BIHÛŞTEK DI XWEŞIKBÛNA PAYÎZÊ DE
Hêdî hêdî havîn jî xatirê xwe dixwast derî ji payîzê re vedikir. Di carekî de ezman ewrê baranê da xwe nekişand. Dilopê barana payîzê erd şil kiribû. Ew baran hêvî, bereket azadbûyîn, xweşîkbûyîn lê dibarî. Û di her rojên payîzê de hîn bêhtir diçû xweşiktir dibû. Û hestên gelek cuda ava dibû. Bereketa axê hemû zindiyan têr û tîjî dikir. Bi ketina meha Îlonê re hemû fêkiyên cuda cuda darên wan tijî dibû û demê wan hatibû ku werin jêkirin. Cardin bi ketina meha Cotmehê re erd dihatin cot kirin. Ji bo demsala Bihrê dihat amadekirin di esîmanên şîn de çivîkên ku ji bo çûyîna rêwîtiyekî dirêj dikirin. Di esmanan de tîjî şopên wan çêdibû.
Demsala Payîzê ji her sê demsalên hîn cudatir bû. Gerdûn, xweza, mirov, ajal hemû ketibûn amadekariyekî mezin. Lê pêşiya wan demsala zivistanê hemû bereketa xwezayî biqedanda bi destê wan dihat berhevkirin. Lê qedirdayîn nirxekî herî pîroze. Hêdî hêdî dem ber payîza derengî ve diçû.
Dîrok 25’ê Cotmeha 1992’an bû. Ji palpişta Zagrosan dengek bilind bû. Ew deng dişbiya dengê jinekî. Çiya û newal, dol û gelî hemû zindiye xwezayê guhdar dikirin. Û derdora xwe mêze dikirin. Ew qêrîn li kur hat? Lê ew qêrîn di zinarên asî yên Xakurkê de dihat. Dengê keça Dêrsimî ya leheng Bêrîtan Hêvî bû. Li hember xiyanetê têkoşîn dikir. Û qêrînên ji xiyanetê re bû. Berxwedan rastiya min e, heqîqeta min e. Pêwiste ti cari xiyanetê li rastiya xwe nekim û serî netewînim. Deriyê xiyanetê bi mifteya berxwedanê û têkoşînê ve hate girtin. Rêheval Bêrîtan ew di jiyana xwe de dabû îspatkirin û têkoşîna xwe mezin kiribû. Bêrîtan bû sembola bihûşta payîzê.
Payîz rengê jina leheng bi Bêrîtan Hêvî xweşikbû. Hemû zindiyên xwezayê li xweşikbûn û rastiya Bêrîtan matmayî mabûn. Di nava rêhevalên xwe de gelek dihat heskirin. Û bi rêhevalên xwe re mîrateya têkoşîn, berxwedan û şer kirinê heşt. Jina şer dike çiqas bedew dibe, bedew dibe tê heskirin. Ew rastiya îro cardin di rihê Sara Tolhildan û Rûken Zelal’an de zîndî bû.
Yan Kurdistan Yan Ji Neman
Vaye îro qontarên çiya mîj û dûmane.
Çeper girtine pakrewanên dilsoz e
Sonda tolhildanê dane ser doze
Egîd û lehengên sibe rojê
Di çar demsalan de xwe xemilandine
Di Zagrosan de belavbûne.
Cilo, çarçella û basya, govende
Metîna, Xakurkê heya Avaşîn û zapê
Govend girtine çar milan
Soz peymana wan yan Kurdistan yan ji neman.
Di lat û zinaran de xwe avetine
Bêrîtan, Axîn û Rustem an
Xiyanet şkandine bi hirs û kîn
Tilîliyên wan çiya hejandine
Yan Kurdistan yan ji neman
Ewin şêr û bazên çiyan
Ewin Kurd û Kurdistan
Ji bo welat canfedane
Ewin gerîlane
Ew dilsozên welatê xwe ne
Ewin ji çiya xwe berdane
Newal û bajaran
Bûne xofekî mezin
Dilê dijmin û neyarên da.
Ewin xezalên çiya
Ewin Rûken û Sara
Ewin bermahiyên Zîlan û Bêrîtanan
Ewin xwedewanda welatên rojê
Hîlala zerîn
Cardin gotin yan Kurdistan yan ji neman
SARİNA AGİRÎ
YORUM GÖNDER