû bi rû tên. Û yê ku serkêşiya vê ne heqiyê li Kurd’an dike dewleta faşist, qirker û dagirker a Tirk’e. Rastiya van êrîş û komployên nav-dewletî careke din, li kolanên Parîs’ê xwe dan der. Bi vê qatlîama ku li Parîs’ê, li dijî welatparêzên Kurd û di şexsê Heval Evîn Goyî de, li dijî tevgera azadiya jin û tevgera azadiya Kurdistan’ê de hat kirin, careke din hemû cîhan bû şahit ku gelê Kurd bi qirkirinên mezin û der mirovîre rû bi rû ne.
21 meh bê ku di derbarê rewşa Rêbertî de agahî hebe, rewşa Rêbertî nirxandin bê guman tişta herî zahmete. Lê belê weke milîtanên Apocî çendî ji Rêbertî agahî ne girtin ji bo me zahmet be jî ya tê xwestin Rêbertî baş nirxandin, baş fam kirin û di jiyan, kar û xebatên xwe de baş pêkanîne. Di vê wateyê de ji ber dijmin milîtanên Apoyî baş nas dike bi tu awayî nahêle em ji Rêbertî agahî bigrin. Ji bo ku agahî ji Rêbertî neyê girtin û Rêbertî bi fikir û ramanên xwe ne di rojevê debe çi ji destê dijmin tê dike. Di vî bingehî de kengî rewşa Rêbertî dibe rojev, dijmin bi şeklekî êrîşeke awarte pêşdixe û Rêbertî ji rojevê derdixîne. Eger Rêbertî li Rojhilata Navîn, an li welat di rojevê debe, li welat û Rojhilata Navîn û eger Rêbertî li Awrûpa û dervî welat di rojevê debe li wir buyerên awarte diqewimîne û bi her awayî di pêşiya bi rojev kirina Rêbertî de astangî çêdike. Loma dikare were gotin ku hemû şeklê êrîşên ku pêşdixînin, ji rewşa Rêbertî ne qute û xelekek komploya nav dewletî ye. Li beramberî van hewildanên dijmin, tişta herî esasî divê bê kirin, ne tenê 24 seetan rêbertî jiyan kirin, divê di heman demê de 24 seetan Rêbertî di hemû jiyan, kar û xebatan de were pêkanîn. Eger fikir, raman û paradigmaya Rêbertî di her qadê de bi rêk û rêbazên Rêbertî were pêkanîn ewê hemû ev hewildanên komplogeran vala derbikeve û ewê bi xwe mecbûrbin bi Rêbertî re rûnên. Loma divê em weke milîtanên Rêber APO û welatparêzên Kurdistan’ê li her derê û di her kêliyê de rastî û heqîqeta Rêbertî pêkbînin.
Ji bo sala 2022, bê ku mirov berxwedaniya destanî a gerîllayên azadiyê bi lêv neke mirov nikare derbas bibe. Di nava siyaseta salê de mijara herî esas û girîng ku were nirxandin, berxwedaniya mezin û destanî ya gerîlayên netewa demokratike. Ji 17’ê Nîsan’ê ve dewleta faşîst û qirker, 9 meha bê navber bi artêşa xweyî ku ji mirovahiyê tu nasîbê xwe ne girtiye, bi hemû hêza xweyî qaşo teknîka modern û hemû çeteyên xwe û her weha dîsa bi xiyanet-keriya partiya mala Berzanî, êrîş birin ser Zap, Avaşîn û Metina. Herî bingehîn armanca vê êrîşê ew bû ku, ji Zap’ê despê bike û heya Qendîl biçe, ala dewleta xwîn mij li hemû heremên parastina medya bi cîh bike û bi serkeftineke weha re biçe hilbijartinên 2023’an. Hedef û armancên AKP-MHP û KDP’ê di esasî de ev bû. Ji bo ku bikaribin li Turkiyê deshilata AKP-MHP û li Kurdistan’ê jî deshilata partiya mala Berzanî KDP bidin berdewam kirin. Deshilata AKP-MHP’ê û xiyanet-keriya KDP’ê ewqas xwe di vê armanç û hedefê de kilît kiribûn ku navê êrîşa xwe operasyona kilît lê kiribûn. Lê belê berxwedaniya destanî ya gerîlayên netewa demokratik, ev kilita wan li Zap, Avaşîn û Metîna şikandin. Di heman demê de çalekiya can bexşane ya Heval Sara û Heval Rûken li Mersîn’ê li dar xistin jî artêş, polîs û MÎT’a Tirk di nava dilê dewleta dagirker de pûç kirin. Di encama vê berxwedanî û şerê fedayîtiya demê, pêşdeçûna dagirkeran bide aliyekî, weke dîrok gelek cara bû şahidê vê rastiyê, artêşa xwîn mij a dewleta dagirker siwar hat, lê vê carê bi sendroma binkeftina Zap’ê ve peya reviya û çû. Ruxmê hemû teknîka xweyî qaşo modern, hemû hêza xweyî artêş û çete, pêşengtiya xiyanet-keriya KDP’ê û her weha ruxmê çekên kimyewî li ber çavê cîhanê bikaranîn û hemû cîhan jêre bê deng ma jî, bihêle li heremên parastina medya gav pêşde avêtin, nekarî di cihê ketiye de jî xwe biparêze. Ji ber vê, ne çar ma tevlî binkeftina sendroma Zap’ê bazde û biçe. Di vê wateyê de şikestin û binkeftina sendroma Zap’ê ya artêşa dagirkeriya Tirk, bû serbilindiya gerîlayên azadiya Kurdistan û gelê Kurd.
Mijarek din ya ku demga xwe di vê salê de li rojeva siyasî da, sekna jina serbilind ya ku pêşengtî ji serhildanên civaka azadî xwaz re dikir bû. Di vî bingehî de berxwedana bi dehê sala ye ku bi projeya Rêber APO ya jiyana azadiya jin hat despê kirin û di kesayeta Sakîne Cansiz, Zeynep Kınacı, Gülnaz Karataş û bi hezaran berdelên giran buha ku hatin dayîn, iro bi navê “Jin Jiyan Azadî” bû serhildana gelê azadî xwaz. Dikare were gotin ku cara yekê slogana “Jin, Jiyan, Azadî” di nava tevgera azadiyê de ji felsefeya Rêber APO bişkivî. Sal bi sal, meh bi meh, roj bi roj ev bişkivandina azadiyê xwe di dilê hemû jinên azadî xwaz de bi cîh kir. Loma iro gotina ku Rêber APO digot; “ heya ku jin azad nebe, civak azad nabe” bû heqîqeta tevahiya civakên azadî xwaz û demokratîk. Bi bandorbûna mezin ya vê felsefeyê, di nava dewleteke mîna Îran’ê de qetil kirina Jîna Emînî dikarî bibe çirûska serhildanên “JİN, Jiyan, AZADΔ. Her weha bi bandora bi dehan sala ye ku tevgera azadiya jina Kurdistan’ê, tekoşîna birdoziya azadiya jin li her çar aliyê welat û cîhanê belav kiriye, her welatî û di hemû xebatên azadiya jinê de herkesekî bi wêrekiyeke mezin qir kir got; “Jin, Jiyan, Azadî”. Di vê wateyê de di van serhildanên di pêşengtiya jinê de li Îran’ê despê kir û hemû civakên azadî xwaz lê xwedî derketin de gelek berbiçav hate dîtin ku hêzên desthilatdar û dewleta mêr vê carê pir mezin ji hêza jina azad tirsiya ye. Ji ber vê tirsa xwe li Turkiye, İraq, Îran, Sûrî, Afkanîstan, Hindistan û gelek welatên din rêjeya qetil kirina jin bi destê mêr dewletê gelek bilind buye. Ji ber van siyaset û polîtîkayên qirêj yên dewleta mêr, pir eşkere dikare were gotin ku qetliama ku li Parîs’ê di şexsê Heval Evîn Goyî de hat kirin, bi qasî êrîşeke siyasî û faşiste, di heman demê de ewqas jî êrîşeke li dijî tevgera azadiya jine ye. Bi hemû van êrîşên hovane û der mirovî dixwazin pêşî li tekoşîna azadiya jin bigrin. Lê belê carekê jinê tama azadiyê kiriye. Eyn weke rêheval Sara û Rûken’an eger azadî bi feda kirinê were bi dest xistin, ewê hemû jinên azadî xwaz canê jî fedayî reka azadiyê bikin. Loma ewê “Jin Jiyan Azadî” di pêşengtiya jin de, bi serkeftina netewa demokratik û azadiya fizikî ya Rêber APO bi tacîdar bibe.
ASMİN ZELAL
KAYNAK: PAJK.ORG
YORUM GÖNDER