ÇANDA BERXWEDÊRÎ Û SERHÊLDÊRÎ DI JIN DE NAMIRE
Îran û rojhilatê kurdistanê di warê çand û hûner, ziman, bawerî û etnîkî welatek dewlemende û herî zêde jin di civaka Îranê vê dewlemendiyê diparêze û dide jiyîn û her tim çanda berxwedanê li dijî zilmê zîndî hîştiye. Lê rejîma Îranê wê dewlemendiyê ne wek firsendek belkî xeteriyek ji bo desthilatdarî û berjewendiye xwe dibîne. ji ber wê hemû gelên bi bawerî û nasnameyên cûda di bin zext û serdestiyê de dihêle. Hikumeta teokiratîk û dagirker a komara mela a Îranê kû dîna îslamê xwe re kiriye maskeyek, di rastî de mirov ger bêje dewleta bêdîn û dijminê sund xwarî ê jinê ye wê mubalixe nebe. ango destpêkê difikirin çawa li jinê bidin. Ev dewleta dij bi jin tevahîya qanûnê xwe ê esasî qaşo li gorî şerîeta îslamê damezrandiye û rejîma xwe a velayeta feqîh li gorî wê bi rêxistin kiriye. di nava organên herî bilind ê dewletê tevahî mele rêveberin û di nava wan de hetta yek jin jî nîne. Bi temamî û mutleq sîstemek zilamsalar û dîktatore, ji bo dîktatorîya xwe veşêre navê cumhûrîyeta îslamî li xwe kirîye.
Dewleta ku herî zêde behsa demokrasî û azadiyê dike lê di asta faşîzan de bê edaletî û neheqiyan dike. Bihêlê mafê siyaset kirin û xwe parastinê hetta mafê baweriya xwe jîyan kirinê jî nade hemwelatiyê xwe. Netewên ku hewl didin bi baweriya xwe bijîn û bi xwe debara jîyana xwe bikin bi polîtîkayê bitirsîne-bitepisîne, birçî bihêle û muhtacê xwe bike, parçe bike bi rêve bibe nêzî wan neteweyan dibe. her wiha bi rêya bêkar hîştin, besîc kirin, belav kirina madên hişber û pêş xistina fuhûşê bi tevahî armanc dikin ku di şexsê jin û ciwanan de civakê bi tevahî bitevizînin,ango bê mejî, bê hafize, bê îrade bikin û ji nirxên çandî yê civakê dûr bixin. Herî zêde ev siyaset li Rojhilatê Kurdistanê tê meşandin. Mînak di roja me ya îro de nêzî 600 hezar însanê kurd di Rojhilatê Kurdistan de kulberin ku hejmarekî diyar jin jî di nav wan de heye. Dîsa di bajarê herî mezin ê Kurdistanê Kirmaşan ku rêjeya bikar anîna madê hişber di astek jor deye û pir tirajîke ku ji sedî sêzdehê wan jinin. Dîsa li Merîwanê li ber ferz kirina sîyaseta bêkarî berê jinan didin fuhûşê. Ev yek rê li ber pirsgirêkên exlaqî û çandî vedike ku bi temamî malbat tê hilweşandin. Di encama buhranê malbatî û aborî di roja me ya îro de rêjeya xwekuştina jin û ciwanan ku îfadeya wan rastîyane, di şexsê wan de civak xwe întihar dike. Îran di mijara xwekuştina jinan de di cîhanê de di rêza sêyemîn de cîh digire. Bûyerên xwekuştina jinan, zêdetir li eyaletên rojavayê Îranê Kurdistan, Loristan, Îlam, Kirmanşan, Erdebîl, Azerbaycana rojhilat û hwd de rû didin. Mînak tenê di nava salekî de li Îlamê 430 jin xwe kuştine û temenê kesên ku xwe dikujin jî di navbera 10 – 19 , 20 – 29 Salî de ye.
Dewleta ku bi zîhnîyeta hîlebaz a mêr înşa bûye bi başî dizane ku heya damarek berxwedanê di laşê jin de zîndî bimîne ewê civak her li berxwe bide. Loma di merkeza tevahî polîtîkayê wê ê kirêt de jin heye, ji bo xistina jinê her cure rê û rêbazan bi kar tîne. Lewaz kirina exlaqa jinê di hewidana bê exlaq kirina cîvakê de ye. Bûyera ku herî zêde dejenere bûn ango exlaqê civakê hildiweşîne, yek jî zewacên demkurt ango sîxeti(mutka) ye. Dema wê jî li gorî pereyê mêr jinê re bide, tê diyarkirin. Sîxetî îro li Îranê pir berbelav bûye. Helbet ev şêweyê zewacê li gorî mezhebê Şîetiyê û zagonên dewletê rewane. Ev rewabûna ku ji vê zewacê re anîne bûye sedem ku pêşî li fihûş û xwe firotina jinan di asteke herî jor de veke.
Dîsa di wan salên dawî de zewaca di temenê biçuk de di asta herî jor de ye. ji ber ku di zagonê Îranê de temenê keçan yê zewacê 9 salî ye, ev guneha mezin rewa tê dîtin. Yanî ev şêweyên zewacê bi serê xwe teşwîqeke ji ajoyene cinsî re ye. Zarokên keç ku hîn ji jîyana hevbeş re ne amadeye, rûbirûyê pirsgirêkên pîskolojîk, cîvakî yê pir giran u tirajêdîk tên. Zarok çêkirin di temenê biçûk, keçan bi pir nexwaşîyan re rûbirû dihêle. Ev rasti bi xwe felaketekî cîvakî îfade dike.
Bi wan siyasetan re girêdayî, siyaseta milîtarîze kirina cîvakê herî xurt dewleta Îranê dide meşandin. Ji ber ku di şexsê jin de vê siyasetê di cîvakê de kûr dike.. Weke me li jor jî îşaret pê kiribû siyasta besîc kirinê bi gîştî li ser gelan û bi taybetî li ser jinan û ciwanan dide meşandin hema bêje li her gund û bajarî mektebên xwaheranê zêynep û zehra ava kirine. Di wan mekteban dersên îdeolojîk û leşkerî tê dayîn, qaşo weke mafekî didin jinê lê di rastî de siyaseta qirkirin, bê îrade hîştin û şibandina zilam heye, ev yek dibe sebeb ku jin bitemamî ji xwebuna xwe derkeve û bibe hebunek dijî xwe. Bi van rêbazan jin dikin dijminê jinê. Yanî parçebûnê di navbera jinan de pêş dixînin. Dewleta Îranê ku nahêle jin serê xwe ji malê derxe, di aliyê din de hêjmara jinên Besîc jî gihandiye %40’î. Lê dîsa jî ji bo jinên Besîc her tim bizanin cinseke kêm e (li gorî zêhniyeta dewletê) û bi wezîfeya xwe şanaz nebe, ûnîforma hêjayî wan jinên Besîc nabînin yanî nadin wan.
Lê bi ruxmê hemû êrişên dijwar yên dewlet=mêr jî jin, vê pergalê sedê sed hezim nekiriye û her tim serî rakirîye. Weki jina Kurd Jîna Eminî çawa hat qetilkirin û ew ji heşt ku serihildanek li dijî we pergalê çêbibe. Ji ber ku ew pergala ol perestî gel xistiye nav tengasiye û gel ji tahmûla wê nemaye. Gel naha li qadan bi peşengiya jina Kurd serî hildide, bi diruşma “jin jiyan azadî” re tekoşîn dike. Yanê di şexsê jin de civak xwedî lêgerîne ku bi nirxê xwere jîyan bike. loma li kur xilasya xwe bibîne berê xwe dide wir, ya rast li kur çiruskekî ronahiyê bibînê ber bi wê ve baz dide. Tevlê bun ji PKK’ê re li zanebûnê zêdtir bi giranî hestiyar çêdibe. Hem PKK ê ji bo xwe wek rêyek xilasyê, hem jî bi dest xistina hebûn û nasnama xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo û jîyana PKK’ê de dibînin. di rastiyê de di bin vê tevlî bunê de hestên welatparêziyêkî kûr weşartiye. Di heman demê nîşana wê ye ku hîn di ruhê jin de çanda serhildanê tune nebûye kengê firsat bibîne li hemberî sîstema mêrsalar serî radike. Bi kurtasî divê were zanîn ku cihê ku girêdan buna axê hebe, li wir siyaseta qirkirina çandî bi temamî negihîştiye encamê û ruhê welatparêzî zindiye. Nêzî 200 sale li ser gelê kurd êrîşên qirkirina fîzîkî û çandî diastekî dijwar de dimeşe, lê ger ku gelê kurd hîn jî heye, ji ber ku çanda wê ya 12000 sal ya nêolîtîk heye ku jina xwedawend mohra xwe lê daye. Di cîvaka gelê me yê rojhilat de hîn jî bermahiyê vê çandê heye û girêdan bun bi axê û çiya di astekî jor de ye. Ger ku ji bo gelê me yê Yarisan sond xwerin bi keziyê dayîkê sonda herî girane, ger ku di roja me ya îro de hîn jî di gelek gundê Hewremanê text de destur nadin ku dewlet bikeve gundê wan û bi çandinîyê debara xwe dikin, heta hêjayê gotinê ye ku di vê heremê de dayîk otorîter û gotina wê derbas dare her wiha pîrên vê heremê zêdetir dayîkin û di çareser kirinê pirsgirêkan de xwedî rolin. Ev yek nîşan didin ku hîn jî cîvak exlaq û polîtîkayê xwe diparêze û bi şêweyên cuda cuda dide jîyîn. Ev nirxên çandî ku nasname û hebûna cîvakê îfade dike û bi ked, tekoşîn û berxwedanekî mezin haya roja ma ya îro de xwe domandiye, ev nirx bingehê şoreşê ne . şoreş wan zindî kirin, bi sazî kirin û xurt kirina wane. Yê şoreşê dike gele û pêşengê wê jî jine.
Ger ku em li şoreşê di cîhanê pêk hatine, binêrin em bi rihetî dibînin ku bi pêşengî û berxwedanîya jinan şoreş pêş ketîye. Pêwîst nake em zêde dûr biçin. Mînaka herî nêz Rojavayê Kurdistanê ye. bi pêşengtî û qehremaniya bê wêne a jina kurd ku bi fikir û felsefaya azad xwe xemilandiye berxwedanek muezzem hate raber kirin ku mohra xwe li sedsala 21. da û îro ji bo temamî jin û gelên bindest bûye modela jiyana azad. Bingehê şoreşê bi xebatê rêxistin kirina jin û ciwanan ku dînamîkên esas yê civakêne, girêdayî ye. Ji ber wê divê di civakê de jin û ciwan xwedî zanista xwebûnê bin ta ku bikarin di warê parastina cewherî û pergala xwe ya alternatîf ava bikin. Ji ber vê jîneolojî (zanista jinê) ku zanistekî cîvakî dîrokiye, hem dikare ji tevahî pirsgirêkên jin ê sosyolojîk, pîskolojîk, aborî re bibe hêza çareseriyê, hem jî dikare yakîtîya tevahî jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ava bike. ji xwe ev yek netenê bingeha şoreşê ye, belkî şoreşa jinê a Rojhilat û Îranê wê misoger bike. Em dikarin bidin dîyar kirin di Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengîya KJAR, KODAR û PJAK nêzî 18 sale ku xebatê şoreşê tê kirin. Di nava van salan de gelek berdên giranbuha hatin dayîn û bi keda bêwêne ya şehîdên qehreman çanda berxwedan û serhildanê di nava cîvaka Kurd ya rojhilat de zindî bu. Dîsa hêjayê gotinê ye ku, şoreşgerên mîna Şîrîn Elemholî, Ferzad Kemanger, Ferhad wekîlî, Eli Hêyderiyan di gitîxaneya evînê ,li hemberî êşkenceyên hovane yê rijîma faşîst a Îranê, bi vînekî ji pola, bidilekî ku tenê ji bo eşqa heqîqetê lêdide û bi ruhê ku tenê teslîmê azadiyê dibe, berxwedanekî bê hempa dan raber kirin û çanda berxwedaniyê di tewahî zîndanê îranê de kirin xetek. Her wiha divê neyê ji bîrkirin ku jina kurd Zêyneb Celaliyan ev 13 salin li zîndana Îranê di nava berxwedanî û tekoşînekî wisa daye ku ji bo hemû jinên li zîndanan û tawahî jinên ku li ser axa Îranê jiyan dikin buye çavkaniya ilhamê û hêviyên azadiyê di dilên wan de zindî kiriye.
ROJDA ZAGROS
PAJK.ORG
YORUM GÖNDER