ŞERMA DERSÊN BİJARTE!
Di dibistanên li Tirkiyeyê de dersên bijarte hene. Xwendekar ji bo zimanê neteweyekî din hîn bibe li dibistanê wekî zimanê biyanî yê wî neteweyî dibijêrin. Wekî mînak herî zêde li dibestanên Tirkiyeyê zimanê Inglizî, elmanî, fransî, tê hilbijartin. Çima? Armanc ew e ku ji derveyî zimanê xwe zimanekî din jî bizanibin û siberojê di jiyanê de bikêrî wî/wê bê. A rast, hemû mirovan di jiyana xwe de xwestiye ku ji derveyî zimanê dayikê herî kêm zimanekî din jî bizanibin. Ev daxwaz jî gelekî baş e. Lê belê kesekî nexwestiye li dibistanê zimanê xwe bibijêre. Ev nayê wê wateyê ku perwerdehiya bi zimanê xwe naxwaz e. Ji xwe divê teqez perwerdehiyeke bi zimanê xwe hebe. Perwerdeya her neteweyî divê bi zimanê dayikê be. Heke neteweyek bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê nebîn e, bi xweşî an jî zorî tê wateya li ser politikaya pişfatin an jî xwepişaftinê heye. Di rewşeke wiha de ev jî sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Niha demeke ji aliyê hin derdoran ve “Li dibistanan bijartina dersên kurdî” ket rojevê. Gelo çi bû û sedema vê çi ye? Bi ya min gelekî balkêş e. Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê, bi polîtîkayên Şarq-i Islihatê li dijî neteweya kurd her rêbazê tunekirin û tunehesibandinê ket meriyetê. Di her serdemê de ev bi awayekî dijwar berdewam kir. Heta roja îro jî ji vê polîtîkayê gavek paşve nehatiye avêtin. Li ser navê Kurd û Kurdistanê tiştekî nahêlin. Hemû navên kurdî ji park û kolanan hatin rakirin. Hêj sê meh berê li Sêrtê welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen ji ber ku tunehesibandina kurd û Kurdistanê bi bîra siyasetmedareke tirk xist hat girtin û der barê wî de doz hat vekirin.
Gelo dema em di xew debûn tiştek guherî? Heke tiştekî ku em nizanin qewimî be, ji kerema xwe yên ku li dibistanên Tirkiyeyê dersên bijarte yê zimanê kurdî dixwaze bila me jî serwext bike. Li ser navê xwe ji guherînên erênî ez ê gelekî kêfxweş bibim. Gelo qedexeya tîpên; Ê, Î, X, W, Û, Q yên ku di alfabeya kurdî de derbas dibin ji aliyê dewletê ve hat rakirin? Heke hêj ev tîp qedexe bin dê li şûna wan çi bê gotin? Gelo wê ji navê Ehmedê Xanî re hêj bibêjin “Ahmede Hani”? Ev tenê mînakek e. Gelo, qedexeya li ser perwerdeya zimanê kurdî hat rakirin? Gelo, navên kolan, gund, bajar, cih û warên dîrokî yên bi kurdî hatin sererastkirin? Gelo dema em radizan hin “tiştên xweş” çê bûn haya me jê tune ye? Xwezî ev hemû rast bûna. Lê mixabin tiştekî wiha tune ye. Hêj di politikaya dewletê ya tunekirin û tunehesibandinê de tiştek neguherî ye. Ez bêjim tiştek guherî ye, ew jî di encama berxwedan û têkoşîna kurdên azadîxwaz de dewlet û desthilat hatiye asta xitimînê û niha têkçûyînekê dijî. Ji ber vê têkçûyînê polîtîkayeke wiha çêker avêt holê. Sedema vê jî ev bû; Ya yekemîn di vê xitimînê de xwe demokrat nîşan bide û pê bêhnekê bistîne. Ya din jî mijûliyekê bide avakirin û rojeva têkçûna xwe binixumîn e. Berê ji me kurdan re digotin polîtîk in. Gelo çi bû ku me ev kiryarên heyî yên tunekirina li ser kurdan ji bîr kir û baweriya xwe pê tînin ku ev gaveke ji dil e. Çi bû ku em ji bo hewildaneke qirêj û xapînok bûn amûr.
Ev çi dixe bîra mirov hûn dizanin? Hêvî û baweriya ku mîna avakirina qenala televizyona dewletê ya TRT-6’ê. Lewra dema ku dewlet û desthilatî di encama berxwedan û têkoşîna ji bo nasname û jiyaneke azad a civaka kurd lewaz û tengav bûbû, xwe ji vê rewşê rizgar bike rabû TRT-6 vekir. Lê belê di vê qenalê de heta roja îro gelo parastina Kurd û Kurdistanê hat kirin? Na. Kesên xwedî hêviyên pak ên digotin “de waye televizyoneke bi zimanê kurdî ava bûye dê sibê gelek tiştên din jî biguhere” çi guherî? Gavên baş hatin avêtin? Na. Dijwartir bû. Bi dehan caran hemû saziyên bi kurdî weşan dikirin hatin girtin. Ji xwe me li jor qala ji holê rakirina navên kurdî yên li ser cih û waran kir. Dibisanên bi kurdî perwerdeya zimanê dayikê didan hatin girtin, yek ji wan jî ya Ferzad Kemanger bû. Gelo em kor in û bê hiş in? Ev tiştên ku em qal dikin qet neqewimîn?
Bê guman perwerdeya bi zimanê kurdî bi qasî zimanê tirkî, erebî, farizî û hwd, mafekî xwezayî û gerdûnî ye. Kesê ku vî mafî ji bo neteweya xwe yan jî neteweyeke din nexwaze ew ji mirovahiyê bêpar e. Lê çawa dibe ku mirovek ji mafê xwe yê parwerdeya zimanê dayikê bêpar bê hiştin û wekî qenciyekê bijartina dersekê bê nasikirin. Lê ev nehatiye dîtîn ku tirkek li dibistanê biçe dersên zimanê tirkî bibijêrin. Çawa dibe ku mirovek dersên ji bo zimanê xwe bibijêr e. Dersên bijarte ji bo kesên ne ji wî neteweyî bin tê dayîn. Mînak; dibe ku tirkek li dibistanê doza dersên bijarte yên kurdî bike. An jî kurdek li dibistana ku perwerdehiya wî bi zimanê wî yê dayikê be daxwaza dersa bijarte ya zimanê tirkî bike. Lê belê şerme ku kurdek doza dersên bijarte yê kurdî bike. Her wiha şerm ew e ku kesên ji van polîtîkayan re dibin amûr. Heke ew kesên bi rojan vê mijarê di rojevê de dihêle dilsozên zimanê kurdî bin bila vê daxwazê û têkoşînê ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê bikin.
ZEYNEL BULUT
YORUM GÖNDER