DÎROKA TEVGERA AZADIYA JINÊ-2
Beşa yekemîn
Destpêka avabûna tevgera azadiya jin a Kurdistanê
Weke jin dîroka xwe rast girtina dest
Destpêkê pêwîste em dîroka xwe bi vî awayî bigirin dest: Rêbertî dibêje, “Jiyana Sakîne dîroka têkoşîna azadiya jinê ye.” Ji bo wê jî pêwîste em vê dersê diyarî hevala Sara (Sakîne Cansiz) bikin û wê bibîr bînin. Gelek hevalan pirtûka wê ya bi navê “HER ŞER BÛ JIYANA MIN” xwendine. Hevala Sara, ji pêvajoya yekemîn heya şehadeta xwe her tim bi Tevgerê re meşiya ye. Ji bo wê Rêbertî roleke wisa dide û dibêje, “Têkoşîna Sakîne têkoşîna tevgera azadiya jinê ye”. Pêwîste em jî bi vî awayî bigirin dest. Belkî mafê wê yê ku bê dayîn me tam nedaye, em layiq nebûne, lê bi zanîna dîrokê re herî hindik em dikarin vê telafî bikin, xwe bigihînin zanebûna wê têkoşînê. Hevala Sakîne Karakoçan jî dibêje, “Ev maratonek e, hinek tên û alê dewr digirin”. Roja îro jî weke kesên ev al dewr girtine pêwîste em vê têkoşînê pêşde bibin, bigihînin serkeftinê. Eger nêzîkatî bi vî awayî be, wê layiqbûn çêbibe. Ji bo wê pêwîste em vê dersê wisa bigirin dest. Dibe ku em dem bi dem taybet li ser kesayeta hevala Sara bisekinin, lê bes di qadên têkoşînê de tevlîbûn bi çi awayî bû, rola hevala Sara çi bû, em ê li ser vana jî bisekinin. Ev ji bo me girîng e.
Di serî de nêzîkbûna me ya ji dîrokê re wê çi be? Rêbertî wisa digot: “Heqîqet li cihê ku hatiye windakirin, wê bê dîtin.” Yanî heqîqet li ku derê hatibe windakirin, lazime mirov li wir bigere û li wir bibîne. Ew jî di ku derê de ye? Di kokê de ye. Ji bo wê jî Rêbertî gelek caran behsa vegera li cewher dike. Nexwe yekbûna bi heqîqetê re girîng e, ji ber ku têkoşîna me têkoşîna heqîqetê ye, têkoşîna xwe gihandina heqîqetê ye. Bi heqîqetê re yekbûn xwe gihandina cewherê xwe ye, cewherê xwe naskirin e, her wiha xwe bi heqîqetê re kirina yek e. Ji bo wê jî bêguman dema em li rastiya jinê bigerin, pêwîste em di kokê de lê bigerin. Em li ku derê li koka dîroka jinê bigerin? Kok di civaka xwezayî de bû, li wir şîn bû û heya roja me ya îro hat. Her çendî jinê di wê demê de nasname û hebûna xwe winda kiribe, tiştên cuda li ser hatibin zêdekirin, bi zîhniyeteke cuda xwe gihandibe heya roja îro, bi her mudaxeleyê re rû bi rû mabe jî, em îro bi navê azadiyê derketine rê, pêwîste em vê jî wekî nirxekê bibînin.
Der barê feraseta dîrokê de Rêbertî ji bo kesên dîrok nivîsîne got: “Wana dîrok yekalî nivîsîne. Ji ber ku wana bi zîhniyeta zilamtiyê nivîsîne.” Kengî zilam serwer bû û bi taybetî sîstema Modernîteya Kapîtalîst dîrokê bi vî awayî digire dest, yanî piştî zilam serwer bû, wana dîrok nivîsandin û jixwe di wê dîrokê de jî jin nîne. Jin di wê pergalê de hatiye windakirin û zilam li gorî xwe dîrok nivîsandiye, berevajî kiriye. Rêbertî der barê dîrokê de nêrandinek çawa bi me re pêş xist? Rêbertî got: “Dîrok di du aliyan de pêş ketiye. Desthilatdarê ku xwe bi zîhniyeta zilamtiyê pêş dixe êdî desthilatdariya xwe bisazî dike. Erê ew jî dîrokeke xwe heye, ku em ji vê dîrokê re dibêjin dîroka şaristaniyê; lê bes li beramberî wê, aliyekî din ê li ber xwe dane hene. Rêbertî vana wekî beşeke civakê, wekî “hêmanên demokratîk” bi nav kir û dîrokekê vana ya berxwedanê jî heye.
Yekemîn beşa demokratîk, jin bû. Çima? Ji ber di nêrandinê de hat dîtin ku desthilatdariyê cara yekê li ser nakokiya zayendî xwe daye rûniştin, li ser xistina jinê desthilatdariya xwe ava kir. Ji bo wê ev nakokiyeke herî kevn e, heta nakokiya destpêkê ye. Ji bo wê êdî nêrandineke me li ser dîrokê heye. Lewma dema em dîroka xwe jî bigirin dest, divê em li gorî vê bigirin dest. Em nikarin dîrokê tenê ji xwe ve bidin destpêkirin. Roja îro ji ber em wekî tevgereke azadiya jinê derketine, me ji salên 1970’yî heya îro têkoşîn kiriye em bibêjin ku her tişt em in, her tiştî bi me destpê kiriye, ev dibe înkarkirin û rast jî nabe. Nêzîkatiyeke wisa dibe înkarkirin, dibe nedîtina paşerojê, nedîtina kokê. Ji bo wê pêwîste em bi vî şêwazî nêzîk nebin. Mîrasek heye û em îro li ser wê mîrasê têkoşîna xwe mezin dikin.
Elbet xwedî derketina li vê mîrasê bi vî awayî nabe; tu bixwazî tiştê heyî wekî berê pêk bînî, ev nabe. Çima? Ji ber ku dem tê guhertin, tiştek wekî berê namîne, her tişt hatiye guhertin. Ji bo wê lazime ew jî xwe nûjen bike. Pêwîste em dîroka Tevgera me ya Azadiya Jinê bi vî awayî bigirin dest.
Yek jî, ev mijar girîngiyeke xwe ya bi vî awayî heye; pergala Modernîteya Kapîtalîst bi nêrîna “duh duh bû, îro îro ye, wana jî ji bîr bike, deyne aliyekî, li kêliyê (an’a) binêre û li pêşerojê binêre” felsefeyekê pêş dixe. Hinek jî vê felsefeyê bi gotina “heya sibe Xwedê kerîm e” nêzîk dibin û sibe jî wê çi derkeve pêşiya mirov ne diyar e, lê gava tu jiyan dikî, divê tu baş jiyan bikî. Ev felsefeyeke li ser kêliyê ye. Esas ev tê wateya ku tu kêliyê bijî û ew jî tê wateya înkarkirinê. Heman demê ev feraseteke qederperest e. Em nikarin bi vî awayî nêzîk bibin. Nêzîkatiyeke wisa wê bê wateya ku em ê dîroka xwe înkar bikin.
Di paşerojê de xwedî derketina li vê mîrasê pir tune ye. Ji bo wê erkeke me ya wisa jî heye ku, em li vê mîrasê xweyî derkevin. Erê hatiye jiyîn, ji aliyê desthilatdaran ve hatiye veşartin û nehatiye ronîkirin. Bi vî awayî erka me ya yekemîn ew e ku, tiştê hatiye veşartin em êdî ronî bikin, zelal bikin û di vî alî de zanebûnê pêş bixin. Rast e mîras heta îro hatiye, lê bes xwedî derketinek jî nîn e. Têkoşînên bi navê azadiya jinê derketine, elbet herî hindik xwestine nasnameya xwe bi vê mîrasê re çêbikin. Hewldanên bi vî rengî hene û roja îro wekî Tevgera Azadiya Jinê esas roleke me ya bi vî rengî derket holê. Em îro pêşengiyê dikin. Erê em tevgereke Kurdistanî ne, lê belê em tenê di Kurdistanê de pêşengiyê nakin. Li Rojhilata Navîn erka me ya pêşengiyê heye, her wiha hedefeke me heye ku em êdî gerdûnî bibin, bikaribin tevahî cîhanê temsîl bikin. Bala gelek tevgerên din ên femînîstan dikişîne. Me herî zêde balkêşiya wê di ku derê dît? Mînaka wê jî, di şehadeta hevala Sara û hevalên pê re (şehîd Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez) de derket holê ku, hemû dunya lê xwedî derket. Çima? Wana dîtin ku li wir dîrokek bû. Hevala Sara bi xwe dîrokek bû, ji bo wê xwe tê de dîtin û di bûyera şehadeta wana de ji aliyê tevahî cîhanê ve lêxweyî derketineke cidî çêbû.
Her wisa têkoşîna me bi taybetî di Kobanê de gihîşt astekê, di Şengalê de bala hemû dunyayê kişand. Bi taybetî têkoşîna ku îro li hemberî DAÎŞ’ê tê dayîn girîng e. Çima? Ji ber ku her kes DAÎŞ’ê nas dike, dunyayê wehşeta wana tê zanîn û di roja me ya îro de kî li hemberî wana li ber xwe dide, ev rastî hat dîtin. Esas di wir de rizgariya xwe dîtin. Her çiqasî çirûskek biçûk be jî, ronahiyek dîtin û baldarî nîşan dan. Li gorî vê divê em hem ji hêviyên wan hawirdorên çêdibin re bibin bersiv, hem jî divê em li mîrasa heyî xweyî derkevin. Ev girîng e.
Dîrok bi bûyeran nayê destgirtin. Di jiyana mirovan de bûyerên derketine holê bêguman girîng in û di dema xwe de bandor kirine. Pêwîste mirov di wextê de bigire dest, lê pê ve aliqî nemîne. Û bûyer tenê nikare dîrokê pênase bike, ji ber ku teng dimîne. Bûyer bêwate nîn e, tiştê ku îfade dike heye, lê çarçoveya wê teng e. Em nikarin hemû dîrokê tenê bi bûyerekê bînin ziman. Carina hizrê me yê teng dihêle em dîrokê bi bûyeran re bigirin dest, ku gelek caran bûyerên biêş di dilê mirov de bi cih dibin. Elbet dîrok êşên xwe jî hene, kêfxweşiyên xwe jî hene, lewre mirov nikare vana bêy hevdû bigire dest. Lê pir zêde bi êşan ve aliqî mayîn rast nabe. Heval dema dîroka azadiya jinê didin, dibe wekî mîsala dîwarê giriyê yê Filistîniyan; em nikarin dîroka xwe bi vî rengî bigirin dest, yanî êşên xwe bînin ziman û vê carê em li ser wê bigirîn, derdê xwe bi hev re parve bikin û nêzîkatiyên hwd. têrê nake. Ev nêzîkatiyek pir teng e.
Bûyer çi ye? Tiştek çêdibe, sedema çêbûna wê, qonaxa çêbûna wê û piştre encam tê. Hele hele ku ev bûyer derbas bûbe, em li encama wê dinêrin û dinirxînin. Li gorî encamê em nikarin hinek tiştan binirxînin. Rastiya xwe çi ye? Çi çawa hat jiyankirin? Rêbertî ji bo heqîqetê dinirxand û digot: “Têkoşîn ku bi ser neketibe jî, ev nayê wateya ku ew ne heqîqet e.” Em bibêjin ku, di encamê de kê qezenc kiribe ew serkeftî ye, ew heqîqet e, em nikarin bi vî awayî bigirin dest. Dibe ku binkeftin jî tê de hebe, lê di encamê de ev rastiyeke civakî ye û divê em wî heqî bidin. Pêwîste em dîrokê jî wisa bigirin dest. Ev girîng e.
Hinek nêrandinên berê yên hebûn Rêbertî ew rexne dikirin. Bi taybetî dîrok wekî xeteke duz girtina dest. Nimûne, dema civak îfade dikirin, digotin civaka komînal a paşketî, dûvre civaka koledar, piştre civaka feodal, piştre civaka kapîtalîst, her wiha ji Sosyalîzma pêkhatî re jî digotin sosyalîzm wê biçe komunîzmê. Li ser van bingehan adeta dîrok wekî xeteke duz e û piştî wê mecbûre ev merhele bê jiyîn. Ev jî guhertineke tekamûlî (evrimsel) ye. Bi nêrîna wana wekî ku tu tiştekê nekî jî hatiye nivîsandin û diyarkirin, jixwe piştî sosyalîzmê wê komunîzm were. Lê vaye pêk nehat, nebû. Çima? Sosyalîzma pêkhatî hilweşiya. Gelek sedemên wê hebin jî, eşkere bû ku dîrok wisa pêş nakeve. Bi taybetî di mijara dîroka jinê de pir girînge mirov bi vî şêwazî lê nenêre. Yek dibêje dîrok wekî qederê ye, tê qebûl bikî û wisa lê binêrî. Ev jî te bêçare dihêle. Êdî di van sedeman de tê ji bo çi têkoşîn bidî? Wekî bibêje, “jixwe jinê nasnameya xwe winda kir, bû kole, êdî ji vê şûndetir her wê wisa dom bike” nêzîkatiyeke qederperest tîne. Ya duyemîn jî, guhertinên tekamûlî nahêlin guhertinên şoreşî çêbibin. Di rewşek wisa de tu nikarî biryara têkoşînê bidî. Halbûkî guhertin tenê di warê tekamûlê de nîn e. Tekamûl jî rola xwe heye, ji ber di gerdûnê de her tişt di nav guhertinê de ye, lê şoreş pir girîng e. Ji ber ku tu mudaxele dikî.
Hêzên mudaxele dikin, di têkoşînê de hêza wana pir diyarker dibe. Asta wan, aliyê ku çiqas dikarin wê têkoşînê bi ser bixin pir girîng dibe. Ji bo wê lazime em bi vî awayî li dîrokê binêrin. Yek jî, ev feraseta dîrokê wek xeteke pêşketinê ya duz digire dest esas ji bo vê pêş xistine; statuya jinê ya hatî kolekirin, hatî xistin wekî herikîneke xwezayî ya gerdûnê be, xwestine di hafiza jinê de bi cih bikin. Tê gotin ya, îlkel komunal toplum, ku em ji vê re dibêjin civaka xwezayî, di hundirê wê de şoreşa neolîtîkê ya pêş ketî heye. Jin di wir de hakim bû, di civakê de desthilatdarî nebû, wekhevî hebû, mirovan azad jiyan dikirin. Jixwe piştî wê jin hat xistin, civak bû kole, hinek jî xwediyê koleyan bûn û civak dimeşandin. Ev feraset di mejiyê jinê de dan rûniştin, dan windakirin, êdî ew nikare vê rastiyê biguhere.
Ji bo jinê tiştê herî zêde girîng, biryara têkoşînê dayîne. Pirsgirêk ne tenê koletiya ku zilam li ser ferz kir û zext kir; tiştê ku jinê bi xwe di mejiyê xwe de ava kiriye heye, esas koletî di wir de kûr e. Jinê ew wekî rastiyekê qebûl kiriye. Jixwe ger em jî wisa nêzîkî dîrokê bibin û wan ferasetan esas bigirin, em ê jî bibêjin civaka koledar çêbû, jin bin ket, ev êdî qederek e, ev herikîneke dîrokê ye, ango ev wekî mecbûriyetekê ye. Rêbertî jî ew xist nîqaşê û got: “Ma gelo ev mecbûriyetek bû?” Yanî destpêkê civaka xwezayî, civaka neolîtîk dema têrê nekir, ma mecbûr bû ku civaka koledariyê derkeve yan jî pergala koledariyê xwe li ser wê ava bike? Encama ku em dûvre gihîştinê çi bû? Esas ev mecbûrî nebû. Hêzên ku wê demê têkoşîn dikirin ku bi ser biketan, belkî dîrok wisa nemeşiya. Ji bo wê jî divê em dîrokê wekî xeteke pêşketinê ya duz negirin dest.
Yek jî, dîrok di şikandinên pir dijwar re derbas bûye. Di dersa jineolojiyê de zêdetir li ser tê sekinîn. Di wê mijarê de Rêbertî behsa şikestina yekemîn, duyemîn kir û got, “niha dixwazin şikestina sêyemîn pêk bînin, lê em êdî dixwazin wê bizivirînin, em niha mudaxele dikin.” Divê em van şikestinên çêbûne, bibînin.
Dema em nêzî dîroka xwe dibin, pêwîste em zeman û mekan bidin ber çavan. Bêy zeman û mekan tiştek nayê avakirin. Di dîrokê de tiştê diyarker, mudaxele ango çalakî ye. Di wan kêliyên çalakiyê de zeman û mekan roleke xwe ya diyarker heye. Rêbertî ji bo vê digot “hêza sazkar”, ango hêza ava dike. Zeman û mekan roleke xwe ya sereke heye. Ji bo wê mirov bêy zeman û mekan nikare dîrokê bigire dest. Mirov nikare dîrokê ji tiştên li hawirdorê hene qut bigire dest. Eger em bi nêrîna îro bigirin dest, em ê bêjin “way van hevalan çima wisa kirin, çima wisa girtin dest? Çima bi vî awayî bû? Pêwîst bû wisa nekirana. Diviya bû bi vî awayî ba”, lê em roja îro difikirin. Ferq heye, asta zanebûnê cuda ye, asta birêxistinbûnê cuda ye, şert û merc cuda ne û her wiha dîtina vê girîng e.
Rêbertî di pêvajoya Komploya Navnetewî de dema ji Sûriyê derketa got, “Wê careke din zeman û mekanek bi vî rengî neyê jiyîn.” Bi rastî jî nehat jiyîn û rewş cuda bû, esareta Rêbertiyê çêbû. Digot, “Nirxê roja îro bizanin, baş binirxînin.” Ji bo xebatên jinê jî got: “Xebata min a jinê nîvçe ma, lê ez ê bixwazim berdewam bikim.” Wexta li derveyî welat Rûsya û Ewrûpa bû, di axaftinên xwe yên telefonê de digot, “Xwe cuda nekin, ez amadekarî dikim ji bo we bikişînim.” Yanî ji bo grûbên lêhûrbûnê, komên di perwerdeyê de bûn digot em ê xebatên xwe bidomînin. Lê mekan cuda bû, zeman cuda bû. Eger em faktora zeman û mekan rast binirxînin, an jî em dîrokê bi şaşîtî bigirin dest, vê carê jî ev ê bibe sedem ku em ê bi awayekî ku lêpirsîn bike û darizîne nêzîkî dîroka xwe bibin, hesab bixwazin. Mirov encamê ji dîrokê derbixe ku şaşîtî di ku derê de ye, rastî di ku derê de bû. Heta mirov wan rastiyan ji xwe re bike bingeh û bizanibe wê şaşîtiyan çawa telafî bike, jê encamê derbixe. Ev nêrandin girîng e. Her wiha di pêşveçûna dîrokê de kî mafdar bû, kî ne mafdar bû? Dîrok bi vê nêrandinê jî girtina dest mirov nagihîne encamek rast. Li şûna em bêjin ev mafdar e, ev ne mafdar e, divê em dîrokê li ser heqîqetê binirxînin. Di vir de nêzîkatiyeke bi exlaq, bi edalet lazim e. Divê em bikaribin bi heqîqetê re şîrove bikin. Bi exlaqî nêzîkbûn girîng e.
Em çima dixwazin vê dîrokê fêr bibin? Ji bo em bikaribin pirsgirêkê derxin zanebûnê ku pirsgirêk çi ye. Nimûne, ji bo jinê pirsgirêka hebûnê heye. Vê pirsgirêkê ji kîjan sedemê bingeha xwe girt? Dijminê jinê kî bû? Çima bi vî awayî bû pirsgirêk û roja îro xwe wisa ferz dike? Divê em bikarin pirsgirêkê pênase bikin. Ev ji bo pirsgirêka Kurd jî wisa ye. Em nikarin yekalî nêzîkî pirsgirêka Kurd jî bibin. Zanebûna dîrokê heman demê ji bo çareseriya pirsgirêkan jî lazim e. Bi qasî îfadekirin û pênasekirina pirsgirêkê, ji bo çareseriyê jî nêrandin û zanebûneke dîrokê pêwîst e. Yan na tê li ser kîjan esasan çareseriyê pêş bixî? Çareserî li ser çi pêş dikeve? Dema em pirsgirêka azadiya jinê digirin dest û pênase dikin, kîjan rastiyê hişt ku bibe pirsgirêk? Eger mirov vê derxîne zanebûnê, wê bizane li beramberî wê çi bike. Esas tu bi vê yekê re dijminê xwe baş nas dikî. Ji bo çareseriyê yek jî hêza ku pê re têkoşîn bikî, tu wî pênase dikî, yan na mirov bêy wê nikare çareseriyê bîne. Li hemberî wê pêwîste mirov hêza xwe nas bike. Nimûne, palpiştên te wê çi bin? Tê xwe bispêrî çi? Tê ji çi hêz bigirî? Divê palpişteke mirov, mîraseke mirov hebe. Divê berxwedaneke ku mirov ji xwe re kiribe hêz hebe. Mirov ji wana nirxê moralê digire.
Dîrok ji bo çareseriyê çima pêwîst e, wê bi xwe re çi bîne? Di çareseriyê de çi diyarker e? Avakirina hêza jin pêwîst e. Hêza tu pêre şer dikî, pêwîste tu wî jî pênase bikî. Pêwîste balpişta te ya têkoşînê ku tu jê moral bigirî, hebe. Nirxê manewî bingehekê çêdike, tecrûbeyekê çêdike. Eger tu rêbazên hatine ceribandin ka bê çi encam dane nizanibî, tê heman tiştê dubare dubare jiyan bikî, yanî tê ji tune ve destpê bikî. Di roja îro de em nikarin wekî Înanna têkoşîn bikin, lê rêbaza ku wê pêk anî ji me re bûye tecrûbe. Gelek caran ji bo jinê dibêjin esas hîs, pêhesîna xwe xurt e. Di kûantûmê de tiştek wisa jî heye, lê ev hîs û pêhesîn ji tecrûbeyê tê. Jin ji ber bi jiyanê re eleqedar e, tecrûbeyên xwe pir zêde ne. Yek jî, tiştê li ser hatiye ferzkirin pir kûr e. Her di nav şer de ye. Hevala Sara vala vala negot jiyana min her şer bû. Jixwe jiyan ji bo jinê bi vî awayî pênase dibe, cuda pênaseya xwe nîn e. Ji tiştên hatine ceribandin hinekan encam girtine, hinekan encam negirtine. Jixwe mirov bi vana re xwe dike hêz. Ya yekê, tu dijminê xwe nas dikî; ya duyem jî, tu hêza xwe nas dikî, spartekên xwe çêdikî, xwe xurt dikî. Nimûne, niha palpişta me ya esasî birêxistinbûna me ye. Em bê rêxistin tu caran nikarin derkevin saha şer. Feraseta sîstema zilamtiyê ya li ser me tê ferzkirin, ji bo derbaskirina wê birêxistinbûn, moral, hêz pêwîst e. Divê tu bi vana dînamîkên xwe têkoşîna xwe zindî bikî. Tabî mirov vê yekê ji dîroka xwe digire. Ev girîng e.
Ji bo nêzîkatiya ji dîrokê re Rêbertî, wekî rêbaz dîrok çawa pênase kir? Rêbazê Serok ji bo dîrokê çi bû? Ya yekê, dîrok bi awayekî yekpare girt dest. A duyem jî, Rêbertî behsa zanista wateyê kir û got, “rêbazê min, şîrovekirin e”. Em bi xwe jî bi nîqaşan re esas şîrove dikin. Tabî şîrove, li ser tiştê hatiye jiyîn derxistina zanebûnê û wate dayînê tê kirin. Tenê agahî, zanîn têrê nake, yek jî şîrovekirina ku xwe dispêre zanebûnê pir girîng e. Esas rêbazê Rêbertî, şîrovekirina li ser esasê zanînê ye. Nimûne; şerek heye. Dema mirov wî şerî pênase bike dibêje, ew şer sedema xwe çi bû, çima derket, piştî wê çawa pêk hat, piştre encam çi ye, kî bi ser ket û kî bin ket? Wekî giştî ev şer bûyerek e. Baş e, em van hemû sedeman bizanin ku şer çawa çêbûye; yek jî divê em bikarin wê şîrove bikin, wate bidin wê. Wate dayîn girîng e. Yan na em ê dîrokê tam fêm nekin. Jixwe Rêbertî heqîqet jî bi vê rêbaza xwe ya zanista wateyê rave kir. Hêza wate dayînê dibe zanebûn, nêzîkatiya din dibe agahî. Rêbertî, heqîqet jî wisa pênase kir. Heqîqet xwe bizanebûnê dike xwedî palpişt, lê hêza şîrovekirinê hêza watedayînê ye. Ev dibe zanebûn, a din dibe agahî. Yek rêbazê Rêbertî ev e.
Rêbertî dibêje, “ez tespîtên Fernand Braudel ên sosyolojiya demdirêj ku wek rêbaz wê jî nêzî xwe dibînim, binyada sosyolojiya avabûnê û her wiha sosyolojiya demkurt.
Du, di warê sosyolojiyê de dema herî zêde di jiyana mirovahiyê de hatî jiyîn, civaka xwezayî ye, emrê mirovahiyê yê herî demdirêj e. Eger dîroka mirovahiyê ji sedî 98’ê xwe civaka xwezayî be, pêwîste em xwe bispêrin wê.
Pêvajoya avakirinê çi ye? Avahî û saziyên ku çêbûne, ka bê çawa ava bûne pênase dike. Ev avabûn bi destê mirov bi xwe çêdibe, bi destê mirov tê xûlukandin. Yanî jixwe we pêk nayê. Şoreşa Neolîtîkê jî saziyên xwe li gorî pêwîstiyên xwe ava kirine. Ew jî bi destê mirovan çêbûye. Heman demê pergala desthilatdar jî saziyên xwe ava dike. Tê zanîn ku ew jî bi destê mirovan hatine avakirin. Tiştê bi destê mirov hatibe avakirin, mirov dikare mudaxele bike û wê biguhere jî. Van sazîbûnên ku di dîrokê de desthilatdariyê ew çêkirine, pêwîste em mudaxele bikin û hêdî hêdî biguherin. Em ji dîrokê jî fêr bûn ku, di serdema Neolîtîkê de jinê dikarîbû saziyên xwe ava bike û ew hêza wê jî hebû. Nexwe em dikarin van sazîbûnên sîstema desthilatdariyê xira bikin.
Rêbertî di parêznameyên xwe de behsa sosyolojiya avabûnê kir. Ev sosyolojiya demkurt çiye? Guhertinên di wê demê de çêkirine pênase dike. Ev tê wateya ku dîrok bêbûyer jî nabe. Hinek bûyer hene ku guhertinê çêdikin. Mînak; hikûmeteke ku ava dibe, ew bi xwe sazî ye. Ev di çarçoveya wextê avabûnê (yapısal süre) de ye. Yek jî, ew hikûmet di demek kurt de tê guhertin. Ma ev dikare hemû dîrokê biguhere? Na, lê bandorê li ser dîrokê dike. Rêbertî jî herî zêde li ser demê herî kurt ango li ser kêliyê disekine. Rêbertî taybet got, “ji bo çêkirina dîrokê kêliyên aloziyê hene.” Ev di dîrokê de tê jiyîn. Kêliyên alozî, qeyranê ji bo çêbûnê zemînek amade ye. Lê kî mudaxeleyê wê kaosê bike û têkoşîna wî bi ser bikeve, ew dikare çêbûneke nû pêk bîne. Ew kêlî dikarin azadiyê pêk bînin. Em ê jî herî zêde sosyolojiya demdirêj, sosyolojiya avabûnê, sosyolojiya demkurt hemûyan ji xwe re esas bigirin. Encex ji bo me ya herî girîng, sosyolojiya azadiyê ango kêlî ye. Ha di vir de hêza mudaxele bike girîng e. Pêwîste em dîrokê giştî wisa bigirin dest. Em ê tenê wekî pergal negirin dest, em ê yekpare nêzîkî dîrokê bibin. Em ê xwe bispêrin agahiyên heyî, lê divê em bikarin hêza watedanê derxin holê, şîrove bikin.
Der barê dîrokê de nêzîkatiyên şaş hene, divê em bi zanebûn nêzîk bibin, tenê bi aliyê bûyeran negirin dest. Bi zanistê nêzîkbûn elbet nêrandineke serdestiya zilam e. Eger li gorî çarçoveya me li jor anî ziman dîrok neyê destgirtin, tenê di bin navê ez bi zanistî nêzîkî dîrokê dibim de nêzîkbûn, esas wê bibe nêzîkatiyek ku mirov dîrokê li gorî zîhniyeta zilam binirxîne. Ev jî dibe alîgiriya zilam. Bi nêrîna jinê li dîrokê meyzandin girîng e.
Niha jî em dîrokê çêdikin, dinivîsin. Dîrok ne tenê pênûs e, em dîrokê çêdikin, em tevlî dîrokê dibin, pêwîste em pozîsyona xwe jî li gorî vê bigirin dest. Tevlîbûna dîrokê ji bo me girîng e. Ev bi xwe meşek e. Rêbertî berî vê wekî Tevgera Azadiya Jinê ji bo me got, “Ji bo gihîştina azadiyê hûn hîn di rê de ne” û hinek şaşîtiyên me jî anî ziman. Heta Rêbertî hinek şaş fêmkirinên me jî anî ziman -ku em ê paşê li ser wê bisekinin- û got, “Ez li hinek hevalên jin dinêrim, şaş fêmkirinek wisa heye ku wekî şoreş hatiye kirin li meselê dinêrin.” Bi vî awayî Rêbertî ev nêzîkatî rexne kir û got, “Hûn hîn di rê de ne, lê belê hûn hîn di rê de ne”. Yanî di rê de bûyîn jî girîng e. Ev tê wateya ku, em tevlî vê dîrokê bûne û em ê vê dîrokê çêbikin. Bi vê îdîayê pêvajo gihandina serî girîng e, lê em hîn di rê de ne. Tevlîbûna vê dîrokê jî, bi tevlîbûna jiyanê re dibe. Divê em ji dîrokê bendewariyê nekin, tiştê esas em tevlî dîrokê bibin. Tevlîbûna me wê vê diyar bike; di pêşerojê de wê çi çêbibe, ev rêya em tê de wê dawî biçe ku derê? Lazime em diyar bikin ku di pêşerojê de em ê çi bikin. Dema ku beşdarbûneke wisa çêbibe, em ê rast nêzîkî dîroka xwe bibin.
KOMÎTEYA PERWERDÊ YA PAJK
YORUM GÖNDER