ROJ XISTINA DILE XWE-2
Her ku tora pergala hatiyê hûnandî didît, di serê her qûncikeke de mirinên ku li benda mirovanin jî hêj baştir didît. Her ku ev tor mirovan çawa dîldigire didît ji hêrs, raperîn, çalaki û gotinên wê re têre nedikir û hêrsa wê jî mezintir dibû. Lêgerînên wê her mezindibûn, azweriya wê ya çiya jî mezindibû. Ji bo mezinbûna azwerî, lêgerînên xwe bipêçe berêxwe zivirandibû çiyan. Weke jinekê hem sinorê eşîra xwe derbaskiribû, hem jî ji bo gelê xwe wê biba şervaneke azadiyê. Ew despêkên erdhejên ku di bedena wê de afirandinê ew bi komek xwendevanan re biriye çiyayên Zagrosê. Rêpîvana kul i çiyan bi rêhevalên xwe re kirin nirx û moralek cudabû. Çiyayê Zagrosan çiyayên lê mezinbûyî, di şibiya rewşa mezinbûna wê.
Piştî ku ew çiyayên efsûnkâr û bedew rêpîvan kir, nepeniya kişîner a çiyayan jî naskir. Li rex Rêbertî û Gelê xwe di dilê xwe de hîskir ka şervanê azadiyê çawaye. Her Rêbertî nasdikir, tîbûna wê ji hînbûn û zanistiyê re hîn betir mezin dibû. Zanistî aveke bedewe, her vedixwar dixwest ji ava wê vexwû. Bedena wê ji temenê wê hîn meztir tî bûnek dixwest. Ji ber ku tî bûna wê, ji hesreta azadiya Gelê wê dihat. Di şevên hîva çarde şevî de her kêliya rêpîvana li çiyayan de, cihêbûna ji çavkaniya vexwarina wê avê dijiya. Ji bo Gelê xwe, biçe wê çavkaniyê bibine, hêviya wê di têkoşîna PKK’ê de her ku stêrkan komî dilê xwe bike, wê xwe nêzî çavkaniya zanistê didît. Dilê xwe di şevên sar de gerim dikir û bibedewbûna agir ve cil li xwe dikirin. Berbi azadiyê ve, her roj bi rêhevalên xwe re agirek nû pêdixist. Piştre xiyalên xwe bibedewiya zanistê ve şûştin. Li çiyayan meşin, bûna şervanê azadiyê nehesanbû. Di sala 05-06- 1993’de tevlîbibû, raxmê ku di aliyê fizikî de zehmetî jî dikşand biazweriya xwe, çiyayên ku rê nedidan re rêpivan dikir. Daxweza wê ji tevlîbûna şer re, weke çemeke ji cihê xwe de nedisekini. Di pêşiya her çalakiyeke li cihê xwe di difûriya. Raxmê hin zehmetiyên fizikî jî, raxmê ku nexweşiyên berbiçav dijiya dihat ditîn, dixwest tevlî şerên ku bedena wê derbasdikin bibe. Dizanî ku mezinkirina xiyalan bişerên mezin ve wê pêkwere. Herikîna demê biaveke diherikî ve dikiryek, qet carekedin heman av, wê heman cihî de neherikîba û her, dizanî ku avên nipînû wê biherikin. Wê jî dixwest bikeve li ber avên herikî yê serhildêr a Zagrosan. Bitaybet jî di hevdîtinên telefonê ên Rêbertiyê de dema bîhist ku pirsa wê kiriyê qêrînên wê, weke bayeke ku sinoran nasnake di geliyê Zagrosan de dengvedida.
Wê çûba çavkaniya bedewî û zanistiyê. Wê wisa hînbiba, dibe ku ew bixwe jî wê biba çavkaniyek ji cihê. Dema di esmanên şîn de difirya di bin tîrejên rojê de wê bayê serhildêr baskên xwe de hîsbikira. Di şaneyên wê de ya heldiperî, di çavên wê yên zarokatî û qêrînên wê de herikin didît. Hevalên yên di tabûrê de ev daxweza wê ya hînbûn, jiyîn û dane jiyîne bimatmayî lê dimeyzandin. Raxmê hemû zor û zehmetiyan jî, li gel kesayeta ku pes nake bisekna têkoşerî, li ber xwe ve rêzek dida diyarkirin. Bidaxweza erdhejên hînbûne û hizarûyek pirsên di raman û bedena wê de bûn derbasî qada Rêbertiyê bibû. Li wê derê, ji çavkaniya zanista jiyanê daqûrtandibû. Dema çavên wê li rojêbûn her dilopa ku ji ava azadiyê vedixwar, ew ji nûve zindîdikir. Dîsa giyanê xwe kir yek berêxwe zivirand çiyayên serhildêr yê Zagrosan. Evîna azadiyê didil, mejî û di çavên wê de bû. Li çiyayan de her ku rastî hevalên xwe dihat bêsekin jêderka azadiyê vedigot. Bêyî ku gûh bide zehmetiyên fîzikî di serê çîvereyekê de, rêwîngiya şevekê de, vedigot. Ji dildariya welat û evîna jiyanê re. Di çavên wê de bi vegotina stêrkan re dest pêdikir, roj tijî dilê wê dibû. Şev bi rojan re, roj jî bi şevan re girêdida. Çekên ku girtiyê destê xwe, li Zagrosê reyên ku rê nadin derbasbûnan, evîna xwe ji dar û kevirên wê re vedigot. Berfa heyaman weke çiyayeke dabû ber rojê. Av bêrawest diherikî û li cihê xwe de nedisekinîn. Zimanê wê rawestiyaba, destên wê nedirawestiyan, destê wê rawestiyaba çavên wê diaxivîn. Disekinî li meyizandina hevalan a matmayî dinêrî, dizanim hêzamin têra vegotina vîn û azadiya wî nake. Lê belê ez nikarim xwe bidim rawestandin, tûjbûna wextê, di dilê xwe de hîsdikim.
Qûrtek ji çavkaniya ava azadiyê vexweribû. Hê baştir hatin û çûnên wextê didît. Didît ku şûr ka li kîjan nirxên wextê re girtiyê. Li gel wê hevala Rojbin Amanos jî, li heman tûjbûna şûr re dimeyîzand. Di xedariya wextê de ketin rêyan. Ger pêwîstbe li beranberî erîşên ku li ser Çiya, Gel û Rêbertiya wan wê biban mertal. Dema pêwîstbe jî dizanî ku wê bibe guleyeke dana ber lûleye. Geleke ku tiye azadiyê ye, pêhesîn ku dixwezin çavkaniya azadiyê zûhabikin. Ji Çiyan û Rêbertiya xwe hinî hêza yêkitiyêbibû. Ji ber vê yeke heval Ş.Berwar û Ş. Rojbîn dest û mil dan hev li hemberî van erîşan li ber şer û çeperên ku girtinê rabûn, li berbî hedefên xwe ve pêşvediçûn. Ji ber ku carekê ji ava bêdawîbûna azadiyê diherikî re vexaribûn. Gotinên, Dîrokê gotiye, lê rûh nedîtiyê zindîdibûn. Li hemberê dijminê ku erişî Rêbertiya wan û azadiya Gelê wan astengdikin, xwe li baweriya azadiyê rapêçan. Heya ciheke bihev re çûbin jî, dema wextê wê hat ji bo hedef û armancên xwe pêkbînin, ketin reyan. Dema ku hevala Ş. Berwar berbi hedefa xwe ve pêşvediçû yên ku xwestin wê asteng bikin çêbûn. Lê belê ew bibiryarbû. Di hedefa xwe de, weke rojê zelalbû, qet bêrawest dilê xwe, dengê xwe guhdar dikir bihedefkirina roja 24- Kanûna 1998’an bedena xwe bi topeke agir ve, xwest bibe rêhevaleke rast yê roja Romaye. Tevlî kervanê şehîdên ku navên wan hîna ka çiqes hene min ne jimartiyê û hevala Şehîd Rojbin, Ş.Şehristan û Ş. Dîlan re bûye.
BÊRİTAN ÇELÊ Û ŞEHÎD NUDA BATMAN
YORUM GÖNDER