ME BÊHNEKÎ BÊHNA XWE DA
Dema ku min û hevalek Jin biryara xwe ya tevlîbûnê da, bi rêya hevalêki em ji Wan’ê hatin Başkale. Wê demê jî bi taybet tevlîbûna jinan ya nava refên gerîlla zêde nebû. Em hêj nuciwan bûn, emê kengî hevalan bibînin, emê çewa tevger bikin, emê çi baxivin emê çewa baxivin me nezanî bû ji bo wê em pir bi kelecan bûn. Me hertişt mereq dikir, her tişt pirs dikir. Min hema dixwest demekê ji ya din zûtir bigihim hevalan û min ji bo wê hertişt dikir. Milîsan em birin gundekî Başkale danîn malekê û ji mere gotin hun li vir bin, emê biçin hinek pêwîstiyên we hene emê bigirin.
Xwediyên malê du ciwanên nu zewicîbûn û buk jî ji derve anîbûn gund. Zilam jî milîsê hevalan bu, lê zêde heval nasnedikirin. Herduk jî însanên welatparêz bûn. Navê dayîka malê Sêvê bû. Beriya ku hevalên milîs dekevin gotin pêwîste hûn bi kesî ne axivîn û kes we nebîne. Ji xwe milîsên me çûn ser rêya xwe. Ji ber rê, kelecan, girtin û tirsa derdor ew çend roj bû me xew nekiribû. Em pir westiyabûn. Piştî ku em gihiştin wê malê û em ji malbatê dûr ketin, êdî tirsa vegerandina me ya ji aliyê malbatê ve li gel min nemabû û hinekî dilê min rehet bibû. Dema ku em gihiştin gund hêj serê sibê bû. Piştî milîs çûn, dayîka ciwan ya malê cih ji me re çêkirin û got hun niha bêhna xwe bidin heya piştî nîvro encax hevalên we vegerin, hunê şev bikevin ser rê.
Milîsan jî ji mere gotibû niha hinekê xew bigirin ji ber kû emê şev bimeşin rêya me dûre. Me di jiyana xwe de tu carê ew qas rêyên dûr nedîtibûn. Ji ber wê jî piskolojiya emê bikarin yan nekarin bimeşin li ser me hebû. Em hêj wê difikirîn, hema me dît carekê de derî lêxist û çend jinên cîran hatin ketin hindir û derbazî salona rûniştinê bûn. Dayîkan bihîstibûn ku ji Stenbolê mêvan hatine û jina malê jî ji wan re gitibû ew xuşkên minin. Ji ber wê dayîk jî hatine seredanê û xêrhatinê bikin. Piştî dayîkên cîran hatin rûniştin, jina malê ket hindir gotin jinên cîranan hatine û wisa dizanin ku hûn xuşkên minin û ji Stenbolê hatine. Divê hûn werin silavekê bidin wan, ji ber ku ger hûn silavekê nedin wan şerme. Lê divê piştî ku we silav da hûn biçin bikevin aşxanê û ji wan re çayekê çêkin ji ber ku li vir edet wisaye. Em ketin salonê me silav da destê wan maç kir, wan jî bi keyîfxweşî xêrhatina me kirin û ketin nava pirsan. Hun ji kû hatine, hûn çewa hatine, hûn bi çi hatine….min jî got ez xuşka Sêvê me hevala min jî xizma meye, em xwendevanin ji ber dibistan ketiye bêhndanê em hatine seredana xuşka xwe bikin. Piştî sohbetê niha mecbûre em bikevin aşxane çayê çêkin, em çûn me çayê amade kir û me anî danî ber wan. Hêj wan çaya xwe ne qedand me mêze kir komek din ya jinan hat rûnişt, dîsa bi heman şêweyî em çûn me silav dan destê wan maç kir, çaya wan da û ketin ber lêpirsîna dayîkan.
Beriya em werin gel dayîkan hêj di odeyê de Sêvê ji mere gotibû divê hûn kurdî naxivin, tirkî baxivin ji bo gûmanên wan çênebin. Ji ber ku kurdiya me û wê ne wek hev bû. Hun xwedevanin ji Stenbolê hatine û hûn kurdî nizanin. Gundiyan hatina me ji kû bihîstibû, ji kê bihîstibû çewa bihîstibû me fam nekir. Gundî hemû pêhesane ku xuşka Sêvê xwendevane, ji Stenbolê hatiye seredana Sêvê. Vêca komê da pey komê û tevahî gund ketiye pey hev tên mala Sêvê. Ji bo her koma mêvanên ku dihatin bi heman şêweyî em diçûn me xêrhatina wan dikir, destê wan maç dikir û diketin ber lêpirsînê. Ev rewşa me heya êvarê berdewam kir.
Min di jiyana xwe de tu carê ew qasê çayê çênekiribû. Me got înşala êdî kes neyê ji ber emê êvarê bimeşin divê em hinekê bêhna xwe vekin, xew bigirin. Me ji Sêvê re jî got kî were bêje pir westiyane ji rêya dûr hatine çune xew bikin. Em ketin odê me bêhnekî bêhna xwe da heya êvar qediya heval hatin em girtin em ketin ser rê û em gihiştin Kêlareş gel hevalan. Em şevekê li Kêlareşê man, me heval dîtin ji bo wê em pir keyîfxweş bibûn. Roja din serê sibê hevalan sîleh anîn gel me ku em çewa bikarbînin nîşanî me didan, lê ji mere gotin heya hûn mecbûr nebin divê kesin hûn bikarneynin. Me bi pratîkî çend mermî jî avêtin.
NÎŞTİMAN SORXWÎN
YORUM GÖNDER