FEDEKARÊN ŞOREŞA KURDISTANÊ HEVAL ŞUKRÎ SERHED-YASÎN BULUT
Ser pakrewanan nîvîsandin zor û zehmet e. Pênûs têrî nake, ku mirov bîranînên wan bîne ziman. Dema ku hat nîvîsîn jî, divê mirov mafê wê bide. Heval Şukrî dest ji her tiştî berdide, şev û roja xwe dike yek dixebite. Di ser qetlkirina heval şukrî re salek derbas bû. Cîhê tu lê hatî şehîdkirin, jê re kolana Çarçira tê gotin. Dema Çarçira tê gotin Qazî Muhammed tê bîra mirovan. Qazî li bajarê Mahabadê qada Çarçira hatiye darve kirin. Çiqas tesadûfe nizanim, lê dagirker van tiştan pir bi zanebûn dikin “Qazî Muhammed çawa qada Çarçira hate darve kirin, dagirkeran te jî li kolana Çarçira, li Silêmaniyê qetil kirin. Dagirkeran ev wate li qetilkirina te barkirin, jana Çarçirayê cara duyemîne bi me dan jiyandin. Dema ku min televîzyon temaşe dikir, ew konvoya wesayîta ya cenaze dabû dûv hevdû, ber bi goristana Qendîlê ve diçûn, hestên min bilind bûn. Ew rojên me bi hevdû re, di sala 1979'an li mala Komînan derbaskiribû, mîna filmekî hate berçavên min. Niha jî temaşe dikim. Darbesta we liser milên welat parêzan e. Li aliyekî dîruşman diavêjin, aliyek din jî hin heval, rondikên wan dihatin xwarê. Ez jî tevli wan hevalan bûm, rondikên min jî hatin xwarê. Rondik dema tên xwarê meriv hinekî rehet dibe.
Gotinek Kurda heye. “Kurmê darê ji darê nebe, zewala darê tune" Ev gotin ji bo xayînên nav Kurdan hatiye gotin. Wekî xayîna nedaba pêşiya kontrayên Tirka, wê kî bizanibûya tu yê serê sibehê têkevî ser riya kolana Çarçira. Gav bi gav te şopandine. Te 43 sal jibo Kurdan têkoşîn kir. Qetilkirina we ya bi qeleşî, ti caran ji bîra me dernakeve.
Kurapê Şukrî Serhed,Yilmaz Bulut behsa jiyana wî dike. Hemsalê hev in. Bihev re mezin bûne û tev de xwendine
Yilmaz dibêje, “Bi fikrê çep re li Îzmîrê hevnasiya me çêbû. Em înşaatê de dixebitîn û pirtûkê Lenîn, Yilmaz Guney dema diketin destên me, rexmê em di xebatê de diwestiyan jî, dîsa me ew pirtûkana hewesekê mezin dixwend. Ew pirtûkan me bi xwe re tanîn gund. Em pir şad dibûn evqas pirtûkê me çêbibûn. Kekê min Faîk Bulut dema çûye Fîlîstînê liser Yasîn Bulut û ciwanê gund hemûyan bandorî avakiribû. Dema ku li gund bû tim li mala me radiket. Em bi hevdû re tevdigeriyan. Têkîliyên wî û gundiyan pir baş bûn. Tim dixwest alîkarî bide gundiyan. Her dem li hember şerê eşîrtiyê derdiket, nedixwest ku Kurd xwîna hevdû birjînin. Digot "Eşîrtî li hemberî azadiya gelê Kurd kelemê herî mezin e."
SALA TU ÇÛYÎ NEZIVIRÎ
Payîza me, reş hatibû,
Sala tu çûyî nezivirî,
Dil û hinav, tuje kul bû,
Sala tu çûyî nezivirî.
Baran barî, çem herîkîn,
Em te ti dem, ji bîrnakin,
Çîya, bajar gişt şewitîn,
Sala tu çûyî nezivirî .
Qet rojekê xweş tunebû,
Xortê ciwan dest hinebû,
Sebra dayîka nemabû,
Sala tu çûyî nezivirî.
Li me rabû, berf û bager,
Çav bi hêsir, daxbûn ceger,
Dinalim, bi zarîn û keder,
Sala tu çûyî nezivirî.
Welatê Ehmedê Xanê,
Kiribûne gola xwînê,
Ew çisaleke bêyom bû,
Sala tu çûyî nezivirî.
Heval Şukrî Serhed çawa tevli partiyê bûye vedibêje
Şukrî Serhed “Ez tevli grubên eniya hemberî faşîstan bûm. Lê grubek derketiye jibo Kurdistanê xebat dikin, pir radîkal in. Taybet hemberî faşîstan radîkal in. Ew aliyê wan yê radîkal pir bala min kişand. Dema di sala 1977 de heval Hakî Karer pakrewan bû, liser me bandor kir. Kesekî Tirk tê jibo Kurdan dixebite û di ser de jî canê xwe dide. Mamostê min heval Şahîn Kilavuz bû. Me biryara xwe da em tevli rêxistinê bûn. Me ligel refên gruba Apoyî de cîhê xwe girt. Gruba Enqerê dema hate Qersê liser me tesîr çêkirin. Me di kesayetiya wan da tevger nas kir. Tiştê digotin ji bo me nû bûn. Dema “kapitalîzm, emperyalîzm” digotin bala me dikişand, em pê ve kêfxweş dibûn. Heval Akîf Yilmaz jî min nas kir, em digel hevdû jî man. Hinek hevalên dî jî me nas kirin. Her tişt bi plan, program hereket dihat kirin. Dema ku me kesekî nû tevlî rêxistinê bikira kêfa me pir dihat. Manîfesto hat, teksîr hatibû çap kirin. Di malan da me grup, grup bi dizî ve dixwend. Em di vir da xeta Apoyî hîn bûn.”
Hevalê zîndana Erzurumê de maye behsa jiyana heval Şukrî ya zîndanê dike.
Cano Bazarcix “1980 meha avrêlê dema heval Şukrî Serhed hate zîndana eskerî no:1 a Erzurum min wî naskir. Şexsîyetek, seknek, mîllîtanekî Apoyî ve hemberî dijmin bêtirs zîndanê da enîya pêş berxwedanê da cîhe xwe girt. Behsa heval Şukrî Serhed kirin zehmet e. Carna henekek dikir, moral dida hevalên ciwan. Di pey ra “Wekî em mêjiyê xwe da ew tirsa dijmin daye çêkirin neşkînin wê dijmin me dîl bigire. Ya girîng mêjiyê me da ew qereqolê dijmin daye çêkirin dibê em wana hilweşînin” digot. Mîllîtanê 78, Şukrî Serhed hevalekî sekna xwe ya wêrekî ve hevalan re behsa berxwedanê dikir. Wekî, "Em berxwenedin dijmin amadeye me erdê ve bike yek. Em di zîndanê de ne, li derve ew bi bandor in, li hundirê zîndanê da bila bandorî di dest me da be. ”digot. Hemberî hevalan sakîn û rûken bû. Dema heval rexne dikirin, ne diêşand û hemberî dijmin bê tavîz bû. Rojek berya pakrewan bibe, me bi têlefonê bi hevre axivîn. 1980'an di zîndana Erzurumê de çawa min dîtibû, heya pakrewan bûnê, tempoya wî, xebatê wî û vîna xwe radestî tevgêra azadîya Kurdistan kiriye û mîna fedayî têkoşîna xwe berdewam kiriye. Zîndana Erzurumê da demê girtîyan hemberî zilma dijmin çalakiyên protestoyê çêkirin, eskerê dewleta Tirka girtî gule baran kirin. Şukrî Serhed birîndar bû. Dewletê tedavî nekir, Şukrî Serhed bi wê gula laşê xwe ve hatiye berdan, çûye tevlî gerîlla bûye. Min ewqas jê hez kir, navê lawê xwe Yasîn danîye. Gotinek mamoste Şukrî Serhed hebû “zinar cîhê xwe dimîne xîçik(çakil) gêr dibe dihere” digot. Di şexsê Şukrî Serhed da hemû pakrewanan bi bîrtînim û Bejna xwe liber wan ditewînim.”
Şukrî Serhed, roja tevli tevgêra azadîya Kurdistan bû û heya roja pakrewanbûnê ji ti tiştekî xwe ne daye paş. Karek hebe pêşiya giştî beziya ye. Her dem ji hevalên xwe bêhtir kar kiriye. Karê xwe jî pir paqij, bi plan dikir. Herdem plan û programek heval Şukrî hebû. Dema fedakarî were gotin heval Şukrî Serhed tê bîra mirov. Şervanên nû dema perwerde dibînin nav rêxistinê da mînaka fedekariya heval Şukrî Serhed tê dayîn.
Kesayetek bawerîyek wî xurt hebû
Taybetmendiyên şoreşgerî çawa hîn bibû, wisa jî bi cîh tanî. Gotina "heval"tiyê kevnar e. Hezaran sal in tê karanîn. Ev di dema me de tê wateya gerîlla. Dema te ji kesekî re bigota heval, êdî heya dawî ew gotin berdewam e. Her cîhekî hevaltîyek xwe heye. Zîndan, çiya, rêwîtî, şîn û şahiyan da hevaltîyek heye. Zîndanan de hemberî vîna dagirkeran vîna şoreşgerî pêşxistin heye. Di çîyayên Kurdistanê de hemberî xwezayê kesekî berxwe nede nikare bibe şoreşger, gerîllatiyê bike. Serkeftina hemberî xwezayê bi xwe re hemberî dagirkeriyê şer tîne. Dema tê gotin heval, jibo berjewendîyên xwe tiştekî nafikire “bila tiştek hevalê min neyê. Beriya hemûyan ez herim” dibêje. Rojên tengasî da tiştek nîne, ne xwarin, ne jî vexwarin. Ev rojên zehmet ta “bila hevalên min birçî û tî nemînin wan ra ciryê(erzaq) peyda bikim” tê gotin. Ev hemû taybetmendiyên heval Şukrî Serhed in. Dema heval tê gotin Şukrî Serhed tê bîra mirovan.
Şev û roj nedisekinî, ji bo bighîje armanca xwe dixebitî. Kete zîndanan, îşkence, lêdan û her cure zilma dijmin nikarîbû wî ji riya azadîyê bide vegerandin. Çawa zîndanê derdikeve berê xwe daye çîyayên Kurdistan. Di dîroka Kurdistanê de çi dem Kurd deştê tengav bûne berê xwe dane çiyayan. Çiya cîhên azadiyê ne. Herdem mîna dayîkek çawa zaroka xwe xwedî derdikeve, çiyayê Kurdistan jî wisa Kurdan xwedî derketîye. Heval Şukrî Serhed êdî azad e. Serê çiyayan tî, birçî, pêxas maye. Ber serma, bager û baranê zehmetî kişandiye. Lê ti caran ax û of ne kiriye. Ewqas sal li çîyayên azad ma tiştek bi wî nehat, çi dem vegeriya deştê, bajaran de felek jê re xayin derket. Azadî bê berdêl nabe. Heya niha dehhezaran di rêya azadiyê de pakrewan bûne. Her pakrewanek wesiyetek wî heye. Daxwazi ya hemûyan Azadiya Kurdistanê ye. Em jî ew ê sozê didin we, kesera we ji bo azadiyê kişandiye emê bînin cîh. Di şexsê heval Şukrî Serhed de hemû pakrewanên meha Îlonê bi bîrtînim.
Li ser navê hevalên wî yên têkoşînê
CEMŞÎD SERHED
YORUM GÖNDER