EGÎD KÎNE?
Egît; ew nav yan wesfe ku dema tê ser ziman hestên bi bawerî, wêrekî û qehremaniyê di mirov de dide avakirin. Ewê Egît be; cîhê baweriyê ye, pişta mirov pê raste, adaletê diparêze, xwediyê axaftina xwe ye, kesek wêrek, ciwamêr û merd e. Me wiha naskiriye û zaniye. Di vir de heqîqetek dîrokî a bi deh hezaran sal hatiye hûnandin xwe tîne ziman. Ev bandora hafizaya civakî bi xwe ye.
Weke civak û jinên Kurd em vê heqîqetê baş dizanin û hîs dikin. Bi hezaran rûpelan nehatibe nîvîsandin û weke pirtûk pir zêde belav nebûyîbin jî her nebe, me ji çîrokên dapîr û bapîrên xwe bîhîstine. Me di destan, kilam û lorandinên pêşiyên xwe de guhdar kirine. Dema hîn di temenên xwe yên zarokatiyê de me ev guhdar kirine, heta dibe ku gelekan ji me, xwe xistibin şûna wan qehremanan û xeyalên wan li ber çavên xwe zîndî kiribin jî.
Di vê çanda civaka xwezayî de mêr xwedî taybetmendiyên ciwamêr, wêrek, merd û egît bûye. Ev weke nasnameya mêr pêşketiye. Nirxên civakê parastine, dema pêwîst kir ji bo wê şer kirine, li dijî her cure zilm neheqiyê derketine û di her keliya jiyanê de bi jinê re hevaltiyek rast kirine. Ger wiha bûne ji aliyê jin û civakê ve hatine pejirandin. Jiyan bi xwezayê re di nava lihevkirinê de herîkiye. Pirsgirêk û qrîzên ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin serwer nebûne. Li ser vê bingehê jin û zilam bi hev re civakbûn ber bi pêştir birine. Bi qasî lêkolînên dîrokî, ev rastiya hîn di roja me ya îro de jî berdewam dike, vê heqîqetê diselmîne.
Egîtbûn nasnameyeke ji aliyê civakê ve tê dayîn. Li gorî taybetmendî û karên wî/wê kesî civak wî wesifî lê dike. Ango egîtbûn pêştir nayê bidestxistin, lê tê avakirin. Herdem dagirker û dewletî jî vê nasnamê li hemberî xwe weke xeterî dibînîn. Mirovên egît li hemberî zilmê serî natewînîn, nirxên civaka xwe diparêzin, lewma hêz û saziyên zordar di hebûna egîdan de nebûna xwe dibînîn. Ji ber vê herdem rûbirûyî dijbertiya zaliman tên. Lewma egîtbûn ne tiştekî hesan e. Her kesek jî bi hesanî nikare egît be.
Van rojan em di 38’ emîn salvegera 15’ê Tebax’ê de ne. Weke Artêşa Rizgariya Gelê Kurd yekemîn fîşeka li dijî dewleta faşîst a Komara Tirkiyê hat teqandin. Ev roj ji aliyê gelê Kurd ve weke cejna wejînê hate pejirandin. Bi perspektîfên Rêber APO û fermandariya Heval Egît ev hat serxistin. Dema behsa 15’ê Tebaxê tê kirin, beriya her tiştî kesayeta Heval Egît (Mahsum Korkmaz) tê bîra mirov. 15’ê Tebax û Heval Egît bûne yek û heman tişt. Mirov nikare van ji hev cuda bifikire. Tirs û tarîtiya li ser gelê Kurd hatibû avakirin, hate şikandin. Wêrekiya şer û têkoşînê di mirovên Kurd de hate geş kirin. Careke din hêvî û bawerî hat şîn kirin. Tirs û şermbûna ji xwe hate perçe kirin. Vegera nirxên civakbûn û gelbûna xwe pêşket û ev hatin parastin. Heval Egît fermandariya vê kir, wêrekiya kesekî raber nedikir, raxist ber çavên dost û dijminan. Bi mirovan re hevaltiyek rast kir. Ji xweber navê Heval Mahsum Korkmaz ne Egît bû. Heval Egît nasnameya egîtbûnê di kesayeta xwe de şênber kir. Heqîqeta dîrokî di kesayeta xwe de zîndî kir.
Ji fîşeka yekemîn heta fîşeka herî dawî ku niha li hember dijmin tê teqandin, dibin fermandariya Heval Egît û nasnameya civakî ya egîdiyê de ev tekoşîn berdewam dike. Zîndî û geşe. Heqîqeta civaka Kurd, bi paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber APO pêşxistiye hîn xurttir xwe jîndar dike. Egîdî di vê felsefê de dighêje wateya xwe ya rasteqîn.
38 sale şerê azadiyê tê kirin. Qet ne hesan e. Dibe hevokek kurt be, lê naveroka wê ya kêlî bi kêlî dikare bibe mijara bi deh hezaran pirtûk û fîlman. 38 salin li ser şopa Heval Egît gerîllayên azadiya Kurdistanê şer û têkoşîn dikin. Di çend salên dawî de ji Bakur heta Heftenîn, ji Garê heta Werxelê û Xakurkê şer dijwartir bû. Bi taybet jî ev nêzîkî 4 mehe Şerê Hebûn û Nebûnê li Zap û Metinayê tê kirin. Li dijî teknîka herî pêşketî û çekên kîmyewî yê dewlet û hukumeta wê AKP û MHP ya faşîst û dagirker ev şer tê meşandin. Di êrîşên dijmin de xiyaneta PDK’ê jî bitemamî eşkere ye.
Tevî hemû zehmetiyan jî gerîlla ne di rewşa parastinê de ye. Gerîlla bi xwe êrîşî zalim û dagirkeran dike. Dijmin tenê bawerî bi teknîk û kîmyasalên xwe tîne. Raste balafirên bê mirov 24 seet digerin û ew xwedî teknîkeke şopandinê yê pêşketinê ne. Lê gerîlla tevî şopandinê jî kariye xwe ji wan wenda bike û di dem û cîhên ne li bendê bi çalekiyên mezin derkeve pêşberî wan.
Îro gerîlla destanan dinîvîsînin. Her roj destanên nûjen ên parastina gel û azadiya welat bi jiyanê dinivîsînin. Di heman demê de xwedî li keramet û rûmeta mirovahiyê jî derdikevin. Ev ne egîdi be ma çiye? Me çanda egîdiyê ji dîroka xwe ya civakî wergirt û bi Heval Egît re dest bi vî şerê rûmetê kir. Îro jî dibin fermandariya Heval Egît de bi Egîdên demê re em berdewam dikin. Raste egîdî ne hesane, lê her gerîllayek li çiyayên Kurdistanê jî Egîdeke.
DERSÎM ARAS
KAYNAK: pajk.org/tr/
YORUM GÖNDER